LMdK - Hejmar 26, Çile 2012

LMDK PDF

Oran, 5ê Tirmehê 1962

Berî bi pêncî salan gelê Cezayîrê gihişte serxwebûnê. Di tîrmeha 1962yê de rojên şahî û pîrozbahîyê venaguherin tu şideta li dijî fransîyên hê li Cezayîrê ne. Bi tenê Oran îstîsna bû, li Oranê bi dehan pieds-noirs [navê li Ewropîyên li bakurê Afrîkayê bicihbûyî dihat kirin e, maneya wê lingreş e; nota wergêr] ji alîyê girseyê ve hatin kuştin. Ji nîvsedsalê û vir ve behskirinên sereke yên vê komkujîyê xwe ji şahidîya cezayîrîyan re kerr dikin.

Li Kurdistanê ji bo artêşa tirk "rêya vekirî" admin Do., 12.01.2012 - 13:29

Ji tebaxa 1984ê û vir de, ku PKK (Partîya Karkerên Kurdistan) li Tirkîyeyê şerê çekdarî li dar xistiye û heta niha di nav neh salan de neh hezar kes hatine kuştin. Di destpêkê de li herêmên başûr-rojhilat, niha jî li seranserê rojhilat belav dibe û berê xwe dide hedefên turîstîk. Hikûmeta Ankarayê hemû pêşniyarên PKKê yên ji bo agirbest û lihevkirinê paşde vegerandin û hemû hesabê xwe li ser zor û zordestîyê ava dike. Dixwaze bi yekcarî bi projeyên hîdro-elektrîk û barajan bandora xwe ya aborî li ser herêmên başûr û rojhilat bi hêztir bike.

Komarxwaz û demokrat li ser xwedîtîya 'country music' pev diçin admin Do., 12.01.2012 - 14:49

Demeke dirêj –çi neheq û çi biheq– weke paşverû hat dîtin û elîtên pêşverû ew piçûk dixistin, belê êdî muzîka country xwe bi tevahîya welat daye hez kirin.

Siyaseta rastgir a amerîkî çawa berê hêrsa gel guherand admin Do., 12.01.2012 - 14:55

Barack Obamayê li hemberî bêkarîyê û ji ber deynê dewletê ji taqet ketî, dewra xwe ya pêşî bi awayekî lawazbûyî bi dawî tîne. Şansê muhafazekaran heye ku di hilbijartinên serokatîyê yên 2012ê de bi ser kevin, hewl didin namzedekî bawerî pê were peyda bikin. Lê belê ji mêj ve ji wan hat ku piştî hamleyeke xirab têkçûna îdeolojîk bidin ji bîr kirin ku ji bo wan krîza malî pêk tîne.

Krîza sala 2008ê berîya çil salan dest pê kiribû admin Do., 12.01.2012 - 15:03

Ji bo ku xirabûna rewşa aborî û malî derbibire ji sala 2008ê ve bê navber fikra krîzê bi awayekî sergirtî ji bo terîfkirina bêserûberîyeke demî ya sîstemeke xwegirtî, tê bi kar anîn. Li gor vê fikrê sererastkirina zêdegavîyan wê têrê bike da ku krîz bê çareser kirin. Baş e, heke kapîtalîzma demokratîk a li welatên rojava piştî şerê duyemîn ê cîhanê hat bi cih kirin, bêahengîyeke nayê çareserkirin dihewîne, hingê wê çi bibe?

Li Bakurê Îrlandayê şidet, xiyanet û sosyalîzm admin Do., 12.01.2012 - 15:07

Di nav endamên kevin ên Artêşa Komarxwaz a Îrlandayê (IRA) de, hin endam li gor yên din "serkevtîtir" in. Mînak, M. Martin McGuinness ku di navbera 1979 û 1982yê de şefê birêveberîya rêxistinê bû, terfî kir ji bo payeya alîkarê serokwezîrê wan sazîyên ku berê wî dixwest hilweşîne. Yên din ku kêmtir serkevtî bûn, ji kamerayan dûr, carinan diaxivîn. Bi vê kirina xwe, wan stratejî û alozîyên di hundirê IRAyê de ku di 2005ê de çek danîn, ronî kirin.

Kunên reş ên mafên mirovî yên navneteweyî admin Do., 12.01.2012 - 15:10

Tiştekî heta niha nehatiye dîtin, midaxeleya leşkerî ya li Lîbyayê her biberdewamî têkilîyên navneteweyî têk dibe. Midaxeleya ku bi biryara Konseya Ewlekarîyê ya rêkxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser navê "berpirsiyarîya parastina gelan" ku mirov jê bişik e, devê gelek welatan şewitand: Çîn, Rûsya her wiha Swêd û Almanya hizir dikin ku Fransa û Brîtanyayê xwest bi zorê hin tiştan biguherin. Di rewşeke wiha nelibar de, pirtûka bi perspektîfên nûjen a fîlozof û hiqûqnasê kanadî Jean-Baptiste Jeangène Vimer derket. (1)

Ji bo rizgarkirina pereyê yekbûyî xwe virde û wêde kirin admin Do., 12.01.2012 - 15:16

Di filmê Stanley Kubrick 2001: A Space Odyssey (2001: Destaneke Fezayê) (sala 1968ê li sînemayan hat nîşan dan), robotê bi navê HAL 9000, ku bixwe mûcîzeyeke aqilçêkirî ye, li kêştîya fezayî Discoveryê suwarkirî ye, diçe Jupîterê û di rê de xwe ji kontrola astronotan xilas dike. Ji robot tê ku ji bilî yekî astronotên din tine bike, ji wî yekê mayî jî tê ku girêdana robotî ya enerjîyê qut bike.

Dema ku euroyê kela canê redaksîyonên çapemenîyê radikir admin Do., 12.01.2012 - 15:21

1ê çileyê 2002yê, pereyê yekbûyî (yê sala 1999ê çêkirî) kete bazarê. Ji dilşahîya nepixandî ya çapemenîyê gumanên li ser pereyekî li Parîsê sêwirandî, li Brukselê qebûlkirî û li Frankfurtê derbkirî, difûre. Heta wê radeyê ku muteşebis vê pirsê ji xwe bikin: Gelo euro wê pif bike finda yanzdehsalîya xwe?

JI ÇAPEMENÎYÊ(26)
admin Do., 12.01.2012 - 15:25

Îslam, Demokrasî û Tirkîye

Di 22ê kanûnê de rojnameya Financial Times di sernivîsa xwe de cih da raperîna li welatên ereb û hatina demokrasîyê. Di gotara bi sernavê "Ol nabe ku li Rojhilatê Navîn Demokrasîyê betal bike" de Tirkîyeyê jî wekî mînak dide.