LMdK - Hejmar 44

LMDK PDF

Bûyerên Gezîyê û aştîya bi kurdan re

Di dawîya gulana 2013an de, Tirkîye bi bûyerên ku li Meydana Taksîmê rû dan û ji nişka ve li seranserê welat belav bûn ket rojeva tevahîya dinyayê. Daxwaza hikûmetê ya li Parka Gezîyê ku li meydana Taksîmê cih digire avakirina leşkergeh û navendeka kirîn û firotanê, bû sedemê destpêka nerazîbûneka giştî.

Li Stenbolê, li meydana Taksimê

Projeya wî ya ji nû ve avakirina qişleya osmanî [Topçu Kişlasi], "shopping-mall" û mizgeftekê li ser meydana Taksîmê demeka dirêj e behsa wê tê kirin, di çarçoveya vîzyona asoya Tirkîyeyê di sedemîn salvegera damezrandina komarê sala 2023yan de.

JI ÇAPEMENÎYÊ(44)

Kurdistan di berga kovara Zenithê de

 

"Mijara sereke ya hejmara meha tirmeh/tebaxê ya kovara almanî Zenith ê  Kurdistan bû. Kovarê di berga xwe de cih daye nexşeya Kurdistanê û vê pirsê dike; "Pêşîya vî welatî êdî dikare were girtin?" Kovarê di hejmara xwe ya dawî de 30 rûpel ji bo pirsa Kurdistanê veqetandîye. Zenith kovareka almanî ku 2 mehan carekê derdikeve û li ser mijarên sîyasî, aborî û çandî yên girêdayî welatên erebî û Rojhilatê Navîn rediweste, li ser pirsa Kurdistanê bi kurtî vê şi

Ji bo çi Erdogan hêvî dike dîsa bi ser keve?

<strong>Hezîranê bi dehhezaran kes li meydana Taksimê ya Stenbolê civîyan, belê herweha li seranserê Tirkîyeyê jî, wan qebqebû li hikûmetê kirin û gilî û gazin kirin ji jirêderketinên otorîter ên serokwezîr Recep Tayyip Erdogan.</strong>

Ji tengavîya Sûrîyeyê ber bi şerê herêmî ve

Amadekarîyên konferansa Cenevre 2yê dewam dikin, di heman demê de serketina hêzên hikûmetê yên ku Hizbullah pişta wan digire li Qusayrê û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya çekdarîkirna serhildêran mohra xwe li rewşa eskerî da. Tu tiştê ku îşaret bi dawîyeka nêzîk a şerî bike nîne. Berevajî: şer û alozî gereke bêhtir mezhebî dide xwe û li tevahîya herêmê belav dibe.

Kî dê ava Ҫemê Nîlê bi dest bixe?

<strong>Dema Etîyopyayê bi awayekî fermî destpêka avakirina bendava bi navê Vejînê li ser çemê Nîla Şîn da zanîn, rewşa jeopolîtîk ya deşta Nîlê bi carekê de guherî. Li Misirê ev biryar bû sedema tirseka mezin ya mayîna bê av û biryarê herweha alozîyên herêmî di mijara kontrolkirina çemî de gur kirin.</strong>

<p>Di 10ê hezîrana bihurî de, serokdewletê Misirê Muhamed Mursî ev gef xwaribû "<em>wekî serokdewlet ez vê yekê piştrast dikim ku em tevahîya alternatîfan li ber çavên xwe digirin.</em></p>

Dema pesnê azadîyan tê dayîn û koletî tê rewakirin

Sedema israra heyranîya lîberalîzmê, nezanîna bi rengê nirxandina wê ye. Dema meriv beşa wê ya aborî rexne bike, partîzanên wê li ser para wê di pirrengîya sîyasî û çandî de israr dikin. Bê navber guhertina mijarê dike ku meriv ji bîr bike ku lîberalîzm sîstema koledarîyê wekî tiştekî erênî dinirxand. Li alîyê din jî dibe sedema meriv pesnê neolîberalan bide bi pêkanîna guhertinên serxwebûn pêk anîn lê ku lîberalîzm pir caran li dijî wan rabûbû.