Her du rûyên dewletê

Translator

Kêlîya ku dewlet dev ji serwerîya xwe ya budçeyî berdidin û didin dest dezgehên di ser neteweyan re –nexasim yên ewropî– sosyolojîya dîrokî bi bîra me dixe ka di nav dînamîkên întegrasyonê de ji şidet û desteserkirina mal û milk çi heye.

Terîfkirina pêvajoya avakirina dewletê, terîfkirina pêvajoya pêkanîna sektoreke civakî ye, ango komeke civakî ya girtî (mîkrokosmek e) ye ku di nav cîhana civakî ya li derdora xwe de têra xwe serbixwe ye. Di vê mikrokosmê de lîstikeke taybet li dar e, lîstika siyaseta rewa. Weke nimûne, afirandina parlementoyê, cihê ku bi awayekî eşkere, maqûl, li gor qanunê û li hemberî herkesî li ser pirsgirêkên di navbera komên xwedî berjewendîyên cuda de nîqaş lê pêk tên. Marks tê de bi tenê pişta perdeyê didît: Bikaranîna vê metafora şanoyê û mîzansena pêvajoyê, ser wê rastîyê dinixumand; yên ku ben di destê wan de biryarê didin, armancên bi rastî û hêzên bi rastî ne. Ew li deverên din in. Avakirina dewletê avakirina qadekê ye ku wê polîtîka lê dîyar bibe, wê xwe bike sembol û wê formên dramatîk bigire.

Ketina nav vê lîstîka siyaseta maqûl û rewa, tê maneya xwedibûna wê çavkanîya hêdî hêdî hatî berhev kirin ya bi navê "gerdûnî". Di peyva gerdûnî de, di helwêstên gerdûnî de mirov dikare li ser navê herkesî, li ser navê gerdûnê yanî tevahîya komekê biaxive. Mirov dikare li ser navê ya başîya giştî behsa tişta baş a ji bo gelemperîyê bike û bi vî awayî xwe bike xwedîyê wê. Ev prensîpa "Bandora Janus" e: Hin kes hene ku xwedîyên imtîyaza gerdunîyê ne, lê mirov nikare bibe xwedîyê gerdunîyê bêyî ku di heman demê de monopolê gerdunîyê be. Kapîtala gerdûnîyê heye. Pêvajoyê ku tê de merciyeke birêveberîya gerdûnî heye, nikare dûrî pêvajoyeke pêkanîna kategorîyeke hêmanan be ku xisleta wan xwe xwedîkirina gerdûnîyê ye.

Ez mînakekê di warê çandî de didim. Afirandina dewletê pêvajoyek e ku tê de rêzeke navendîkirina çavkanîyên cihê heye: Navendîkirina çavkanîya agahîyan (statîstîkên ku bi riya lêkolîn û raporan çêdibin), ya sermayeya lînguîstîk (fermîkirina şiklekî axaftinê ye ku dibe zimanê desthilatdar û hemû zimanên din ji xwe bêqîmettir û xirabtir dike). Ev pêvajoya navendîkirinê ligel pêvajoyeke jidestdanê dimeşe: Weke paytext avakirina bajarekî, weke cihekî ku şêwazên kapitalê hemû tê de kom dibin (1) tê maneya weke bi jidestdana kapîtalê avakirina derdor û melbendekê; maneya fermîkirina zimanekî ew e ku mirov zimanên din hemûyan dike zarava. (2)

Çanda rewa, çanda ku ji alîyê dewletê ve tê misoger kirin e, ji alîyê vê sazîyê ve ku sernavên çandê misoger dike, ya ku dîplomayên xwedîbûna çandekê misoger dikin, dide. Bernameyên perwerdeyî pirsgirêkên dewletî ne; guhertina bernameyekê tê maneya guhertina şiklê belavbûna kapîtalê û tinekirina hin şewazên kapitalê. Weke nimûne, ji holê rakirina perwerdeya zimanên latînî û yewnanî tê maneya lawazkirina tevahîya çîneke xwedî sermayeyên lînguîstîk. Min bi xwe, di hemû karên xwe yên li ser dibistanê yên berê de, ji bîr kiribû ku çanda rewa çanda dewletê ye…

Ji bazara herêmî derbasbûna bazara neteweyî

Ev navendîkirin di heman demê de yekkirin û şiklekî gerdûnîkirinê ye. Li şûna cudatî, bêserûberî, belavbûn û herêmîyê, yekbûn heye. Bi Germaine Tillion re, me hêmanên pîvanê yên li gundên kabîl ên di nav sîh kilometreyan de tên bi kar anîn, dabûn ber hev: Çiqas gund hebûn, me ewqas hêmanên pîvanê dîtin. Avakirina şiklekî netewî ya hêmana pîvanê pêşketinek e kur ber bi gerdûnîbûnê ve diçe: Sîstema pîvanê ya metrîk (bi metreyan) şiklekî gerdûnî ye ku lihevkirinekê li ser maneya metreyê pêwist dike. Ev pêvajoya navendîkirinê, ya yekkirin û întegrasyonê ligel pêvajoyeke jidestdanê dimeşe, lewre zanist û jêhatîbûnên girêdayî şiklên pîvanê yên herêmî li derve tên hîştin.

Bi gotineke din, pêvajoya ku gerdûnîbûnê bi pêş dixe, di heman demê de navendîkirineke gerdûnîyê ye jî. Yên ku sîstema metrîk dixwazin hene (matematîkzan) û yên ku sîstemên pîvanê yên herêmî tercîh dikin hene. Pêvajoya afirandina çavkanîyên hevpar bi tenê bi riya afirandina wan weke kapîtaleke di yek destî de komkirî mumkin e, ev kapîtal di destê wan kesan de ye ku xwedîyên yekdestdarîya têkoşîna ji bo monopola gerdûnîyê ne. Tevahîya vê pêvajoyê –avakirina qadekê; serbixwekirina vê qadê ji pêdivîyên din; afirandina pêdivîyeke taybet li gor pêdivîya aborî û ya malan; afirandina sîstemeke taybet a zêdebûna burokratîk ku ji sîstema zêdebûna malîyan cuda ye; afirandina pêdivîyeke taybet e ku cuda ye ji pêdivîya dîn– girêdayî pêvajoyeke navendîkirin û afirandina çavkanîyên nû ye ku bixwe gerdûnî ne, yan jî qet nebe çavkanîyên ku asta gerdûnîbûna wan ji yên berê bilindtir e. Di warê aborî de û herweha sembolîk be jî, em ji bazara herêmî derbasî bazara neteweyî dibin. Rastî ev e ku sazkirina dewletê bêyî sazkirina monopola gerdûnî nabe, çand jî mînaka herî baş a vê yekê ye.

Hemû xebatên min ên berê dikarin bi vî awayî bi kurtasî bên terîf kirin: Ev çand rewa ye, ji ber ku xwe weke çandeke ji herkesî re vekirî û gerdûnî pêşkeş dike, ji ber ku mirov dikare bê tirs li ser navê vê gerdûnîbûnê yên ku ne xwedîyên vê çandê ne, ji holê rake. Ev çanda ku wisa xuya ye yekitîyê pêk tîne, di rastîyê de ji hev dûr dixe û parçe parçe dike, yek ji amûrên mezin yên desthilatdarîyê ye. Lewre monopolên vê çandê hene, ev monopolîyek e mirovî dibizdîne, ji ber ku ne mumkin e mirov vê çandê weke taybet binirxîne. Çanda zanistî bi xwe jî sînorên nakokîyê derbas dikin. Şert û mercên afirandina vê gerdûnîyê, pêkanîna zêdebûna wê girêdayî şertên afirandina kastekê, elîteke dewletî ye, ku gerdûnê dixin destê xwe, ew "yekdestdarên" wê ne. Bi saya vê analîzê mirov dikare projeya gerdûnîkirina şert û mercên xwegihandina gerdûnîyê bide pêş xwe. Lê divê mirov zanibe çawa?: Gelo ji bo bigihe vê armancê pewîst e mirov "yekdestdarîyan" mecbûr bike sermayeya xwe ji dest bidin? Em baş dibînin ku divê em çareyê li vî alîyî negerin.

Ji rêbaz û maneya nivîsên min baştir wê bê fehm kirin, heke ez bi paraboleke [vegotina exlaqekî bi mînakên ji jîyana rojane] gotina xwe bi dawî bînim. Berî sîh salan, şeveke noelê, ez çûbûm Bearnê li gundekî çep ku tu kes nas nake da ku li gund beşdarî şahîyekê (3) bibim. Hin direqisîn, hin rûdiniştin; hin kesên ku ji yên din kal û pîrtir bûn û cilûbergên gundîyan li wan bûn, nedireqisîn, di nav xwe de diaxivîn da ku rewa bikin ka ji bo çi li wir in û dîsa jî nareqisin. Divê ew zewicîbin, lewra kesên zewicî êdî nareqisin. Şahî cîhê hevnaskirina ji bo zewacê ye: Bazara mal û milkiyetê ya sembolîk ya zewacê ye. Rêjeya kurên jinneanî û keçên mêrnekirî lê pir zêde bû: Temenê % 50yê wan di navbera 25 û 35 salan de bû.

Min hewl da sîstemeke vê yêke rave dike, bibînim: Berê bazareke herêmî ya parastî hebû ku ne yekbûyî bû. Wextê tiştê em jê re dibêjin dewlet ava dibe, yekbûneke bazara aborî pêk tê ku ji alîyê siyaseta dewletê ve tê xurt kirin. Û yekbûneke bazarên danûstandinên sembolîk pêk tê. Yanî bazara parastina rêûresman, ya tevgeran, ya cilûbergan, ya kesan, ya nasnameyê, ya pêşandanê. Ev gundî xwedîyên bazareke herêmî ya parastî bûn ku ji wan dihat kontrol bikin. Vê yekê destûr dida ku gundî bi biryar û kirina malbatan, di nav xwe de bizewicin. Berhemên vî awayê zêdebûnê di vê bazara herêmî de xwedî şansekê bû: Ew hêjayî firotinê bûn û ji xwe re keç didîtin.

Cotkar çawa veguherîn xelkê derveyî bajaran û paytextê

Li gor mentiqê modela ku min behsa wê kir, tiştên ku di şahîyê de diqewimîn encama yekbûna bazara danûstandina sembolîk bûn: Paraşûtvanekî ku bi qureyî tevdigerîya, lê belê ji bajarokê cîran dihat berekî dîskalifîyeker bû ku nirx ji reqîbên wî yên gundî kêm dikir. Bi gotineke din, yekkirina bazarê, ku em dikarin qet nebe ji bo mirovên ku koçberî deverên nû dibin weke pêşketinekê binirxînin. Yanî ev yek dikare tesîreke azadkar li ser jin û hemû bindestan bike. Dibistan mirovan derbarê tevgereke din de perwerde dike û lixwekirina cilên din fêrî mirovan dike û hwd., derîyê gerdûnîyê vedike.

Lê ev asta gerdûnîbûnê girêdayî bandora serdestîyê ye. Di demeke kin de min gotareke ku bi henekî min navê "zêdebûn qedexe ye" (4) lê kir û ku analîza min a rewşa ezebên Bearnê û tiştên ku min berê gotibûn rave dike, weşand. Ez tê de nîşan didim ku encama yekser a vê yekkirina bazarê di jîyana rojane de qedexekirina zêdebûna bîyolojîk û civakî ji kategorîyeke mirovan re ye. Di vê demê de li ser materyalekê ku bi tesadufî rastî wê hatibûm, xebitîm; belgeyên biryarên şaredarîya gundekî piçûk ku di dema şoreşa fransî de dused şênî lê diman. Li vê herêmê mirovan tevan dengê xwe dida heman namzedî, yan jî heman deng didan. Piştre biryar-qanûn digihêjin gund ku dibêjin hilbijartin ne bi yekdengî, belê bi piranîya dengan bi ser dikevin. Gundî êdî nîqaşê dikin, hin hene ku li hember fikra giştî radibin; du bend hene. Hêdî hêdî piranî alîyê din têk dibe: Gerdûnî piştgirtîya wê dike.

Gelek nîqaş li ser vê pirsgirêkê hebûn ku Toqueville bi mijara mantiqeke dewamî/demî ya şoreşa fransî dabû dest pê kirin. Pirsgirêkeke bi rastî ya dîrokî hîn dimîne: Hêza taybet ya gerdûnîyê çi ye? Vê hêza gerdûnîyê prosedurên siyasî yên van gundîyên xwedî rêûresmên hezarsalî ji holê rakirin, weke ku wan li ber tiştekî ji hêla mantiqî ji wan bi qewettir serî tewandibe: Ew tiştekî bajarî ye, xwedî axaftineke ne pratîk, lê raveker û rêbazî ye. Ew bûn gundî û kesên derdorê. Belgeyên biryardanê êdî wiha bûn: "Walî biryar da ku… ", "Konseya Şaredarîyê civîya…" Bihayê gerdûnîkirinê jidestdanek û yekdestdarkirinek e. Avakirina dewletê, avakirina cihekî ji bo îdareya gerdûnîyê ye ku di heman demê de yekdestdarkirina gerdunîyê û gelek hêmanan e ku bi xwe beşdarên vê yekdestdarîyê ne û herweha beşdarên wî tiştî ne ku weke gerdûnî tê îfade kirin.

Çavkanî

  1. Ev têkîlîya di navbera kapital û paytextê de wê piştre ji alîyê Pierre Bourdieu ve di "Effets de lieu (bandora cih)", La Misère du monde (Xizanîya Dinyayê), Seuil, Parîs, 1993, rûpel 159-167 de bê pêşxistin
  2. Li ser mijara zimanê fermî û pêvajoya girêdayî jimilkkirinê binêre li beşa pêşî ya berhema Pierre Bourdieu, Langage et pouvoir symbolique (Ziman û Desthilatdarîya Sembolîk), Seuil, Parîs, 2001, rûpel 59-131
  3. Binêre li terîfkirina vê "sehneya destpêkê" li destpêka berhema Pierre Bourdieu, Le Bal des célibataires. Crise de la société paysanne en Béarn (Şahîya Ezeban. Qeyrana Civaka Gundî li Bearnê), Seuil, Parîs, 2002, rûpel 7-14
  4. Pierre Bourdieu, "Reproduction interdite. La dimension symbolique de la domination économique (Zêdebûna Qedexe. Alîyê Sembolîk ê Desthilatdarîya Aborî)", Etudes rurales, hejmar 113-114, 1989, rûpel 15-36, herweha di berhama Le Bal des célibataires (Şahîya Ezeban) de dîsa hat çap kirin, berhema li jor behsa wê hat kirin, rûpel 211-247

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya