Dengbêjên kurd
Dengbêjên ku em dikarin ji wan re bibêjin ‘hozanên gel’, hosteyên mezin ên peyvê bûn. Qêrînên trajedîyên ku di erdnîgarîya kurdan de bi têra xwe hene, ragihandin seranserê dinyayê. Êşê, hiznê, şadîyê ji dilekî baldar û çavkanîya hunermendîyeke xwezahî sefandin, ji nû ve afirandin û pêşkêşî dêhn û bala me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva xweş a kurd û kurmancî anîn ziman. Geh agir berdan gurçik û kezeban, geh dil û hinav coşandin. Gotinên wan li axa bi bereket a welatê kurdan bûn tovên berxwedan û vejînê.