LMdK - Hejmar 21, Tebax 2011

LMDK PDF

Ji Çapemeniyê

Bi çavê îsraîlîyan xweserîya kurdan

Ragihandina xweserîyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a 14ê tîrmehê di ber sîya pevçûna navbera artêşa tirk û gêrîlayên PKKyê ya li Farqîna Amedê de ma û ne li cem raya giştî ya navneteweyî, ne jî li cem çapemenîya cîhanê deng veda. Rojnameya Îsraîlî Jerusalem Post di 23ê tîrmehê de gotarek sebaret bi vê bêdengîyê weşand. Gotara ku bi îmzeya edîtoryal hatiye weşandin dibêje "Ragihandina yekalî ya xweserîya kurdan a li Tirkîyeyê bi bêdengîya mirinê hat pêşwazî kirin. Dinyayê ev yek paşguh kir."

Şantaja li Waşîngtonê

Gengeşîya li ser kêmkirina deynê Amerîkayê yê ku serok Barack Obama û piranîya komarxwazên Kongreyê tîne hemberî hev, mijara bingehîn vedişêre: Obamayê ku nema karî li hemberî dijberên xwe, xwe ragire, bi carekê paş de gav avêt û qebûl kir ku zêdetirî sê çarîkên çavkanîyên butçeya deh salên pêşîya me, ango 3 000 mîlyar dolar, bi rêya kêmkirina butçeyên civakî, bên bi dest xistin. Dihat payîn ku rasta amerîkî wê bi vê serkevtinê têr û kêfxweş bibûya, lê belê ew hertim zêdetir dixwaze. Ew her tiştî dixwaze.

Berdewamî yan jî veguherîna siyaseta derve ya tirkan?

Siyaseta derve ya hikûmeta AKPê li hundir û li derveyê welêt bi awayekî bi îxtîlaf tê gotûbêj kirin. Li navenda vê nîqaşê ev pirs heye: Ka gelo rêkenûdana ber xwe ya esasî yan jî berdewamîya vê siyasetê dîyar dikin? Gotara li ber destê we elaqedarî vê gotûbêjê ye û giranîya xwe dide ser konsepta Wezîrê Karê Derve yê tirk Ahmet Davutoglu ya bi navê "kurahîya stratejîk" ku pê stratejîya xwe ya siyaseta derve derdibire: Berê xwe ji siyaseteke têra xwe pasîf, yekalî vediguhere û dide yeke dînamîk û piralî.

"Bihara ereban" û Sûrîye

Bûyerên pêşnedîtî yên ku halê hazir cîhana ereb dihejînin û kirin ku rejîmên li Tûnis û Misirê hilweşin û bi îhtîmaleke mezin wê bibin dawîya rejîma eşîra Qedafî li Lîbyayê jî, dikin ku raya giştî a cîhanê berê xwe bide dewletên din ên ereb.

Êdî pêla protestoyan gihîşte Sûrîyeyê jî

Hejmar 21 - Tabloyên Fehmî Balayî

Fehmî Balayî, sala 1963ê li Berwarî ya bi ser Duhokê ji dayik bûye.

Balayî di 1986ê de xwendina xwe li Enstîtuya Huner a Mûsilê, beşa wênesazîyê bi dawî anîye. Di navbeyna salên 1992-1995ê de li Enstîtuya Huner a Duhokê mamostetî kirîye. Ji sala 1993yê heta 1995ê li Duhokê serokê Yekîtîya Hunermendên Kurdistanê bû.

Sala 1995ê hatiye Almanyayê û li Berlînê bi cîh bûye. Ji wê demê û vir ve li Berlînê dijî û xebatên xwe yên hunermendîyê didomîne.