LMdK - Hejmar 42, Gulan 2013

LMDK PDF

Bîrewerîya rojên kambax

Divê hin tişt û hin kes neyên jibîrkirin. Ew kurdên ku bi sekin û helwesta xwe bi awayekî xurt li hemberî zilm û zordarîyê derketine, divê neyên jibîrkirin. Dibêjin tarîx ji hêla bindestan ve diguhere, lê bi destê serdestan tê nivîsandin. Serdestî carcaran bi gotinekê, carcaran bi çirûskekê û carcaran bi merivekî/ê vediçire. Bi hizra vê zanînê ez dest bi xwendina kitêbên li ser Wedat Aydin dikim.

Meriv çawa dikare bi Pyongyangê re bipeyive?

Careka din, Komara Gel ya Demokratîk ya Koreyê (KGDK) tevahîya cîhanê ditirsîne: gefan dixwe – birina êrişeka nukleer ya ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, redkirina Peymana Aştîyê ya 1953yan (1), "şerê duyem yê Koreyê yê ku meriv nikare rê li ber bigre" - û xwedî bateryayên fuzeyên berê wan li Japonyayê û li baregeha eskerî ya amerîkî ya bi navê Guamê. Ji nîvê adarê ve, propagandaya Koreya Bakurî bi awayekî xurt deng vedide û çapemenîya navneteweyî ya bi kêfxweşî axaftinên şerxwaz belav dike bêyî ku ji hev derxe gelo para rastîyê di van gefxwarinan de çi ye?

Projeyên fezayî yên Pekînê zextê li berjewendîyên cîhanî dike!

Pisporên analîzê li ser mijara parastinê fikaran dikin ji ber pêşketina kapasîteya çavtirsandina nukleer ya çînê û herweha ji ber “pêşketinên mezin” ên Artêşa Gel ya Azadîyê di warê fezayî de pêk anîn. Bi rêya bikaranîna dualîtîya van herdû mijarên têkîldar, çînî girîngî, tesîr û bikêrhatîbûna çekên xwe bi pêş dixin, tevî ku ev yek dibe sedema lawazkirina tewazûna heyî ya hêzên nukleer jî.

Li Hindistanê, tecrûbe gundan vedijîne

Li eyaleta Hindistanê ya bi navê Madhya Pradeshê, sendî-kayeka jinan sala 2011an ceribandineka pîlot ya hati-nîya bêşert da destpêkirin. Mîqdara hatinîyê têrî nake ku meriv dev ji kar berde, lê belê piştgirîya înîsîyatîfên şexsî yan jî kollektîf dike û standarta jîyanê baştir dike.

Fînansekirina alîkarîya gerdûnî

Lê ne mimkin e, ev proje nikare were finansekirin!"  Bi giştî yekem îtîraza li alîgirên hatinîyeka gerdûnî ya girêdayî kar nebe tê kirin, ev e. Lê belê ev liberrabûn yekem e, lê ev bêguman îtîraza herî lawaz e jî. Li gorî Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN), îro Fransa  welatê pêncem yê herî dewlemendê cihanê ye. Di 2010an de, hatinîya amade û heyî (piştî dana lêçûnên civatî û bacên seranser) digihîşt mehê 1276 euro serê kesekî, kesên mezin û zarok tê de.

KADEP û DDKD "pêvajoyê" dinirxînin!

Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku di hejmara xwe ya bihorî de li ser ‘Pêvajoya çareserîyê’ dîtinên Hevserokê Giştî yê BDPyê Selahattin Demirtaş û Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay weşandibû, di vê hejmarê de jî li ser heman babetê cih dide nêrîn û lênêzîkbûnên Serokê Giştî yê KADEPê Lütfi BAKSİ û Serokê Giştî yê DDKDyê İmam TAŞÇIER. Birêz Baksi û Taşçier ji bo xwendevanên Le Monde diplomatique kurdî ji hêla xwe ve ‘pêvajo’ nirxandin û ramanên xwe bi me re parve kirin.

Şansekî dîrokî ji bo kurdan

Ragihandina hevdîtinên di navbera Enqere û Partîya Karkerên Kurdistanê de surprîzek bû. Ev yek cihê ku "pirsgirêka kurd" ji bo tevahîya aktorên herêmî nû girtî piştrast dike, ew cihê raperîna li Sûrîyê jî piştrastkirî. Kurdistana Iraqî ya ku ji 1991ê û vir ve ji kontrola Bexdayê filitîye, hêvî dike daxwazên neteweyî yên miletekî dîrokê ew ji bîr kirî katalîze û berbiçav bike.

Hewlêr bajarek e ku aborîya wê dipişkive; xanîyên ji kerpîçan şûna xwe ji navendên kirîn û firotinê û xanîyên pirqatî re dihêlin.

JI ÇAPEMENÎYÊ(42)

Meha bihurî di çapemenîya cîhanê, nexasim jî ya ingilîzîaxêv de mijarên kurd û Kurdistanê li gorî her caran zêde bûn. Rojnameyên lîberal yên wekî Wall Street Journal yan jî Financial Times di nava hefteyekê de cih dan gelek gotar û nûçeyên ji Kurdistanê yan jî li ser kurdan.