LMdK - Hejmar 4

LMDK PDF

Li İraq’ê hejarî û bandorên şer jîngehê tehdîd dike

Li gor rapora herî dawî ku Dezgeha Navendî Ya Serjimêrî ya ser bi Wezareta Plandanîn û Hevkariya Navdewletî ya İraq’ê eşkere kiriye, 7 milyon îraqî di bin hêla hejariyê de dijîn, ev jimare jî dike rêjeya ji sedî 23’yê rûniştvanên hemû İraq’ê ku hêla hejariyê ji bo her takekesekê di dema mehekê de 77 hezar dînar hatiye diyarîkirin.
Ji aliyekî din ve rêjeya bêkariyê hê di asta ji sedî 15’an de ye, herçiqas di sala 2003’an de nêzîk ji sedî 28 bû. (1)

Serdema dijîtal - Îhtîşam û sefaleta rojnamevaniyê

Di sala 2006’an de bankavanekî BNP-Parisbas’ê yê vexwendî Kongreya Federasyona Neteweyî ya Çapemeniya Fransawî ya li Strasbourg’ê, gotibû rewşa rojnamevanan weke rewşa karkerên hesin û pola yên salên 1970’î ye û bi vê yekê jî bûbû sedema sensasyonekê: diviyabû tine bibin lê ... hê jî haya wan jê nebû. Hejmarên li ber destên me wî mafdar û heq nîşan didin. Di dawiya 2009’an de bêhtirî 2300 cihên kar yên sektora rojnamevaniyê jê hatin birin, li Fransa’yê krîzeke mîna ya rojnameyên Amerîka’yê diqewimî.

Modela Pekîn’ê

Hu Jintao’yê xelefê Mao Zedung’î yê dûr piştî wî bi şêst salan pişta xwe sipart gotineke wî û got: ’’Îroj Çîn bi xêra pêkanînên sosyalîzmê li ser lingan e.’’ Ev, çavdêriyeke balkêş e; ev ji demeke dirêj ve ye ku Çîn ne di bin nîrê Ewrûpa’yê û ne jî di bin yê Japonya’yê de ye û êdî tirsa wê ji wan tuneye. Jê çêtir, şert û mercên jiyana beşekî civata wê jî baştir bûye. Lê belê, pirsa sosyalîzmê pirseke cuda ye... Hingî ewqasî dûrî rastiya wan e, mirov êdî dikare bibêje ku bihêzbûyina Çîn’ê (sala 2008’an % 9.6 bû, di sala 2009’an de jî % 8.7) bû alîkara aboriya Amerîka’yê.

Jinûve Dahênana Çand û Aboriyê

Di sala 2008’an de, berî ku Banka Citygroup alîkariyeke îstisnayî ya 45 milyar dolaran ji hikûmeta Dewletên-Yekgirtî wergire, bîst û pênc hezar konseptorên bernameyên kompûteran jê re kar dikirin û li dor 4,9 milyar dolaran veberhênana wê hebû di teknolojiyên Enformasyon’ê de –ji bilî mesrefên din ên kar û rêvebirina şirketê.

Gelo Îslam berferehbûnparêz e?

Pirsek li serê Ewrûpa’yê digere: Gelo Îslam di cewherê xwe de berferehbûnparêz û fetihkar e? Li Swîsre’yê pêşengên dengdana li dijî lêkirina minareyan bi dengekî bilind dibêjin erê, û xwe disipêrin rexneyeke nû ya heyî ya li Îslam’ê2. Bi gotinan, ev berferehbûnparêzî xwe disipêre daxwazeke hegemoniyeke siyasî ku li xwezaya “îdeolojiya îslamî” (daxwaza zarokanînê dike - natalîst, hewl dide mirovên din bîne ser dînê xwe – proselît û berferehbûnparêz) tê barkirin, weke stratejiya hin aktorên wê (“îslamî” û “projeyên wan”3).

Îran - Parastvanên Şoreşê kî ne?

Piştî ku Komara Îslamî ya Îran’ê di sala 1979’an de hat damezrandin ne bi gelekî bêserûberêya artêşa ji rejîma monarşîst mayî û tirsa ji darbeyeke leşkerî, kir ku Ayetullah Xumeynî hêzeke din a leşkerî ava bike. Ev hêza leşkerî 22’ê Nîsana 1979’an bi navê “artêşa bextreşan” hat sazkirin, paşê bi navê artêşa pasdaran bi xala 150’î ya destûra bingehîn hate qanûnîkirin (AP – Sepahê Pasdaranê Enqelabê Îslamî, SPEÎ). Erka wê ev e: “Parastina Şoreşa Îslamî, ewlekarî û nîzama gelemperiyê.”

Hrant Dînk - Sohbetên me yên dawîn bi hev re

Herkes bi awayekî li ber windahiyên xwe dikeve. Çawa ku em bi awayekî li ber windahiya Hrant dikevin. Ez herî zêde li ber dikevim ku min xizmekî xwe, birayê xwe winda kiriye. Ez niha li ber dikevim ku dema Stenbol tê gotin, ji nêvî zêdetir tiştên dihatin bîra min ji holê rabûn. Ji bo mirov ji Stenbol`ê were Minneapolis’ê divê mirov saet li dora çarê sibê li balafirgehê be.

Li Haîti’yê, yê ku difikire zik e !

Montréal-Port-au-Prince [Lîmana Mîrza]. Port-au-Prince û Haîtî di serî de. Piştî ku sî salên temam derbas bûn, Dany Laferrière’ê rojnamevanê nivîskarê ceribandin û romanan, vedigere welatê xwe yê eslî. Li ser bergê şomîz î zer ê kitêba wî nivîsî ye “roman-” Bi rastî?

Berhema wî herwiha dişibe qisetkirinekê, şahidî an jî parçejiyanekê, ku bi zimanekî helbestî yê petî, pir-aforîzma, bi qerf û îmaj hatiye nivîsandin. Tund û tûj. Xeşîm carinan. Ne ji bo haîtiyiyan, lê ji bo wî, ji bo me.

“Di nav maweyeke ewqas kurt de
Ji vejeteryanekî bi zorî bûm mirovxurekî mecbûrî “

Emê hemû di 2100’an de nemir bin…

“Ez naxwazim bi xêra berhemên xwe bigihime nemiriyê. Ez dixwazim bi nemirinê bigihime nemiriyê.” – Woody Allen

Di havîna 2009’an de, çil şagirtên ku ji nav hezar û dused namzetan hatibûne hilbijartin, dest bi semînereke xerîb û kêmnas kirin: “University of Singularity” (SU). Neh heftiyên konferans û atelyeyan ku tê de kesayetên herî nadîde cih girtin, wekî Vinton Cerf (“bavê” înternetê), Robert Metcalfe (danerê protokola tora ethernetê), George Smoot (Xelatgirê Nobelê bo fîzîkê ya sala 2006’an), Astronot Dan Barry û komeke bisporên matematîkê, pizişkiyê û bisporên vekolînên fezayî.