Helbestvanên dil, xew û xemrevk

Helbestvanîya zimanê kurdî ji her alîyê ve gihîştiye asta bilind a cîhanê. Ji helbestên klasîk heta yên modern, ji post-modern heta piştî post-modernê jî, her awa nûnerîya helbestvanîyê li Kurdistanê heye. Sedema pêşketina helbestvanîya kurdî piştrastîya xwe ji dîroka çanda kurdî ya devkî digire; ji berê ve dengbêj, stranbêj û çîrokbêjan şevbêrkên civaka kurdî xemilandine û bûne kanîya afirandêrîya hestên berz û kûr.

Destpêka nivîskarîya kurdî bi helbestê ye. Helbest wek stran, wek destan hatiye honandin. Jixwe destpêka nivîskarîya cîhanê jî cudatir nîne, mirovan berî çîrok û çîrokbêjîyê, hestên xwe bi stran, destan û efsaneyan derbirîne. Hestên xwe kirine awaz li peyvan siwar kirine û di nav deşt û newalên xem û şadîyê de gerandine.

Zimanê kurdî di gelek qonaxên cuda de, bi stran û çîrokan, destan û metelokan xwe zindî hiştiye û bi devkî gihîştandine heta dema nivîsê, lê nivîs ji bo çand û zimanê kurdî hertim li paş vegotin û ravekirinê maye; yanî devkî li pêş bûye. Rewşa vegotina devkî ber bi nivîsê ve demeke dûredirêj ajotiyê heta ber bi sedsala 10ê ve. Eger em Elî Herîrî û Baba Tahîrê Hemedanî nejimêrin, helbestvanîya nivîskî piştî (ger Mela Ehmedê Bateyî 1417–1491 awarte bê pejirandin) sedsala 16ê dest pê kirîye. Du pêşengên vê demê hene ku di nav helbestvanîya kurdî de gelek payebilind in: Melayê Cizîrî (1570-1640) û Feqîyê Teyran (1590-1660). Helbest ji bo wan her du helbestvanên gewre dihat maneya huner û afirandinê, şanîdana hêz û bedewîya zimanê kurdî di asta berz de.

Piştî wan her du helbestvanan, helbest bi Ehmedê Xanî (1651-1707)re berê xwe dide zanyarîya neteweyî; hestên raman û zanyarîya xwenasînê, rêyên serfirazîya ji bin desthilatîya dijminîyê, nebûna desthilatîyeke kurdewarîyê, nebûna rêzdarîya pênûs û hilberîna hişmendîyê dibin mijara berhemên vî helbestvanê gewre yê sedsala 17ê.

Nêzîkî du sed sal demeke rawestî dest pê dike; hew berhemên nivîskî hene heta sedsala 19ê. Eger hebin jî kêm in û bi piranî negihîştine roja me. Di sedsala 19ê de ronesansa kurdî ya helbestvanîya zimanê kurdî dest pê dike û êdî hew radiweste û heta roja me berdewam e. Gelek helbestvanên gewre berhemên wê sedsalê ne, çend nav ji bo nimûne: Nalî (Mela Xidirî Ehmedî Şaweysî Mîkayelî, 1785-1855), Mewlewî, (Evdilrehîmê Seîd 1806-1882), Hacî Qadirê Koyî (1815-1897), Mehwî (Mela Muhammed Mela Osman Belxî, 1830-1906), Pîremêrd (Tewfîq Mehmûd Hemze, 1867-1950), Şêx Rizayê Talebanî (1835-1909), Wefayî, (1838-1912), Qanî (Mihemed Kabulî, 1898-1965), ûwd.
Sedsala 20ê bi heman awayî berhemdar e: Evdila Goran (1904-1962), Cigerxwîn (Şêxmûs Hesen, 1903-1984), Osman Sebrî (1905-1993), Qedrî Can(1911-1972), Yûnis Dildar (1917-1948), Hejar (Ebdurehman Şerefkendî, 1920-1990), Hêmîn (1921-1986), Ehmed Herdî (1922-2006), Seydayê Tîrêj (1923-2002) Heciyê Cindî, Faîk Bêkes, Casimê Celîl ûwd.

Û çend helbestvanên dema nû: Şêrko Bêkes, Evdila Peşêw, Ehmed Huseynî, Eskerê Boyik, Zeynel Abîdîn, Jan Dost, Rojen Barnas, Ferhad Pîrbal, Rênas Jîyan, Seydayê Keleş, Selîm Biçûk, Sebrî Botanî, Kawa Nemir, Hêvî Berwarî, Xelîl Duhokî, Xelat Ehmed, Selwa Gulî, Nesrîn Fexrî, Goran Haco, Wezîrê Eşo, Jana Seyda, Kejal Ahmed, Huşeng Broka, Tengezarê Marînî, Xamevan û gelekên din.

Di dema nû de gelek helbestvan hene û her diçe hejmara wan zêdetir dibe. Eger navên wan di nav vê nîvrûpelê de bi cî nebe, ew tê maneya dewlemendîya helbestvanîya zimanê kurdî.

Mirov dikare helbestvanîya kurdî ji gelek alîyan ve dabeş bike; ji alîyê qonax û serdemên dîrokê, ji alîyê naverok û şeweyên nivîsandinê, ji alîyê mijar û formê ûwd. Helbestên klasîk (dervayê hin destan û efsaneyan) bi piranî bi wezin hatine nivîsandin. Şêweyê ristesazîya wan wek mijar û naveroka wan gelek xurt e. Xwe bi pîvana kîte û erûzê girê dide. Xwedîyê çarîne û hejmaran e, riste bi heman û pircûre hejmaran lê lihevhatî tên bi kar anîn.

Li tenişta helbestên bi pîvan tên nivîsandin yên bê pîvan jî hene û her diçe bê pîvan xurtir dibe. Pir caran gava helbest bi pîvan be, wek klasîk tê bi nav kirin, lê her helbestên bi pîvan nabe klasîk. Klasîk hinek jî bi dem û serdemê ve girêdayî ye, qaîdeyên klasîk divê seranser û sedesed bên cî, wekî din nabin klasîk. Dema me serdema helbestvanîya serbest yanî bê pîvan e, lê her helbesta serbest jî nabe helbesta hevdem yan a nûjen.

Serdema em tê de dijîn dîsa jî, ji alîyê helbestvanîyê ve berhemdar e, şêweyên nû derdikevin û asta helbestvanîya kurdî ya nû li paş asta helbestvanîya cîhanê nîne. Ji alîyê helbestê ve berhemên kurdî dikarin bi serbilindî xwe bidin ber berhemên cîhanê û bi wan re, bi hev re di govenda çanda gelên din de carûbar serkêşîyê bikin.