Wezîrê Nadirî û ‘Berevok’a wî
Ev du salên dawî ne ku çendîn car derfet û mecale dibînim ku serdana kurdên me yên Sovyeta berê, nexasim serdana kurdên me yên Asyaya Navîn bikim. Bi rastî jî cihê şanazî û serbilindîyê ye ku kurdên me yên Qazaxistan û Qirgizistanê, tevî ku 77 sal in ji Serhed û Kafkasyayê dûr in; dîsa jî çand, ziman, hûner û edebîyata me parastine, geş kirine û gihandine nifşên me yên îro.