LMdK - Hejmar 43, Hezîran 2013

LMDK PDF

"Kesî bi qasî min ji te hez nekir" Seher Resayî (...)

Gelek çîrokên Seher Resayî bi vî sernavî hatine weşandin.(...) Bi sê niqte û kevanekê. Dora wan bi kevanê hatîye girtin. Kevan ne dora sê niqteyan digire dora lehengên jin digire. Berî hayê meriv ji naveroka pirtûkê hebe ev sernav (...) beradayî dixuyîn, lê çer ku rûpel li dû hev tên xwendin meriv fêm dike ku ev sernav ne belasebeb in. Lehengên çîrokên ku mêtî ji wan difire dora wan bi kevanê hatîye lêkirin. Gustîla di tilîka wan de hingî teng e hew maye ku xwîna damarên tilîyê bimiçîqine û hew maye movika tilîyê di ber de bişkîne. Xirxal li gûzekê dixîne.

Li Bengladeşê cilûbergên konfeksîyonê yên kujer

Berîya ku atolyeyên li Rana Plaza yên li Daccayê hilweşin û bêhtirî hezar karkerî bikujin, dramên din şert û mercên kar ên li fabrîkeyên konfeksîyonê yên Bengladeşî raxistibûn ber çavan. Welat çawa kete rewşeka bi vî rengî?

Ji sedan metroyan birca birîqende ya ji camê ya ku bi tena serê xwe li ser xwe ye li peravên gola Hatirjheelê protezeke bajarê Londonê bi bîr dixe di nava bajarê holikan ên dêwane de.

Di çarçoveyê de bicihkirina cîhadê li bakurê Qefqasyayê

Çend rojan berîya bombekirinên 15ê nîsanê li Bostonê yên ku bûn sedema mirina sê kesan û birîndarbûna bêhtirî 200 kesî ku gelek ji wan bi giranî birîndar bûn, nûçeyeka xemgînker gihişte min ku digot hevalê min Moshe Gammer rehmet kirîye. Gammer profesorekî dîrokê bû li Zanîngeha Tel-Avivê. Ew û Marie Bennigsen Broxup ya ku bi xwe jî berîya wî bi çend mehan rehmet kiribû, di nava zanyarên pêşî de bûn ku li dîrok, civat û çanda bakurê Qefqasyayê lê dikola.

Ji Karakasê bêhtir nêzîkî Parîsê ye

Di stûnên nivîsên “Le Monde diplomatique”yê de rojnamevan Elena de La Souchère behsa xebatên Konferansa Inter-Amerîkî ya Punta del Este ya li Ûrûgûayê dike. Civîna berîya bi mehekê 14ê nîsanê pêk hatî – ji niha ve – întegrasyona aborî ya dewletên latîn-amerîkî wekî hilgireka herî bi hêz ya pîşesazîbûnê nas dikir.

Kêşeyek, kêşeyeka  bi rastî, şorişek di adetên çalakîyê û fikrê

Brezîlya xeyala Bolîvarê dike ya xwe

Pêkanîna yekîtîya duwanzdeh welatên Amerîkaya Başûr ji bo ku xwe ji serdestîya amerîkî xilas bikin: Li Brezîlyayê û li deverên din jî, herkes yan jî hema bibêje herkes piştgirîya projeya întegrasyonê dike. Lê belê dibe ku seferberîyeka bi vî rengî ya patron, sendîka, tevgerên civakî û memûrên payebilind tîne cem hev, rê li ber hegemonyayeka nû ya herêmî veke.

Ya esil ew e ku her tişt van zilaman li dijî hev radike. João Paulo Rodrigues ji ciwanîya xwe ve di Tevgera kesên ne xwedî erd (TBE) ya brezîlyayî de mîlîtanîyê dike.

Meriv di çend salîya xwe de pîr dibe?

Vê dema ku François Hollande û hikûmeta wî amadekarîyê dikin ji bo ku sîstema teqawidbûnê hişktir bikin, nîqaşvan behsa şerê nifşan dikin: qaşo kal û pîr jîyaneka rehet dijîn û ew sedema zehmetbûna jîyana ciwanan in. Dema meriv behsa kesên emrê wan zêdetir e ji 60 salî dike, ev ne yekem klîşeya modabûyî ye. Em dê bi hûrgilî li ser van pêşhikman bisekinin…

 

Bêyî ku pê bawer be Ewroskeptîsîzma David Cameron

"Edî meriv ji fikra derketina ji Yekîtîya Ewropayê re rêzê digire!" Vê 23yê çileya paşîn, Nigel Farage wekî ku pir kêfxweş bû dikir. Serokê Partîya Serxwebûna Îngilistanê (UKIP: United Kingdom Independence Party) ku ji mêj ve xwe wekî mexdûrê meyla ewropaparêz ya "elîta" brîtanî terîf dikir, kêfa xwe bi axaftina David Cameron dianî. Nîyeta serokwezîrê mihafezekar "zelalkirina" helwêsta Îngilîstanê di nava Yekîtîya Ewropayê de bû, wî êdî hebûna îhtîmala qutbûna Îngilîstanê ji Brukselê îfade dikir. Ev guhertineka sîyasî ya girîng bû.

Koçberîya ku li gorî awayê amerîkî tê ecibandin

Niha li Senatoyê reformkirina sîyaseta amerîkî ya koçberîyê tê nîqaşkirin. Hêvî ew e ku rê li ber dayîna mafê rûniştinê dê li yazdeh mîlyon kesên bêkaxez vebe. Ev tedbîra bala çapemenîyê û ya partîyên sîyasî dikşîne ser xwe, tedbîreka din dide jibîrkirin: ya bicihkirina sîstemeka nû ya dayîna vîzeyan ku wê giranîyeka taybet bide daxwaza şîrketan.