LMdK - Hejmar 36, Çirîya paşîn 2012

LMDK PDF

Keleşê Reş û Newaf Mîro

Romana em behsê dikin, romana yekem a Newaf Mîro ye. Newaf Mîro kurdekî êzdî ji Wêranşarê ye, li Almanyayê dimîne. Yek ji sedemên hilbijartina me ya vê romanê jî êzdîbûna nivîskar û mijara romanê ye. Ji ber mijara xwe ev pirtûk xwe weke romaneke dîrokî dihesibîne û trajediya êzdîyan ku di sedsalên hivdeh yan jî hijdehan de di bin fermandarîya paşayên Osmanîyan de di komkujîyên li dijî nemisilmanan de cîh digirtin, vedibêje.

Dîktatorên nepoşman


Ev heft yan jî heşt hezar kesên windabûyî berdêla serketinê bûn." Ev gotinên ku îşaret bi mexdûrên cûntaya leşkerî ya ji 1976ê heta 1983yê desthilatdar bû dike, ji devê girtîyekî 86 salî derdikevin: ji devê dîktatorê bi navê Jorge Rafael Videla, ku îro ji ber pêkanîna gunehên li dijî mirovatîyê cezayê muebbedê lê hatîye birrîn. Ew bê dudilî îddia dike ku "her şev ew bi dilekî rehet radizê".

Kî bi rastî doza aştîyê dike li Kivuyê?

Serokkomarê Fransayê François Hollande 13ê çirîya pêşîn a derbasbûyî ji bo civîna bilind a Rêxistina Navneteweyî ya Fransîaxivîyê (OIF) li Kînşasa bû, wî bi awayekî eşkere navbera dûrîyê ya di nava xwe û hevpîşeyê xwe yê kongoyî Joseph Kabila de parast. Tevî ku Kabila otorîtarîzma xwe piştrast dike jî, dîplomatên navneteweyî berîya hertiştî gazinan jê dikin, ji ber ku  jê nayê otorîteya dewletê li Kivuyên di nava şer de bi cîh bike.

Şerên neteweperestîyan li Derya Çînê

Piştî ku du mehan artêşên derya-yî yên filîpînî û çînî li hember hev rawestîyan, niha êdî li alîyê Japonyayê û giravên Senkaku/Diaoyuyê dijberî zêde û berfireh dibin. Di nîvê çirîya pêşîn de di dema manewrayên eskerî de Artêşa Deryayî ya Çînî xwe nêzî peravên li ser wan nehatî lihevkirin kir, di heman demê de kêştîya hilgir a balefirên Amerîkî “USSGeorge-Washington”ê li Derya Başûrê Çînê hêza xwe nîşan dida.

Hikûmeteke fasî di bin kontrola qraltîyê de

Li Rabatê Partîya Edalet û Bipêşketinê ev cara yekem e ku welêt bi rê ve dibe. Li ser mijarên civakî ji qrêl bêhtir muhafezekar e, lê belê ew rewatîya qraltîyê naxe  ber lêpirsînê.


Fas ne demokrasîyek e, lê ‘bihara erebî’ pêşketineke bi rastî

1967, têkçûna ku her tişt guhert

Eric Rouleau, rojnamevanê Le Mondeê ye û eleqedar e bi guhertinên berîya û piştî şerê hezîrana 1967ê li Rojhilata Nêzik. Di pirtûka xwe ya nû de, Dans les coulisses du Proche-Orient / Li pişt perdeya siyaseta Rojhilatê Nêzik (Fayard), ew behsa derketina holê ya îslama sîyasî ya piştî têkçûna ereban dike, û dûre behsa awayê çêbûna hevkarîya di navbera Birayên Misilman û serokdewlet Enwer El-Sedat de dike.

Sendîkaya ku mixalefeta tûnisî ji nû ve bi gewde dike

Li Sûrîyê serhildan dewam dike, di heman demê de li cîhana ereb hikûmetên demên guherînê pêk tên û bi cih dibin. Li her deverî îslamîst û li pêşîya hemû-yan Birayên Misilman – yên ku dema wan a mezinbûnê heta bi salên 1970yî diçe – ev yek heta li qraltîyên Kendavê jî dibe sedema hin fikaran. Li Fasê desthilatdarî di bin kontrola qrêl de bi rê ve diçe. Li Misrê ji wan hat ku pişta artêşê bidin erdê, lê belê dîsa jî ji hingê ve ew bi gelek zehmetîyan re û bi mixalefeta çalak a beşekê ji civakê re rûbirû dibin.

Rewşa kurdan a berî şerî admin Fr., 23.11.2012 - 15:09

Heke herêmek hebe ku hêvîyê ji midaxeleya Amerîkayê li Iraqê dike, ew Kurdistana Iraqê ye. Xewna Kurdên Iraqê damezrandina komareke demokratîk, laîk û federal e ku ew jî di nav çarçoveya wê de li dawîyê bigihîjin xweserîya ku berî sîh salan soza wê ji wan re hatibû dayîn. Kurdên Îranê jî li bendê ne ku pareke mezin ji desthilata navendî wergirin. Û Kurdên Tirkîyeyê ku hinek mafên xwe bi dest xistibûn, li hêviyê ne ku bigihîjin rewşeke wek a Kurdên Iraqê. Lê, hêvî carna dibin leylan (serab).

«Bikêriya» dibistanê, meseleyeke siyasî û perwerdeyî

Ji sala 2002’an ve, perwerdeya neteweyî bûye meseleyeke germ ji bo kar û çalakîyên yasayî : hilweşandina sazîyên zankoyî yên amadekirina mamosteyan (Instituts universitaires de formation des maîtres : IUFM)

herwiha torên taybet bo alîkarîya xwendekarên destteng (RASED), venihêrîn û jinûve nirxandina rêbazên xwendinê, bicihkirina «saetên piştgirîyê» li şûna dersên sibeha şemîyan, hwd.