LMdK - Hejmar 3

LMDK PDF

Aşitî: Di navbera taktîk an jî çareseriyê de!

Di çend salên dawîn de konflîkta Kurdistanê ya li nav sînorên siyasî yên Tirkiyeyê ji gelek merheleyan borî. Di demên dawîn de ev konflîkt berbi ‘pirsgirêka aştiyê’ ye ewule bûye. Belê niha di navbera tirk û kurdan de pirsgirêka aşitiyê qewimiye. Niha li cûreyeke aştiyê tê gerîn, niha li navekî digerin ku li ‘proseya aştiyê’ deynin.

Gelo Amerîka dikare biguhere?

Şerrên siyasî carinan gellekî bi kêrî muxalefetên şexsî û dijberîya adetî tê. Pêdivîyên şerrê çekdarî dibin sedem ku gellek hêzên cuda ku armanca wan yek e û hilweşandina heman neyarî ye, pişta xwe bidin hevûdû. Çerr ku pişta dijmin bişkê jî, serêşî ji wê û bi şûn ve dest pê dikin. Û bi van sereşîyan re jî, pirsek tê: Îcar em ê çi bikin? Di encama tercîhên siyasî de, cudabendiyên ku dibûn sedema helwêsta muxalefeta kevn divê ji holê rabe; lê, kes bi têgihiştineke weha razî nîne. Êdî demeke dirêj raqîbê ku kes jê hez nake nikare vegere desthilatdarîyê.

Piştî Auschwitz'ê nivîsandina helbestê: Kurda ra azadî!

Di sala 1996’an de hevala min beşdarê geryaneke perwerdeyê bû û çû Auschwitz'ê. Dema ew vegeriyabû, bi rojan bi ser xwe ve nehatibû. Tim û tim bahsa kûlîlkên gulesoran ku li seranserê kampa tûnekirinê şîn hatibûn kir. Bahsa îşkenceya mehekê ku di sala 1985’an de me bi hev re dît, kir û got “me serpêhatiyên xwe gelek girîng didît!”

Pakistan dijminên xwe bi destê xwe çêdike

Dema ku ez nîvê Îlona 2009’an gihîştim Peşawarê, bi êrîşeke neh roketan hisiyam ku ji banliyoya rojavayê bajêr, ji Hayatabadê dihat û berî wan, me dengê vîzîna wan bihîstibû. Armanca van roketan qereqoleke parastina sînoran bû ku erka wê parastina deriyê ketina herêma eşîra Xîberanê bû.

Bajarên ku bi taya civakî girtin

Krîzê derbeke xirab li Rûsyayê xist: Paşveçûna hilberîna pîşesazî û berhemên li nava welêt hilberandî; kêmbûna mûçeyan û zêdebûna bêkariyê. Belê krîz bi awayekî gelekî guhertî li gelek kategoriyên bajar û herêman dixe.

Qeyran li Awûstralyayê çawa xuya dibe ?

Ji bo yekî ewrûpî, têgeha navenda endustrîyel tê wateya febrîqeyên dorgirtî û ewrên li ser bajarên bakurî. Û tew, bi awayekî moderntir, mirov li megapolên çînî yên di nav mijê de difikire, koça ji gundan û çemên ku bi bermayîyên kîmyewî ve tije bûne tên bîra mirov. Ji ber wê, gava ku mirov di rojeke tavî de digihije Gladstone’ê, vî bajarê paqijîyê yê Queensland’ê ku di nava ronahîya rojê de ye, mirov di cih de sar dibe. Lengergehek û peraveke ku bi kompleksên endustrîyel ve bilind bûne.

Mexmûr: Gelo ya li ser tê nihurandin netew e?

Tebaxa borî rojeva Tirkiyeyê bi gotina “pêşîvekirinê” kirasekî bi rengekî nû li xwe kir. Vê “pêşîvekirinê” bahsa hewldanên hikûmeta AKP’ê yên çareseriya dikir. Tevî ku bi nave “pêşîvekirina” kurd destpê kir, bi nave “pêşîvekirina demoktratîk” nav guherî û herî dawî kirasê “Projeya Yekîtiya Netewî” –hemin a tirk- li xwe kir jî, destpêka wê hêvî dida mirovan. Di nava siyaseta kurdan de bêyî ku zanibe ka gavên hikûmetê ji bo pêşîvekirinê çi ne, hema hema her aliyî destek dayê. Zêde dem nekete navberê û pêşî li vê “pêşîvekirinê” hat girtin. Ya rast ev proje di cihê xwe de bist bû û xitimî.

Di navbera întegrasyon û jixwecihêkirinê de

Heta bi derdorên kevneparêz, ti kes êdî vê yekê înkar nake ku Almanya welatek e ku penaber berê xwe didinê. Jixwe ji sedî 18.7’ê almanan jî xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ne . Jiyana di nav civaka fireçandî de li Almanyayê li hemû qadên siyasî bû yek mijarên ku gelek tê guftûgokirin. Bi taybetî jî di demên dawîn de pirsên bihevrejiyanê û întegrasyonê bêhtir tên nîqaşkirin. Ji derengmayî û wêde, ev nîqaş, nîşandidin ku ji zû ve êdî ti kes nafikire ka di warê siyasî de divê piştgiriya întegrasyonê were kirin an na! Mijar bêhtir ev e; wê ev piştgirî çawa be?

Hunerê birêvebirina ‘‘pirsgirêka penaberiyê”

Nicolas Sarkozy’ê ku wê demê serokê rêbaza Yekîtîya ji bo Tevgera Gelî (YTG) ya di derheqê penaberîyê de bû, 9’ê Hezîrana 2005’an, xwest peyveke nû ya polîtîk bicerribîne ku serkeftineke mezin bi dest xist: ”Ez dixwazim ji penaberîya ku li me bûye bar derbasî penaberîya hilbijartî bibim.” Bê guman, penaberîya ji bo kar berî vê axaftinê jî hebû, lê belê bi vî awayî hate nûkirin: biryar di destê dewletê de ye, ne di destê penaberan de- yanî, vegera ku jê re dibêjin”bi dilê xwe” û dersînorkirina pejirandî ya bi pereyan, wê bi dû vê re were.