LMdK - Hejmar 6

LMDK PDF

Hejmar 6 - Ahmet Güneştekin

Ahmet Güneştekin di sala 1966’an de li Bakûrê Kurdistan’ê li bajarê Batman’ê ji dayik bûye. Di salên zarokatiyê de dest bi wênekêşiyê kiriye. Akademiya Hunerên Ciwan ya Zaningeha Mîmar Sinan xwendiye. Di sala 1997’an de li Stenbol’ê atolye ya xwe ya yekem vedike. Di sala 2003’an de pîşengeha xwe ya yekem bi navê rengên piştî tariyê vekir û gav avêt nav cîhana hunerê. Berhemên Güneştekîn ku tevlî bi dehan pîşengehan bûye, di gelek koleksiyonên taybet de cîh digre. Hunermend di weneyên xwe de bi giranî cîh dide mîtolojiya Kurdistan û Mezopotamya’yê.

Bûrqa; axaftinên vala

Diyar e fransiyên ku hejmara minareyên li Swîsre’yê û jinên bi “bûrqa” yên li Fransa’yê (sê sed û şêst û heft kes) dizanin, ji yên dizanin ku xezîneya dewletê piştî stendina biryareka “teknîkî” ji alî desthilata tenfîzî ve 20 milyar euro wendakiriye zêde ne. Bi rastî, beriya hejdeh mehan, li cihê ku hikûmeta Fransa’yê alîkariya ji bo bankayên li ber îflasê têxe ber şertê beşdariya bi sermiyanên wan yên ku dikarîbûn piştre bên firotin bi qazenceke girîng, wê deynek bi şertên ku, van bankeyan bawer nedikir, da wan.

Şerê Armageddon li rê ye

Li gor cîwanokên İsewiyên protestan ‘Armageddon’ şerê dawîn yê navbera xristiyan û muslumana ye. Heman bawerî di nav muslumanan de jî wek hatina Mehdî û şerê wî bi Yecuc û Mecûc re tê îfadekirin.
Li gor fundamentalîstên protestan ji bo ku Îsa Mesîh careke din were jiyanê divê di navbera xristiyan û muslumanan de şerê nihayî yanê ‘Armageddon’ biqewime.

Rûsya di rêya kê de dimeşe? admin Do., 08.04.2010 - 15:00

Dîroka “evîna platonîk” a di dirêjahiya sedsala 20’emîn de di navbêra kurd û rûsan de rûda, ji gazinca kurdê aşiq a li ser nankoriya rûs a maşûq pêk tê. Nêzîkbûna gelê Rûsya ya empatiyê û liberketina wan a ji bo kurdên bindest û nêzîkbûna gelê kurd ê ji ber bindestiya xwe hînî psîkolojiya lêgerîna piştgiriyê bibû ya ji bo “Sovyeta mezin/gelê Rûsya” ku weke rizgarker didît, di dirêjahiya sedsala 22’an de berdewam kiriye. Radeyeke wiha ya têkîliya watevî, di ti dema dîrokê de wernegeriyaye encamên siyasî.

Cîhana bê nûkleer ya Barack Obama

Çend deh gotinên bibawer karibûn bibin sedemê ku Serok Barack Obama xwe berbi girtina Xelata Nobel’ê ya Aştiyê bike. Bi vî awayî ew bû lewendê derdorên dijî çekan û di hin aliyan de kêmaqilê derdorên fanatîkên nûkleerê.

Rexne li alîkariya navneteweyî?

Alîkariya navneteweyî “cotkariya bingehî xerab kir, sîstema parastina civakî hate xetimandin, bi awayeke indîrekt bû sebebê mirin û nexweşiyên ku dikaribûn neqewimîna .” Navenda Ewrûpa-Welatên Sêyemîn (Cetim) di bin dokûmanan de hatiye pelçiqandin. Alîkariya ku ji bo welatên feqîr tê dayîn pir kêm e, ew qasê derfetên ku ji bo qebûlkirina penaberan, ji bo pêşxistina fransî li derve û ji bo bûrsên ku ji bo xwendevanan tên dayîn tine.

Mantiqa hêza ku bêfikara stratejîk e

Hemû pevçûnên di navbera welatên ereb û Îsraîl’ê de (1948, 1956, 1967, 1973) derketine, -berî peymana aştiyê ya dîrokî ku di navbera Tel Avîv û Kahîre’yê de, di sala 1979’an de, hatiye îmzekirin- weke şerên klasîk bûn: Şerwanên di nava pevçûnan de îtiraz li çekên konvansiyonel dikirin, weke ku wan îtiraza stratejiyên konvansiyonel dikirin. Balefirokiya ku ji aliyê tankan ve dihat komandekirin jî wê demê roleke girîng dilîst. Sedemê hebûna Îsraîl’ê tim li paşiya pevçûnên wê maye, digel ku rastiya gefan pir hatibûn mezinkirin, tenê paşeroja pevçûna 1948’an nediyariya xwe hê diparêze.

Revolución o muerte!

An şoreş an mirin! Tekoşîna bi armanca têkbirina dîktatoriya pîr ku ji çil salî vir ve Nikaragua’yê weke hacienda xwe birêve dibir pir bizehmet û çetin bû. Li hemû derê vê yaxa golên pembe û bi volkanên zer şer hate meşandin. Ev tê wateya ku eşqa gelêrî ji 19’yê Tîrmeh a 1979’an şûnde, dema ku bi çekan hilbijartin pêkhatin, muchachos’yên Eniya Sandinîstan a Rizgariya Neteweyî (FSLN) pir pêş de çû û general Anastasio “Tachito” Somoza ji cihê wî qetand.

Tel Aviv ji Parîs û Washington’ê re dide ser hev

Di Kanûn a sala 2009’an de, li Qudûs’ê polîsên Îsraîl’ê davêjin ser Navenda Çanda Fransa. Armanca wan ew e ku berpirsiyarên payebilind yên fîlîstinî ku xwe sipartine vê saziyê bikşînin lêpirsînê.
Roja 22’ê Hazîran a 2009’an, leşkerên Îsraîl’ê Berpirsa Navenda Çanda Fransa ya Naplus’ê bi darê zorê ji seyera wê ya dîplomatîk derdixin, ew davêjin erdê û bi pihînan lêdixin. Yek ji leşkeran hingê jê re wiha dibêje: “Ez dikarin te bikujim.”