Heyraniya cemseran

Translator

Ku cemser tune bin em ê çi bikin? Dê ji me re derdekî giran be. Ji xwe ev çi wexteke dirêj e ku cemser û em, em hevdu dinasin, me çiqas tişt jî bi hev re kirin ! Hîn li ser defterên me yên mektebê ku me ew bi alîkariya koşebend û pergelên xwe bi cîh dikir, me bi evîndarî şûna wan hesab dikir. Kengî me ew didît, êdî me dikarî Kelû û Ekwator jî lê zêde dikir, digel gulên bayî û çarêk, tevliheviyeke geometriyan ji gerdûnê derêxistî ku peywira wan jî, pêşîlêgirtina bêîntîzamiya xeternak a erdnîgariyê bû. Cemser, eksê dunyayê bû, cîhekî neamade ya ku cîhana me ya girover di nav xwe de digirt kubarî û qalindiya wê misoger dikir, her weke xet û xêzikên îhramekê girê dide û wê xweşik dike.

Îroj, cemser di bin xetereyê de ne. Ne cemser bi xwe ne, ji ber ku tiştên tuneyî bi rehetî nayên îmhakirin, lê bergehên spî ku ew navendên wan in jî di heman xetereyê de ne. Tehlûkeya mezin li ser cemsera bakûr heye. Qeşayên wê dihêlin. Ev çend sal in ku hirçê spî yê lawaz û zirav ji cemeda avê bo cemeda avê diçe, fîlm bi fîlm, ji Arthus Bertrand heta Nicolas Hulot. (1)

Cemsera başûr timî sartir bû (bi naverastî 20 derece kêmtir e). Ew ne ji cemedeke ku li ser avê diseyire, lê ji dêwekî bûzê yê ku % 90 yedekên ava nerm a dunyayê tê de hene, pêk tê. Ew ji Cemsera bakûr baştir li dijî germahiyê li ber xwe dide, lê carcaran, li aliyê deryaya Weddell an jî platoya Wîlkînsê, çiyayekî bûzê yê bi qasî Luxemburgê mezin di avê dikeve û li cîhekî nenasî winda dibe.
Bi heyraniya germahiyê, welatên ku li kenarê cemseran in, nemase Cemsera bakûr (Kanada, Rusya, DYA, Norwêç û Danîmarka), hazir in ku dewlemendiyên pirr mezin ên madenî û neftî, ji ber xirabûna cemeda avê derêxistî, bixin bêrîkên xwe. Ev mîna xeyal an jî kabûsekê ye. Ji mêj ve, mirov dizanîn ku xezîneyek di bin cemedên avê de heye, lê ew derveyî destên wan bû. Hêlîna cemedan mucîzeyeke belengaz e: klîtên şikeftê nuha di destên wan de ne.

Di heman demê de, bazirgan û petrolkêş di serê xwe de hesab dikin ka ew ê çiqas mîlyar dolaran qezenc bikin, dema ku her du rêyên efsaneyî dê vebin, rêyên ku hemû keşfkerên sermayê ji bo çar sedsalan li wan gerriyan, bihorîna Bakûr-Rojavayê ya di Kanadayê re û bihorîna Bakûr-Rojhilatê ya di Sibîryayê re ku dê Rojhilata Dûrî (Cathay, Calicut û Cipangu) nêzîkî Amerîka û Ewropayê bikin.

Her ku buhar vedigere, ez mêraq dikim ka dê spîtî bi pey hêlîna berfê re bi ku ve biçe. Gelo ew ê di çi tenêtî û paşhêla tiştan de pênaberxwaz bibe? Paşê tunebûna rasteqîn a cemedên Arktîkê, dê spîtiya cemseran xwe li ku veşêre? Em ê bêriya vê spîtiyê bikin, weke ku em ê bêriya valahî û tunebûna vê" noqteya sifir " a dunyayê bikin. Ev şûn û warên Bakûrê dûrî, xwedan yedekên madenên ji zerr û antîmonê giranbuhatir in, malzemeyên ku ji meriv û civakan re pêwîst in: spîtî, valahî, bêdengî, bêdawî û nenasî.

Îroj, bi pey pênc sedsalên keşfên mezin re, tevahiya dunyayê - bes li derveyî cemseran - qeydkirî, hesabkirî û medenî ye. Erdên nedîtî yên Afrîqa yan Asyayê ku mirov ditirsandin û bi xwe ve dikişandin nuha pîvan, boyax û hejmar bûn. Kartên dawîn ên Enstîtûya neteweyî ya erdnîgariyê (IGN) berhemên şaheser in. Erdê tevnepîrekê li ser dikare bê dîtin. Lê ev şaheser cîhê daxê ne: erdên nedîtî neman; bustaneke dunyayê jî ji zanyariyê nefilitî.

Di salên 1930’î de, Paul Valery’î digot: "Dema dawiya dunyayê dest pê dike." Îlana wî pêşwext bû. Di serdema wî de, warên ferqnekirî yên cemseran, û asoyên wan ên revok, li hemberî serûberkirina cîhanê li ber xwe dida. Şaristaniyan nedizanî ka çawa bêdawîtiyê di kadastroyên xwe de zeft bikin. Lê îroj, bi saya hêlîna cemedan, pîvanker darikên xwe di warê negotî dikin. Pêşbîniya Valery’î rast dibe: dema erdnîgariya bidawî dest pê dike. Sirra li ber tekçûnê ye. Dizî weke ava ji bîdoneke qulkirî dirêjin.

Heta nuha bêdengiya spî
bala dîrokê nekişandibû

Bezayê ji bo xezîneyê dest pê kir. Ji bo erdnasan, warê arktîk cejnek e. Komên ji wan diçin wir; ew kaniyên hê jî di bin deryaya spî de vêşartî rêz dibin: petrol bi mîlyarên varîlan, gaz bi mîlyarên metrekupan, komur, kobalt, antîmon, elmas, mis, nîkel, masî, gemarî.

Lê xwedanê van
cewheran dê kî be?

Zagona navneteweyî cemsera bakûr ji cengê derdixîne, lewre ku xwedanê wî tune ye, ew mal û milkê mirovahiyê ye. Wekî din, şûn û warekî nerastî ye, figureke matematîkî, noqteya rastîhevhatina eksenê cîhanê bi erdê ve ye, neteweyek çawa dikare wê bixwaze? Ew dûrî wextî ye, di zemînekî weha de ku seet tê de tune ne, ji ber ku hemû meridiyen û teşiyên seetê di vê noqteyê de digihîjin hev û dikin ku katjimêr hemû seetan di heman demê de destnîşan bikin. Va ye ji me re mînakeke dabeşnebûna jeologî û coxrafyayî ye ku dilê me xweş dike.

Sedemeke din jî heye: li gorî konvansiyona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya li ser zagona deryayê ku di 1982’ê de îmze bûye, her yek ji welatên cîranên okyanûsa arktîk xwedan mafê birêvebirina binê xwe yê deryayî ye, heta mesafeyeke 200 mîlên deryayî (360 km), di " devereke aborî ya ferdî " (DEF) de. Di vî warî de, hêjayî gotinê ye ku pirraniya kaniyên madenî ku hatin dîtin, nêzîkî qeraxan li ser hev dibin, di hindûrê şelîteke 200 mîlan de. Bi vî awayî pevçûn çênabin. Mixabin, maddeyeke konvansyona 1992’ê nakokiyê diçîne: ku welatên cîran dikarin îspat bikin ku platforma parzemînî a li qeraxên erdê wan, li derveyî 200 mîlên DEF’a wan didomin, hukumdariya wan hinekî din lê zêde dibe.

Ev madde pirr li xweşiya her pênc welatên cîran çû. Erdnasên wan zû bi zû platformên parzemînî yên pirrhejmar kefş kirin. Rusya dorsala Lomonossov raxist ber çavan. Ka ev dorsal çi ye? Çiyayeke bin avê ku ji qeraxên rusî diçe û di tevahiya zemîna arktîk re derbas dibe û, çi tesadufeke xweşik e, tam di bin Cemsera bakûr de dibihore. Lewre jî, li gorî Kremlînê, cemser û warên nêzî wî jî, mal û mulkê Rusyayê ne. Lê jeologên kanadî li hemberî vê derketin û gotin ku dorsala Lomonossov, ji xwe dewamiya dorsala kanadî ya girava Ellesmereyê ye. Jeologên danî jî ev fersend bi kar anî ji bo ku bi kenekî xweşik, bi bîr bixin ku dorsala navbihorî bi tenê dewamiya Groenlandê ye ku heta bê guherrandin, Danîmarka jî nûnêrê wê ye - heta ku xelkê înuît mafên xwe bi dest bixe.

Anuha, xuya ye ku Cemsera bakûr di bin tahlûkeyê de nîne, lê deh, bîst sal bi şûn ve, sermayedarî û pîşesazî dê li ser deryayên arktîk bikevin. Li ser bêdengî û spîtiya ku heta nuha, ji meraqdariya dîrokê filitîbû, dê buldozer û carûdên mekanîk li hev kom bibin, digel sefîngeh, rijandinên gazê, gemiyên mezin, rêxistinên ne hukumetî, dengê zîz ê makîneyan, kargehên masiyên morîna, komên har ên hawirdorparêzan, platformên neftê, super-tanker û qeşaşikestên nukleerî. Dê spîtî biçe. Li nava çiyayên bûzê yên şikestî, derya dê bibe weke herriyê. Roniyên bajaran ê di mijê de bibiriqin. Li şûna spehîtiya bêdengiya berî dîrokê, dê bê gazincên alarman û çakûçan. Ji imbarên dawî yên bedewiya tiştan, yek ê biçe.

Gava ku keştî bidin nava
Sibîryayê, coxrafyayeke
nî dê peyda bibe

Bi qasî çar sedsalan, mirovan her xwest di nav girav û qeşayan re derbas bibin, daku mesafeyên dunyayê kurt bikin. Li rojavayê, ji Kanadayê de, ew li bihorana Bakûr-Rojava digerriyan ku dê bihişta ku ew bi ser avtenga Beringê de biçin û bigihîjin welatên Rojhilatê. Bi dehan komên deryavanan û kaptanên dilawêr, di van labîrentên çirûskan de winda bûn, û hirç an jî tenêtiyê ew tê de kuştin. Bedenên wan di qeşayê de girtî ne. Herçî Rusyayê, wê xwest rêya Bakûr-Rojhilatê veke, ji bo ku ew jî xwe bigihîne avtenga Berîngê, lê bi şopandina qeraxên bakûrî yên Sîberyayê, daku mal û milkên xwe di keştîgehên Asya Dûrî de deyne. Dawiya pêşdîtî ya cemeda avê ya arktîk, dê van her du rêyan veke. Ev jî, diyariyeke ne ji rêzê ye.

Helbet, beriya ku her du bihoranên Bakûr-Rojhilat û Bakûr-Rojavayê bixebitin, hinekî wext lazim e - panzdeh salan, li gorî pisporan. Nakokiyên zagonî jî li ber me ne: Kanada weha dihese ku hukumdariya wê, li ser milên deryaya azadkirî yên ku di giravên kanadî re dizivirrin, dirêj dibe. Zagona deryayê weha nabêje. Pergaleke pareyê derbasbûnê tê nîqaşkirin. Sazkirina fîloyên xurt û bihêz jî pêwîst e ku dê ji qeşaşikestên nukleerî an ji gemiyên bi tekneyên ji sê tebeqeyên polayê xurtkirî ku bikaribin di nava parçeyên bobelatê de biseyirin, pêk bê. Lê hatinên payî pirr mezin in. Heta nuha, bazirganiya digel Rojhilata Dûrî di kanala Suweyşê an ya Panamayê re derbas dibû, û her du jî ji xwe bi qasî şiyanên xwe dixebitin. Bi saya her du bihoranên cemserî, dê hem mesafe û hem dirêjiya seyirînê kurt bibin. Anuha, di navbera Londra û Tokyoyê de, 21 000 km hene, lê bi saya kurerêya Arktîkê, dê ev mesafe li 14 000 km kêm bibe. Di navbera Norwêç û Çînê de, rêya Bakûr-Rojhilatê dê ji 15 an 20 rojên seyirînê kêm bibe.

Roja ku fîloyên bazirganiyê wê di nav giravên kanadî re an jî di ber Sîberyayê re biseyirin, dê di dîroka dunyayê de tarîxeke girîng be. Ceng û tackirin, xela û webayê, dema neteweyan dihijmêrîn. Lê belê, dibe ku vebûna rêyeke nedîtî, qûlkirina berzaxekê an jî tunelekê, kontrolkirina rêyeke deryayî ya nû, mohreke demdirêjtir hiştibin, ji ber ku ew erdnîgariyeke nû saz dikin. Her dema ku coxrafyayek li şûna coxrafyayeke din derdikeve holê, dîrok jî dilerize.

Di sala 1948’ê de, dukê Venedîkê şêwîrmendên xwe li dora xwe dicivîne. Wî peyamek wergirtibû ku agahiyên pirr xirab tê de hene: deryavanekî portekîzî Vasco de Gama bi ser ket û di Kapa bablîsokan re (ku ji wê û pê ve weke Kapa Hêviya Xweş hat binavkirin) derbasî başûrê Afrîqayê bû. Ev trajediyek e. Heta wê demê, bazirganan tenê bi rêya erdê dikarî xwe bigihînin Hindistanê, û mifta vê rêya dirêj û xeternak di destê Venîsiyan tenê de bû. Ev jî sedema dewlemendî û navdariya bajêr bû. Dema ku Hindistan, bi rêya deryayê, nêzîkî Portekîz û tevahiya Ewropayê bû, bajarê Dukayan êdî bi kêrî tiştekî nedihat.

Nexşeyeke cîhanê xêz dibe; yeka din ji tariyê derdikeve holê. Bi lez û bez, atlas ji nû ve boyax dibin. Cemser û Ekwator ji rêya xwe derdikevin. Sînorên ku me herdemîn dinasî, tune dibin. Deryaya Spî piçûk dibe. Ew bi awayekî nedîtî ber bi Rojavayê ve dişemite, mîna ku plaqeke tektonîk livîbe, û deryaya yûnanî û latînî dê tenê digel tevgerreke din a coxrafyayê, kolandina kanala Suezê, di 1868’ê de, dîsa jî şûna xwe bigre. Împaratoriya zengîn, li ser çerxa Asya û Ewropayê sazkirî, êdî ji diravê bê par e. Xewa demdirêj û mihteşem a Bajarê Dukan dest pê dike.

Çavkanî

Gilles Lapouge:
Nivîskar, xwediyê pirtûka bi navê La Légende de la géographie (Efsaneya Erdnîgariyê), Albin Michel, Parîs, 2010.

  1. Derhênêrên fransî ku fîlm li ser germbûna
    hewayê kişandine. (Têbiniya wergêr)

Wergera ji fransî: Simko Destan