Her tişt li Xezayê dest pê dike û diqede

Translator

Tofana şideta li Xezayê ya di meha adarê de xuyê bêaram ê statuko û korerêya stratejîya Îsraîlê piştrast kir.

Şerîda Xezayê, weke herêmeke xweser, bi şerê 1948-1949ê ev dirûv girt. Pêvajoya şer û pevçûnê, gelek filistînîyên nefîbûyî lê hêwirîn. Serok-wezîrê pêşî yê îsraîlî Davîd Ben Gourion, ku hertim xwedî vîzyon bû, bi carekê bi xetera lihevkomkirina wisa ya penaberan li bakur-rojavayê Neguevê hesîya. Lewre astengîya xwezayî ya çola Sîna nehişt ku li Xezayê dîyardeyeke jihevpelişînê rû bide. Rewşa li welatên cîran bi xwe derfet dida jihevpelişîneke bi vî rengî û li derdora Amman, Beyrûd û Şamê jî penabergeh derketin holê. Herêm bi xwe jî raguherî, herî kêm ji bo ji sisiya diduyê şênîyê, wargeheke qirase ya penaberan. Ben Gourion ji xwe re xeyal dikir eger ew pêşnîyareke îlhaqê bike, ew ê vê pirsgirêkê ji holê rake, lê belê ev yek ji 1949ê ve li Konferansa Lozanê hat beralî kirin. Herêm hingê bû pirzika ragirtî ya tesbîtkirina enîya başûrî, qada ceribandina êrişên tirsandinê û bombebaranên bêarmanc.

Vegirkarîya Îsraîlê ya 1956ê, dema buhrana Kanala Suweyşê (Suez), bi xwe re zextûzoreke xwînrij jî anî, lê belê Xeza di bin zexta navneteweyî de neçar ma were vala kirin. Ben Gourion hingê nêrîna wî bi awayekî xwezayî ew bû ku pala xwe bide ser zextûrepta serokê misirî Cemal Abdul Nasir, ê ku li vê herêmê heta sala 1967ê soza aramîyeke rastîn dida. Dagîrkirina şerîda Xezayê, bi destpêkirina şer ji meha hezîranê ve, pêşî ji bo Îsraîlê dihat wateya bêminetkirinê, bi vegotinên dij-serhildanî, li himberî gerîlayên filistînî ên bi biryar û bêmînak. General Moşê Dayanê ku bi awayekî pir hovane serhildêr perçiqandin, tercîh kir ku Xezayê li nav "derîyên vekirî" (çûnûhatina azad) ên bi Îsraîl û Şerîaya Rojava ji hev bixe. Vê siyasetê fêkîyên xwe pêvajoya du deh salan hilberandin. Serokwezîr Îzhak Rabîn di 1993yê de biryar da ku hem "dorgirtina" li vê herêmê biserûber bike, hem jî li gel Rêxistina Rizgarîya Filistînê (RRF/PLO) rêya dîyalogê veke.

Xwerizgarkirina ji Xezayê bû fikreke sabit ya rayedarên îsraîlî yên ku hewl didan pêkanîna nîzamê radestî hêza filistînî bikin, tevî ku mafekî herdemî yê destwerdanê jî di rewşa tehdîdê de ji bo xwe dadianî alîyekî û diparast. Berdewamîya stratejîk ji vî alîyî ve di navbera vekişîna qismî ya 1994ê û peymanbetalkirina yekalî ya 2005ê de pir zelal e. Lê belê, cihê ku lê Rabîn dînamîkeke aştîyê xistibû dewrê, serokwezîr Arîel Şaron, Xeza daf da ber rewşeke emrîwaqî.

Tankvanê esker Şalît di berdêla zêdetirî hezar girtîyan de hat berdan

Ji 2005ê ve, ji ber helwêsta xwe ya bi temamî xwe dispêre ewlekarîyê ya ku di encamê de bi qebatîya xwe rê li livûtevgera navneteweyî ya ji ber buhranan peyderpey zêde bû, vekir, Îsraîl ketiye nav asêrêyekê. "Mîsyonên sîvîl", ên ji ber rewşên lezgîn ên alîkarîya ji bo mirovan derketine holê, gihîştine sînorekî ku êdî di vê astê de nikarin careke din bergehekê bidin şênîyên Xezayê. Ev bergeh asê maye li navbera milê hesînî yê Feteha ku ti caran serkeftina îslamî ya di hilbijartinên çileya sala 2006ê de qebûl nekir û Hemasa ku ji hezîrana 2007ê ve kontrola herêmê xistiye bin destê xwe. Bi vî awayî ye ku asêrêya stratejîya îsraîlî dibe sedemê dijwarkirina asêrêya alîkarîya mirovî, û ew bi xwe jî ji ber asêrêya siyasî ya li ser dika filistînî didome, dijwartir dibe. Mîlyonek û nîv rûniştivanên li herêmê yên ketine bin nîrê vê îzolasyona fîzîkî ya zextûrepteke awarte, di navbera van her sê asêrêyan de careke din asê dimînin.

Peymanbetalîya îsraîlî û parçekirina wargehên li Şerîda Xezayê, di dawîya havîna sala 2005ê de, piştî meheke din jî hatin şopandin bi êrişeke bi navê : "jinûve destpêkirina bêdawî". Serdegirtin û bombebaranên îsraîlî wê êdî li peyhev bihatana û ya herî dawî di meha adara 2012ê de bû. Dîlgirtina eskerê tankvan Gîlad Şalît, di 25ê hezîrana 2006ê de, bû sedemê hilperikîneke lêzêdekirî ya şer û şidetê. Xirabûna agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê, di navbera hezîran û kanûna sala 2008ê de, bû pêngaveke hilpekîna tofaneke şidetê û operasyona "zirinc" ya ku rêjeya qurbanîyên îsraîlî û filistînîyan beramberî yek-sed bû, tevî vê yekê jî êrişên bi roketan ên li ser Îsraîlê di 2009ê de bênavber dewam kirin. Pêvajoya şeş mehên pêşî yên sala 2010ê, artêşa dagîrker sî û çar filistînî li şerîda Xezayê (ku yazdeh ji wan sîvîl bûn) kuştin, ji îsraîlîyan bi xwe her sê kesên hatin kuştin jî esker bûn. (1) Nîvê dawî yê 2010ê jî bi kuştina sî û heft filistînîyan (ku dozdeh ji wan sîvîl bûn) qediya, di vê pêvajoyê de ti îsraîlî nehatin kuştin. (2) Dewleta Israîlê bawer dike ku formula birêvebirina sînorê xwe yê başûrî peyda kiriye, bi berdêleke sînornenas ji bo Xezayîyan, lê bi awayekî qebûlbar ji bo raya giştî ya Îsraîlê.Şoreşa misirî, ya ku 25ê çileya 2011ê diteqe û di nav hijdeh rojan de serokdewlet Husnî Mubarek neçarî vekişîna ji wezîfeyê dike, di nav demeke kin de dawî li vê stratejîya xapînok tîne. Di pevguhastina rolan de, Şerîda Xeza ye ya ku bi xêra tunelan qût û xwurekê digihîne bajarê misirî Rafahê ku têkilîya wî ji cîhanê hatiye qut kirin –ango ji Qahîreyê– ji ber serûbinbûnên Kanala Suweyşê (Suez). Îsraîla ku israr kiribû ku peymana aştîyê ya 1979ê li gel Misirê her cure bicihkirinên eskerî li Sînayê weke şert were qebûl kirin, niha destûrê dide hebûneke ji hemû deman zêdetir a hêzên artêşa misirî li rojhilatê Suweyşê da ku bikaribin pêşî li livûtevgera şoreşgerî bigirin …

11ê cotmeha 2011ê, bi xêra navbeynkarîya Qahîre û herwiha navbeynkarîya îstîxbarata alman (BND), Hemas û Îsraîl digihîjin lihevhatina pevguhertina girtîyan. Azadkirina esker Gilad Şalît, hefteyek bi derengî, weke şert tê danîn beramberî azadkirina 1027 girtîyên filistînî: 477 tên azad kirin ji lîsteya pejirandî ji alîyê Hemasê û Îsraîlé ve û dûre jî 550 girtîyên din jî li gor wextên Îsraîl dîyar dike, di nav du mehan de. Helbet, Hemas nikare yek ji pêşengên binavûdeng ên Feteh –Marwan Barghoutî– ji yên Enîya Gel a Rizgarîya Filistînê– Ahmed Saadet bide berdan. Lê belê ew azadkirina hejmareke mezin a mîlîtanên Feteh, yên Komîteya Berxwedana Gel an jî yên Cîhada Îslamî pêk tîne. Bi taybetî, bi dehan kadro û endamên dîrokî yên gelek caran cezayên muebetê li wan hatibûn birîn, ji ber beşdarîya nav çalakîyên reşkujîyê yên li dijî îsraîlîyan, azad dibin û vedigerin welatê xwe.

Wê pêdivî bi derbasbûna du hezar rojan hebe, heta ku Îsraîl xwe bide ber cewhera daxwazên ku Hemas hema rojek piştî dîlgirtina Şalît jê re ragihand. Pêvajoya pênc sal û nîvan, artêşa Îsraîlê êriş domandin ji bo ku pişta Hemasê bişkîne, an jî qet nebe serî lê bitewîne. Hikûmeta Benyamîn Netenyahû di vê navberê de ji sêtrinca vê opsîyona bi temamî eskerî ti encaman bi dest naxe û li alîyê din, wê, ti caran nekarî li pêşîya kontrola Hemasê ya li ser Şerîda Xezayê bibe asteng. Berevajî, tevgera îslamî ye ya ku radihêje hefsarê tundkirina pevçûnê û wê di asta herî nizim de radigire û di heman demê de bi navgîna birêvebirina tunelan, ku hejmara wan li gor Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê şeş sed bebendên heyî ji hev bixe.

Di çileyê sala 2011ê de, mîlîtanîyeke bêhempa li Xezayê xwe dide der, tam jî li qonaxa serhildanên gel ên Tûnis û Qahîreyê. Xwepêşandaneke destekê ji bo şoreşa misirî 31ê çileyê sala 2011ê tê qedexe kirin. Jitextdaxistina serok Mubarek, 11ê sibatê, xwepêşandêrên filistînî dixe nav coş û liveke zindîtir. Slogana "gel dixwaze rejîmê hilweşîne" li Xezayê bi awayê "Gel dixwaze dawî li parçebûna navxweyî bîne" hat veguhertin û bi vê vegotinê Hemas û Feteh dihatin vexwendin ji bo li ser navê berjewendîya bilind a gelê filistînî mil bidin hevûdin. 14ê adara 2011ê, bi hezaran ciwan bi vê armancê diherikin kolanan. Dotira rojê hejmara wan deh qet zêdetir dibe, lê belê li Şerîaya Rojava xwepêşandan pir bi sînortir in. Lihevkombûn dipelişe, çunkî mîlîatanên Hemasê dixwazin amblema partîya xwe li ser xwepêşandêran ferz bikin ku ji bilî ala filistînî destûrê nadin ti al û amblemên din.

Gelo lihevhatineke filistînî gengaz e?

Tevî van bûyeran jî, dînamîka yekpare qadê ji bo lihevhatineke qet nebe formel, di navbera rêxistinên Hemas û Fetehê de amade dike. Hilweşîna rejîma Mubarek jî ku ji navbeynkarîyê bêhtir hewl dida tevgera îslamî hevsar bike, bû piştgira vê pêla vebûnê. Her çi jarbûna Sûrîyeya Beşar El Esad e, ev jî rêveberîya Hemasê ya li surgunê neçar dihêle nirxekî zêdetir bide daxwazên li Xezayê hatine ziman. 4ê gulana 2011ê du rêveber, Xalit Meşal û Mahmûd Ebbas, ên ku ji pêvajoya pir kurt a "yekîtîya neteweyî" ya berî çar salan li Mekeyê pêk hat û vir ve nehatibûn cem hev, careke din ji bo îmzekirina peymaneke lihevhatinê li Qahîreyê hev dibînin. Çarçoveyeke hevkarîya navbera karûbarên ewlekarîya Remellah û Xezayê tê qebûl kirin. Prensîpa berdewamkirina muzakereyên Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê (RRF) li gel Îsraîlê ji alîyê Hemasê ve tê pejirandin, û tevî ku xwe girêdayî van muzakereyan nebîne jî, Hemas tîne ziman ku ew amade ye encamên muzakereyan bipejirîne.

Piştî rijîna ewçend xwînê û windakirina ewçend wext, rûniştivanên Xezayê pir bawer nakin ku rûpelê şer û pevçûnên Filîstînekê li dijî ya din, bi hêsanî were pelandin. Lihevhatineke rastîn dimîne weke şertê nebenabe ji bo rizgarkirina herêma ji nav mijûmorana ku ji sala 2007ê ve di nav de asê maye. Biryara dawî ya werçerxeke wisa vedigere ber destên Ebbas û Meşal ku yê pêşî li Remellahê û yê dawî li Qetarê (ji dema veqetîna xwe ya ji Şamê) pir dûrî Xezayê û karûbarên xwe yên esasî dijîn. Dozên xwînûheyfê yên milîsên dijber û dîwarên her bilindtir dibin yên burokrasîyên tevlîhev (3) li pêşîya her cure lihevnêzbûnên mayînde dibin astengên pir dijwar. Lê belê heta ku her du tevgerên sereke ên filistînî kiras û pêsîrên hev biçirînin û hevûdin ji hev bixin, mirov çawa dikare rêûrêbazeke maqûl amade bike ji bo paşerojeke bi rûmet û çarenûseke hevpar a gelê Xezayê?

Sê nifş mezin bûn li ser vê şerîda axa dîrokî. Nifşê şînê, ji 1947ê heta 1967ê, rê ji bo nifşê perçiqandinê yê navbera 1967 heta 1987ê amade kir, dûre jî ji bo nifşê întîfadayan [serhildanan] ê navbera 1987- 2007ê. Li vir jî weke deverên din ên Filistînê, rêyên derketina ji vê reşexewna kollektîf tevî vê yekê besît û nas in. Mirov dikare wan weke sê qonaxên bi fezîlet jî ji hev veqetîne: Ji rewşa dorlêgirtî xilas bûn, pêşveçûn û der-eskerîkirin. Dînamîkeke wisa wê xwe bigihanda asta berevajîyê meylên nêzî du dehsalan bi heman şêweyê didan dû hev. Ciwan û xortên Xezayê ji niha ve, di dema livûtevgera adara 2011ê de, biryardarîya xwe ya ji bo xistina nîzameke evqasî bêyom û xirab raxistin pêş çavan. Ji bo pîvana asta vê çarenûsê, divê mirov vegere ihtîmala bingehîn a herî hêvîdar ya peymanên Osloyê: Berî her tiştî Xeza.

Çavkanî

Jean-Pierre Filiu:
Profesor li Sciences Po Paris. Nivîskarê bi taybetî, pirtûka bi navê Histoire de Gaza (Dîroka Xezayê), a berî çend rojan ji alîyê Fayardê ve hat weşandin û bû çavkanîya îlhamê ji bo vê nivîsarê jî.

  1. Rapora hefteyî ya buroya hevkarîya karûbarên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî, 2 tîrmeh 2010
  2. Rapora hefteyî ya buroya hevkarîya karûbarên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî, 7 çile 2011
  3. Hemas heqdestên sî û yek hezar karmendên li şerîda Xezayê dide û hejmara tevahîya karmendên girêdayî Rêveberîya Filistînî bi qasî heftê hezaran e

Wergera ji fransî: Baran Nebar