LMdK - Hejmar 29

LMDK PDF

Hejmar 29 - Tabloyên Muzaffer Oruçoğlu

Wênesazê vê hejmarê Muzaffer Oruçoğlu, di 18ê adara 1947ê de li gundê Zavota Mezin ê navçeya Golan a bi ser Qersê ji dayik bûye. Ji ber ku li gundê wî dibistana seretayî tunebû, perwerdeya xwe ya dibistana seretayîyê li dibistana gundê cîran (Zavota Piçûk) û li Qersê xilas kir. Li dû dibistana navîn a Qersê, ezmûna dibistana mamostetîyê ya Rîzeyê qezenc kir, du sal şûn ve jî li Stenbolê çû dibistana Bilind a Mamostetîyê ya Çapayê. Perwerdeya xwe ya bilind li Fakulteya Fenê di beşa astronomîyê de berdewam kir.

Ragehandina dewleta kurdî

Erê ragihandina "dewleta kurdî" îro di berjewendîya kurdan de ye? Dê paşeroja wê dewletê çi be? Dewleta kurdî ya ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve dorpêçkirî dê bikare bijî? Bi taybetî jî gava hemî xureka me ji derveyî Kurdistanê tê. Sînorên vê dewletê dê çawa bin? Kurdistan dê bi tenê ji her sê parêzgehan; Dihok, Silêmanî û Hewlêrê pêk bê? Erê heger niha bêyî çareserkirina madeya 140ê û vegerandina deverên veqetîyayî, "dewleta kurdî" bê ragihandin, dê paşeroja van deveran çi be? Gelo rewş û mercên ragihandina "dewleta kurdî" li bar in? Dê helwêsta Bexdayê çi be?

Destûra nû û pirsa kurdî

Da ku mirov birêveçûna gengeşeyên li ser destûra nû yên li Tirkîyeyê, ku ev salek e berdewam in, resm bike ev gotin têrê dikin: ''Pir xeberdan, hindik karkirin.'' Dê di cih de be heger ku mirov bibêje ku siyaseta Tirkîyeyê sala çûyî weha derbas kir ku her tişt li ser destûra nû hatin gotin, lê tiştek nehat kirin. Du sedemên sereke yên vê yekê hene. Sedema yekem ev e: Nepenî ye ku ka hin aktorên siyasî yên sereke, ku dê teşe bidana destûra nû, destûreke nû dixwazin, yan na. Nîşane ne gelek in ku him CHP, him jî MHP destûreke nû dixwazin.

Felsefeya bêdijwarî

Felsefe niha bûye mode. Bi qasî xuya dike ev nûçeyeke xêrê ye, madem tiştê li vir dibe mode dîsîplîneke wisa ye ku ji bo avakirina şertûmercên ramana rast tê bi kar anîn.

JI ÇAPEMENÎYÊ(29)

Tirkîyeya Erdogan: Desthilatdarîyeke bêrehmtir

Di dehsalîya xwe de hikûmeta AKP ji demên berê jî zordesttir e.

Rojnameya Financial Times di 28ê mehê de gotarek li ser hikûmeta AKPê û serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan weşand. Di gotarê de ku ji alîyê David Gardner û Daniel Dombey ve hatiye nivîsandin, bal tê kişandin ser wê yekê ku di serdema dehsalî ya Erdogan de Tirkîye careke din bû hêzeke herêmî. Aborîya wê bi qasî leza Çînê mezin bû û gelek dibistan û otoban hatin ava kirin. Herweha muteşebisên 'Pilingên Anatolyayê' jî li hember hin şirketên mezin rabûn.

Wêrekî yan xetimîn

Qetla heft kesan ji alîyê cîhadîyekî ve ji bo wextekî muweqet bû sedemê derketina ji rojevê ya kampanya serokdewletîyê ya fransî ya li ser mijarên aborî ku di navenda hilbijartinê de cih digirin. Çend hefte piştî hilbijartina 6ê gulanê, serokomarê nû wê tevlî zîrweya G20ê jî bibe. Û yekcar divê ew biryarê bide; ji nûve guftûgo bike, an jî xwe nede ber peymana ewropî ya xwe dispêre zihniyeta rastgirên alman ên ku tê payîn siyasetên kemberşidandinê dijwartir bikin. Riya siyaseta aborî û civakî ya Fransayê jî wê girêdayî vê tercîhê be, lê belê herwiha girêdayî sazbûna ewropî.

Pêla şokê ya Sûrîyê

Tevî zextûrepteke hovane, xwepêşandanên sûriyeyîyan li dijî rejîmê didomin. Daxwazên wan û yên li Bahreyn, an jî Urdunê hatibûn derbirîn, wek hev in; lê belê parçebûna navxweyî ya muxalefetê û desttêwerdanên derve dikarin bibin sedemên pevçûnên olî yên ku dikarin tevahîya herêmê tehdîd bikin.

Berdewamîya enîyê li Rûsyayê

Tevî ku roja 4ê adara bihurî, Vladimir Putîn li gel % 63.6 dengan dîsa wek serokkomarê Rûsyayê hatibe hilbijartin jî, rewşa siyasî ji hêvîyên wî yên di dema xuyakirina namzedîya ya îlona 2011ê de pir cuda ye. Meşruiyeta wî lawaz bû û, heta di alîyê wî de jî, pir kes ne bawer in ku ew ê bikaribe ji pirsgirêkên welêt re çareyan bibîne.

Di nîqaşê de Yekîtîya Sovyetan

Piştî 20 salên nemana xwe, bloka sosyalîst û YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst) hê jî li Rûsyayê pirsan derdixin holê û nîqaşan zêde dikin. Andrei Graçev bi saya vêkolîneke bi rêk û pêk (1) , “dabaşa wenda” (bi xalepirsekê) ya pîşekarê perestroykayê yê ku dixwest di heman demê de YKSSê û cîhanê biguherîne ronî dike. Şêwirmendê kevin ê Mîxaîl Gorbaçovî dide nîşan ku serokê pêşîn û dawî yê YKSSê çawa, gav bi gav dev ji hêza welêt a ku di 1985ê de hê jê dihat tirsîn, berde. Di vê lêkolînê de dîmena şagirdê efsûnkar ku ji çalakîyên xwe bêhntengî bûye, kêm xuya ye.