Hesenê Metê û paşxaneya nivîskarîya wî

JÎYAN Û BERHEM

Çîroknivîs, romannivîs, wergêr Hesenê Metê di sala 1957an de li gundekî Erxenîyê (Navçeya Dîyarbekirê) ji dêya xwe dibe. Zaroktîya wî li gund dibihûre, dûre bi qasî deh salan li hêla Mêrsînê dimîne. Çend caran tê girtin û di girtîgehê de dimîne. Piştî cuntaya 1979an mecbûr dibe ku ji welêt derkeve. Bi qasî sê salan li Îran, Iraq û Sûrîyeyê dijî, di van deman de pêşmergetîyê jî dike. Di sala 1983yan de diçe Swêdê û li wir bi cih dibe. Ji wê demê vir ve li Swêdê dijî. Li Swêdê li dibistana bilind beşa grafîkê dixwîne, weşanxaneya Welat dadimezrîne û çend pirtûkan çap dike.

 

Heya îro wekî pirtûk 4 roman (Labîrenta Cinan, 1994; Tofan, 2000; Gotinên Gunehkar, 2007; Li Dêrê, 2011), 2 çîrok (Smîrnoff, 1991; Epîlog, 1998), 3 wergerên wî (Keça Kapîtan, A. Puşkîn, 1998; Mirina Karmend, A. Çexov, 1989; Merivên Reben, Dostoyevskî, 1991) henin. Ji xeynî vana bi navê Ardû (çîrokên gelêrî, 1991) û Gername (Ger, 2005) du pirtukên din jî nivîsandine. Li gel çar niviskarên din (M. Lewendî, A. Tîgrîs, A. Ciftçi, S. Anter) ji bo dibstanê bi navê Ansîklopedîya Zarokan (Perwerde, 2004) pirtûkek amade kirîye. Herweha pirtûkên wî yên Labîrenta Cinan, Gotinên Gunehkar û hin çîrokên wî ji hêla Muhsin Kızılkaya ve ji bo tirkî hatine wergerandin. Jan Dost jî her Labîrenta Cinan wergerandîye erebî. Ji xeynî pirtûkan Metê di kovar û rojnameyan de jî meqale û çîrok weşandine.

 

Hesenê Metê, li Başûr bi pîyeseka amator dest bi nivîsê dike. Piştre li Ewropayê bi cih dibe û meyl û atmosfera Swêdê bandorê lê dike ku nivîskarîyê ji xwe re wekî karekî bibîne. Di hevpeyvîneka kovara Çirûskê de ya bi H. Metê re, ew dibêje:

 

" Di nivîsandinê de min tu armancek nîn e. Armanca min ne ew e ku ez bidim dîyarkirin ez yekî maqûl, yekî welatperwer, yekî şorişger, yekî dîndar an yekî rafîzî me. Min dil nîn e ku ez bi nivîsandina xwe rêyeka rast bidim ber hinekan an jî hinekan ji rê derxim.

 

(…)

 

Êş û xembarî, an jî xweşîya ku hûn dibêjin nexşên jîyanê ne, gelek caran li nefsa min, li ruhê min giran dike û wê çaxê jî şerekî min û nefsa min dest pê dike. Ku ez bi ser kevim û vî şerî di formeka hunerî de bihûnim, a wê çaxê serwext dibim ku tiştek bû, tiştek qewimî, şerek vemirî, êşek sivik bû."

SİRGÛNÎ

Ev êş û xembarîya ku gelek caran nefs û ruhê nivîskarê kurd giran dike helbet sirgûn e. Sirgûna ku Edward Said dibêje; "…di navbera meriv û cîyê ku lê bûye û mezin bûye de, di navbera kesayetî û hêlîna rasteqînî ya kesayetîyê de gêdûkek e ku bi zorê vebûye û baş nabe." Belê, jîyan û tecribeyên sirgûnîyê birînên giran di ruhên penaberan de vedike. Hin kes li hemberî jîyanek weha ya îzolekirî, tenê, xemnexur, bêhêvî û hêjar nikarin li ber xwe bidin; an di nava qerebelixîya sirgûnîyê de dihelin û diçin an jî wekî şîzofrenekî berevajî jîyana ku bi rastî tê de dijîn jîyaneka xeyalî ya li pey rojên welêt didomînin. Sirgûn travmayek e, bêmemnûnîyetî ye, ji kok û axa xwe dûrxistin e, ji welatê dê û bavan qewitandin e, mecbûrîyetî ye, jîyaneka bîyanî, sar û dûr e. Lê di taybetî û rewşa kurdan de di heman demê de firsend û îmkanek e. Firsendeka zêrîn e ku nivîskarê kurd di wan salên ku ji welêt derketîye de ne gengaz bû li welêt bi dest bixista. Ev derfet çi ne? Di çarçoveya Swêdê de ku Hesenê Metê lê dijî em binêrin; bûtçeyên hikûmeta Swêdê ji bo penaberan amade dikir, di berfirehîya xebatên çandî û polîtîkayên pir-çandî de rê dida kurdên wir ku bi zimanê xwe perwerdehîyê bibînin, bixwînin, binivîsînin, pirtûkên xwe çap bikin, sazîyan ava bikin, enstîtûyan vekin û hemû xebatên din yên çandî û zimanî. Ev kurdên ku li Swêdê xwe dispartin dilovanîya wêjeyê kesên marjînal bûn; marjînalên desthilatên sîyaseta kurdan. Ew bi xwe di sîyaseta xwe de têk çûbûn û xwe avêtibûn hemêza wêjeyê. Li vir divê em balê bikişînin ser xaleka din; ew jî beravajî sirgûnên bi nav û deng wekî J. Conrad, Ezra Pound, Bernard Shaw, Samuel Beckett û hwd. sirgûnên kurd ne bi zimanê welatê sirgûnê bi zimanê xwe nivîsîn. Di vê rewşê de em dikarin sirgûnîyê ji bo kurdan wekî kreşa netewetîyê, netewetîya sirgûnê bibînin. Lewre ziman ji netewe, netewetîyê nikare bê îzolekirin. Netewetî li ser zimên bi goşt û hestî dibe û bi zimên derbasî ruhê nifşên nû dibe. Kurdên dîasporayê çi kirin? Bi zimanê ku netewetîyê vediguhezîne gel, wêjeyeka resen, xweser û serketî ava kirin. Em ji vê wêjeya ku li sirgûnê bi hestên netewetîyê hatîye avakirin re dibêjin wêjeya sirgûn/dîasporayê ku di êwrên wêjeya kurd de jî wekî êwreka diasporayê tê binavkirin. Mehmed Uzun, Mahmud Baksî, Firat Cewherî, Laleş Qaso, Bavê Nazê, Suleyman Demîr, Enwer Karahan, Mistefa Aydogan di vê êwrê de tên nirxandin. Hesenê Metê nivîskarekî diasporayê ye û em dikarin di êwra diasporayê de yek ji nivîskarên pêşeng, serketî û girîng bihesibînin.

 

Hesenê Metê di hevpeyvîna xwe de wekî bersiva "wêje we têr dike?" weha dibêje: "Tiştê ku em an jî ez diafirînim kitêbek e, nivîsek e… ma li hemberî vê jîyana aloz, tijî xem û êş… edebîyat, bi gotina te "wêje" wê têra çi bike?" Dû re bi xwe bersivê dide: "…ne mimkin e ku edebîyat merivî têr bike. Lê ez bibêjim ku ez pê hedûrîya xwe tînim." Ji bo fêmkirina têgihîştina wêje an jî sedema nivîsandina Hesenê Metê divê em wateya peyva "hedûrî"yê bizanibin. Hedûrî di ferhenga Zana Farqînî de wekî "bihizûr, hêminî, sikûnet" tê ravekirin. Lê li devara Erxenîyê, ku H. Metê ji wir e, di wateya "ewiqîn, eglebûn, papo bûn, hobî" de tê bikaranîn û bi wateya xwe ya fireh "Bi awayekî bihûrandina demê ye, ku meriv jê kêfê bigire." Tiştekî ecêb xwe nîşan dide di vê rewşê de: Li cîyekî jîyaneka aloz, tijî xem û êş, li cîyekî din bi nivîsandina wan, ku nivîsandin dubarekirina van tiştan e, hedûrîyaxwepêanîn. Hedûrî argûmana demeka zêde, fireh û aîde takekes e û derfetên vê argûmanê ji bo kurdekî ancax li dîasporayê gengaz e. çunku, piştgirî û alîkarîyên dewletê ji bo xebatên çandî nivîskarên kurd di mecbûretîya karên fîzîkî, aborî de nahêlin û ji bo karên hûnerî, edebî jî demek fireh, ji endîşeyên aborî dûr dide wan. Ji bo kesên afîrîner ew derfeteka girîng û giranbiha ye.

 

Îcar em werin ser "alozî, xem û êş"an; ev jî argûmanên dinyayê bi taybetî yên welatên rojhilatê ne, ji bo Metê jî yên welatê wî ne. Welatê ku êş û xema wî dikişîne, welatê ku tê de jîyan nemaye, yê ku her tim bi nûçeyên xirab, kuştin û bûyerên nebaş tê rojevê. Herçend ev êş, xem û alozî wekî mesafe ji Hesenê Metê dûr jî be ew di rehetî, dema zêde û fireh de hedûrîya xwe her bi bîranînên wî tîne. Ango bi derfetên dîasporayê welatê xwe, merivên welatê xwe, êş û azarên wan merivan bi bîr tîne û di rasteqînîya kurd û Kurdistanê de wan derbasî kaxezan dike. Metê, vê rasteqînîya gelê kurd û welatê wî di bin ximamîya nostaljîyekê de pêşberî xwendevanan dike. Ev rewş bêtir ji bo romanên wî berdar e. Wekî me di kurteyê de jî got H. Metê ji bo hemû berhemên xwe wekî cureya edebî li ser ‘novel’ê israr bike jî em dê Labirenta Cinan, Tofan, Gotinên Gunehkar, Li Dêrê li ser navêromanê; Smîrnoff û Epîlogê jî li ser navê çîrokê binirxînin. Lewre ji xeynî Hesenê Metê tu kes vê termê bi kar nayîne û di heman demê de ev berhemên ku me xistin cureya romanê -ji hêla honandin û şêwaza vegotinê ve- bêtir nêzê romanê ne.