LMdK - Hejmar 48

LMDK PDF

Hejmar 48 - Tabloyên Arif Sevinç

Wênesazê vê hejmarê Arif Sevinç, di sala 1959an de li Bazîda ku bi ser bajarê Agirîyê ve ye hatîye dinê.
 
Hunermend Sevinç, perwerdeya xwe ya seretayî û ya navînî li Bazîdê û ya lîseyê jî li Qeyserîyê qedand.
 
Dema di Lîseya Qeyserîyê de dixwend, bi teşwîqa mamosteyê xwe yê wêneyê dest bi wêneyên qelemareş kir. Pêşangeha xwe ya yekem jî dîsan li vê lîseyê li dar xist.
 
Di sala 1982yan de dema xwendevanê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîjleyê bû, hate girtin. 4 salan di girtîgeha Amedê ya navdar, di 5 Noluyê de raza û di havîna sala 1986an de serbest hate berdan.  
 

Di navbera îdeolojîyan û avakirina neteweyan de

Ji bo aktorên sîyasî û întelektuelên kurd ên li Tirkîyeyê dîyar e pirsa li nasnameyeke kurd û avakirina neteweyan her diçe girîngtir dibe. Di heman demê de alozîyeke dîrokî-sîyasî ya îdeolojîzekirina şemayên çepgir û rastgir û herweha sinifandinên nû "pêşverû – mihafezekar – dînî - neteweyî" di nava kurdên li Tirkîyeyê de tên dîtin.

Damezrandina HDPê û dawîya BDPê

Bi damezrandina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, rêwîtîya ber bi tirkîyeyîbûnê, ya Abdullah Öcalan û kes û sazîyên di bin sîbera wî de, gihanek nû dest pê kir. Wekî tê zanîn, nêzikî du sal berê, di hevdîtinên xwe da Öcalan daxwaza damezrandina kongreyekê kiribû, bi qasî hatibû ragehandin, ew wekî  Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi nav kiribû.

Lampeduza

Berîya bi sih salan dema penaber ji sîstema sîyasî ya zordar a welatên xwe direvîyan, welatên dewlemend û çapemenîyê pesnê wan kesan didan ku îhtîmal e mişext bibin. Hingê hizir ew bû ku penaberan "azadî tercîh" kirîye, ango Rojava. Bi vî rengî muzeyek heye li Berlînê ji bo bibîranîna sed

JI ÇAPEMENÎYÊ(48)

 

Wall Street Journal

Wall Street Journal a 2yê kanûna pêşîn jî vê peymanê wekî lihevkirineke bi tehlûke ya bi Tirkîyeyê re bi nav dike û dibêje Bexda red dike ku lihevkirina di navbera Enqere û Hewlêrê de ya li ser xeta lûleyan de erê bike û ev jî firotina petrolê dereng dixe. Nûçe dibêje Bexda vê peymanê wekî neqanûnî dibîne û ditirse ku gavên bi vî rengî dozên din ên serxwebûnê yên herêman li Iraqê teşwîq bike. Nûçe nexasim balê dikşîne ser tehlûkeyên peymanê ji bo Tirkîye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dibêje ji ber ku Bexdayê peyman erê nekir, petrol jî naherike. Rîska ji bo Tirkîyeyê ew e ku Iraq dikare dozê li Tirkîyeyê veke ji ber ku ev petrol milkê neteweyî ye ji bo Iraqê û li dadgehên navneteweyî dikare bibe mijara dozê. Bi her halî rojname balê dikişîne ser helwêsta DYAyê ku hevdîtinên sêalî destek dike.

Amazon, alîyê din yê ekranê

Bi patronên Hollywoodê pesnê wan dide, ekranên wê yên pan û rengên meyxweş aborîya dîjîtal behsa nemateryalbûnê, horîzontalî û afirênerîyê dike. Lêkolîna li ser Amazonê rûyekî wê yê din derdixe holê. Ew rûyê fabrîkeya dêwane ya ku lê merivên kompûter wan kontrol dikin heta ku taqata wan namîne çalak in.

Xwe xelaskirina ji bacdayînê

Ger li ser malpera Amazonê pirtûkek li Spanyayê hatibe kirîn yan jî tozmijeka elektrîkî li Fransayê hatibe kirîn, hesabê wê ji alîyê şirketa Amazon EU ve li Luksemburgê tê birîn. Bi tenê du sed û sih û pênc mûçegirên wê hene û sala 2012an hecma wê ya bazirganîyê nêzî 10 milyar dolaran bû, lê belê bi xêra alimekî bihevvekirin û lihevanîna malî bi tenê 20.4 milyon dolar kar kir. Ew girêdanên neteweyî yên strukturên li Ewropayê bicihkirî yên ku karê bikêr ê şirketa navneteweyî dikin, kontrol dike: lojîstîk, marketing, têkilîyên bi dabînkeran re û hwd. Li serê herî banî yê vê pîramîda holdîngan rezerva malî ya şirketê heye, Amazon Europe Holding Technologies SCS; sê antîteyên li eyaleta Delaware a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwedîyê wê ne.

Peymana transatlantîk, tofaneke ku tehlûke ye ji bo ewropîyan

Nîqaşên li ser peymana pevguherîna serbest di navbera Kanada û Yekîtîya Ewropayê de yên ku sala 2008ê dest pê kiribûn, 18ê çirîya pêşîn bi encam bûn. Ev elameteke baş bû ji bo hikûmeta amerîkî ya ku hêvî dike hevkarîyeke bi heman rengî bi Ewropayê re bibe serî. Ev projeya ku şirketên navneteweyî bi dildarî pişt wê digirin nepenî tê guftûgokirin, ev proje wê destûrê bide van şirketan ku bi rêya dadgerîyê êrîşî dewletan hemûyan bike yên ku serê xwe natewînin li ber pîvanên lîberalîzmê.

Di sedsalîya wê de ROJÎ KURD

Rojî Kurd di 1913an de ji hêla Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî (Kürd Talebe-i Hêvî Cemiyeti) ve li Stenbola paytexta Osmanîyan hatîye derxistin. Rewşenbîrên kurd ên wekî Dr. Abdullah Cewdet, Salih Bedirxan, Babanzade Îsmaîl Heqqî, Necmeddîn Kerkûkî, Mesûdê Silêmanîyeyî, Evdilkerîmê Silêmanîyeyî, Fûad Temo, Necdetê Diyarbekirî, Lutfî Fikrî, Harputlu H.