LMdK - Hejmar 20, Tîrmeh 2011

Hejmara Tîrmeh 2011

LMDK PDF

Pirtûkên Zarokan

Gelek beşên pirtûkên zarokan hene. Hin ji wan ji bo perwerdeya dibistanê ne, hin ji wan ji bo xwendin û guhdarîkirinê ne û hin jî, ji bo fêrbûna helwest, rewişt û tevgerê ne. Pirtûkên wêjeyî ji destpêka xwenasîn û têgihîştina zarokan, wan li ser giyana asteke bilind ji bo gihiştinê amade dikin. Wêjeya zarokan ji helbest û metelok heta çîrok û romanan berfireh e.

Wekî din pirtûkên hînbûnê hene ku ji dibistanê heta fêrbûna livbaziyên rojane, ji lîstikan heta naskirina çandên cîhanê yên cûrbicûr, alîkariya zarokan dikin ku di jîyana mezinan de ciyê xwe kifş bikin.

"Mirina Bêsî"

Romana ku ji bo Wedat Aydin hatiye diyarî kirin, li ser sêyînîyê ava bûye. Perdeya yekem bi birina Hogir ya ji malê dest pê dike. Hatina sê kesên ku wî ji malê derdixin, ne weke hatinên berê ye, Hogir lê diheyire û berê xwe dide hevjîna xwe Xangulê, ew û Xangulê her du jî dixwazin hestên xwe yên neyînî ji hev veşêrin. Nivîskar jî weka nepenîya wan sê kesan, ji wan re Keledirêj, Kej û Kintir dibêje. Ev sê kes jî Hogir radestî sê kesên din dikin. Yek ji wan sê kesan berpirsîyarê Jîtemê Acem e. Beşa yekem ya Ayê jî bi ji xewrabûna Narînê dest pê dike. Narîn, lehenga duyem ya romanê ye.

"Kurdên Nejibîrkirinê"

Ji tevahîya nivîsarên wî –çi helbest, çi kurteçîrok, çi pexşan, çi jî şano- kurdistanîbûn û kurdewarîya wî bi awayekî zelal û eşkere xwe dide der. Tevî ku di 5-6 salîya xwe de ji serxetê binxet bûbe jî, heta dawîya temenê xwe devera ku bi neçarî terikandiye bi awayekî zindî daye vejandin. Li Şamê, li Beyrûdê, li Swîsreyê û li Lozanê, heta roja ku serê xwe datîne jî kul, derd, merem û daxwaza wî her serfirazî û serbilindîya gelê kurd bûye.

"Meryema" Sebrî Silêvanî

Dîroka serhildana mê û mêyîneyan di nav kurdan bi reh e, rehek jê digihîje Zelîxe Xanimê, yek jê digihîje Leyla Qasim, yek jê digihîe Eyşe Şana ku dengê wê têra xwe serhildêr e, rehek din jê digihîjje Meyremxanê ku dizane ji refê xwe biqete û bikeve pey guran. Lehenga romana Sebrî Silêvanî Meryema jî ji heman rehê û eşîrê ye. Lê jinxasîya Meryema ne ji serhildêrîya çekdar ya li hember dijmin tê, ji serhildêrîyeke mêyane ya li hember civaka kurd, dewleta kurd bi xwe ye.

Bi derbên neşterê jinûve çêkirina dinyayê admin Do., 14.07.2011 - 12:39

Laurie Essiga li Zankoya Middleburryê li Vermontê mamosteya sosyolojîyê, bihara 2007ê, li buroya xwe rûniştî, bi du bankevanan re bi xeta telefonê di hevpeyvînê de ye û ji wan re bi awayekî qet’î radigihîne ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ber krîzeke mezin e. Lê belê, şarezatîya wê ya di warê aborîyê de bes têra wê hindê dike ku bikare heqê qehweya xwe ya sibehê bide. Lê belê, qada wê ya lêkolînê di sosyolojîyê de, anku cerahîya estetîk, ew anîbû pêşîya dikê da ku berê xwe bide wê diyardeya ku ew jê re dibêje "krîza deynên-birîsk ên laşî)". (1)

Dema ku benîştê erebî dike ku Amerîka li hev bikeve

Li alîyekî Başûrê Sûdanê xwe ji serxwebûna xwe û parvekirina hessas a çavkanîyên petrolê re amade dike, li aliyê din bazirganîyeke hindiktir tê nasîn li herêmê xurt û dewlemend dibe: ya benîştê erebî. Ev maddeya ji dara akasyayê di navê de Coca-Cola jî dikeve nav pêkhatina gelek berheman. Lê belê li ser Sûdana ku firoşvana wê ya herî mezin ê cîhanî ye, ambargoyeke bazirganîyê ya amerîkî heye. Ji bo xwe ji vê ambargoyê xilas bikin, lobî, sefaret û muzakerevan dixebitin.

Pirrengîya mezin a xirîstîyanên Rojhilat

Êrişa 31ê kanûna 2010ê ya li dijî dêra du welîyan [quddîseyn] a Skenderiyê (21 kuştî) –piştî êrişa li dijî katedrala Dayik Meryem a Alîkarîya Ebedî ya li Bexdayê ya 7ê çirîya paşî (46 kes hatin kuştin)– bû sedema şermezarkirineke yekdeng li tevahîya welatên ereb û li tevahîya cîhanê. (1) Întellektuelên ereb behsa "hestên şermê" û "dehşetê" kir. (2) Li fikarên dêrên rojhilat, dengê şermezarkirinên ku nexasim şêxê el-Ezherê, Erebistana Suûdîyê, Birayên Misilman, giregirên dînî û siyasetvanên sunî û şîa jî zêde dibe.

Cerahîya wezîfeyê

Şer dewam dike. Çar mehan piştî biryara 1973yê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, hêzên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) wezîfeya diyarkirî binpê dikin û êdî daxwaza xwe ya dawîanîna li rejîma Albay Muemer Qedafî venaşêrin. Civaka sivîl berdêleke giran dide vê dirêjkirina şerî. Ibrahim Al-Koni yê li surgûnê, yek ji mezintirîn nivîskarên lîbyayî ye û bi eslê xwe tuaragî ye. Al-Koni êşa xwe ya li beramberî bextreşîya welatê xwe derdibire.

Li Ûgandayê melik, dewlet û erd

Serokdewletê Ûgandayê Yowerî Mûsevenî ku bi nerazîbûnên gel re rûbirû ma, zext û zor tercîh kir: tepisandina polîswarî, kontrola medyayê, çavtirsandîkirina muxalifan. Ya rastî, bilindbûna buhayê tiştên ji bo jîyanê pêwîst û skandalên bertîlxwarinê, rejîma ji bîstûpênc salan ve heyî, qels dikin. Krîzê herweha alozîyên bi monarşîyên ji rêûresmê re ji nû ve zindî kirin, nexasim yên bi meliktîya Bugandayê re ku doza mafên xwe yên li ser milk û erdan dike.

Lêkolînerên çînî doza reforman li welatê xwe dikin

Ev tekst rexneyeke bi palpişt a der barê awayê ku rayedar bi tevgerên civakî re muameleyê dikin, radixe pêş çavan. Versîyoneke wê ya dirêjtir di kovarên çînî de û bi awayekî pir berfireh li ser înternetê -ev jî tê wê wateyê ku bi desteka hin rêveberên welêt- tê weşandin. Ev awa li derveyî muxalif an jî neo-lîberalan, balê dikişîne ser hebûna pêleke xurt a rexnegir a ku ronakbîran, lêkolîneran û berpirsyarên siyasî ji bo pêwistîya pêşvebirina qadeke rewa û mafdar a dengên dijber, li hev kom dike.