Hevaltiya Îran û Hindistanê ya taybetî

Translator

Îran û Hindistan cîranên hev in, û bi saya rêyên ketina Afganistan û Asya Navîn, yên ku di ser Îranê re derbas dibin, Hindistan ji ber Pakistanê asê namîne ; lewre jî, hevkariya Îranê ji Hindistanê re girîng e. Weke din, her du welat jî dijberên desthilata Talîbanan (1996-2001) bûn. Piştî rûxandina wê, New Delhiyê Qabûl teşwîq kir ku bi Îranê re têkiliyan deyne, da ku pêwîstiya Afganistanê ya bi Pakistanê re kêm bike. Hindistan û Îranê di başûrê Afganistanê de bi hev re rêyeke weha çêkir ku heta sînorê îranî (di navbera Zerenc û Delaramê de) diçe, û di heman demê de, bi mebesta ji nû ve avakirina rêhesineke di navbera vê keştîgehê û tora rêyên Afganistanê de, wan li aliyê Îranê keştîgeha Şabaharê, ya ku li ber deryaya Ummanê cîh digire jî, nû kir. Di dawiyê de, ji bo têrkirina pêwîstiyên xwe yên enerjiyê ku her ku diçe mezin dibin, Hindistan baweriya xwe bi hevkariyeke xurt a digel Îranê tîne (1).

Li ser bingeha van berjewendiyên hevpar, hevkariyeke stratejîk û azwer di navbera salên 2000 û 2005’ê de bi cîh bû ku ne bi tenê enerjî û meseleya afganî, lê belê danûstendinên leşkerî û firotina çekan jî di xwe de vedihewandin.

Lê belê, ev hevkarî ji ber neraziya nukleerî û şikên li ser çalakiyên qaçax ên bernameya îranî asê maye, bi taybetî jî di demeke weha de ku New Delhiyê digel DYA’yê li gora rewşê muzakere dikir û jî dewleteke weha ye ku di rastiyê de xwediyê çeka nukleer e, lê belê peymana dij-nukleerî îmze nekiriye (2). Peymana Waşîngtonê (3) statuya wê ya weke dewleteke berpirs di warê dij-nukleeriyê de piştrast kir, û weke din, Hindistan hê jî li pey kursiyeke herdemî di Desteya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, lewre jî, ew beşdarî însiyatîvên piralî yên li dijî Komara îslamî bû. Di desteya hikumdarên Dezgeha navneteweyî ya Enerjiya Atomîk (DNEA) de, Hindistanê sê caran li hemberî Îranê raya xwe bi kar anî, û ji 2006’ê ve, wê soz daye ku ew ê sizayên Lijneya ewlekariyê ya NY’ê bi cîh bîne. Sosret nîne ku hevkariya wê ya digel Îranê ji ber vê yekê hinekî tenik bûbe.

Digel vê jî, Hindistan dilxwaziyên xwe yên li ser biryarên mecbûrker venaşêre û çareseriyeke dîplomatîk pêşniyaz dike. Ew bi taybetî ji sizayên lêzêdekirî yên ku ji hêla DYA û YE’yê ve hatin pesindkirin nerazî ye, lewre ku ew xebata şîrketên hindistanî asteng dikin (4). Cîgirê dewletê yê karên derve, Nîrupama Rao, xemgîniya xwe anî ziman û "bandora rasterast û neyînî ya li ser şîrketên hindistanî û, jê xirabtir, li ser ewlehiya enerjetîk [a Hindistanê] û hewldanên [wê] yên bersivdana pêwîstiyên pêşketina gelê xwe" (5) weke karekî nerast nirxand. Lê belê, li derveyî parastina berjewendiyên xwe yên aborî, Hindistan girîngiyê dide du xalan: ew naxwaze ku Çîn têkiliyên berfireh bi Îranê re deyne, û ew herweha naxwaze ku qeyrana îranî hedaniya vê herêma dunyayê xirab bike ku ev hedanî ji xwe, ji ber şerrê Afganistanê û alozbûna rewşa Pakistanê ya navxweyî dijwar bûye.

Ji ber wê ye ku New Delhî ji ber hewldanên amerîkî, yên ku wê teşwîqî siyaseteke tund a li hember Îranê dikin, pirr nerehet e. Waşîngtonê bi bîra wê ve xist ku weke hevkara stratejîk, divê ew dostên xwe baş hilbijêre û ji bo birina zora Komara îslamî çalaktir bixebite. Lê belê, bi saya vê meseleyê jî, Hindistan dixwaze nîşan bide ku ew bê şert û mercan hevkariya DYA’yê nake, û dema ku bawerî pê re çêbibe ku Dewletên Yekgirtî, bi hincêta têkoşîna li dijî terorîzmê, digel Pakistanê zêde li hev dikin, ew dikare bi vî awayî jî boçûna xwe bide famkirin. Ji ber vê yekê, hikumeta Hindistanê pirr baldar e ku têkiliyên payebilind ên digel Îranê biparêze, û serdana serokkomarê îranî Mahmud Ahmadînejad, a di gulana 2008’ê de, û ya wezîrê karên derve Manuşehr Mottakî, a di mijdara 2009’ê de, vê helwestê jî aşkere dikin.

Çavkanî
  1. Hindistan nuha % 12’yê petrola xwe yaxam ji Îranê dikirre
  2. Bixwîne: Christophe Jaffrelot, "Pari américain pour l’Inde", Le Monde diplomatique, îlona 2006’ê
  3. Peymana ku bi daxuyaniyeke hevbeş ya 18’ê tîrmeha 2005’ê hate aşkerekirin, 10’ê çiriya pêşîna 2008’ê hate îmzekirin
  4. Ji bihara 2010’an ve ye ku pênc şîrketên hindistanî di armanca birevebirên amerîkî de ne, lewre ew bi awayekî çalak di nava bazara Îranê ya patrol û gazê de ne. Çavkanî: Cf. Joel Brinkley, "India leads list in ignoring Iran sanctions", International Herald Tribune, Paris, 21-22’ê tebaxa 2010’ê
  5. çavkanî: Jeremy Kahn, "India’s nuclear diplomacy", Newsweek, New York, 9’ê tebaxa 2010’ê

Wergera ji fransî: Simko Destan