LMdK - Hejmar 39, Sibat 2013

LMDK PDF
Berbiska zer admin Fr., 22.02.2013 - 13:37

Romana Omer Dilsozî ya bi navê Berbiska Zer, di Gulana 2012an de, di nava weşanên Avestayê de, di serdema fuara pirtûkan a Amedê de derket pêşberî xwendekarên kurdî. Jiber hin sedeman min heta îro derfeta xwendina vê romanê bi dest nexist. Çend roj berê, bi helkeftina mêvandarîya Omer Dilsozî ya Kulûba Xwendina Romana Kurdî ya Diyarbekirê, min derfeta xwendina vê romanê bi dest xist.

 

Kî dê bibe desthilatdarê înternetê? admin Fr., 22.02.2013 - 13:41

Li Fransayê, dabînera bikar-anîna înternetê Free malpera vîdeoyan a li ser îneternetê YouTube ya ku milkê Googleê ye, gunehbar dike bi pirr çilekbûna di warê leza herikîna daneyan a li ser tevna înternetê. Weke cezayê reklamên Googleê, blokekirina wê deng veda. Freeyê bi vî awayî “bêalîbûna înternetê” – mijareke ku meha kanûnê li konferansa li Dûbaîyê hat guftûgokirin – xiste rewşeke xirab. Mijara sereke ya vê hevdîtinê bi xwe jî wesayeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser tevna înternetê ya global bû.

Li Havanayê hat dîtin û bihîstin! admin Fr., 22.02.2013 - 13:44

Li ber derî, hema bêje timî jinên bi unîformayên kesk notirvanîyê dikin. Çeka hindikan ji wan  di ber wan de li ser rexta wan e. Li dora goleka piçûk, gelek xanî xuya ne, piranîya wan yekqatî ne û di navbera wan de dar û baxçe hene. Li Havanayê sîteya xanîyan ya bi navê El Laguito wisa ye, bi dîwarekî bilind dor lê hatîye girtin, bêyî wezîfedarên ewlekarîyê, bêyî çîtê bi elektrîk û bêyî kameraya çavdêrîyê. Li vir dewleta Kubayê kesayetên navneteweyî dihewîne.

Li Kolombîyayê “edalet nebe, aştî nîne” admin Fr., 22.02.2013 - 13:51
Li Bogotayê 27ê teba-xa 2012ê serokdewlet Juan Manuel Santos destpêka hevdîtinan bi Hêzên Çekdarî yên Şoreşger ên Kolombîyayê (FARC) re da zanîn, li pêşberî karsazan lê belê ne li pêşberî tevgera civakî.

Strukturên girêdayîbûnê

Bavê kevne serokwezîrê yûnanî Georges Papandréou (2009-2011), Andréas Papandréou piştî hilweşîna dîktatorîya mîralayan ya sala 1974an, Tevgera Sosyalîst ya Panhelenîk (PASOK: Panhellinion Sosialistiku Kinema) damezirand. Berîya ku bibe serokwezîr (ji 1981ê heta 1989an û paşê ji 1993yan heta 1996an sala wefatkirî), ew derbirîna sîyaseteka çepgir ya tundrew bi gewde dike, ne komunîst û ne jî neteweperest. Sala 1977an di rûpelên me de wî li dijî endametîya Yûnanistanê di Civata Aborî ya Ewropî (CAE) de – ya ku wê sala 1981ê pêk bihata – helwêsta xwe derdibirî.

Li Pîreyê modela civatî ya çînî

Deyndêrên hikûmeta yûnanî zextê lê dikin, ew jî di bin vê zextê de lê difikire ku gelek benderan arizî bike. Gelo ev dê bi kêrî holdînga çînî ya ku ji 2010an ve li Pîreyê dixebite, were?

“Çareserîya me ji bo Ewropayê”

Seraborîzanê Fona Pere-yan ya Navneteweyî (IMF) 3yê kanûna pêşîn neçar ma lê mikur were ku “şaşîyek” kirîye ku sazî bandora neerênî ya tedbîrên ji-xwekêmkirinê kêm hesab bike, ew tedbîrên ku IMF li herderî pesnê wan dide. Bi vê jî wî kefîltîyeka kes ne li bendê ji wê analîzê re kir ku berdevkê hêza sereke ya çepgir ya yûnan SYRIZAyê Alexis Tsipras li jêr wê dide nasîn.

Rojek ji rojan li Atînayê…

Tabula rasa, "lewheya vala, rûpela saya". Ev îmaj ji kevalên ji şimayê hatî çêkirin tê ku yûnanî û romayîyan li ser wan dinivîsîn. Berî nivîsandina metnekê, pêwîst bû kevala ji şimayê ya bi gravur, ji nû ve were rastkirin: ango pêwîst bû nivîsê jê bibin da ku ji nû ve dest pê bikin. Yûnanistana ku ji 2010ê û vir ve li hemberî sazîyên aborî yên herî navdar, serê xwe tewandîye, gaveke mezin bi paş ve avêt. Welat deyndar bû? Deynên wê niha hê zêdetir in û bi ser de jî welat xizantir e. Di heman demê de gel serdema jîyana rojane ya şerê malî hîs kir (nivîsa li jêr bixwîne).