LMdK - Hejmar 7

LMDK PDF

“Dema ku dewlet bibe mijar, girîngiya dadê namîne”

Di 12’ê Nîsana 2010’an de, li Samsûn’ê, li dij Ahmet Türk, ku serokê Partiya Komelgeya Demokratîk bû, ku ev partî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin, û endametiya wî ya parlementoyê hatibû betalkirin, êrîşek pêk hat. Êrîşbir bi kulmekê pozê Ahmet Türk şikenand. Ahmet Türk û hevalên wî li Samsûn’ê amade bûn da ku rûniştina darizandinekê, ku dadgeha bilind ji Mûş’ê rakiribû Samsûnê, bişopînin.

Kurd û self-determination

Di sedsala 20’an de çendîn gelên cîhanê azadiyên xwe bi dest xistin û dewletên serbixwe damezirandin. Ev yek carna bi rê û rêbazên dîplomatîk, carna jî bi têkoşînên çekdarî pêk hatin. Koloniyên kevn ên li Asya û Afrîka’yê û her weha Îsraîl’ê jî dîsa di vê demê de serbixwebûna xwe bi dest xistin. Heta filistîniyan jî dewletek damezirand. Di sala 1971’an de Bengladeş ji Pakîstan’ê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand. Ev pêvajo di sedsala 21’an de jî berdewam dike. Çekoslovakya ya berê jî niha du dewletên cihê ye.

Li Kirxizistan’ê, ji şoreşeke ber bi yeka din ve

Beriya deh salan li navenda Qafqasya’yê, Kirxizistan wekî ''cenneta demokrasiyê'' bû, ew niha li ber kêleka teqîna şerekî sivîl e. Roja 6’ê Nîsan’ê, li dijî zêdebûna buhayên enerjiyê û gendeliya di nava erkanê dewletê de çêbûyî, şêniyên bajarê Talas’ê, ku li bakurê welat e, daketin nava kolanan. Di heman rojê de wan hin navendên girîng ên dewletê girtin destê xwe û alîkarekî serokwezîr û her weha wezîrê navxweyî jî rehîn girtin. Rojek şûn de bûyer gihîşt heta Bîşkek’ê, paytexta welat. Li wê derê 5000 kes çûn bi ser qesra serokatiyê.

Hrant Dînk û Komkujiya li Tirkiye’yê

Mêrkuj çar mîtroyan dûrî min runiştiye. Ez li wî dinihêrim, ew jî li min û ez difikirim ka ji bo çi ez li nav çavên mirovekî, yê ku mirovekî din kuştiye, mêze dikim. Ez li dilxerabî û dijminatiya wî ya li dij mirovatiyê digerim, le belê bi tenê xortekî cilreş û cavreş ê destgirêdayî û awirên bêwate dibînim. Ew paniya pêlava xwe li erdê dixe. Gelo destgehên tirk dixwazin hemû kartên xwe li ser maseyê birjînin û ji ber kuştina Hrant Dink li hember tawanbaran darizandineke bi dad bimeşînin yan na?

Alexandre’ê mezin û nêviyên wî yên wenda

Ji bo wan rojavayiyan ku hîna jî li Pakistan`ê dikevin pey geşteke serpêhatiyane, gera li geliyê dûr ê Şîtral ê li herêma Hindou-Kouch’ê, ku dikeve nav tixûbên Afxanistan’ê, yek ji aliyên herî balkêş ê rêwîtiyê ye. Di nava vê dekora xwezayî de, ku mirovan matmayî dihêle, heger rêya wan rêwiyan bikeve warê gelê kalash, ewê bibin xwedî heman hestan ku Alexandre’ê Mezin di dema dagirkirina herêma Persiyan de, li bajarê Nysa’yê , hîs kiribû. Qewmê vî bajarî bi awayekî ecêb, wekî ew li welatê wî ji dayîk bûne, rojane îbadet û rîtuelên bi awayê Dionysos pekdianîn .

Di nava werçerxeke gerdûnî de

Ya rastî ew tiştê ku mirov bi awayekî lezgîn û bi kurtî, navê “globalbûnê” lê dikin, yan jî bi navê gelekî îdeolojîk ê “gerdûnîbûnê” dihê nasîn, bi awayekî gelekî nakok pêk hat. Yên ku ev nav lê kirin jî guman nedikirin ev nakokî ew qasî mezin e. Wan xwest ku li ser mirovan ferz bikin da ku bibin xwediyê nihêrînekê ku pesnê dîroka modern bide. Wan her weha ya bihurî yan ji bîr dikir yan jî piçûk dixist, sedemên muxalefetan ku bandor li serdeman kiribûn îhmal dikir. Wan yan lîberalbûnên li pergala nû ya dinyayê hemû piçûk dikirin, yan jî wekî kevneperestî dinirxandin.

Kunên di mertalê de

Fikra Peymana Belavnebûna Navokî (Nukleer) di salên 1950’î de dest pê kir. Di vê demê de sê welat (Dewletên Yekgirtî, Rûsya û Brîtanya) ji xwe xwediyê çekên navokî bûn û du dewletên din Fransa û Çîn'ê jî lêkolînên xwe dewam dikirin. Çavdêran qet guman jê nedikir ku her du jî wê bigîhîjin armanca xwe (Parîs di sala 1960’î de bû xwediyê çekên navokî û Pekîn jî di sala 1964’an de). Ji ber ku di vê mijarê de xwediyê hêza herî pêşketî bû, Dewletên Yekgirtî têkildarê sereke yê bisînorkirina pêşbirka çekên navokî bû.

Qirkirina Asûriyan

Di 11’ê Adara bihurî de parlementoya Swêd’ê biryarek erê kir û bi vê biryarê di Şerê Yekemîn ê Cihanê de qirkirina ermenî, asûrî, suryanî, keldanî û rûman nas kir. Nerazîbûna fermî ya Komara Tirkiye’yê weha bû; paşvekişandina balyozê xwe yê li Swêd’ê û zextkirina li hukûmeta Swêd’ê. Ev krîza dîplomatîk bi îhtîmaleke mezin baş dihê zanîn û weha xuya ye ku çareser bûye. Lê belê ez wisa bawer dikim ku vê krîza dîplomatîk agahiyên sebaret bi tiştê ku parlemana Swêd’ê erêkirî vedişartin.