LMdK - Hejmar 2

LMDK PDF

Heyfa mezin a çepê Îsraîlê

Drama bi rastî ya çepgirên karkir yên Îsraîlê -û ji ber wê jî ya tevahiya civaka Îsraîlê- bêhêziya wê ye. Sedemên vê yekê di bibinketina hilbijartinên 2009’an de jî tên dîtin, belê ev sedem ji yên derba dîrokî ku 1977’an li çepgirên karkir ketî ne bi gelekî cihê bûn. Hingî rastgir cara pêşî bûbûn desthilatdar. Ev sedem beriya her tiştî bi pêkhatina îdeolojîk a tevgerekê ve girêdayî ne ku jê nayê perspektîfeke paşerojê ji bo rizgarbûna ji du asêbûnan pêşniyar bike. Mijarên têde asê dibe jî neo-kolonyalîzm û neo-lîberalîzm in.

Bi rastî jî Komara Demokratîk ya Almanya hebû?

Meha gulanê, pêşbazîyeke netewî ku ji aliyê Parlamentoya Almanya hatibû sazkirin bi dawî bû û ev pêşbazî ji hemû hunermend û mîmaran re vekirî bû. Mijara vê pêşbazîyê ew bû ku berhemeke netewî bihataya pêkanîn ku bibûya sembola”yekîtî û azadîyê.” Rewşeke karesat bû, lewre pêncsed pêşniyar hatin kirin, lê belê yekê ji wan jî mirov qane nedikir.

Rêya têkçûneke dîplomatîk

Gotûbêjên di navbera G5+1 û Îranê de, berev şikestineke pêşdemî diqelibin. Heger prosesa gotûbêjan bi rastî têk biçe, behra pitir wê ji ber şaş-hesabkirineke cidî ya dîplomatîk a rêveberiya Obama be. Obama, her digel hevpeymanên xwe yên ewrûpî, pîlaneke wisa da ber xwe ku bi zîrekane doz li Îranê dikir ku destan ji piraniya stoka xwe ya ûranyûma kêm-dewlemendkirî (ÛKD) bikêşe.

Du astengên li ser rêya Kopenhagê

Ew ê bibûya dewama Protokola Kyotoyê, lê belê giringtirîn alava bi armanca têkoşîna li dijî guherîna germahiyê, “Peymana Kopenhagê”, wê pêk neyê. (1) Hê gava ku hevdîtinên dawîn (2) ji bo amadekariya vê civîna ji 7 heta 18 çileya pêşîn pêk dihatin, dawiya wê jî hatibû fahmkirin. Senatoya Amerîkayê qanûna li ser av û hewayê di dema xwe de qebûl nekir, Konseya Ewrûpî ya li ser vê mijarê jî ku di 30 û 31’ê çiriya pêşîn de li dar ket, encamên tevlihev diyar kirin û daxuyaniyên piştî civîna G2 ya 16 û 17’ê çiriya paşîn di navbera Çînê û Amerîkayê de pêk hat jî derba dawîn lê xist.

Çawa li Sûriyeyê pirsgirêka "biyaniyên Tirkiyeyê" peyda bû

Di pêvajoya ku di dîroka Sûriyeyê de wek pêvajoya "cudabûnê’’ tê naskirin de, Hikûmeta Sûriyeyê di 05.10.1962’an de, serjimêriyeke awarte bo niştecîhên Parêzgeha Cizîrê (Hesekê), pêk anî. Di encama vê serjimêriyê de, nêzîka % 28’ê niştecîhên Hesekê ji mafê hemwelatîbûnê hatin bêparkirin. Ev kes di destpêkê de, wek "Biyaniyên Tirkiyeyê" hatin binavkirin, pişt re li jêr benda "Biyaniyên Hesekê" hatin kategorîzekirin. Mebesta hikûmetê ji serjimêriyê, sezadana "Qaçaxên Kurd" bû ku bi dizî û bi rêyên qaçax û nerewa ji başûrê Tirkiyê derbasî Parêzgeha Cizîrê bûbûn.

Medya, pêşeroj, mirovahî û kurd

Mirovahî tevî rojgerena me ya kevn berbi nava dilê sedsala nûh ve dimeşe. Hevkarî têne tezekirin, berjewendî jihev dikevin, ref diyardibin. Hakimên cîhanê ji nûh ve şekil didin dinyayê.

Di sedsala derbasbûyî de em bûn şahidê têkçûna sîstemên ramyarî û dîktatorî. Di encama valahiya ku derket de, berjewendiyên aborî di jiyana ciwakî û dewletî de wek sîstemên nûh ê ramyariyê derketin holê. Edî li piyasa dîplomasî û siyasetê nirxên bilind ê mirovahiyê hijmarên panoyên borsaya ne, globalîzm wek hespên serxweş li hemû sînoran didin. Sînorên nû bêsînorî ye.

Deynê ku bûye qeder...

Bi xêra alîkarîya fermî ya dewletê, rewşa banqeyan ji nû ve baş bû. Êdî weha bûye ku piştî wê qeyrana aborî, pişta banqeyan jî ji berê xurttir bûye û ew jî mezintir bûne. Bi vî awayî, derfet jî kete destê wan ku, heger bobeleteke din ya weha were serê wan, ew ê dewletan baştir “êsîr” bigirin. Ji ber wê ye ku hikumetên rojavayî û banqeyên wan yên navendî tam di vê demê de alarma deynên xwe lê xist.

Rêya çareseriya aştiyane

Di Kanûna 2002’an de ez hatim vexwendin da ku tevî şandeyeke mafê mirovan biçin serdana serokê giştî yê AKP’ê yê wê demê û serokwezîrê Tirkiyê yê niha Tayyip Erdoğan li Enqerê. Komeke mezin a wezîran û hevalên wî yên kar ên herî nêzîkî wî di hevdîtinê de amade bûn. Me ji wan re eşkere got, pirsgirêka mafê mirovan ên Tirkiyê bi tenê eger pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de bi awayekî aştiyane û siyasî were çareserkirin, çareser dibin. Ji bo vê jî me pêşniyarên xwe kirin.

Piştî deh salan çi encam?

Dehemîn salvegera euroyê (1), ku dikeve nav vê qeyrana cîhanî, bû mijara şîroveyên pir kêmtir pesnder li gor wê lehiya pêşbîniyên pozîtîf ku sala 1999’an çaxê derhatina euroyê ji bo destpêka euroyê rabûbû. Wê çaxê, takepereyê hevbeş wekî sertackirina avahiya aborî ya Ewrûpayê dihate tesewurkirin û hizra serdest ew bû ku gorankariya navborî wê herwiha rêçika entegrasyona siyasî dabîne, wê bibe helkefta li-hev-nêzîkkirina aboriyên dewletan berev modêleke mezinbûna aborî ya biteraz û pêbawer, û dawî, alava reqabetê beramber Dewletên Yekgirtî û dewletên di geşedanê de.