LMdK - Hejmar 37, Kanûna pêşîn 2012

LMDK PDF

Siberoja Çînê

Heke destnîşankirina koma nû ya birêveber a çînî wisa dîyar e daxwazeka pêkanîna reforman derbibire jî, dîsa jî perdeya sir û razê ya li ser rêya ku Pekîn wê bikaribe (yan jî bixwaze) bide ber xwe bi temamî li pêşîya me ye.

Dema ku Filistîn red dike ji holê rabe

Li alîyekî agirbesta li Xezzeyê ya ku Misirê navbeynkarîya wê kir, rewşa Hamasê hem li qada herêmî û hem jî li hundir xurt kir, li alîyê din Neteweyên Yekbûyî serlêdana Filistînê wekî dewleta ne-endam a ku serok Mahmûd Ebbas pêşnîyaz kirî, nirxand. Ebbasê pir lawazbûyî li bin guhê Îsraîlê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gelek dewletên ewropî û her weha gumanbarîya filistînîyan bi xwe ket.

Afrîkaya Başûr a împaratorî

Gelo Afrîkaya Başûr li derveyî tevgera "bêerdkirinê" ya parzemînê dimîne? Ew xwedî dewletekê ye ku ji alîyê sîstema îdarî ya Apartheidê ya bi şidet ve hatiye birêxistinkirin. Hilweşandina vê rejîma nijadperest hebûna Afrîkaya Başûr a xwedî dewlemendîyên dêwane ye rewa dike. Ew ji bêîstîqrarbûna sazîyên welatên cîran (Mozambîk, Welatê Swazî, hwd.) sûdê werdigre û wan vediguherîne bazarên cazib. Bi ser de jî, ew hewl dide heta ji destê wê tê ji beşdarîya xwe ya di koma BRICSê (

Çi ji ber sînorên welatên afrîkî ma?

Li Ouagadougouyê (Burkina Faso) ku lê navbêynkarîyeka navneteweyî tê organîzekirin, berdevkê serhildêran Bilal Aga Şerîf di 16ê çirîya paşîn de da zanîn ku ew “alîgirê hevdîtinê û peydakirina çareserîyeka mayînde ye di vê pirsgirêka di navbera Malî û Azawadê de”. Neteweyên Yekbûyî bi xwe li alîyê xwe destwerdaneka eskerî guftûgo dikin. Parçebûna di pratîkê de ya Malîyê nazikbûna sînorên afrîkî ku ji dawîhatina li şerê sar û vir ve marke ye, nîşan dide

Fukuşîmayê çawa kartên lîstika nukleerê yên cîhanê ji nû ve li nav hev xistin?

Qada elektro-nukleerê hêvîyek îfade dikir : hêvîya kedîkirina agirê atomî. Li hemberî têrnebûna ji enerjîyê ya dinyaya pîşesazbûyî, ew pêşnîyaza çareserkirineka bi tesîr a girêdayî pêşketina teknolojîk bû. Dîsa jî ji xelk û şênîyên dinyayê re pirsgirêkeka ewlekarîyê ye û li welatên rojava jî pirsgirêka wê ya karanînê heye. Gelo welatê vê pîşesazîya stratejîk ber bi rojhilat ve dişemite?

Cendirmeyeka hêza nukleer a pir kêm serbixwe

Ajansa Navneteweyî ya  Enerjîya Atomî ya ku jê nayê çûn û hatina madeyên fîsîl kontrol bike û li Îranê rê li ber meyandin û dewlemendkirina ûranyûmê bigre, du rûyên wê hene: Li alîyekî ew alîgira nukleera sîvîl e, li alîyê din jî cendirmeya nukleera askerî ye. Ew ê timî pesnê feydeyên atomê bide, li Fukuşîmayê jî, jixwe konferansa xwe ya wezîran a di navbera 15 û 17ê kanûna pêşîn de jî li wir li dar dixe.

Ji kurdên Iraqê re xweserîyeka çawa?

Di dema niqaşên pêşîn li ser nivîsîna destûrnameya nû ya Iraqê de, ji bilî rola Îslamê di birêvebirina dewletê de, statuya Kurdistanê astengeka mezin pêk tîne. Kurdan dev ji armanca serxwebûnê berdaye, lê bi şertê ku destûrnameya federalî xweserîya wan bêkêmasî piştrast bike. Ew her wisa daxwaza bajarê Kerkûkê dikin û dixwazin hêzên wan ên leşkerî, pêşmerge, bimînin. Redkirina van şertên kurdan dê şerê wan xurt bike.

Lêkolîna bi pereyên gelemperîyê, kovarên taybet

Li refên giran ên pirtûk-xaneyên zanîngehan êdî pirbûneka kovarên li ser tevna Înternetê pisporbûyî zêde dibin, ew bêyî dereng bimînin û gelek caran bê astengên peredayînê encamên dawî yên labaratuwarên lêkolînan pêşkêş dikin. Ev veguherîn dike ku zanyar modelên xwe yên weşanê bixin ber lêpirsînê da ku wan bixin xizmeta zanîn û gelemperîyê.

Mîrasgirên Blairîzmê


Havîna 2012an, bêyî ku tu kes bi vê yekê bi rastî kêfxweş bibe –alîgirên wî jî serê xwe pê neeşandin-, kevne-serokwezîrê brîtanî (di navbera 1997 û 2007an de desthilatdar bû) Anthony Blair daxwaza xwe ya vegera li siyasetê da zanîn. Weha xuya ye ku bi awayekî nakokane, da ku beşeka mîrasa blaîrîzmê bandora xwe li alîgirên partîya karker bidomîne divê qehremanê wan ê têkçûyî xwe dûr bixe. Ew û mîrasgirê wî Gordon Brown, kirin ku partîya wan di navbera 1998 û 2010an de 5 mîlyon dengan winda bikin.