LMdK - Hejmar 20, Tîrmeh 2011

Hejmara Tîrmeh 2011

LMDK PDF

Ronesansa têkoşîna çekdarî

Ji dema avabûna Tirkiyeya nûjen ve, tenê mafekî kurdan heye; yê tirkbûnê . Tercîh pir hêsan e: asîmîlasyon an jî zordarî. Enqere wiha dibêje: "Li ser xaka Împaratorîya Osmanî jixwe bîst û çar dewletên serbixwe hene û em ya bîst û pêncemîn naxwazin." Asîmîlasyon hindik mabû bi ser keve. Gelek kurd li bajêr an jî li dibistanên şevê yên ji alîyê artêşê ve tên bi rê ve birin, zimanê xwe ji bîr kirin.

Desthilata Îranê serdestîya xwe ya li ser medyayê winda dike

Duşemî ye, meha adarê, kolanên Tehranê vala ne. Ji ber betlaneyên Newrozê, sersala îranê û pîrozbahîya hatina biharê, şênîyên vî bajarê mezin, nêzî 14 mîlyonan bajar terikand. Li bazara Tajrîşê, li bakurê Tehranê, afîşeke karton a destnivîs bala mirov dikişîne: DVDya Qehweya tahl hatiye. Ji bayîyên rojnamefiroşan heta bi dikanan, qismên nû yên vê komedîyê li her derê bajêr peyda dibin. Mehran Modîrî yê gelekî bi nav û deng derhêner, produktor, hevsenarîst û aktorê vê rêzefîlmê ye.

Serokkomarê îranî li dijî melayan admin Do., 14.07.2011 - 16:19

Axaftina wî ya ji bo salvegera mirina Ayetullah Xumeynî, 4ê hezîranê, ji ber qêrînên dijminane hat birîn; parlemanê li dijî diduyan ji şêwirmendên wî yên sereke lêpirsîn da dest pê kirin… Serokkomarê îranî Mahmûd Ehmedînecad bi êrişeke berê nedîtî re rûbirû ye ku ji aliyê melayan û rêberê şoreşê Ayetullah Elî Xameneyî ve tê bi rê ve birin.

Hunera erebî a hemdem: Ji Charybdeya parêzvanîya dewletî ber bi Scyllaya bazarê ve

Di gotarekê de ku di hezîrana 2010ê de di rojnameya lubnanî Al-Safir de hat weşandin, nitarê sûriyeyî Youssef Abdelki, rûyekî naskirî yê hunera erebî a hemdem, bi gotinên êrîşkar bela xwe di Khaled Samawi, xwediyê galerîya pêşangehan a Damasê Al-Ayyam, dida -tevî ku wî pê re kar jî kiribû. Hunermend, rexnegir û rojnamevan bi dorê gelek caran ketin nav guftûgoyê, bi giştî ji bo parastina wî yê ku bi saya peymanên bijarte bûye alîkarê veguhertina rewşa afirînerên ciwan.

Tevgera bêtevgeran admin Do., 14.07.2011 - 16:56

Ji meydana Tehrîrê heta Puerta del Solê, tevgerên civakî yên van mehên dawîn fermana likar a dadgehê ku xisleta bajarê neoliberal e, têk bir.

"Bi xwestina hîvê bila rûyê we sor nebe: Ew e ya ji me re pêwist"

Krîza deynî ya ku hin welatên ewropî da ber xwe, kete werçerxeke berê nedîtî: weke encama tercîha welatên deyndar a xilaskirina bankeyan, ev krîz desthilatdariya dewletê bi awayekî ji taqetê ketî dixe bin wesayeta dezgehên bi dengdana gerdûnî peyda bûne. Qedera gelên ji Yewnanîstanê, Portugalê û Îrlandayê êdî li parlemanan diyar nabe, lê belê li buroyên bankeya navendî, Komîsyona Ewropayê û Fona Darayî ya Navneteweyî IMFyê tê diyar kirin. Li benda hevgirtineke tevgerên civakî?

Gelo divê em pareyê deynan bidin?

Ji bo tesewirkirina deqîqeya diyarker, kêlîya ku nakokî diherikin navhev û îhtîmala "piştreyê" peyda dibe, konsepteke yewnanîyên berê hebû: Kayros. Ji dema ku xirecira darayî û malî derketiye holê, ya ku welatên ewropî yekî li pey yê din dide ber xwe, kêlîya serûbinîhevbûnê nêz dibe. Ji Atînayê heta bi Madrîdê hêrsa civakî zêde dibe: xwepêşandêrên ku meydanên bajaran dagîr dikin desthilatdarîya bankeyan û deynekî nerewa lê eşkere dikin.

Ji Çapemeniyê

Bihara ereban, havîna kurdan

Di 17ê hezîranê de piştî hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê rojnameya The New York Timesê gotareke endama parlamentoya Tirkiyeyê Sebahat Tuncel weşand. Birêz Tuncel di gotara xwe de dibêje herçend Tirkiye xwe wekî demokrasîyekê bi nav dike jî hebûna kurdên li vî welatî, ku ji % 20ê gelheyê pêk tînin, înkar dike û serokwezîr Erdoğan, ev heşt sal in welêt bi rê ve dibe, girîngtirîn pirsgirêka welêt anku kurdên bindest piştguh dike.

Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê yên encam ne surprîz admin Do., 14.07.2011 - 17:33

15ê hezîranê roja yekşemê li Tirkiyeyê tu suprîz nebûn. Wekî ku dihat guman kirin, Partîya Dad û Geşedanê (AKP) ya Recep Tayyîp Erdoğan 326 kursîyên parlamentoya 550 kursîyî bi dest xistin û bi awayekî serkeftî ji hilbijartinan derket. Ji destpêkirina pergala pir-partîyî ya li Tirkiyeyê ya sala 1946ê vir ve, AKP tenha partî ye ku sê serdemên li dû hev yekem dertê û rêjeya dengên xwe bilindtir dike, ku niha gihîştiye % 50yê. (1)

Hilbijartinên li Tirkiyeyê û piştî wan admin Do., 14.07.2011 - 17:37

Di 12ê hezîranê de li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Di hilbijartinan de, ku tê de 24 partîyên siyasî û namzetên serbixwe beşdar bûbûn, bi tenê 3 partîyên siyasî, anku AKP, CHP û MHP karîn bi ser benda hilbijartinê ya %10 deng bistînin û bikevin parlamentoyê. AKPya ku nêzîkî 50 derseda dengan wergirt 326 endam, CHPya ku 26 dersed wergirt 135 endam û MHPya ku 13 dersed wergirt 53 endam derxistin. BDPya ku ji ber benda bilind a hilbijartinan nedikarî wekî partî bikeve hilbijartinan, mîna hilbijartinên sala 2007ê, dîsa bi namzetên serbixwe ket hilbijartinan.