LMdK - Hejmar 27, Sibat 2012

LMDK PDF

Xanedana Kîm, an jî du laşên qral

Guftûgoyên koma Şeşan –Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Rûsya û Koreya Bakur–, ên ku piştî mirina Kîm Jong-il qut bûbûn, ji bo bênukleerkirina welêt ji nû ve dest pê kirin. Herçendî serokê nû Kîm Jong-un serdanên xwe yên gelemperî yên ji bo artêşên cihêreng zêde dike jî, birayê wî yê mezin ji Macaoyê, ku lê bicih bûye, ji niha ve behsa hilweşîneke ji nişkave ya rejîma Koreya Bakur dike.

Berxwedana tund a sahrayîyan

Ji dema îlankirina agirbesta navbera Enîya Polîsarîyo û hukûmeta maroken ve, hemû hewldanên çareserîya dîplomatîk ên li Sahraya Rojava têk çûn. Li cihê cih pirsgirêk çareser nabe.

Herêmeke şer û pevçûnê

Bi, yan jî bê Twîtter serhildana misirî

Ji destpêka çileya paşîna îsal ve raya giştî ya navneteweyî pêşveçûna şoreşa misirî li ser ekranan temaşe kir. Alozî, wekî fîlmeke siyasî ya bi heyecan, bi awayekî zindî bi dîmen û nîşandana rewşa li ser Tweets û Facebookê hatin weşandin. Di destê xwepêşandêran de pankart hebûn ku ew bi wan re bi rêya medyayê bi raya giştî ya cihanê re peyivîn. Bi dorê re televîzyonên asmanî bi awayekî çalak pêşveçûn ragihandin û bûn parçeyekî wan.

"Xaka şewitandî" ya Kurdistanê admin Do., 16.02.2012 - 16:16

Tu kesek nîne ku ji şerê rastîn (1) ku li Rojhilata Tirkîyê berdewam e ne haydar be yan jî bê agahî be. Şerek, di navbera arteşa tirk û tevgera kurd ya gerîla ya bê hempa ku ji alî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê meşandin. Li herêmê, ji ber bê ewlekarîyê, ji ber tirsê, ji ber zorê, bi van ve girêdayî ji ber xizanîya civakî û aborî bi dehhezaran kes koçber bûne û ji cîhên xwe derbeder bûne. Rêxistina mafê mirovan di sala 1994ê de dida zanîn ku 1341 gundên kurdan hatine valakirin (2), ger 86 gundên ku van sê mehên havînê hatine valakirin neyên hesibandin.

Tirkîye û tercîhên welatên rojava admin Do., 16.02.2012 - 16:23

Civandina leşkera bi awayekî nedîtî, li hevkirina partîyên bingehîn li ser fikrên eskerî, kontrola agahdarî û çapemenîyê, bê terefkirina muhalefetê, hemû şertên hundurîn amade ne ku artêşa tirk êrîşa dawîn li hember kurdan pêk bîne. Îşareta êrîşê her dem dikare bê dayîn, bi îhtimaleke mezin piştî damezirandina hukûmeta nû ya koalîsyona, li dora Partîya DYPa Tansu Çiller û Partîya ANAPê ya Mesut Yilmaz.

Stêrk, mûz û pereyê sexte

Da ku fonên aborî peyda bike, rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (Reporters sans frontières-RSF), pirtûka bi navê 100 wêneyên René Burri ji bo azadîya çapemenîyê belav kiribû. (1) Fikreke pir baş e. Burri yek ji wênegirên "navdar" e. Daniel Cohn-Bendit di pêşgotina xwe de bi henekî dibêje, "dema ku wêneyê bergê yê sembolekî –weke Ernesto Che Guevara –be û tew ku şoreşa wî hîn jî bi ser neketibe, dibe tiştekî dijwar!".  Gava ku mirov dijberîya RSFê ya li hember Kubayê bizanibe, rengdêra "dijwar " pir sivik dimîne. Gelo ji ber ku li ser navê berevanîya rojnamevanan e, ev dijwarî rave dibe?

Krîz, riya jê xilasbûne ev e?

Ev çîrokeke aborî ya hevdem a Dewletên Yekbûyî (Amerîka) ye ku sê çînên civakî li hember hev radike: Yên sermiyandar, birêveber û çînên gel. Û di encamê de, pir kêm tê dîtin ku çînên gel têk biçin... Krîza "neolîberalîzmê" –Gérard Duménil û Dominique Lévy (1), gava sermîyandarîya diravî û globalbûyî di dema deregulasyona serbest de bi vî awayî bi nav dikin– li hevkirina ku bi dirêjahîya sîh salên dawîn di navbera birêveberîya bilind, giştî û taybetî, berpirsîyarên pirsên diravî û çînên xwedî mal û milk de pêk hatibû dixe ber lêpirsînê.

Gava riz dibe berhema diravî

Dema serê çileyê dest bi wezîfeya xwe kir, gerînendeyê giştî yê nû yê Beşa Qût û Çandinîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî José Graziano da Silva, soz da ku ew ê çavkanîyên ji bo Afrîkayê zêde bike û vê yekê ji xwe re bike karê sereke yê serdema xwe ya wezîfê. Lê belê wêdetirî alîkarîya rêkûpêk –pêwist–, divê madeyên xav ên çandinîyê ji bin destê pergala spekulasyonê bên rizgar kirin, ku aborîzan jî vê yekê pêşniyar dikin.

Kî dixwaze RNYê bixeniqîne?

Di pêncî salan de cara duyemîn Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di 23yê kanûna 2011ê de butçeyeke kêmbûyî ji bo 2012-2013yê, pejirand. Eger krîza diravî vê kêmkirinê bi awayekî fermî piştrast bike jî, dewletên endam ên gelek caran bi dilsozî xwe dispêrin RNYê, vê carê bêdudilî xwe dûrî wê digirin. Rêxistin weke ku di nav jeopolîtîka hilweşiyayî de ketibe nav lêgerîna peydekirina rêyekê.