LMdK - Hejmar 38

LMDK PDF

Hejmar 38 - Tabloyên Sitar Ali

Wênesazê vê hejmarê hunermend Sitar Ali sala 1957an li gundê Zêwê yê li ser navçeya Amedîyê ji dayik bûye.

Xwendina xwe ya seratayî û navînîyê li Mûsilê bi dawî anîye. Di salên 1979-80yî de li zanîngeha Mûsilê beşa hunerê xwendîye.

Hunermend Alî li paş temamkirina xwe ya xwendina hunerê wekî çalakvanekî hunera wênesazîyê di dibistanên seretayî û navînî de xebitîye û di hin festîwalên zanîngehên Iraqê û Herema Kurdistanê berpirsîyarîya hunerî kirîye.

Hunermend pêşangeha xwe ya yekem li gel hunermend Gara Risûl li zanîngeha Mûsilê vekirîye.

Danûstandin

Di van rojên dawîn de, hemû medyaya dîmenî û nivîskî qala danûstandina (muzakere) di navbêra  hikûmet û Abdullah Ocalanî dedike.

 

Rewşenbîrên kurd

Li gorî pîvanên cihê, hîn ne dîyar e ka berê kêştîya Kurdistanê bi ku ve diçe. Hîn jî hejmara kaptanên keştîyê pir e, gelek derya û gelek bahozên ku divê ji wan bibihure hene. Lê belê divê êdî pirsa dewr û bandora rewşenbîrên kurd di van bûyeran de û di dîyarkirina rota û berê vê keştîyê de were kirin. Ev mijareka zehmet e.

Bereya li dijî gel

Hêzên nû derdikevin holê, ne mîrategirên hêja yên dij-kolonyalîst û dij-emperyalîstên duhîn in. Welatên başûr her diçe dibin beşeka mezintir ku aborîya cîhanî kontrol dikin; ev bi tenê dadwerî ye.

Li Balkanan dadwerîya bi çavekî

12yê kanûna pêşîn Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê cezayê miebedê li kevne generalê sirb yê Bosna Hersekê Zdravko Tolimir birî ku ew yek ji berpirsîyarên komkujîya li Srebrenîkayê bû. Çirîya paşîn heman dadgehê biryara beraeta generalên xirwat Ante Gotovina û Mladen Markac û ya kevne fermandarên gerîla yên arnawud ên li Kosovoyê da. Gelo ev edaleteka bi cot standart e?

Wall Streetê dagir bike, tevgereka dilketîya xwe

Herkes Tea Party ya ku hez dike asta bacan kêm bike û tevgera Wall Streetê dagir bike ya ku ji ber şaxberdana newekhevîyan serî hilda weke dijberê hev nîşan dide. Lê belê tevî ku ya pêşî hê jî tesîrê dike di nava civakê de û li ser sazîyan, li hemberî vê ya din (bi awayekî demî?) konê xwe rakirin bêyî ku tiştekî mezin bi dest xistibe. Nivîskarê “Ji bo çi xizan dengê xwe didin rastgiran” ji vê encamê çend dersên sîtemkar ên stratejîya sîyasî distîne.

Azadbûna xapînok ya bi destê teknolojîyê

Ji demeka kurt û vir ve, mekîneyên elektronîk yên ku dikarin objeyan hilberînîn wekî çapkerên bi sê dîmenzîyonan dixebitin, ji bo herkesî vekirîne. Ew avangardeka ku bi havên tirşbûna şorişeka nû ya pîşesazîyê dibîne, heyranî xwe dike. Dîsa jî ev alavên teknolojîk kêm caran di çarçoveya wan ya tazî bi xwe de hatine nîşandan.

Li çîyayên Kurdistanê

Leşkerê tirk gefan dixwe ku bi hêzeka mezin êrişê bibe ser şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), li Kurdistana Iraqê. Ew gef li hemberî wê herêma ku rewşa wê ji xwe aloz e, jêdereka din ya nearamîyê ye. Lê gelo PKKyî kî ne, çi kes in? Ew jin û mêrên dibêjin ku ew ji mirinê re amade ne, ji bo ku xewna vejandina Kurdan bibe rastî kî ne?

Çardaxek bi kincê bi rengê xakî ve hatîye veşartin. Bêxem, Keleşnîkofên xwe pê ve hilawîstine.