Sînemaya kurdî li reng û dengê xwe digere
Sînemaya kurdî herçiqas çend sal piştî destpêka dîroka sînemaya cîhanê gavên xwe yên yekem avêtibe jî, ji ber pirsgirêkên netewî bi qasê ku tê xwestin bi pêş neket. Wek zarokeke nexweş û elemdar bi awayeke tendûrist seyreke erênî neşopand. Vê rewşê demeke dirêj hebûna xwe parast. Lê di nav 20 salên dawîn de, di sînemaya kurdî de pêşketineke berbiçav derkete holê. Helbet ne bi pêşketineke ku meriv pê şanaz be.