LMdK - Hejmar 46, Îlon 2013

LMDK PDF

Pirzimanîbûn û forumên civatî

Demokrasîya beşdarîyê, birêveberîya berpirsîyar beramber çavkanî û çopan, bazirganîya adil, bernameyên kompûterê yên belaş...: forumeka civatî divê di nava rêxistina xwe bi xwe de guhertinên bi dilê xwe nîşan bide.

Ji nû ve nivîsandina Cezayira duh û îro

Ev "vegerên li Cezayirê" (1), pêşî vegera nivîskar bi xwe ye: Akram Belkaïd, hevkarê Le Monde diplomatiqueyê, welatê xwe salên 1990î terikand ji ber tehlûkeyên li dijî rojnamevanan û heta sala 2009an venegerîya welatê xwe.

Li Malezyayê hikûmet û civat ber bi hevberdanê ve diçin

Dîlemaya ji bo çînîyan ew e ka ew dê destê xwe biavêjin hêza sîyasî tevî ku ew jixwe xwedîyê hêza aborî ne, yan jî ew dê xwe li prensîpa parvekirinê bigirin, ya ku ji vî welatî tiştê ku îro heye çêkir." Axaftina Mahathir Mohamad (1) ê di navbera 1981 û 2003yan de serokwezîrê Malezyayê tîpîk e ji bo wan fikrên giştî yên birêveberên v&ici

Li Efxanistanê sêrgêjîya sîstema tendirustîyê

Kamyona piçûk a japonî ya ku du caran li bilindahîya bendên dora romorka xwe hatîye barkirin, çend sed metre dûr, li stargeha pêşî a li hev hatî çêkirin radiweste. Li vê dawîya biharê, deşta Gull Butta a li kevîya Kabulê ji alîyê bayekî sivik û hemû toz ve tê maliştin, ev ba merivan neçar dike ku rûyên xwe biparêzin.

Dîmenên paqij, şerên qirêj

Şerê nepenî... bêdeng... bê dîmen... xeyalî... bê dijmin... bê mexdûr... bê girtî û dîl...": hefteyên pêşî yên şerê li Malîyê kanûna paşîn a 2013an hem ji bo sazîyên çapemenîyê û hem jî raya giştî sergêjker bû.

Dîyasporaya kurdî di 'pêvajoya aştîyê' de dikare çi bike?

Di têkoşîna neteweyî ya gelê kurd de cihekî gelek girîng ya dîyasporaya kurdî heye. Nexasim, piştî darbeya 1980yê tevgera kurdî ya rêxistinbûyî hem di ronahîbûna sîyasî ya gelê kurd de û hem jî li derveyî sînorên Tirkîyeyê di anîna rojevê ya têgiha ku em wê wekî 'pirsgirêka kurdî' bi nav dikin de roleka mezin lîstîye.

Krîza aborî ya Qibrisê, gelo şansek e ji bo aştîyê?

Komara Qibrisê ku kete ber derba krîza malî ya dinyayê, di bin barê tedbîrên jixwekêmkirinên dijwar ên ku deyndêrên ewropî li ser wê ferz dikin de dinale. Lê belê li alîyekî din perîyoda niha heyî bi her halî dikare lihevanîna felekê be: derfeta çareserkirina pirsgirêka di navbera Bakur û Başûrê giravê de, welatê dawî yê Yekîtîya Ewropayê yê parçebûyî.

Stratejîyek ji bo ji nû ve qezenckirinê

Vegera rîtuelên dijberî hev li ser asta mezinbûna aborî, koçberî yan jî fakta dawî ya guhertî piştrast dike fikra ku dibêje nîzama neoliberal ketîye ser seyra xwe ya adetî. Weha dîyar e ku şoka krîza malî ew bi awayekî mayînde nehejandîye. Ji bilî li bendê mana danader a raperînên spontane ên ku wê rê li ber nerazîbûneka giştî venekin, meriv dikare li kîjan kirinên li pêş û rêbazan bifikire da ku rewşa giştî biguhere?