LMdK - Hejmar 31

LMDK PDF

Pêdivîya konferanseke netewî ji bo doza Kurdistanê

Mijara civandina konferansa netewî di nav rewșenbîr û siyasetvanên kurd de bi balkêșî tê gengeșe kirin. Konferansa netewî pêdivîyeke dîrokî, siyasî û civakî ye, di vê pêvejoyê de derketiye pêșîya bizava azadîxwaz a miletê kurd. Elita kurdî divê karên bîrewerî û siyasî ji bo vê mijarê pêk bîne, vê pêdivîyê qenc binase û konseptên rast amade bike.

Radîkalbûn

Raperîna xwendekarên Québecî jî careke din nîşan dide: Siyasetên jixwekêmkirinê yên aborî êdî nikarin bêyî rêbazên otorîter werin ferz kirin. Hukûmeta lîberal (navendparêz) ya Jean Charest biryar da ku xercên bo qeydbûna zanîngehan di nav pênc salan de % 75 zêde bike, bêhtirî ji sê paran pareke xwendekaran dest bi boykotê kirin; 18ê gulana bihurî di rûniştineke taybet de Meclîsa Neteweyî ya Québecê mafên komeleyî û xwepêşandanê betal kirin.

Ji bo fîlozofîyeke civakî

Berevajî ariyer-gardê (paşing) avangardên (pêşengên) fîlozofîk ên bi awayê fransî, nifşekî nû yê fîlozofan derkete holê ku bi îdîaya xeternebûna guhnedanê ya cudabûna fikrî û newekhevîyê radibin. Ev nifşê nû her bi endîşe ye ku bi rastîyê re rûbirû bibe û li tiştekî bifikire; tiştekî ku em baş pê dizanin ku mirovên evîndarên hikmet û zanînê serê xwe pê naêşînin.

Klubên futbolê yên wekhev, lê belê ne zêde

Ji 8ê hezîranê heta bi 1ê tîrmehê, Euro 2012a futbolê, a ku ji alîyê Polonya û Ukraynayê ve tê organîze kirin, wê şahidîyê li musabeqeyên di navbera navdarên futbolê yên klubên mezin bike. Ev klub zêde ketine bin deynan û Yekîtîya Komeleyên Ewropî ya Futbolê (UEFA) banga nîzam û rêkûpêkîyê li wan kir. Lê belê “fair-play financier” a ku hê nû biryara wê hat dayîn gelo bi rastî dikare bike ku elîtên klubên Ewropayê fikaran bikin?

Wekhevî, nasname û heqîya civakî

Dozên kêmkirina newekhevîyê demeke dirêj der barê levakirina wekhev a dewlemendîyê de bû. Ji çend dehsalan û vir ve awayekî nû yê daxwazê wekhevîyê dike, yek bi rêzgirtina ji cihêtîyan, nasnameyên hindikahîyan û şerê li dijî cudakerîyê re. Gelo em dikarin li têkilîya di navbera van herdu têgehan de bi awayekî bifikirin ku hevdu ji alîyê xwe ve xurt bikin?

Du peyman ji bo darbeyeke ewropî

Wezîrê aborîyê yê Fransayê Pierre Moscovici da zanîn ku peymana budceyî ya ewropî "ew ê li qada dewletê erê nekin" û divê "ew were temam kirin bi beşeke li ser mezinbûna aborî". Lê belê gelo jinûve muzakerekirina wê ya ku Hollande soza wê dayî, gelo dê têra guherîna cewherê metna peymanê bike, ya ku jihevdexistina sîstemên civakî û mekanîzmayên demokratîk ên Ewropayê radigihîne?

Heşt tedbîrên qanûnî yên sereke

Ji bîstûheft dewletên Yekîtîya Ewropî bîstûpêncan 1ê adara 2012ê peymana li ser îstîqrar, koordînasyon û birêvebirinê (PIKB) di nav Yekîtîya Aborî û Pereyî de mohr kir. Hê yekê ji wan jî ev peyman li parlemanên xwe yên neteweyî erê nekiriye. Ew heşt tedbîrên qanûnî yên sereke dihewîne:

NATO fatûreya xwe li Ewropayê dibire

Endamên Hevgirtina Atlantîkê 20 û 21ê Gulana 2012ê wê li civîna bilind a li bajarê serokê DYAyê Barack Obama, Chicagoyê bicivin. Kêm caran wê ev hevdîtin evqasî bi kelecan bihata prove kirin. Ji bo tiştên berê plannekirî qet cih nehatiye hiştin: Bawerîya mayî ya bi “NATOya nû” girêdayî vê civînê ye, dema şerê sar bi dawî hat, NATOyê bawer kiribû ku veguherîbe cendirmeyeke global, ya ku têra xwe xwedî erk e da ku di xizmeta nirxên rojavayî û aştîya cîhanî de destûrê bide xwe û xwe li seranserê dinyayê wezîfedar bike.