LMdK - Hejmar 34

LMDK PDF

Sîyaseta kurdî ya amerîkî

Wisa dîyar e ku aktorên li Rojhilatê Nêzîk, berîya hemûyan jî hêzên dijberî rejîmê yên li Sûrîyeyê, beramberî helwêsta amerîkî li hember bûyerên li Sûrîyeyê û li derdora vî welatê di nava şerê navxweyî de têra xwe neewle û hêvînehiştî ne. Dema mirov bi serokên muxalefeta Sûrîyeyê re diaxive, ew qet venaşêrin ku ew xwe bi xewn û xeyalan naxapînin, dîyar e heke Obama di hilbijartinan de bi ser bikeve DYA wê sîyaseta xwe ya heta niha dewam bike.

Bozarslan: "Xwevekişandina Sûrîyeyê ya ji herêmên kurdan biryareke stratejîk e"


Yek ji welatên ku niha ‘Bihara Erebî’ lê tê jîyandin Sûrîye ye. Li Sûrîyeya ku derdora 3 milyon kurd lê dijîn, hîn pergala kevnare ya beasî li ber xwe dide. Herçiqas hin bajar ketibin destê kurdan jî, hîn nezelalîyeke mezin heye û nayê zanîn ku dê pêvajo ber bi ku derê ve biherike. Pêvajoya hilweşandina rejîmên wek Tûnis, Misir û Lîbyayê zêde ne ajot; lê li Sûrîyeyê rewş cuda ye.

Daxwaza herî xirab


Kangrenbûna fînansa amerîkî rê li ber krîzeke aborî ya global vekir û em bi encamên wê dizanin: bêkarîya zêde; dibe petixîna bi milyonan xwedîyên milk, paşveketina parastina civakî. Dîsa jî piştî wê bi pênc salan di encama nakokîyekê bi tenê de, tu kes nikare hatina qesra sipî ya zilamekî bi tevahî li derveyî îhtîmalan bibîne, ev zilam Willard Mitt Romney e ku dewlemendîya xwe ya pir zêde bi fînansa spekulatîf, guhertina cihên kar û cezba (bacî ya) giravên Kayman bi dest xistîye.

Robotekê pulitzera min dizî


Gelo teknolojî dikare bi serê xwe jî hebe? Gelo ew dikare bêyî alîkarîya mirovan jî hebe? Ji teolog Jacques Ellul heta bi Theodore Kaczynski yê jêre "Unabomber" (1) tê gotin, bersiv gelek caran erênî ye. Bi her halî îro gelek dîrokzan û sosyolog vê teorîyê weke safik û bêbingeh dibînin. (2)

Sûrîye, qada şerê çapemenîyê

Tevî ku gihîştina deverê bi tehlûke ye, gelo mirov dika-re çawa agahdar bibe ji serhildaneke ji hijdeh mehan û vir ve dewam dike? Erê şik û guman ji hovîtîya rejîmê nayên kirin, lê belê awayê ku hin sazîyên çapemenîyê bêyî ku piştrast bikin daxu-yanîyên filan û bêvan koma mixalif belav dikin û dikin ku lîstîkên hêzên mîna Erebîstana Suûdî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yan jî Tirkîyeyê xuya nekin, ev yek jî ji agahdarîyê bêhtir propaganda ye.

Zêde civînên bilind, civînên bilind dikujin admin Di., 25.09.2012 - 14:49

Van dehsalên derbasbûyî ji bilî navendên hêzê yên dîrokî, hêzên nû derketin holê, û ev yek birêvebirina dosyayên navneteweyî hê bêhtir zehmet dike: bazirganî, hawîrdor, tewazunên stratejîk, hwd. Ji G20ê heta bi konferansên li ser bahewayê, civînên piralî zêde dibin. Lê belê ew encamên hêjayî dîtinê dernaxin holê...

Zilamekî din ê xwedê bijartî ji bo Îtalyayê

Di demeke li jidilîyê vekirî de, serokê Konseya Îtalya-yê Mario Monti poşmanîya xwe derbirî û bi awayekî ku li zirara Ewropayê be, got “hukûmet destûrê didin ku biryarên parlemanên wan, wan bi tevahî û şidandî gem bikin” (“Der Spiegel”, 5ê Tebaxa 2012yê). Di vê rewşê de ma mirov çawa ji ber serketinên hilbijartinan ên komedyen Giuseppe (“Beppe”) Grillo û tevgera wî ya bi navê Tevgera 5 Stêrkan matmayî nemîne?

Siberoja Ewropayê li derî raya giştî, sergirtî tê nîqaşkirin


Serokdewlet û serokwezîrên ewropî ji gulana 1995ê û vir ve li avahîyeke girîng a ku navê fîlolog û humanîstê sedsala 16ê Justus Lipsius ê li Brukselê xwendî lê hatiye kirin, dimînin. Hema li cem çaryana Robert-Schuman, li hemberî meqamê dîrokî yê Komîsyona Ewropayê, avahîya Justus-Lipius hem mêvandarîya civînên Konseya Yekîtîya Ewropayê û hem jî ya civînên Konseya Ewropayê dike. Di her civîna Konseya Ewropayê de serokdewlet û serokwezîr ji dikeke ku dişibe pêlikeke "suwarbûn û peyabûna wê kêlîyê" ya li pişt avahîyê ve dikevin hundir.