Hetîketiyên civakî yên Pissaro

Translator

Hîseke xweş e mirov berhemekî bibîne ku ji hestên bi mirov re çêdike û wir de, bi awayekî cihê zêdebûna tiştên dikarin werin bidestxistin û ji dest dan, nakokî û şerên serdemekê radixe ber çavan. Ev berhem di heman demê de ferz dike ku mirov xeyala têkiliyên kêm dualî yên ku di navbera modernîteya hunerê û hesasiyeta siyasî de pêk tên, bike. Bi awayekî mirov ne li bendê, bi Pissaro hejiyaneke rohnîker peyde dibe.
Dîsa jî weha xuya dike ku ev resamê ku sala 1874’an beşdarî yekemîn pêşengeha wan kesên ji wan re împresyonîst tê gotin bûyî û girêdayî wan mayî, zêde sirr û razên wî nebûn. Elie Fause ji bo wî got “halbestvanê herî nedarîçav ê taybetiya tiştan.” Ev resam mutewazî dijiya, pirr kar dikir, kêmnasî ma û hevalên wî yên nêz hebûn ku tevlî têkoşîna mezin a ji bo estetîkeke nû dibûn, berovajî şagirtên wî Gauguin yan jî Cézanne... Bi kurtebirî, ew bi awayekî tekûz li cihên hevpar ên ku girêdayî vê ekolê ne, tê û ew bi awayekî mayînde stereotîpekî hunermendan û fikrekî diyar ê xweşikayiyê pêşniyar dike. Lewma îro her kes dizane ku împresyônîzmê hem raya giştî û hem jî kesên girîng ên ku diviyabû “hunera mezin” rave û terîf bikin, matmayî hişt. Û paşê bû nirxekî misoger û dereng jî be bi awayekî zexm, kir ku hin nûnerên wê gelekî dewlemend bibin. Ji vê wêdetir, vê resma ronak aqlê mirovan ji serê wan dibir, xuya ye dîmenên ku dikin grîzok bi bedena mirov bigirin, didan nihurandin.
Ev resm gelekî populer bû û heta gihişt wê nuqteyê ku kir nostaljiya “dawiya vê sedsalê” xwe bide der. Dema vê dike jî bi dor Serdema Xweşik dikeve û weke ku di nava tevahiya nermî û nazikiya jiyanê de be, xuya dike...

Redkirina tevlîhev a vê “avant-garde”ê (pêşengiyê) nîşana tênegihiştina mirov nikare xwe jê vede ye ku “burjûwa” û hunermendên hilberîner ji hev dike: serhatiya xweşik a împresyonîstan mînakek e ku muhafezekariyê li hemberî pêşveçûnê, piraniya ehmeq li hemberî elîta rohnîbûyî, xeddariya rantxwiran li hemberî biratiya hunermendan, neheqiya girseyan a demên berê li hemberî huqûqa dema nû datîne. Li wir romatîzmeke xurt a dilxweşker heye: bêyî ku mirov bitirse xwe şaş bike, silavan li leheng û qehremanên îdeal û qasidên mîranî yên xweşikahiyê dikin. Bi ser de jî karîbûn paşê henekê xwe bi miyopên ew şermezarkirî, bikin. Girse kêmaqil e, hunermend jî şoreşgerên nehatî fêmkirin. Ev rast e, lê vê yekê serketina wî û rewabûna wî pêk anî... û jixwe eger dawî baş be her tişt baş e. Zehmet e mirov bi klîşeyan re li hev neke, ji ber ku weha xuya dike ku bûyer rastiya wan klîşeyan misoger dikin. Dîsa jî, di çêkirina hîskirineke têra xwe şaş a dema xwe, têkoşînên xwe û rola hunermendên wan pê rabûyî de, cih digirin.

Sala 1889’an, Birca Eiffelê li Parîsê serwer e, modernîte li ser riya serketinê ye û Pissarro hindik maye bibe 60 salî. Dîwaneke têde sîh resman vedibêje, dinivîse û ji vê pêve jî nenivîsîn. Ew resman li gorî rêzeke baş destnîşankirî tesnîf dike, navekî li her yekî ji wan dike yan jî nîşaneke wan vedibêje li wan dike, ew her resmî bi rûpelekî ve dike, weke bergekî albûmê bi kurê xwe Lucien (bi xwe jî resam e) dide girêdan û ji biraziyên xwe yên li Londonê re dişîne. Pissarro nameyeke şîroveyan jî bi vê albûmê re dişîne. Ev berhemek e ku bi taybetî bi tenê ji bo malbatê hatiye çêkirin: Pissarro tercîh kir vî berhemî li derveyî bazara hunerê bihêle ya ku wê demê pêk tê. Ev Hetîketiyên Civakî ku di bin tava serhişk a anarşiyê de dipişkivin û ku bi “serhildaneke” bi îhtîmaleke mezin di demeke kin de wê were têkbirin, bi dawî dibin. Van Hetîketiyên Civakî wê bêguman bazara me behsa wê kir matmayî bihişta. Lewra weke ku xuya dike em li vir gelekî ji dil ketina ronak a pêwendî resmên wî, dûr in. Bi derbên pence û lepan, xîşkan, reşkirin û xetên hûrhûr ew “sefîliyên” xwe, şêwazê xwe yê şerê di navbera zirav û qelewan de û di navbera jiyan û mirinê de pêşniyar dike û vê yekê bi tinebûneke harîqulade ya hestiyariyê dike.

Ruhekî Pissarro yê ji bo xizanan hestyar hîç nebû. Fikra mode ya ku jinên dewlemend xwedî li hunermendan derdiketin, wî qet pûte bi vê yekê nedida. Ev ne zêdebûna sedeqeyan e ku ew ji bo “struggleforlifekarên (yên ku ji bo jiyanê li ber xwe didin)” xwe hêvî dike, berovajî ew divê weke Baudelaire jî dixwest ku “struggleforlifekar” fêm bikin ku bi tenê “yê/ya dikare bi dest bixe hêjayî azadiyê ye.” Xewnereşkeke sar nîşan dide ku têde Kapîtalîst û Proleter di alegoriyeke (rewşeke mecazî ya) şîdetê de dijberê hev in. Pissarro ev alegorî weke “hewldana di qada trajî-komîk de” bi nav kir. Em dikarin li hêviyê bin ku ya herî xirab biqewime. Mirov berê xwe bide “perestgeha golika zêrî” û “sefîliya bi kumê reş”, “xwekuştina yê terikandî” û “karwanê yê xizan”, mirov ditirse ku bikeve nava populîzmeke karîkatural, berhema peyamhilgir û ji bo yên razîbûyî îqnaker...
Lê li aliyekî hunerê Pissarro xwediyê tevlîheviyekê ye ku mirov matmayî dihêle û ji tevahiya “realîzmê” dibuhure. Vê jî bi karekî bêqisûr yê li ser kontrast, derbasbûna rengan, çarçoveyê dike ku têde hostetiya xetkêşiya împresyonîst û derfetên nû yên wênegiriyê, dibin yek. Li aliyê din, sernav û nîşane para bêhtir ji rojnameya La Revolte hatine girtin û ev yek tevahiya hunera wî dixe nava angajmaneke siyasî ku têde radîkalbûn û carinan mîzaha reş hem hestiyarkirinê (pathos) û hem jî meyila waezkirinê li derve dihêle.

Ev hêza derbirîner e ku çavkaniya wê jiyana rojane ye. Di nava tansiyonekê de ku carinan dike mirov li hin tabloyên Goya û expresyonîzmê bifikire, ev hêz jiyana rojane tîne ber çavan. Expresyonîzm weke huner azadiyeke mirov ne li bendê bi kar tîne û di heman demê de ji ser riya projeyeke anarşîst a daxwazkirî venaqete. Ev huner heta mirov bêje bes şîloker e.
Serê pêşî, hêja ye ku em rasta hunermendekî tên ku di dîtina pêşî de mirov weke hunermendekî “duzimanî” dikare bi nav bike. Lewra ev hunermend jê tê di heman demê de bi du nêrînên li dinyayê, hunera xwe pêk bîne. Nêrîna pêşî ya resmê ya dilşa, ahengdar e ku armanca wê ew e ebediyeta tiştên fanî zeft bike û ya din jî ya wêneyên xêzkirî ye ku noqî nav siyasetê bûye, hişk, nepixandî ye û armanca wê ew e ku xedariya nîzameke civakî zeft bike. Hemin, Pissarro ne bi tenê bû (Daumier weke mînak hem karîkaturîst bû û hem jî resam), lê belê kontrasta her du pêkanînên Pissarro gelekî bi bandor û darîçav bû. Lewra împresyonîzm weke şoreşeke resmê dihat dîtin, berovajî vê yekê xetên Pissarro hewl nedidan ji qaîdeyên serwer qut bibin, wan dixwest van qaîdeyan têk bibin, di heman demê de jî sempatiya xwe ya jibo fikrên şoreşger dianî ziman.

Beriya her tiştî der barê jiberêvebûna sosret a li dora hetîkatiyên civakî de em bi tenê dikarin bi xwe bi xwe bişêwirin û ji xwe bipirsin. Diviyabû em bisekinin heta ku sala 1972’an edîtorê mezin ê huner Albert Skîra li Swîsre’yê faksîmîlekê biweşîne, weşaneke sînorkirî, 999 nusxe û dengvedana wê jî zêde nebû. Referansên behsa vî berhemî dikin hê jî gelekî kêm in û piraniya malperên înternetê yên li ser Pissarro jî vê yekê piştrast dikin. Ev malper hez dikin bi dildariyeke mezin “fikra wî ya zindî” û jêhatîbûna wî ya paysajîst, derxin pêş. Dibe ku li vir ya diqewime xemsariyeke besît û bi serê xwe nebe.

Dema ku Pissaro hetîketiyên xwe yên civakî xêz kirin, hê zexta Komunê ji bîra mirovan neçûbû. Ji salên 1880’î ve ji bajarê Anzin ku wê qismî bandor li Germinal’ê bikira, heta bi Decazevill’ê, ku artêşê piştî ku karkeran midûrê kanê kuşt, dagir kirî, tevî ku xwepêşandanên destekê didin karkerên kanan li dora Jules Guesde û Luis Michel... li pey hev pêk tên, grevan raya giştî gêj dikir.

Ya li ser nîqaş tê kirin, Proudhon, Marx, Bakûnîn in. Fikra komara civakî gelekî di seriyê mirovan de diçe û tê, tevî ku di komara sêyemîn de skandal qewimîn, bi krîz û qeyrana boulangîst2 re rûbirû bû, ev krîz ji rûbirûbûneke nediyar û soza paşerojeke ewle ya neteweperestiyê û sosyalîzmeke weke Jean Jaurès gotî ji rê derketî, peyde bû... Pirsgirêka civakî û fikra siyasî sala 1889’an her welat ditirsand û bi xwe mijûl dikir, bi taybetî jî li ser maqûliya çalakiya yekser û sosyalîzma parlemanter. Tevgerên anarşîst ên hejmara wan gelek, gelekî deng vedidan û parçebûyî hem pirsgirêka civakî û hem jî fikra siyasî derxistin pêş.
Em behsa Pîssarro bikin, wî ti carî xwe venekişand bêhnvedanê, ji civakê dûrneket û xwe ji têkoşînê neda paş. Wî benda xwe bijart: Wî hevkariya rojnameyên anarşîst kir, di demeke kin de ji la Révolte ya ku Jean Grave ew birêve dibir, heta bi L’En Dehors a Zo D’Axa. Li van deran derfeta wî çêbû ku Octave Mirbeau, Emile Verhaeren, nivîskarê diz (voleeur) Georges Darien û Félix Fénéon ê cihê wî nayê dagirtin, nas kirin… Zêdeyî hedê xwe aqildariyek heye. Lê di demeke kurt de çalakiya terorîst da pêşiya wê: Kuştina Serokkomar Sadi Carnot ji aliyê Santo Caserio, di sala 1894’an de bi tenê mînakek e.

Belê, di dawiya vê sedsala mirovan matmayî dihêle de, bi qedrê vê zindîbûna aqil ya weha xuya ye hinekî kêmtir bû, nehat zanîn. Girîngiya wî çi dibe bila bibe, Zola bi tena serê xwe têrê nedikir ku têkoşîn û daxwazên wê demê bîne ziman û vebêje. Di vê çarçoveya fikrî û berçav de pirsên li ser pêşengiya, weke Pîssarro bi nav dike “lêgerîna xweşikahiya heyî” û rola civakî ya hunermend, derdikevin holê. Bê terbiyetiya pê hetîketî bi hêsanî hatin marjînalkirin gelekî sembolîk e: ew ê bi tenê împresyonîzmê ji ber statuya wê nayê fêm kirin, weke tevgereke apolîtîk erê bike û hunermed jî di bihuşteke li derveyî bûyerên civakî de asê û mehkûm bike. Em hêvî dikin çapeke nû ya hetîketiyan tevî pêşgotineke gelekî dewlemend a Henri Mitterand karibe tesîra marjînalkirinê tine bike1.
Bi awayekî berferehtir, ev difre bi awayekî nediyar îdîa dike ku hunermend divê şoreşê li ser erda xwe û li dinyaya xwe bikin, di nava xwerûtiya yekane rêveçûna estetîkê de ji bo xweşikahiya bêdawî. Lê ev cehalet û nezanîn bi israr ferz dikin ku mirov demên zehmet bi tenê bi awayekî zelal fêm bike. Ev cehalet û nezanîn, Octave Mirbeau yê ku realîzma wî ji anarşîzma wî navdartir bû jî di navê de, her weha li cem gelekan heye. Di demên zehmet ên behskirî de ya ku dixwazin, kêmkirina girîngiya çalak a têkoşîna şoreşger û dizikhevdebûna pêşengiya siyasî û pêşengiya wêjeyî û hunerî ye. Ev awayekî heyf e ku pê dixwazin ji neo-akademîzma tahm, fikr û heta hêviyê re cih çêkin.

Çavkanî

1 Camille Pissarro, Turpitudes sociales (Hetîketiyên Civakî), tevî pêşgotina Henri Mitterand, PUF-Fondation Martin Bodmer, Parîs, 128 rûpel, 26 euro.

2 Boulangîzm tevgereke siyasî ya fransewî ya dawiya sedsala 19. e (1889-1891). Ev tevger ji bo komara sêyemîn xeterek bû. Navê wê jî ji Wezîrê Şer General Georges Boulanger tê.