Herêma otonom a Kurdistanê û meşa dirêj ber bi otonomiyê ve

Arşîva bîra Kurdan
Translator

Kurdistan mîna heyva nû ya di navbera herêma Kurd-Dax a ne dûrî kendava Îskenderûnê û kendava Bextiyar a li bakurê kendava Besrayê erdekî fireh ê çiyayî ye ku mezinahiya wî nêzî 500 000 kîlometro kareyî ye. Di dawiya Şerrê Cîhanê yê Yekemîn de bi daxwaza hêzên mezin ev welat di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hat parçekirin. Kurdên ku serjimara wan weke deh milyonekî tê texmînkirin, çarenûsa wan li gorî siyaseta desthilatdariya navendî ya dewletên Kurdistan parçekirî ya beramberî Kurdan, diguhere.

Di demeke kurt de Bexda bi tişta ku wê veguheriya "pirsgirêka kurd" re rûbirû bimaya ku bûyerên wê, dê qismî pêkhatina şoreşa tîrmeha 1958’an hêsan bikira. Pişt re jî ev pirsgirêk navenda mijûlî û karûbarên hikumetê ma. Hê nû adara 1975’an di encama peymaneke bi Îranê re ji Iraqê hat ku di pratîkê de serhildanê kontrol bike. Bi neteweparêziyeke bi salên têkoşînê xurtkirî, ruh bi vê serhildanê dihat. Neteweyên Yekbûyî bi xwe, li aliyê xwe qet serê xwe pê nediêşandin ku dawiyê li vî şerrî bînin.

Bi destpêka desthilatdariya general Qasim di tîrmeha 1958’an de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî xebatên xwe êdî aşkere dimeşandin. Mele Mistefa Barzanî jî ji penaberiyê vegeriya û birêveberiya partiyê girte dest xwe. Îsyaneke nasirî ya li dijî Qasim ku ji Musilê dest pê kir, bi xêra destwerdana Kurdan tesîra wê kêm bû. Lê belê mafê Kurdan û herweha partiyên din di heman demê de têra xwe hatin kêmkirin. Tevgereke serhildêr ji îlona 1961’ê û pê ve li Kurdistanê bi pêş ket. Piştî ku Mele Mistefa Barzanî tevî PDK’yê birêveberiya vê tevgerê girte destê xwe, di encama vê serhildanê de kontrola tevahiya herêma sînorê wê bi Îranê re heyî, kete destê serhildêran.
Di 8’ê sibata 1963’an de general Abdel Selam Arif dawî li desthilatdariya Qasim anî. Vê yekê kir ku Mele Mistefa Barzanî aliyê rejîma nû ya ku "mafê neteweyî yên gelê kurd qebûl dikirin" bigire. Ji bo ku danezaneke siyasî ya der barê daxwazên xwe yên der barê otonomiyê de ku serjimara Kurdan û erdên Kurd lê dimînin jî wê li ber çavan bigire amade bike, PDK’yê ji vê konjonktura bikêrhatî sûd wergirt. General Arif ev pêşniyar red kirin û piştî ultîmatomekê eskerên xwe derxistin operasyonên nû. Piştî ku wî Partiya Baas tesfiye kir hê nû di 10’ê sibata 1963’an de lihevkirineke agirbestê mohr kir. Hevdîtinên destpêkirî, zêde dirêj kirin. Li ser vê Mele Mistefa Barzanî "danezaneke din a siyasî li ser mafên neteweyî yên gelê kurd ê li Iraqê" da Bexdayê û têkoşîna gerîla li bakurê welêt ji nû ve da destpêkirin. Di nîsana 1966’an de general Arif mir û birayê wî Abdel Rehman li şûna wî bû desthilatdar, lê belê vê yekê dawî li şerrê ku şîddeta wî û firehiya qada wî zêde dibû, neanî. Hikumeta Abdel Rehman Bezzaz ku di pratîkê de xitimî û hew karîbû kar bike, neçar ma ku bi Mele Mistefa Barzanî re peymanekê mohr bike. Li gorî vê peymanê, mafên Kurdan bi awayekî fermî di destûra bingehîn a Iraqê de dihatin qebûlkirin û peymanê desantralîzasyoneke berfireh pêk dianî: êdî behsa otonomiyê nayê kirin. Ev peymana 29’ê hezîrana 1966’an bi ragihandina agirbestê di tîrmehê de piştrast bû.

Darbeya eskerî ya ku sala 1968’an li Iraqê Baas kire desthilatdar, yek ji biryarên wê yên pêşî hewldana rêzgirtina ji peymanên bi PDK’yê re hatin mohrkirin bû. Serokdewlet Ehmed Hesen El-Bekr 5’ê têbaxê efûyeke giştî aşkere kir. Lê belê Kurdan pêkanîna peymanên li jor behsa wan hat kirin, weke zêde hêdî nirxand û gulana 1969’an ji nû ve dest bi şerrê çekdarî kirin. Hikumeta Iraqê ya ku hê kêm bi desthilatdariya xwe piştrast bû, dest bi hevdîtinan kir ku zehmet jî be 11’ê adara 1970’yî bi lihevkirina li ser 11 xalan bi encam bûn. Mafê Kurdan ên sereke hatin qebûlkirin û di çarçoveya Komara Iraqê de wan otonomî bi dest xist. Li gorî lihevhatinê kurdek wê bibûya cîhgirê serokdewletê Iraqê jî. Planeke pêşxistina civakî û aborî hate amadekirin û qanûneke der barê reforma cotkariyê de ji bo herêma Kurdistanê hat derxistin. Serokdewlet Bekr ji bo ku bike pênc wezîrên kurd jî cîhê xwe têde bigirin, ji nû ve şikil da hikumetê. Bekr destûra bingehîn a Iraqê guherand. Yekem car bû ku destûrekê tesbît dikir ku gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê: ereb û kurd. Zimanê kurdî di asta zimanê erebî de li herêma Kurdan bû zimanê fermî. Ev şert û mercên ku Kurdên Îranê, Tirkiyê û Sûriyê newêriyan xeyal jî bikin, têrê nekirin ku têkiliyên aloz ên di navbera desthilatdariya navendî û PDK’yê de nerm bibin. Redkirina tercîha kesayetên kurd ên ku diviya erkên berpirsiyariyê pêk bînin, siyaseta erebkirina herêmên petrolê yên Kurdistanê, hewldanên reşkujiyê yên li dijî Mele Mistefa Barzanî yan jî mirovên nêzî wî, şerrên carinan di navbera milîsên kurd û eskerên Iraqê de diqewimîn, ji bo encama "Peymana Neteweyî" ya ku ji aliyê serokdewlet Bekr ve çiriya paşîn a sala 1971’ê de hatî pêşniyazkirin, bi xêr nebû. Tevahiya dirêjahiya sala 1972’an pirsgirêk her dijwar bû, herdu aliyan jî aliyê din bi binpêkirina peymanên adara 1970’yî gunehbar dikir. Di çiriya pêşîn a sala 1972’an de PDK’yê memorandûmeke ji 23 xalan aşkere kir, siyaseta guheztina xelkê red kir û ji bo diyarkirina çarenûsa bajarê Kerkûkê jî referandûmek pêşniyaz kir. Baas’ê di bersiva xwe de îşaret bi hewldan û gavên avêtî kir. Mele Mistefa Barzanî xwe jê venedaku 21’ê hezîrana 1973’an di hevpeyvîneke bi Washington Post’ê re di hemberî mêhtin û xebitandina erdên petrolê yên Kerkûkê de banga alîkariyeke eskerî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike. Di tebaxa 1973’an de PDK’yê red kir ku tev li bereya neteweyî bibe ya ku ji Baas û partiya komunîst a Iraqê pêk dihat. Şerrê çiriya pêşîn a 1973’an yê ku kir artêşa Iraqê seferber bibe, hişt ku navberek bikeve pirsgirêkê. Di 11’ê adara 1974’an de danezana qanûna otonomiya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ev pirsgirêk ji nû ve gurr kir ku vê carê bi rengekî dramatîk ji bo Mele Mistefa Barzanî û dilsozên wî bi dawî bû.

Dawiya xeyalan

Ji 1961’ê û pê de PDK’yê li deverên ku wê kontrol dikir, saziyên şoreşger û dezgehên îdarî bi cîh kirin ku erka wan pêkanîna fermanên wê bû. Mele Mistefa serokê Konseya Şoreşger, Buroya Birêveber û serfermandarê artêşê ye. Mektebeke siyasî ya ku bi awayekî birêkûpêk tê hilbijartin, meyilên tevgerê diyar dike. Artêşa Şoreşger a Kurdistanê (AŞK) ya li alayan dabeşkirî, tumen tumen ji hev cihê kirî yan jî serbixwe, li pênc herêmên eskerî yên Behdînan, Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê heye. Li aliyê din di nava tevgerê de kesayetiya xurt a Barzanî dibe sedema derketina holê ya hin muxalifan ku kirin ber bi derve ve parçe bibe. Wekî din beşeke têra xwe mezin a Kurdan heye ku nabe mirov nebîne, ji ber sedemên siyasî yan jî bi rengekî besîttir ji ber sedemên eşîrî hevgirên desthilatdariya navendî ne û bi vî rengî li dijî birayên xwe yên serhildêr şerr dikin.

Piştî pêkanîna dema çar salan a li gorî lihevhatinên sala 1971’ê, serokdewlet Bekr bi awayekî yekalî qanûna otonomiyê aşkere kir. Li gorî vê qanûnê Kurdistan di nava Komara Iraqê de vediguhere herêmeke otonom û paytexta wê jî Hewlêr e. Konseyeke Parlemanter a ji aliyê gelî ve hilbijartî û Konseyeke Birêvebir hêza siyasî birêve dibin. Serokê Konseya Birêvebir ji nava Konseya Parlemanter ji aliyê serokdewlet ve tê hilbijartin û endamên wê divê dengê baweriyê ji pirraniyê bigirin. Herêm xwediyê butceyeke taybet e daku karibe ji bilî yên alaqedarî çavkaniyên petrolê, parastinê û karên derve, karûbarên xwe hemûyan bi rê ve bibe. Wezîrekî dewletê yê ji aliyê Bexdayê destnîşankirî girêdana di navbera desthilatdariya otonom û desthilatdariya navendî de misoger dike. Ev qanûn dikare li tevahiya herêma pirraniya şêniyên wê li gorî serjimara sala 1957’an kurd e, pêk bê. Lê belê dever û bajarên Şengal, Xaneqîn û Kerkûkê li derveyî vê çarçoveyê tên hiştin. Li dijî vê, PDK’yê projeya xwe ya ku doza serbixwebûneke mezintir a saziyên herêmî dikir, derdixist pêş: êdî serokê Konseya Birêvebir wê neyê destnîşankirin, belê bê hilbijartin û ew ê di heman demê de wezîfeya cîhgirê serokwezîrê hikumeta Bexdayê jî pêk bîne, butce wê li gorî hejmara serjimara herêmê bê amade kirin û beriya hertiştî dever û bajarên ji herêmê hatine qutkirin wê bibin parçeyên sihê yên herêma otonom.

PDK’yê tu amadebûna qebûlkirina qanûna otonomiyê nîşan neda, di dema ku Bexdayê efûyeke bi şert aşkere kir û biryarên xwe bi cîh anîn, partîzanên Mele Mistefa Barzanî careke din derketin çiyê; biryarên Bexdayê bi cîh anîn ev in: di nav wan de kurê heq ê Barzanî Ubeydullah jî pênc şexsiyetên kurd şûna endamên PDK’yê û kesayetiyekî din ê kurd Taha Muhyedîn Marûf girtin; Marûf weke cîhgirê serokê komarê wezîfedarkirî bû. Li cîhê cîh di pratîkê de, eskerên Bexdayê şandî bi Kurdan re şerr dikin, vê carê bi şîddeteke heta hingî nedîtî. Bajarên Kerkûk, Hewlêr, Musil û Silêmanî di destê hêzên eskerî yên hikumetê de ne, belê tevî bikaranîneke zêde ya balefirên şerr û topan jî ji eskerên Iraqê nayê xeta parastinê ya Kurdan bişkînin; ev xeta parastinê xwe disipêre çiyayên Zozek û Hindirînê û beriya Rewandizê rêya stratejîk a Hamiltonê dihewîne ku ji bo serhildanê ev rê girêdaneke rastî ya bi navikê ve bû.

Bi destpêka zivistanê re alîkariya Îranê ya heta nuha veşartî gellekî zêde bû: sîlehên modern ji pêşmergeyên Barzanî re dihatin şandin, di nava van sîlehan de topên giran, balefirşikên û çekên dij-tank hebûn. Van sîlehan kir ku peşmergeyên Barzanî êrîşa iraqî rawestînin. Lê belê vê alîkariya îranî bi teknîkên nû yên şerr Kurd neçar kirin bereyeke bi rastî ya eskerî ava bikin û di warê lojîstîkê de girêdana wan a bi derve re jî zêde kir û vê alîkariya îranî wê rê li ber binketina Kurdan jî vekira. Aloziya di navbera Iraq û Îranê de ewqasî zêde bû ku hindik mabû rê li ber şerrekî çekdarî ê yekser vekira. Ji ber vê yekê herdu hikumet dikevin nava liv û tevgerê: 6’ê adara 1975’an, Iraq û Îranê peymana Cezayîrê mohr kirin. Li gorî vê peymanê herdu dewlet jî "kontroleke hişk û bikêrhatî a li ser sînorên xwe wê pêk bînin daku vebirrî dawî li tevahiya binpêkirinên sînoran bîne ku xwedî xisletekê ne ku dewletan dixin tehlûkê". Bi vî rengî Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî yên ku bi carekê alîkariya îranî ji ser wan qut bû, piştî ku çend şerrên din ên bê hêvî kirin, neçar man vekişin Îranê: artêşa Iraqê hêdî hêdî gundên Kurdan ên li dora geliyê Coman yên weke Gelale, Dalîman, Hecî Umran yên ku kelehên şoreşê bûn dagir kirin, li aliyê din jî dused hezar penaberên kurd li aliyê din ê sînor di wargehên penaberan de bi cîh bûn. Him di şert û mercên maddî û him jî yên moral de yên ku dikin kezaba mirovan gellekî bişewite, bi vî rengî dawî li serhildana gellekî hat ku li herdu aliyan bû sedema mirina bi hezaran mirovî.

Birêvebirina operasyonên eskerî li dijî herêma hindikahiya kurd, pêşî li hikumeta Bexdayê negirt ku pêkanîna statuya otonomiya herêmên kurd a 11’ê adara 1974’an qebûlkirî, dewam bike. PDK’yeke nû a ji ya Mele Mistefa Barzanî cihê û ji hevkarên desthiatdariya navendî pêk tê, birêvebirina herêma otonom a di kontrola hikumetê de digire dest xwe: Haşim Akrewî 25’ê îlona 1974’an weke serokê Konseya Birêvebir hat destnîşankirin û Babekir Başedarî jî weke serokê Konseya Parlemanter hat destnîşankirin. Heştê endamên vê Konseya Parlemanter jî ji ber ku bi sedema dijwariya rewşê nikarîbûn bên hilbijartin, ji aliyê Konseya Fermandariya Şoreşa Iraqê ve ji bo sê salan hatin wezîfedarkirin.

Dawîlêhatina şerr a ku generalê iraqî Seîd Hamû 3’ê nîsana 1975’an da zanîn û li ser tevahiya erdên Kurdistanê bicîhkirina eskerên iraqî, destpêka pasîfîkasyon û ji nû ve avakirinê ye. Pirsgirêka herî lezgîn a divê bê çareserkirin der barê çarenûsa bi hezaran penaberên li Îranê de ye. Bexda li ser hev sozên efûyê dide û timî dema dayî Kurdan dirêj dike daku wan dîsa bîne Iraqê. Lê belê tirsên pêşmergeyan û malbatên wan ku dikarin rastî zextan bên û zexta rayedarên îranî, vegera wan hêdî dike.

Îroj di wargehên li Îranê de bi tenê sîhhezarek penaber mane, mumkin e ku ew difikirin zêde ketina nav şerrê li dijî Iraqê û wê nikaribin ji efûyê sûdê wergirin, mumkin e hikumeta Îranê dixwaze wan di çarçoveya siyasetekê de ku hê ji duwatedariyê ne hatiye şuştin ya li beramberî Iraqê, bi kar bîne. Aştiya sîlehan weha xuya ye ku li herêma otonom bi kêr hatiye, li vir mirov dikare serbest biçe û bê, lê belê artêş li her deverê ye û hişyar dimîne. Carinan nûçeyên çalakiyên gerîllayan yên piçûk belav dibin. Nûneriyên PDK’ya berê ya li derveyî welêt bi cîh bûye, van çalakiyan dikin: li bajarên Dihok, Zaxo, Batûfa û heta bi Rewandûzê. Di çile û sibata îsal de hin teknîsyenên biyanî (polonî û paşê fransî û cezayîrî) hatin revandin, ji hingî ve hemû hatin berdan. Lê belê ev bûyerên zêde li deverên piçûk asê mayî, nabe ku mirov bi şerrê berê re li ber hev bigire. Ev bûyer kirinên komên nekontrolkirî û bêguman neorganîzekirî ne, çawa ku timî hebûn û bi xêra erdekî kontrola wê bi taybetî zehmet û sînorên bi rehetî tên binpêkirin, dimînin. Kevne-birêveberiya şoreşê li derveyî welêt, li Îran û Ewropayê, bêdeng û li quncikên xwe dimîne û ji bo ku karibe çalakiyên xwe yên eskerî ji nû ve bide destpêkirin pirr parçekirî ye. Mele Mistefa Barzanî yê nexweş û kal li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û xuya ye dev ji tevahiya çalakiyên eskerî berdaye.

Ji nû ve avakirina herêma otonom li her deverê xuya û darîçav e û bi lez û bez dewam dike: rê, pire, gund, dibistan, malên tenduristiyê yan hatin tamîrkirin yan jî ji nû ve hatin avakirin. Lê belê ji nû ve destpêkirina jiyaneke aborî û civakî ya li gorî pîvanên modern normal, bêyî ku hin pirsgirêkan derxe holê, pêk nehatiye. Ev pirsgirêkên insanî yên xelkekî ne ku fêrî jiyana di çarçoveyeke rêûresmê de bûye, îroj jî gellekî bi vê rêûresmê ve girêdayî ye û piştî şerrekî dirêj û xeddar bi zor radibe ser piyan. Timî ji taybetbûna xwe agahdar ku çand û ziman weke nîşanên herî nirxdar ên vê taybetbûnê tên dîtin, gelê kurd zindîtiya xwe diparêze. Ji nû ve pêkanîna aştiyê divê bi kêra bi rastî pêkanîna mafên vî gelî yên qebûlbûyî bê daku di nava Komara Iraqê de karûbarên xwe bi rê ve bibe. Dûrî dengê çekan, dewamkirina diyaloga bi Bexdayê re wê şert û mercên adara 1974’an hê baştir bikin, bersivekê bidin daxwazên Kurdên Iraqê û rê li ber çareseriyeke dawî ya pirsgirêkê veke ku dê aliyan tevan razî bike.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Arşîva bîra Kurdan

Piştî têkçûyina şoreşê û Peymana Cezayirê (1975), Li Başûrê Kurdistanê hêviyên Kurdan jî têk çûbûn û pişta tevgera kurdî hatibû şikandin. Berpirsên tevgerê ji mecbûrî derketibûn derveyî welêt û bêdengiyek di nava civaka kurd de bi cîh bûbû, digel ku li çiyayên Kurdistanê şerrê pêşmergeyan dewam dikir.

Philippe Rondot yek ji pisporên Rojhilata Navîn yê weha ye ku him di vî warî de gellekî nivîsiye û him jî bi agahî û şîroveyên xwe ve alîkariya siyaseta fransî jî kiriye. Di eslê xwe de ew generalekî navdar yê artêşa fransî ye, doktorekî sosyolojiya siyasetê ye, lê herweha di îstixbarata fransî de jî berpirsekî bilind bû û heta teqawîtiya xwe ya sala 2000’ê jî xebitî. Philippe Rondot weke bavê xwe Pierre Rondot dostekî Kurdan bû û di vê nivîsa xwe de raporeke berfireh li ser kronolojiya şoreşa kurdî ya salên heftêyî derdixe.

Di nivîsa duyem de jî, Babakr El Bachadari nîşan dide bê peymana 11’ê adara 1970’yê deriyên çawa li ber geşedana çand û zimanê kurdî vekirin. Ji hêlekê ve, di vê nivîsê de behs dibe bê ji bo herêma otonom û çanda wê çi hatiye kirin û ji hêla din ve jî, nivîsa Philippe Rondot çirçoveya siyasî ya têkçûyina vê peymanê destnîşan dike. Ji ber wê, ev her du nivîsên ku nîsana 1977’an, di heman hejmara Le Monde diplomatique’ê de hatine weşandin, dikarin weke du nivîsên ku hevdu temam dikin jî werin xwendin.