LMdK - Hejmar 5

LMDK PDF

Baş û xerab, hertişt li xêra Goldman Sach’ê ye

Dewletan banqe rizgar kirin, beyî ku berdêla wê bixwazin. Banqeyan jî hêza xwe ya berê ku li hember dewletan bi kar dianî ji nû ve bi dest xist. Niha jî, ji ber derdê ku wan bi xwe anîbû serê wan, dewletan tengezar dikin. Lewre, gava ku krediya fermî kêm dibe, faîza deynan bilind dibe… Goldman Sachs’ê alîkariya Yûnanistan’ê kir ku bi dizî bi milyaran euro deyn bike. Bi dû re, bi armanca ku bi zagonên ewrûpî ku sînorê deynên fermî datanîn bilîzin, şîrketa Wall Street’ê ew şîret da Atînayê ku bikeve nava karine ecêb yên muhasebe û aboriyê.

Kurd li ser bircên Newroz’ê

Newroz belav dibe li dilê me. Tav rûyê xakê dagir dike, li dilê me hil tê. Şev li ber hîvê, li hember rûhîvan berxwenade. Tarî perçedibe, tarîstan dibiriqe. Jiyan diweje. Welatê nav dû çeman ber bi tav û hîvê ve diherike. Şêxsiwar li dilê însan hildide.
Ji roja ku cîhan afiriye ve careke din çerxa felekê berbi 21’ê Adarê ve digere. Careke din roj û şev dibin yek, careke din serma cîhê xwe dide germê, careke din tarî reşistana xwe ji rohaniyê re dihêle… Careke din Newroz silav dide me. Newroz a cîhanê pîroz be!

Li bazara cîhanî ‘stratejiya şokê’ tê nîqaşkirin

Çend sebeb hebûn da ku mirov bi temamî qanih nebe bi teza Naomi Klein ya li ser “stratejiya şokê”(i). Bêguman teza navborî gelek kêrhatî ye ji bo ravekirina gelek rewşan, nemaze ji bo rewşa welatên başûrî an jî aboriyên di rêya veguherînê de. Lê belê, ew ne xwediyê wê hêza ravekirina giştî ye ku bi awayekî nepenî dozê lê dike; û herwiha, gelek aşkera ye ku bicihkirina neolîberalîzmê di ekonomiyên goya pêşketî de, nabe bersiv ji bo modêla “şok”ê –lê bêtir tê me’naya birêvebirina biqedeme û “bi xwînsarî” ya ajandayekê ku her ku tê sepandin xwe sîstematîze dike û kûrtir dibe.

Ronahî tên hawara sedsala 21’ê!

Carinan, li hember jiyîna li vê mîlenyûma sêyem ku bergeha reş û tarî ye, mirov dikeve nava xeman. Baweriya ku pêşketin êdî ne weke ku mirov digot qey weha ye, û dem êdî bi şûn ve diçe bi ser yên din re dikeve. Gellek caran, ji aciziyê li hember xêrxwaziya ku di nava xelkê de belav bûye, giriyê mirov tê û mirov bi tirs ji xwe dipirse gelo bi rastî jî xatirdayin û tevlêbûyina hemû fikir û baweriyên ku hene bi tenê nîşana mecbûriyetên toleransê ye, an nîşana bêhişketina xeternak e… Bi kurtî, ev dewr mirov aciz dike û mirov dide pey hişyariya fikrî.

Paşila Dayikê

21’ê Çile di bername ya “les maternelles (paşila dayikê)” ya kanala televîzînonê France 5 de, jineke hestyar, kurtaja bêtevizandin a ku li nexweşxaneyekê hat serê wê, vedibêje. Em behsa kurtajeke ku beriya 40 salan pek hatiye nakin: Jina em behsa wê dikin emrê wê ji 25 salan kêmtir e û li keviya Parîsê (li banliyokê) dimîne.

Japonya di nava Şerê Cîhanê yê Yekem de

Vekirina deriyên Japonya’yê ku di sala 1854’an de bi zora keştiyên reş yên amîralê amerîkî Matthew Calbrait Perry pêk hat, berê Japonya’yê da pêşbirkeyeke mordenîzasyonê. Heta wê demê, bi tenê lengergeheke japonî ji bo bazirganiya navneteweyî hebû.

Di çarçoveya pêvajoya endametiyê de pirsgirêka kurd

Doçenta Înstîtûya Otto-Suhr a Zanista Siyasetê li Zanîngeha Azad a Berlîn’ê

Perspektîfa endametiya YE’yê û siyaseta YE’yê ya şertdanînê bandoreke êrênî li ser demokratîzekirina Tirkiye’yê kir ku nabe mirov vê yekê nebîne. Lewra hê jî divê ev motorê demokratîzekirinê li ser piyan were hiştin û bike bi pêvajoya demokratîkbûyînê re jî bi awayekî çêker bimeşe. Bi hevpariya endametiyê û raporên pêşketinê yên perîodîk ên Komîsyon’ê di destê YE’yê de amûrek heye ku pê dikare ji bo gav bi gav pêkanîna Pîvanên Kopenhag’ê zorê bike.

Bandora demokratîkker a perspektîfa endametiya YE’yê

Hetîketiyên civakî yên Pissaro

Hîseke xweş e mirov berhemekî bibîne ku ji hestên bi mirov re çêdike û wir de, bi awayekî cihê zêdebûna tiştên dikarin werin bidestxistin û ji dest dan, nakokî û şerên serdemekê radixe ber çavan. Ev berhem di heman demê de ferz dike ku mirov xeyala têkiliyên kêm dualî yên ku di navbera modernîteya hunerê û hesasiyeta siyasî de pêk tên, bike. Bi awayekî mirov ne li bendê, bi Pissaro hejiyaneke rohnîker peyde dibe.

Opozisyon di navbera statuya desthilatê û hêviyên xelkê de

Sedemê serekî yê hebûn û pêşveçûna bizava rizgarîxwaziya gelê kurd, dagirkerî û dabeşkirina Kurdistan’ê, înkarkirina hebûna gelê kurd û binpêkirina mafên kurdan e. Encama serekî ya vê yekê jî berxwedan û parastina vê bizavê ji xak û mafên kurdistaniyan re ye. Sedem û encam, yanî dagirkarî û berxwedan, mohra "opozisyon"ê liser bizava navborî çespand, û ew û hevrikê wê di navbera dû bereyan de dabeşkirin: Bereya gel û bereya dagirkerên xak û binpêkerên mafên gelê kurd (dijmin).