LMdK - Hejmar 21, Tebax 2011

LMDK PDF

Dij-Ronahiyên îroj

Şerrê ku li dijî ramana Ronahiyan tê meşandin, di rojên me de, digel biryardariyeke bi qasî ya du sedsalên berê didome, ji ber ku pirsên mezin ên ku fîlozofên sedsaliya 18emîn dixwest bibersivînin, îroj hê jî pirsên sereke ne: gelo civak bedenek, jînewereke zîndî ye, an jî bi tenê tevahiyeke hemwelatiyan e? Nasnameya neteweyî çi ye? Gelo civateke neteweyî bi têgehên siyasî û hiqûqî, an jî li gor çand û dîrokê tarîf dibe? Wê demê, di çandê de para ol û dînê çiqas e? Di jiyana mirovan de, yê herî girîng çi ye: tiştên ku ew hemû parve dikin, an jî tiştên ku wan ji hev vediqetînin?

Lêgerîna dîplomasîyeke herêmî

Encama muzakereyên dewletên hevgirtî li ser parvekirina Rojhilata-Navîn di dema şerê cîhanê yê yekemîn de û têkilîyên nû yên hêzan piştî serkevtinên kemalîstan û kesixandina Împaratorîya Osmanî herwiha bûn sedem ku Kurdistan careke din were parve kirin, hejmareke mezin şênîya ereb di nav sînorên Tirkîyeyê de bimîne û gelek tirk jî ji welatê xwe qut bibin. Sînorê nû yê Tirkiyeyê yê zêdetirî 2 200 kîlometre dirêj (ku zêdetirî 1 400 bi Sûrîyeyê re ye) çolter û çîyayan diqelêşe û dibe xetereyeke berdewam ji bo sî hezar eskerên ku li ser sînor weke "mertal" tên bi kar anîn.

Kurdistan: Pirsgirêkeke bêhempa

Weke Îran û Iraq di şer de, divê Tirkiye jî bi tevgera nû ya veqetînxwazîya kurd re rû bi rû bimîne. Li gel vê yekê jî, ji dema ku ji alîyê Ataturk ve hatiye ava kirin û vir ve, dewlet li ser xeyalsazîya civakeke homojen dijî û qeti’iyen xwe nade ber venasîna mafên xweser ên deh mîlyon kurdan, ku piranîya wan li herêmên herî xizan ê Rojhilat û Başûrê Rojhilata Tirkiyeyê dijîn.

Nakokîyên Şoreşa Bolîvyayê

Hezîrana 2011ê, Fona Darayî ya Navneteweyî (IMF-International Monetary Fond) û Banka Cîhanî (World Bank) pesnê "rêvebirina muhkem a makro-ekonomîk" a hikûmeta Bolîvyayê dida. Çend mehan berî vê, cadeyên La Pazê bûbûn gorepana qêrînên xwepêşanderan ku doza bilindkirina meaşan dikirin. Hindek alîyan "vegera bo neo-lîberalîyê" ya di bin çavdêrîya serok Evo Morales de mehkûm dikir. Gelo dibe ku dawîya wê "vîraja çepê" ya latîn-amerîkan hatibe, ku hatina ser desthilatê ya vî sendîkagerê cotyar û binkî nîşaneya herî berçav a wê vîrajê bû?

Meseleya Karaçîyê: "Gendelîya li dilê Komarê"

8ê gulana 2002yê, wesayîta ku wek hemû rojan karker û teknîsyenên Rêveberîya Şantîyeyên Deryayî [Direction des chantiers navals (DCN)] dibirin, diteqe, ku ew karker ji bo têkxistin û amadekirina sêyemîn noqava [keştîya binê deryayê] bi navê Agosta hatibûne Pakistanê: Yanzdeh kuştî û dwanzdeh birîndar. Heta kêmwextek berê, bi taybetî li nav derdorên herî bilind ên dewletê behskirina êrîşa Karaçîyê dibe mijareke hesas. Rojnamevan Fabrice Arfi û Fabrice Lhomme vekolînekê (1) pêşkêş dikin ku bi gelek şahidî û belgeyên nû hatiye qewî kirin.

Herdû Marakeş admin Do., 11.08.2011 - 15:22

Referandûma 1ê tîrmeha dawî ya der barê Destûrnameya marokî de bi kêrî qral Mohammed VI hat ji bo ku, qet nebe, karibe xwe weke ku bi demokratîkbûnê re mijûl dibe nîşan bide. Lê belê qedera Marakeş, bajarê ku jet-sosyeteya parîsî ew veguherandiye "Saint-Tropezeke nû" û ji rûniştevanên xwe yên alelade hatiye xalîkirin, bi awayekî pir beloq bêedaletî û newekheviyên ku civakê dikojin radixe pêş çavan.

Mamata Banerjee, dildara nû ya Kalkûtayê

Hikûmeta komunîst a ku ji 1977ê û vir ve li Kalkûta û li Bengala Rojava desthilat bû, piştî ku di hilbijartina 13ê gulana 2011ê de têk çû, bû mijara henekên medyaya lîberal. Tevî ku Enîya Çepgir êdî zêde jî ne marksîst-lenînîst bû: Bûbû nêzîkî deh salan ku vê koalîsyona partîyên wek çepgir etîketkirî programeke neolîberal dimeşand. Ev bû sedem ku Xanim Mamata Banerjee û Kongreya Trinamool (KTM) wek menfaetperwerên gel ên herî mezin derkevin holê.

Kalkûta xeyal dike zêdetir bibiriqe

Herêma mezin a Bengalê li gor Delhî an jî Bombayê ji geşbûna ekonomîk hindiktir îstifade kir. Kêmbûna dînamîzma wê, rê li ber bilindbûna çînên navincî girt. Taxên wê yên xizan hê jî bi xurtî gundîyan ber bi xwe ve dikişîne. Ev hestê rûxîna îzafî têkçûna hilbijartinê ya komunîstan, gulana bihurî, îzah dike, komunîstên ku ji alîyê desthilatdarîya xwe ya zêdeyî sîh salan hatibûn bêzar kirin.

Peyvên Întîfadaya Sûrîyeyê

Eynî weke berxwedanên neteweyî yên ereb li Sûrîyeyê yên pêvajoya sedsala XXemîn, îro jî rola mizgeftan a livandina civakê, rola motor a ciwanan, rola derdorên civakî yên ji alîyê aborî ve şerpeze û yên dûrî paytext û ya beşdarîya jinan mora xwe li serhildanê didin.

Li Sûrîyeyê rojên dijwar

Pevçûnên navbera sunî û elewiyan li Humisê tengezariyên olî û rîskên şerekî navxweyî raxistin pêş çavan. Li gel vê yekê jî, piraniya xwepêşandanan rê nadin van tiştan û demokrasiyê dixwazin. Desthilat piştrast dike ku ew reformên kûr dixwaze lê belê îtîbara wê ji ber dijwariya zextan pir daketiye.