LMdK - Hejmar 42, Gulan 2013

LMDK PDF

Aştî û lihevhelalkirin li Tirkîyeyê

Ji damezrandina Tirkîyeyê û vir ve û heta ji dema împaretorîya osmanîyan û vir ve şidet li her derî hebû, her tişt dihewand û dikete nava tevahîya alîyên rastîyê. Nebûna şidetê alîyekî nû ye ku hîmê pêvajoya aştîyê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêk tîne.

Biratîya kurd û tirk û hamaset

A - kêşeya bıratîyê û hamaset

 

Bihevrebûna hezar salî hamaset e?

 

Di eslê xwe de bihevrebûna kurd û tirkan ya ji hezar salî vir ve, bi daneyên tarîxî pêdandî (sabît) ye ku  ji hamasetê wêdetir rastîyeka dîrokî ye. Tirk ji sedema ku  vê mijarê zêde nizanin vê yekê bi lêv nakin, yên dizanin jî ji sedema pêvajoya înkar û redkirinê ya demdirêj bi lêv nakin yan jî helwesteka nedîtbar rave dikin. Kurd jî ji sedema ku

Pêvajoya aştî û çareserîyê

Di  navbêra hezîrana 2011an û kanûna pêşîn a 2013an de li Tirkîyeyê şerekî pir dijwar rû da. Dema ku hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û hikûmetê de dimeşîya bi ser neket û bi neyênî bi dawî bû, kêşeya kurdî ket pêvajoyeka nû ya şidetê. Bi pêvajoya şerê bi şidet.

Hejmar 42 - Tabloyên Azad Saber

Azad Saber, di sala 1968an de li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê hatîye dinê û li vê derê mezin bûye.

Wênesaz Saber, hîn dema li Kurdistanê bû hunera xwe ya wênesazîyê pêşve biribû û bi rêya pêşangehan navê xwe li derûdor dabû bihîstin.

Li Kurdistanê dema karê xwe yê hunerî dimeşand, di nava komeka wênesazên nifşa nûjen de cihê xwe girtibû.

Dûre ji ber zext û zordarîyên rejîma îraqî ya wê demê û tesîra wê ya gihanî hunermend Kurdistan terikand û berê xwe da Hollandayê, bajarê Amsterdamê.