"Radyoguhdarên hêja bibihên xeberên kurdî!"
Weşangerîya radyoyên kurdî di jîyana kurdan de xwedî rol û girîngîyeke berbiçav e. Di demên ku ragihandin, çapemenî û medya wekî niha bi pêş neketibû, radyo ‘neynika dilê kurdan’ bû. Bi rastî jî dema sînor ji bo kurdan ‘derdê bê derman’ bûn, bi tenê qutîkek hebû ku deng, awaz, xeber, kilam, govend û serpêhatî xwe li wan sînoran dixist, ew parçe dikirin û dibûn mêvanê ‘dîwan û çaqîyên’ giran.