LMdK - Hejmar 37, Kanûna pêşîn 2012

LMDK PDF

Ewropaya li hemberî hegemonyaya alman

Gef û axaftinên hinekî hişk: hevdîtina li ser budceya 2014- 2020î ya Yekîtîya Ewropayê bîst û heft welat ji hev parçe kirin. Erê bal li ser daxwaza brîtanî ye ya ku dixwaze “bihayê” dikeve ser milê xwe bişikîne, belê ya ku dihêje tevahîya projeya ewropî ye. Welatên bakur dema ku bi rik dixwazin budceya ku jixwe daketîye %1î hilberîna hundir a safî a Yekîtîyê kêmtir bikin bi welatên başûr re tên hemberî hev. Welatên başûr li ser navê piştgirîyê doza bêhtir navgînan dikin. Dîsa ya ku li dijî vê lîstikê li ber xwe dide Berlîn e.

Dawîya “stratejîya başûrparêz” li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Bûyera Petraeus, xirabûna rewşê li Rojhilatê Nêzîk, pêdivîya lihevkirina bi Ko-marparêzan re li ser planeka kêmkirina lihevderneketina budceyê: hê nû hilbijartî û hê dewra wî ya duyem a serokatîyê jî dest pê nekirîye, Barack Obama xwedîyê bernameyeka bi serî ve tijî ye. Ew dikare xwe bispêre kîjan bingeha civakî da ku  bi pirsgirêkên li benda wî ne rûbirû bibe?

Jacques Rancière, huner û siyaset

Ҫawa mimkin e ku demokrasîyek destûrê bide merivî ku xwe bigihîne nivîsên çandê û axaftina siyasî azadtir bibe? Divê meriv çawa bike da ku li dibistan yan jî li kar dengê xwe yê şexsî, û di qada têkoşînên civakî de dengekî kollektîf bide bihîstin? Divê kîjan rêbazan bi kar bîne? Da ku bersiva vê pirsê bide, ji sih salan û vir ve Jacques Rancière sînorên adetî yên ku ya siyasî û ya ne-siyasî ji hev dûr dixin, diguherîne.

Li Xezzeyê her tişt hêsan e...

Tu welatê dinyayê qebûl nake ku roketên ji derveyî sînorên wê avêtî bi ser welatîyên wê de bibarin.

" Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi danezana vê tesbîta eqlê selîm, li filistînîyên Xezzeyê nedifikirî, li wan filistînîyên ku qurbanên bombe yan jî fuzeyên îsraîlî ne, yên ku carinan ji F-16an yan jî helîkopterên Apache yên li Amerîkayê hilberandî tên berdan.

Bihara ereban, Sûrîye û kurd


Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi pêşkêşîya dewletên serketî, di demeka bi qasî 17 mehan de sînorên Îrlandaya Bakur, Yogoslavya û Rojhilatê Navîn hatin kifşkirin. (1) Bi taybetî sînorên ku li Rojhilatê Navîn hatin kişandin, hê ji destpêkê ve pirsgirêk bûn, belê desthilatên siyasî yên ku ji bo îdarekirina van welatan ji alîyê hêzên mandator ve hatin bicihkirin, yekcar serêşî bûn.

Hejmar 37 - Tabloyên Mohammad Ismail

Wênesaz Mihemed Îsmaîl (Mohammed Ismail) sala 1971î li başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Hunermend Îsmaîl, ji sala 1991î heta 1995an li bajarên Hewlêr û Silêmanîyê pêşangehên xwe yên şexsî yên pêşîn li dar dixe. Ji bilî hunera wênesazîyê li ser elektrîkê perwerdahî dibîne. Herweha, di navbera salên 1992-1995an de, di kovara bi navê Hengê de wek şêwirmendê teknîkî dixebite.