LMdK - Hejmar 8, Hezîran 2010

Hejmara Hezîranê

LMDK PDF

Ji evîn û ji tozê

Nivîskar: Ernest J. Gaines
Wergera ji amerîkî: Michelle Herpe-Voslinsky
Weşanxane: Liana Levi, coll. « piccolo », Paris, 2010, 256 rûpel 9 euros.

Louisiane. Di nava zeviyeke bejayî, hişk û zuha de, mirovên reş bi kedkarî dixebitin. Di ser wan re, mirovên sipî, hukumdarê herêmê tenê emir û fermanên xwe dibarînin. Lê hatina mirovekî, mirovekî bi tenê, Markus, her tişt dikare buguherîne. Cîhana ku em tê de dijîn, îro li ber serûbinbûnê ye. Mêzîna sîstema kevin xirab bûye. Tirs û fikar bersivên xwe dibînin.

Kabûsa stratejên rojava

Dema ku Amerîka û hevalbendên wî yên Hevgirtina Atlantîk’ê (NATO), li Afganistan’ê, rastî zehmetiyên, ku di sala 1979’an de Artêşa Sor rast hatibû, dibin, wê demê stratejên rojavayî hewl didin ku paşerojê niqaş bikin, daku ji pirsgirêkên îroyîn re çareseriyan bibînin.

Dema ku binê hewayê sor bû

Quand le fond de l’air était rouge, (dema ku binê hewayê sor bû) hejmara taybetî ya le Monde diplomatique, 196 rûpel, 12 euros. Li firoşgehan.

Kontrola koçberiyê weke ihale dane welatên cîran

Ewrûpa’yê dîwarên xwe guherandin. Berî bîst salan, li Berlin’ê, berpirsên neteweyên demokratîk tev bi hevdengî hilweşîna dîwarê bi navûdeng weke serkeftin pêşwazî kirin. “Herkes xwedî maf e ku karibe, welatê xwe jî di nav de, ji her welatî derkeve.” Ev Xala 13’an ya beyannameya mafên mirovan ya gerdûnî ye ku di sala 1948’an de hatibû qebûl kirin. Bi derengî be jî, êdî derfetên ji bo pêkanîna vê xalê derketibûn holê.

Bankayeke ne wekî yên din admin Sa., 12.06.2010 - 18:56

Di 2005’an de, wezîrê berê yê aboriyê yê Ruwanda’yê Donald Kaberuka ku bi dilsoziya xwe ya ji bo pêşxistina aboriya parzemîna Afrikayê dihê nasîn, bi alikariya piraniya Hîssedaran (ji % 78,82 yê hemû Hîssedaran) wekî serokê Bankaya Pêşxistinê ya Afrîka’yê (BAD) hat peywirdarkirin. Wî di sala 1994’an de, piştî komkujiya li Ruwanda’yê, di pêşxistin û nûjenkirina aboriya vî welatî de roleke girîng lîstibû.

Li welatê ku toj lê hil tê dîplomasiya Mîkado

Li heremeke ku çarenûsa wê nayê zanîn, Japonya diwxaze ku dewra wê ya navneteweyî bê naskirin. Lebelê hikûmeta Japon nikare ji Amerîka veqete. Dibe ku hikûmeta Japonya bedela vê mecbûriyetê di hilbijartinên meha tîrmehê de bi awayeke giran bide. (Serokwezîrê Japonya ji ber ku di hilbijartinan de sozê rakirina baregeha leşkerî ya Amerîka dabû û nikaribû ev soz pêk bîne hefteyên borî îstîfa kir. Notê LMD-kurdî)

Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê admin Sa., 12.06.2010 - 19:18

Krîza nasnameyê li cem Îslamiyên Urdun’ê

Pêşketina bihêz, a Hamas’ê ku di van salên dawî de pêk hat -bi taybetî ji serkeftina wê ya Çile ya 2006’an û vir ve, ew bûye parçeyeke hilbijartinên giştî- li ser axa ku ji aliyê Israîl’ê ve hat dagirkirin, wekî li ser diyaspora filîstinî heye, li ser jiyana siyasî ya Urdun’ê jî ew bûye xwedî bandoreke girîng. Bi taybetî di nava rêxistina Birayên Musulman de ev rastî pirtir dixuye. Ji ber ku Birayên Musulman hêza sereke ya vî welatî ye û bûye sedem ku di nava rêxistinên filistînayan de û di barê têkiliyên bi hukûmetê de nakokî çêbibin.

Li Misir’ê çîna nû û şoreşa civakî

Di pûşbera sala 1967’an de, artêşa îsraîlî êriş dibe ser komên koalîsyona ku ji hêzên Misir, Sûrî û Ûrdûn’ê pêk dihat û wan têk dibe. Vê dîrokê ne bi tenê têkçûna xeyalên yekîtiya herêmê destnîşan dikir, her weha serokê misirî Cemal Abdul Nasir jî tîne hişê mirov. Wê ne bi tenê têkşikestina nasyonalîzma ereb û destpêka bilindbûna îslamiyeteke polîtîk a bi şêweyên cihêreng îmze dikir û ne jî bi tenê destpêka tevgereke muhafazakar a cîhadeke cîhanî diyar dikir.

Selefîzm an jî guhertina îslamî ya bi îstîqrar

Ji salên 1970’î û vir ve dikên siyasî yên ereb li dora sê helwestên “misilman” reng digirin: Sofî navdar in bi dengdana rejîmên heyî, Birayên Misilman bêhtir bi dijberî û dengdayîna li dijî rejîman tên nasîn, li aliyê din selefîst hilbijartinan weke hêmanekî ku civakê ji hev parçe dike dinirxînin û tercîh dikin ku xwe dûrî sindoqên hilbijartinan bigirin (beşa di çarçoveyê de bixwîne).