LMdK - Hejmar 27

LMDK PDF

Hejmar 27 - Tabloyên Zoro Mettini

Di 1949ê de li Amûdê ji dayik bûye. Ji ber sedemên polîtîk a malbata xwe di 1964ê de bi malbata xwe re koç kiriye Lûbnanê. Wî 1969ê Akademîya Hunerên Bedew a Beyrûdê beşa wêne û peykerê qedandiye.

Demek wek mamosteyê dersa wênesazîyê xebitîye. Di 1972ê de bi sedan kesên din re beşdarî pêşbirka akademîya huner a Amerikayê bû û xelata duyemîn wergirt. Di 1973ê de wek rêveberê hunerê yê kovara "Weekend" xebitî û bû endamê Peyana Hunermendên Rojava. Di 1974ê de jî bû endamê lijneya rêveberîya vê peyanê. Di heman salê de wek nîgarkêş di firmaya reklamê "Worltrade" de xebitî.

Rûdanên dawî li Kurdistanê

Di vê nivîsa xwe de ez dê hewlê bidim behsa pêvajoyên civakî û siyasî bikim, ku di van mehên dawîyê de rû dan. Ez dê li ser sê pêvajoyan rawestim. Gengeşîyên li ser Dêrsimê, lêborîna ji bo Dêrsimê, qanûna li ser nijadkujîya ermenîyan ku li parlamentoya Fransayê hat pejirandin û li Qilabanê komkujîya Robozkê.

1. Gengeşîyên li ser Dêrsimê û daxwaza lêborînê

Hewldana çareserîya dîrokê ji bo lihevhatin û demokratîzekirinê

Şideta bi motîvasyona siyasî, bi gelek formên cuda, li her deverên cîhanê derdikeve holê. Îşkence, kujerî û şerên ku ji alîyê dewletê organîzekirî, her diçe hîn zêdetir dijberî beşên gelê sîvîl pêk tên, jîyana gelek mirovan bi dawî tê. Kesên ji taqîbatên bi vî awayî ku hîn li jîyanê mane û nifşên piştî wan, hîn piştre, bi piranî piştî gelek salên din jî, di bin bandora fîzîkî û derûnî ya (psîkolojîk) şidetê de êşê dikşşînin. Rewşeke gelemperî ya tirsnak û çavtirsandî dikare di dewletên bi vî awayî de bibe gumanbarîya têkilîya nav mirovan.

Piştî Tobin

Di 1997ê de, rojnameya me fikra têkildarî baceke li ser livûtevgerên diravî têra xwe bi xwendevanên xwe re parve kir. (1) Ev livûtevgerên diravî hingê bi qasî panzdeh qatên hilberîna salane ya seranserê cîhanê bûn. Îro ew bûye tam heftê qat. Berî panzdeh salan kesî zêde behsa kredîyên subprime nedikir û xeyal jî nedikir ku wê krîzeke deynên dewletan li Ewrûpayê rû bide. Piranîya sosyalîstên ewropî, yên zêde di bin tesîra Anthony Blair de, bi navê "venûbûna diravî" sond dixwar.

Zordar çawa biryarên xwe werdigirin

Pêvajoya gelek dehsalan, li Iraqê û Sûriyê, Sadam Huseyn û Hafiz Al-Esad –dûre jî kurê wî Beşar– bêyî ku bi kesî re parve bikin, deshilatdarîya xwe domandin. Wan hemû cûre dijberî şikandin, hefsar kirin, û di nav deshilatê de jî hemû dengên cihêreng fetisandin, û bi vî awayî rê li ber her cure guftugoyeke jidil a der barê tercîhên stratejîk de jî birîn. Ev zordarên ku ji alîyê medyaya xwe ya piştgir ve pesnê wan hat dayîn, hem di mijara popularîteya xwe, hem jî di mijarên dîyardeyên navneteweyî de hatin kor kirin. Û ev yek jî bûn sedem ku ew her carê biryarên herî kambax wergirin.

Lihevkirina Berlînê

Bi bahaneya krîzê, Yekîtîya Ewropayê êdî dixwaze li ser dewletên endam siyaseta alman a mûçeyên kêm –hema tiştê ku sedema sekanîya aborî ya herêma euroyê ye ferz bike. Li hemberî vê êrişê sendîkayên ewropî di bipêşxistina stratejîyeke koordonekirî de zehmetîyan dikişînin. Weke gelekên din karker û mûçegirên ewlekarîyê yên balefirgehan ên fransî jî ji siyaseta aborîya şidandî û xirabkirina şert û mercên kar derb xwarin; wan bi grevê bersiv da. Di vê çarçoveyê de daxwazên kevin ji nû ve derdikevin holê. Daxwaza reformîst a mûçeyekî herî zêde.

Tesbîtkirina sînorê jor ê hatinîyê

Xizanî çiqasî nerazîbûneke yekdengî pêk bîne –divê mirov li dijî wê têbikoşe da ku dinyayê bike cihekî adiltir- jî, dewlemendî pir kêmtir weke pirsgirêkekê tê dîtin. Lê belê bi bahoz û firtoneya malî re, têkilîya di navbera herduyan de ji nû ve derkete holê. Di wê demê de berîya bêhtirî sedsalekê fikrek li Dewletên Yekbûyî (Amerîka) ji dayik bû: Bisînorkirina hatinîya yên herî dewlemend.