Hêzeke daristanî ya bêxwedî

Rûsya
Translator

Di rojên destpêkê yê tebaxa 2010’an de, blogvanekî Tver’ê bi van peyvan berê tîrên hêrsa xwe dide Vladîmîr Pûtîn: di vê dema ku gundê wî di bin agirê şewata daristanê de ye, ew behsa "demên berê yên xweş" ên sovyetan dike ku hingê ji bo têkoşîna li dijî şewata daristanan zengilek, bêrmek û nobedarên daristanê hebûn; bi van nobedaran re bêrek û kumekî parastinê hebû ku bi nivîsa "Xizmeta Dewletê ya Parastina Daristanên Yekîtiya Sovyetan" hatibû neqişandin. Ev şahidiyek e ku ciddiyeta şewatên li Rûsyaya Navî derdixe pêş. Mehekê paşê serokdewlet Dmîtrî Medvedev binketina dewletê qebûl kir û ji nuha ve guhertinên wê siberojê pêk werin dan zanîn.

Felaketên hawîrdorê bi rengekî giştî rewşên zanyar bi wan dizanin derdixin pêş. Feleketa havîna 2010’an ku em hê bi asta wê nayê zanîn – hem di warê qada şewitî de û hem jî di warê hejmara mexdûran de – jî dikeve ber vê qaîdeyê. Mirov hin sedemên vê karesatê bi rehetî ji hev der dixe: kelegermeke îstîsnaî ya li Rûsyaya Navî û modeleke birêvebirina krîzê ya heta hingê nehatî dîtin ku kir zor li qanûneke nû bibe. Sedemên din ên bêhtir neyekser reh û rîşên wan diçin heta bi polîtîkayên dewletê yên ku di du dehsalên piştî serdema sovyetan de ketin meriyetê û herweha heta bi mîrateya sovyetan.

Jihevdeketina Yekîtya Sovyetan ya di 1991’ê de nîşana çûyineke rastî ya ber bi qutbûna ji erka dewleta navendî ye. Di destpêkê de lawazbûna fonksiyona parastina daristanan, rastî krîza aborî ya piştî ji hevdeketinê tê. Ji 1993’an û pêve, rêziknameyekê di bin hin şert û mercan de destûr da 150 hezar karkerên daristanan ên ser bi Saziya Federal a Daristanan ku daristanan bibirrin û bazirganiya berhemên ji daristanan bikin da ku mûçeyan – yên nehatî dayîn – karibin bidin û mesrefên din fînanse bikin – yên ku navber ketibû fînansmana wan. Di salên li pey vê de ev kiryar li pêş hat girtin û heta carinan li pêşiya fonksiyona parastinê jî cîhê xwe girt.

Di sala 2000’î de Saziya Federal – a ku jixwe qels bûbû – di bin berpirsiyariya wezareta çavkaniyên xwezayî de hat bicîhkirin. Di çarçoveyeke giştîtir de vê transferê kir ku wezareta hawîrdorê ya ku derengmayî sala 1988’an ji aliyê Mîxaîl Gorbaçev ve hatî damezrandin, were fesixkirin. Pêkhatina vê wezaretê xwe disiparte qutbûna ji rabihuriyê, wê bi awayekî zelal fonksiyona mêhtina çavkaniyên xwezayî û ya parastina hawîrdorê ji hev cihê kirin. Di bin banê saziya ji mêhtina çavkaniyên xwezayî berpirsiyar de komkirina Saziya Daristanan û wezareta hawîrdorê, ne bi tenê îşaret bi dawiya hewldaneke demkurt a jihevcihêkirina erkan dike, herweha siyaseta Pûtîn jî darîçav dike: ruhpêanîna aboriya rûs li ser hîmê mêhtina petrol û gaza xwezayî, hem jî bêyî ku xwediyê endîşe û kontrolên eleqedarî hawîrdorê be.

Eger behsa lawaziya fîloya balefiran a vemirandina şewata daristanan – havîna 2010’an hatiye nûkirin – were kirin, ew jî xirabûna binesaziyên pêşketina herêmî dide der. Sala 1995’an hê 7 000 xebatkarên mudaxeleyê yên Saziya Balefiran a Parastina Daristanan, Avialesokhrana’yê, hebûn. Di 2006’an de ev hejmar daxistin 3 000’an. Li aliyê xwe wezareta rewşên lezgîn gazinan dike ji ber ku ji heft balefirên rijandina avê yên ku ji bo demsala 2010’an daxwaza wan kirî, bi tenê sisê gihiştinê.

Di çarçoveyeke bi vî rengî de pêkanîna qanûna daristanan a ku di 2007’an de kete meriyetê, di mijara parastina daristanan û têkoşîna li dijî şewatana de bi tenê gava dawî ya pêvajoyeke qutbûna ji erka dewleta federal pêk tîne. Li gorî vê qanûnê otorîteya dewletê dewrî herêman û rêveberiyên herêmî dihat kirin (aîdên Federasyona Rûsyayê ne) û beriya her tiştî berpirsiyarî di navbera şeş wezaretan de dihat dabeşkirin ku ji sisêyan re dibêjin "wezaretên hêzdar" (wezareta rewşên lezgîn, ya karên hundir û ya parastinê). Ji hingê ve rayedarên herêmî diviyabû tevahiya hêza siyasî li ser birêvebiriya xwe bimeşînin, bi wî rengî ku parastina demdirêj a daristanan misoger bikin, rewşeke baş a binesaziyan û bi awayekî rast xebitîna ekîpmanan ewle bikin, planên mudaxeleyê amade bikin, ji bo bikaranînê amadekirina navgînên pêwîst misoger bikin (heta bi rezervên sotemeniyê…), di dema şewatê de xelkê û kesên daristanan dibirrin seferber bikin û helbet şewatê vemirînin.

Hukumetên herêmî di cîh de di xalên mezin ên muxalefeta xwe derxistin pêş: li gorî wan birêvebiriyên wan ne amade bûn ku xwe bidin ber barê berpirsiyariyeke evqasî mezin û beriya her tiştî gumanên wan hebûn ku pêdiviyên malî yên pêwîst nikaribin bistînin. Rêzerexneyeke din – ku pisporên daristanan, zanyaran û Rêxistinên der-hukumetî (RDH) ên hawîrdorê derxistin pêş – li guncavbûna qada herêmî dipirsî. Ma dînamîka belavbûna şewatan bi awayekî giştî sînorên admînîstratîf ên di navbera du herêmên cihê de derbas nakin?

Mîrateya sovyetan
û baweriya bi
daristaneke bêdawî

Bi ser de jî pirsa li ser biawayekî ufqî bihevguherîna agahdariyan, jêhatîbûn û pratîkên baş ên di navbera herêman de tê kirin. Di serdema kontrola ji fezayê de – teknolojiyek e ku têrîkirineke herî xurt û organîzasyoneke yekbûyî ya neteweyî ya ku dikare xwe li tevnên gerdûnî zêde bike jêre divên – herêmên ku di beriya serdema fezayê de mane, gelo bi rastî alavên wan ên baş hene?
Ji bilî van pirsgirêkên birêvebirinê, divê were tesbîtkirin ku daristanên rûs dikarîn baştir bihatana parastin. Lê êdî sektora daran û baskên wê nuha di nava xelo û celo de mane. Tevî ku % 23’yê daristanên dunyayê li Rûsyayê ne, ew bi tenê % 2’yê berhemên ji daran hildiberîne. Çend şîrketên rûs ku sektorê di nav xwe de parve dikin, hindik pereyan li sektorê radizînin û berdariya wan jî kêm e. Alavên wan ên kevinbûyî pêşiyê li wan digirin ku bi awayekî karibin hevrikiyê bikin, bikevin bazara dunyayê.

Sedema vê ya mezin, mîrateya sovyetan û baweriya bi daristanên rûs ku wê "qet xilas nebin" e. Wezareta daristanan ku ji salên 1930’î û vir ve yek ji baskên berdar ên kêmdîtî ên sîstema Goulag’ê bû, ji ber vê yekê rezerveke karkerên belaş ên li kampên komkirinê li ber destê wê bû. Ji ber ku zora modernkirinê li ser nebû, ev siyaset bêyî ku biguhere heta dawiya Yekîtiya Sovyetan jî weke xwe ma. Bi heman rengî, budceya wezaretê – weke hatinên ji daristanan hemûyan – girêdayî daristana hatî birrîn (û ne bûbû malê firotinê) bû, ev jî rave dike ku beşeke têra xwe mezin a van darên birrî, li daristanan dihatin hiştin.

Ji bo dawiyê li nivîsê bînim, pirseke dawiyê bikim ku fikaran bi pisporên daristanan, tenduristiya gelemperiyê û klîmatologan re çêdike: pirsa şewatên avzêman ku dûyê wan ê jehrî şêniyên herêma Moskovê gellek rojan fetisandin. Divê em careke din di serdema sovyetan de li çavkaniya vê pirsgirêkê bigerin: avzêm heta bi salên 1980’î di astên gellekî mezin de hatin zuwakirin da ku ava wan ji bo çandiniyê were bikaranîn. Wezareta karî û avê, zuhakirina bi hezaran hektar avzêmê dewam kir, erda avzêman jî di halê xwe de zuwa hişt. Ji hingê ve tu tişt nehat kirin û her havîn kevzêya erdên avzêman a ku bi hêsanî dişewite, agir pêdikeve û dûyê jehrî ku ji bo tenduristiyê tehlûke ye û gazên dikin tesîra serayê çêbibe, derdixe.

Zanyar ji mêj ve pêşniyar dikin ku ev avzêmên zuhakirî, bi rêya teknîkên buha, ji nûve werin têr avkirin. Bi awayekî bi tedbîr wan îşaret pê kir ku karê li pêş dê destpêkê bibe tesbîtkirina kite bi kite a deverên ku xetere lê heyî: heta îroj lêkolîneke bi vî rengî ya ji bo herêma Moskovê nehatiye kirin… Gelo divê mirov li hêviya felaketa bê be?

Çavkanî

Marie-Hélène Mandrillon:
Dîrokzana hawîrdorê li Rûsyayê, Navenda Lêkolînên Cîhana Sovyetan, Kafkasî û Ewropaya Navendî (Cercec), CNRS/EHESS, Parîs.

Wergera ji fransî:
Luqman Guldivê