LMdK - Hejmar 1, Mıjdar 2009

LMDK PDF
Avakirina nû ya bingehîn, reklam serbest e admin Fr., 19.03.2010 - 13:05

Bifikirin ku dinya êdî ji aliyê alavên bazirganîyê û bihayê wan ve neyê birêvebirin. Hingê, tu sedemên girîng wê nemînin ku rojnamegerek bixwaze ku nivîsên wî hê jî li ser kaxezan bên çapkirin, û bi dû re, bi qemyonan ber bi belavkarên çapemenîyê ve bên veguheztin, an jî bi rêya posteyê ve ji aboneyan re bên şandin. Bi xêra înternetê, derfeteke weha wê bi destê wî bikeve ku agahî û nirxandinên xwe bi xwendevanên seranserê cîhanê par ve bike; di nava kêlîkekê de bigihîje armanca xwe, bêyî ku tu mesref lê biçe û bikare li gora daxwaza xwe deng, dîmen û referansan jî lê zêde bike.

Gladyatorên mîlenyûma sêyem admin Fr., 19.03.2010 - 13:08

12 Mijdar 1993’an, Gerard Gordeau yê holendî, kîk-boksor (kick-box: hunereke şer e ku boks û karateyê têkel dike) û karatekayê (yarîkerê sporta karateyê) fullcontact (temasa temamî), ji bo “şerekî nihayî” li dijî Teila Tuliyê palewanê sumoyê yê ji Hawai’yê dikeve nav qefesa heştgoşe, ku di nav McNicholas Meydana Sportê li Denverê (Colorado) de hatiye bicihkirin. Her ji destpêka berêkaneyê, palewanê sumoyê ku nêzîkî 80 kîloyan ji reqîbê xwe girantir e, hemleyan dibe ser Gordeau. Grodeau vedikişe, xwe ji êrîşan diparêze û bi vî awayî berî ku bihêle reqîbê wî lê nêzîk be hêz û taqeta wî dibire.

Li hember dîrokeke veşartî admin Fr., 19.03.2010 - 13:09

Qirnê ‘‘fedaî’‘ yê Şoreşa Çandî îroj, bi awayekî giştî li ser rêveberiya welêt e. Ew in, yên ku ber ve hêla mîratxwurên meşa mezin guhertinê pêk bînin û fesalê bidin Çînê... ya jî ewê hesabê ‘‘deh salên reş’‘ bidin.

Vegera şoreşa çandî admin Fr., 19.03.2010 - 13:12

Pêkîn, 1’ê Cotmehê 1966. Salvegera hivdana damezirandina Komara Gel ya Çînê ye. Milyon û nîv, du milyon leşkerên artêşa sor li pêşiya trîbuna berî li qada Tîananmanê, li pêşiya dergeha Bajarê Qedexe, bi merasimekê, piştgiriya xwe ji bo şoreşê û ‘‘rêberê’‘ xwe nîşan didin. Li derdora wî, ew çar kesên ku wê paşê wek ‘‘çarçete’‘ (1) bihatina binavkirin kombûne. Mao Zedûngekî kalbûyî, ji ber sedema têkçûna ‘‘Hilpekîna Mezin’‘ bervepêş, tê gengeşîkirin (2). Ew bi alîkariya dezgehên pesindanê yên artêşa di bin destê Lin Biao de ji bo serketina desthilatdariyê rabûye ser pê.

Modêlek bi pênc îstisnayan? admin Fr., 19.03.2010 - 13:13

Gelo modêleke civakî heye ku pênc welatên skandînavî par dikin û cuda ye ji modêla Ewrûpaya mayî ? Ev pirs, derdorên akademîk ên herêmê pîj dike. Ji 1996’an ve, toreke dîroknas û lêkolînerên warê zanistên civakî, digel bêtir ji sê sed endaman li wir dixebitin (I). Helbet, rêveberên siyasî, sendîkavan, çalakvan û bisporan xwe li benda wan negirt. Lewre berî bi zêdetir ji sedsalekê, 1907’an, yekem konferansa civakî ya Skandînavyayê, bi şertên wê demê, li dor mijarên qezayên li ser kar û parastina karkeran hate birêvebirin.

Ewrên tarî li ser bihûşta Danîmarka admin Fr., 19.03.2010 - 13:15

Gava ji welatên din ên Ewrûpayê re lê tê nihêrîn, sexaweta dewleta-dabînker [berevajî dewleta jendirme, ew awayê dewletê ye ku girîngiyê dide xizmetên jiyana civakî û takekesî] a mirovî diheyirîne: her zaroka ku ji dayik dibe piştî ku dibe şeş mehî, xwedanê mafê bicihbûna li kreşekê ye; xizmetên tenduristiyê bêpere ne; sexbêriya li malan ji bo pîremêr û pîrejinan gelek belave ye; ciwan pênc salan ser hev alîkariya darayî werdigirin ji bo tewawkirina xwendina xwe, di ser vê hindê re jî, rewşa malbata wan çawa be bila be, her ciwanê ku hez bike dikare salekê navberê bide xwendina xwe ji bo dîtin

LeMonde diplomatique kurdî - Hejmar 1
admin Mi., 24.03.2010 - 16:01