Rojhilatê Dilan
Ziman bereketeka mezin e’ dibêje Holderlîn. Lê meriv dikare bibêje herî zêde helbestvan ji vê bereketê sûd wergirtîye. Deng, gotin, lihevhatin, fêmbûna peyvê û ragihandina fêmbûna peyvê, di kirasê helbestê de digihîje ber guhê me xwendevanan, gûhdarvanan. Hêza helbestê ji hêza zimên tê. Hêza helbestê ji reh û rîşalên bingehîn tê.