LMdK - Hejmar 9

Hejmara Tîrmeh û Tebax'ê

LMDK PDF
Download PDF13.06 MB

Civata rêzdar, Împeretoriya bêrûmet

Li Fransayê bablîsokeke eşkerekirinê dibe sedema ku mirov di ciyê xwe de bişeqize… Tê gotin ku birêvebirên siyasî bi berdewamî milmilaneyê –him jî bi dostaniyeke jidil- bi mêr û jinên karsaz re dikin. Ev karsaz partiyên birêvebirên siyasî -û kampanyayên wan- fînanse dikin. Li hemberî vê xizmeta xwe, ew jî dê kêmkirineke hêja a mîqdarê baca xwe bi dest bixin. Ya hîn balkêştir: kêmkirina baca li ser hatiniya pirr (nêzîkî 100 milyar Euroyî li ser deh salan) e, ku wê bi taybetî bibe xwedî îmtiyaz ...

ji Hewldana Çareseriyê ber bi Şerrê Navxweyî ve

Hewldana Vebûna Kurdî ya ku Hikumetê tebaxa sala çûyî dabû destpêkirin, kiribû ku di pirsgêreka Kurd de hêvî ji nû ve û bi awayekî xurt vejiyana. Ji bo çareseriyê şertên derve û yên hundir guncav dixuyan. DYA’yê plana xwe ya vekişîna ji Iraqê eşkere kiribû. Meşandina vê planê bi awayekî eşkere li Kurdistana Iraqê bi “parastina îstîqrarê” ve girêdayî bû. Ji aliyê îstîqrarê ve, diviya têkiliyên Birêvebiriya Herêma Kurdan ya Iraqê û Turkiye’yê bihatana “normalîze” kirin. Di vî karî de şertê herî girîng ew bû ku PKK êdî nebûya “faktora serêşandinê”.

“Rûyên Reş û Maskên Sipî”

Modernîzm weke teorî li hember Teoriya Emperyalîzmê derketiye. Galtung têkiliya emperyal weke bikaranîna hêzê ya ji bo têkiliyên newekhev têdigihê ku neteweya navendî li ser neteweya li kêlekê bi kar tîne. Modernîzm têkiliyên ser-bin û derdor-navend’ê weke pirsgirêkên binyadî yên nava pergalê dibîne ku li gora wê, pergal bi xwe dikare heq ji wan derkeve. Li Tirkiyeyê teorîsyenên ku meyla wan li ser rastgiriyê ye xwe baş li teoriya Modernîzmê girtine, fikra çepgir jî her li derve li Emperyalîzmê gerriyaye, nexasim Antî-Amerîkanî weke Antî-Emperyalîzm fêm kiriye.

Îran û Rûsya, di navbera hevkarî û xirecirê de

Biryara Lijneya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ya ku pêşbîniya mueyîdeyên nû li dijî Îranê dike, bi dengên 12 ji 15 endamên Lijneya Ewlekariyê ve di 9’ê hezîranê de hate qebûlkirin. Tirkiye û Brezîlyayê li dijî vê biryarê dengên xwe dan. Tevî ku herkesî texmîn dikir ku dê bandoreke berbiçav a vê biryarê nebe jî, ew rêya mueyîdeyên dualî yên ku YE û DYA dixwazin pêk bînin vedike. Ev dengdan di heman demê de dibe sedema têkçûyina baweriya di navbera Tehran û Moskovayê de.

Dialogeke banal di navbera Chomsky û guhdarên wî de

Zimannas û çalakvanê amerîkî Noam Chomsky, li ser vexwendina Le Monde Diplomatique’ê di navbera 28’ê gulanê û 1’ê hezîranê de li Parîsê bû. Chomsky, li Théâtre de la Mutualité û li Collège de France, di salonên heta ber dev tije de, hin koferans dan. Di encama axaftinên wî de, nîqaşên bi guhdaran re rê li ber danûstandineke fikiran ya rengîn û dewlemend vekir ku li ser mijarên îro bû. Vane hin beşên wan axaftinan.

Beşdarek pirsa nebûna aliyê civakî ya di siyaseta ewropî ya aboriyê ya nuha de ji xwe dike. Chomsky analîzeke cuda ya vê rewşê peşniyarî wî dike.

Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, peywendiya parêzerî û siyasetmedariyê

“Arîstokrasiya amerîkî li dadgehê him parêzer e, him dadger e.” Ev tesbît yek ji çavdêriyên Alexis de Tocqueville e ku ji rastiya xwe tu tişt wenda nekiriye. Li Fransayê parêzerekî derdorên kar û bazirganiyê weke serokkomar hat hilbijartin. Ev yek dikare weke nimûneyeke îstisnaî were qebûlkirin. Lê belê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdehiya parêzeran ya di ast û qedemeyên desthilatdariyê yên herî bilind de pirr balkêş e.

Destana Şerrê Îspanyayê

Ev berhem ji wan pirtûkan e ku tê de serpêhatiyên eşqiyatî û drama, çîrokên xeyalî û dîroka rastîn bi hostatî li hev hatine hûnandin û, bi giştî, bûye weke tabloyeke humanîst ya tijî macera. Em behsa pirtûka Ramon Chao ya bi navê Odysseya Winnipegê dikin. Bi tenê kêmasiyeke piçûk heye : sernivîs yan jî navê pirtûkê yê firansî mixabin bi têra dewlemendiya naveroka romanê nake.

Fatoreya salên Margaret Thatcher admin Do., 02.09.2010 - 12:08

Jim Doherty kesekî teqawîtbûyî yê ji derveyê norman e. 62 salî ye û li taxa Parkheadê ya li rojavayê Glasgowê ku li wê derê temenê mirovan, heger tu li navê bixî, li derdora 53,9 salan e. Li ser karî qeza derbas kiriye, lewma ew her mehê 560 sterlîn meaş werdigire û cixarê jî dikişîne. Ji me re dibêje « mêze bikin, di wê navberê de jî perdeyan vedike. Li wê dera hanê, karxaneyeke hesinan (metalurjî) hebû. Di wê karxaneyê de 8000 kesan kar dikir. Li paş wê, 3000 karker di karxaneyeke erebeyan de dixebitîn.