Roman gencîneya ziman e
Destpêk û derketina romanê wek formeke serbixwe ya wêjeyê ku em îro dibînin û dixwînin, digihîje sedsala hijdehan. Berîya wê hin epos û çîrok hene ku wek destpêk tên pejirandin, lê bi form û avahîyên xwe, ne ew tişt in ku îro em jê re dibêjin roman. Têgeha romanê bi xwe di sedsala 12ê de derketîye û bi bingeha xwe tê maneya her tiştî ku di wê sedsalê de bi zimanê romanî (lingua romana) dihat nivîsandin. Ji çîrok û helbestên vebêjîyê re jî roman dihat gotin, ji ber ku bi heman zimanî dihatin nivîsandin.