Hikûmeta Hewlêr’ê bê stratejiya medyayê ye

Rewşa ragehandin û proseya siyasî li Kurdistan’ê
Translator

Edmund Burke dibêje, di parlamenê de sê desthilat hene, lê di galeriya nûçegihanan de desthilata çarem dirûn e ku ji hemûyên din girîngtir e. Desthilata çarem ne rewanbêjî yan gotineke nesteq, belku faktoreke wêjeyî ye û di dema niha de ji me re pir girîng e. Li parlamenên me edebiyat pêk hatiye. Çapemenî, ku di encama nivîsînê tê rojevê, pir car hevtayê demokrasiyê ye. Eger nivîsînê biafirînin, bêguman demokrasî jî çêdibe. (Tomas Carlyle)

Dema ku di sala 1898’an de Mîqdad Bedirxan hat sirgûnkirin, li Qahîre’yê yekem rojnama kurdî bi navê ‘Kurdistan’ weşand. Wî ji surgûnê peyama wêya ragehand ku kurd ji bo berhemanîn û avakirina civakeke siyasî, bi xwe girîngiya teknolojiya ragehandin ê fêm dikin. Di vî karî de jî, Bedirxan û rojnama wî berdewamî dan tradisyon û adeteke kevin. Pirsa komînaksyon – axavtin û rewanbêjî – aliyê kêm ji serdemê Roma û yûnaniyan, cîheke taybet di lêkolîna felsefî û siyasî de dagir dike. Wêya ku ji nêz ve peywendî bi wê behsê heye, pêkhatî ye ji hizra “komara fazîlet/bîrdoza dewleta baş li gor Eflatûn”, ango wêya ku di pêvajoya mirovahiya sivîl a renesansa Îtalya vejiya û piştre jî li şoreşên Amerîka û Fransa’yê careke din serî hilda. Li vir, xuya dibe ku berpirsyariya xelkê ketiye ber zext û zordestiyê da ku gotûbêjan bikin, bi hûrî bala xwe bidin û di jiyana giştî û karûbarên dewletê de beşdariyê bikin.
Modela demokrasiyê ku bajarên kevnar ên Roma û Atîna’yê geşkir, di civîna xelkê de ligel jimareyeke kêm ji nûnerên wan pêk hatibû ku têde komek proseyên eşkere yên çêbûna biryaran û encamên wan axavtinên siyasî dadirêjin. Vir nêzîkbûna welatiyan mercê sereke yê beşdariyeke aktîv û çeleng di gotara siyasî û prosa biryardanê de ye. Lê demekê ku gel belawela dibe, wê demê hêviya daxuyaniya giştî û çêbûna biryarê û tevger û peywendiyên rûbirû û çalak ji nav diçe. Xuya ye ligel serhildana rojnamegeriyê û zêdebûn û geşekirina xwendewariyê, rewşeke erênî çêbûye bo ji hev nêzîkkirina alîgirên wê netewê û ew miletên ku di warê demografî de belawela bûn. Vê rewşê ew alîgir di peywendiyeke rasteqîne de kom kirine. Bendict Anderson di vekolîna xwe ya derbarê nasyonalîzmê de, bawer e ku rojnamevaniyê roleke girîng di prose ya tunekirina herêmparêziyê de lîstiye, vê yekê jî bi rêya hişyarkirina xwendevan ji cihên xwe ên demografî, ku wek yek ji tuxm û bingehên avakirina netewe tê hesibandin. Ji xeynî vê, rojnamegeriyê roleke mezin heye di dûbare bihev re girêdan û ji hev nêzîkkirina encamên civakê de. Diyar e her wêya jî bûye sedem ku bandor kiriye ser nerînên ravekerê navdar yê civakî Tomas Carlyle, ku bala me dikşîne ser navbereke dirêj a peywendiyên di navebra rojnamegerî û hikûmet û civaka siyasî û “komara dewleta baş” de.

Rojnamegerî wek desthilata çarem
Piştî hilweşandina rejima Saddam Husên, di Kurdistana İraq’ê de ragehandin bi awayekî berfireh vejiya ye. Li gor agahiyên heftenama Rûdaw, niha 901 rojanme û govar û belavok li Herema Kurdistan’ê tên weşandin . Ev yek destkevfteke mezin e. Lê gelo encama vêya li ser siyasetê çiye?
Di demekê de, rojnamegerî wisa hatiye pênasekirin ku sedemeke girîng yê veguhastina zanyariyan di hundirê civakê de ye, wêya tiştekî bêwate ye ger wiha bihesibînin ku desthilatê peywendî bi van pirsan re tuneye. Fîlozofê siyasetê Edmund Burke, demek zêde beriya niha dûbare kiriye ku pêwîst e rojnamegerî xwe wek desthilatê bihesibîne: Desthilata çarem di cîhana siyasetê de .

Bi awayekî zelal û vekirî, rojnamegerî dikare mîna pirekê di navbera hikûmet û xelkê de be, bi awayekî xizmetê bike ku alîkariyê bide mekanîzmên zelalî û berpirsyariya hikûmetê. Diyar e desthilat tenê ne di biryardan û kirinên serokên siyasî de ye, belku takekes yan grûb jî dikarin sînoran ji bo biryardan derbarê pirsên girîng danînin, wêya jî bi rêya bandorkirin li ser nirxên civakî û proseyên siyasî û adet û kevneşopan çêdibe. Herwiha dikare desthilat di asta wê karînê de jî bo xuyakirina wêya ku ‘Schattschneider ’ wek tevgereke alîgiriyê ango “Mobilization of bias” cîbicî bibe, ango çêkirin û xurtkirina wan kospan ku rêya pirsgirêkên siyasî digrin. Ew desthilat ji aliyê Bachard û Baratz ve wek desthilata ne biryardanê – desthilatek ku bikare biryarê bide - hatiye pênasekirin. Herwiha ‘Steven Lukes’ ku wek yek ji şarezayên nûjen ên bîrdoza desthilatê tê hesibandin, behsa wêya dike ku desthilat bingeha sêyem heye û pêwîst e em jê fêm bikin, ew rehend û bingeh jî pêkhatî ye ji şiyana darêtina têgih û nerînan, têgihiştin û hêviya wê çendê ku ‘goriyê’ desthilatê stoxwarbûna xwe di hundirê berhemê de bikar tîne ji bo ku bandorê bike ser ciwanan, ligel wê rêzbendî û ajanda siyasî ya ku li pişt wêya hatiye pênasekirin û berevajî berjewendiyên wêya ye jî.

Rola rewşenbîran
Fehmkirin ji rojnamevaniyê û pêşkêşkirina wê bi awayekê hêja û jêhatî erkê hemû welatiyekê ye. Lê wêya berpirsyariyek e ku bareke giran dixe ser milê rojnamevanên cidî û hemû kesên ku propaganda wêya dikin ku ‘rewşenbîrên gel in, rewşenbîrên xelkê û sivîlan in.’ Ew girîngiya bi rojnamegeriyê hatiye dan, rewşenbîran dixe nav berpirsyariyeke mezin, bi taybet jî di çarçoveya proseya avakirina neteweyê de. Her wek Anthony Smith dibêje: “Rewşenbîran têgih û zimanê netewe û nasyonalîzman afirandine ... herwiha deng bexşîne wan îham û hêviyan ku wan di îmaj, efsane û sembolan de anîne ziman. Di vî warî de, nivîsarên Paulo Freire derbarê stratêjiya fêrkirin û zanîna çewisandiyan girîng e, hevta ligel gotûbîjên Michel Foucault bi Gilles Deleuze re, demekê Foucault radigehîne: “Sîstemeke desthilatê heye ku wê axavtin û zanînê red dike, hêzek ku tenê di desthilata sansorkirinê de derdikeve, belku wêya ku gelek bi kûrî û dijwarî diçe hundirê hemû torên civakî. Rewşenbîr bi xwe alîgir û girêdayî sîstema desthilatê ne... îdeolojiya berpirsyariya wan beramberî zanebûn û axavtina beşek ji wê sîstemê ye .”

Helbet şaş e ger hevkariya wan rewşenbîr û rojnamevanan bi aliyekê bê dan ku bi sedema xwe perwerdekirin û kursa hînkirinê şarezayî û têgihştineke kûr ji bo xuyakirin xwestekên welatiyên xwe bidest anîne. Lê tiştekî bi fêde û sûdwar dibe ger em axavtinên zanayan bi hişyarî û hûrî bistînin û zanînê jî bi ruheke sade û bê fêz û serxwereçûn û bi berçavgirtina bandora wan li ser xelkê bînin ziman.

Xaleke girîng di serdestbûna rewşenbîrî di axavtina giştî de pêkhatî ye ji geriyan li pey danûstanan. Ji ber ku dibe daxistina gotûbêjan gaveke metirsîdar be. Her wek dîrokzan ‘Christogher Lasch’ yê rexnegir dibêje, erkê girîng yê ragehandina azad ne dana zanyariyan e, belku pêşkêşkirina pirsên jêhatî ye. ‘Lasch’ dibêje: “Wêya ku demokrasî pêwîstî pêre heye, pêkhatî ye ji danûstandin û guftûgoyên giştî yên çalak, ne tenê pêşkêşkirina zanyariyan. Bêguman zanyarî jî pêwîst e, lê tenê bi rêya gotûbêj û diyalogê dikaribe wê corê zanyariyan ku hewce ye, derkeve rojevê. Em nizanin ku pêwîst e em çi bizanin da ku pirsên hêja û guncaw nekin, demekê jî pirs rast derdikeve ku em hizrên xwe derbarê cîhanê bixin pêşberî raya gişî.”

Pirsgirêka bêrê û gendeliyê
Yek ji nîqaşên ku di rojeva rojnamegeriya kurdî de ye, pirsgirêka bêrê û gendeliyê ye. Li gor nivîskar Marcus Daniel: “Riswakirin û kêm exlaqî” peywendî bi çêkirina kultûreke beşdarker (Participatory) û demokratîk.” Lewra heta qasekê di rewşa demokratîk de, hebûn û xistine rojeva kêm rewiştî û riswayî di rojnamegeriyê de tê çaverêkirin, lê wêya di stoyê dezgehên medyayê de ye ku tevger û exlaqên xerab bi nerîneke bêalî û rast û durist bixin rojevê, ne wiha bidin xwiyakirin ku hemû milet di bê rewiştiyê de winda bûye. Eger bêrê û gendelî fenomeneke serdest be, wê demê pir tiştên din jî heye ku pêwîst e girîngî jê re bê dan; ger em bi awayekî ne hûr û berfireh binerin gavên pêşkevtin û bicîhhatina aştî û geşekirina Kurdistan’ê, xwiya dibe gavên baş ber bi pêş hatine avêtin û hêjayî amajedanê ne û em hest dikin ku pirsgirêka bêrê û gendeliyê tenê ne pirsgirêka rasteqîne ya civata kurdî ye. Hin mijarên din ên zêde jî hene ku divê ciheke berfireh di rojnamevaniya kurdî de bigrin, aliyê kêm pirsa jinê û pêgeha jinê di civakê de hevta ligel pirsgirêka berdewamiya kuştin û tawanên bi navê şerefê.
Demekê rastiya Herema Kurdistan’ê û siyaseta kurdî bi tevahî wek bêrê û gendel û tûşbûyî bi bêrêtiyê were nîşandan, dibe raya giştî ya cîhanê ber bi aliyê parçe parçebûna herêmê û dûbare sepandina desthilatdar û desthilatdariya biyanî biçe, bi hêceta wêya ku kurd gendel û bertîlxur in û şiyana wan a xwe rêvebirinê tuneye.

Temaeşkirina kurdên dîasporayê wek biyanî
Em wek çavdêrên biyanî, bala xwe daye wêya ku beşdarîkirina wan kurdên ku li dîaspora vedigerin, di proseya siyasî ya kurdî de pirseke giştî a bê bersiv aniye rojevê. Ango ew kurdên dîaspora ku vedigerin, ji dêlva handan û hevkarîkirinê, di medya kurdî de rûbirûyê nerîneke neyînî dibin. Diyar e Kurdistan tenê ne cîhek e ku tirsa vegeriyana kesên ji dîasporayê heye: Bo mînak Pakistan’ê gelek hewlda ku penaberên koçkirî venegerin. Herwiha burokrasiya Çîn’ê nîqaş dike ku gelo ew grûba ku wek ‘kûsiyên deryayê’ binav dike, hêjayî wêya ne ku vegerin û berpirsyariyên bilind di sazî û dezgehên Çîn’ê de dagir bikin. Bi giştî gumankirin ji ‘biyaniyan/mişextiyan tiştekî çaverêkirî ye û girîng hatiye hesibandin. Bêguman, yên ku bandor li ser raya giştî hene, haydarê azmûna nişextiyan û rojnamegeriya kurdî ne – lê divê bîra me neçe ku yekemîn rojnama kurdî ji aliyê rewşenbîrekî kurd yê mişextî li dîaspora hatiye weşandin. Dîrok û tevgera azadîxwaziya neteweyî û civakî derbarê beşdarîkirina dûrxistiyan tijî nimûneyên wiha ye. Herwiha dîrok tijî ji wan rêjîm û sîstemên qirker e ku xemsarî nekirine kesayetî û serkirdeyên herî xwedî şiyan û behremend ên milet bikin armanc û wan qir bikin yan neçar bikin ber bi dîaspora biçin. Lê heta niha jî gumankirin ji wan kesên li dîaspora dijîn, tiştekî berçav e û vêya di ragehandin a kurdî de reng vedaye. Kesekî wek Prof. Dilawer Elaeddîn ku di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de posta Wezîrê Xwendina Bilind wergirtiye, bi azmûn, şarezayî û jêhatîbûna xwe dikare bandoreke baş bike ser Kurdistan’ê û civaka kurdî. Pêwîst e kesayetiyên wek wî bên handan û alîkarî bi wan re were kirin ji bo serxistina ajandaya wan, nek stegmatîz bên kirin. Ev rewş diyardeya herêmçîtiyê dide xwiyakirin ku her wek Martin Van Bruineseen amaje jê re kiriye, qala pêkhata civakî ya kurdî dike ku awayê siyaset û civaka kurdî rêve dibe. Gelo vêya şêwazê herî baş a pêşdeçûnê ye ji bo neteweyekê ku bo gelek salan di dîrokê de li rewşa pêşketinê hatiye bêparkirin û kesayetiyên xwedî şiyan û zana tûşî qirkirin û koçberiyê bûne, neteweyek ku bi komek dewletên dijminkar hatiye dorpêçkirin? Eger Mîqdad Bedirxan biketa pey lojîkeke gumankirin ji mişextiyan, dibe kurd neçar bûyana demeke dirêjtir bo derketina yekemîn Rojnama kurdî û çûn bo nav cîhana nûjen çaverê bikirana.

Pêwîstiya buroyeke taybet bo ragehandina hikûmetê
Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê dikare derbarê wan xemsarî û kêmasiyên ku hatine destnîşankirin, alîkariyê bide ragehandin ê. Bi taybet, her wek şarezayê warê ragehandin a kurdî, Hîwa Osman, amaje jê re kiriye: “Pêwîst e hikûmet buroyên ragehandin ê û behreya berdevkên xwe xurttir bike ji bo piştrastbûn bi wêya ku zanyariyan digihînin xelkê.”
Di demekê de ku li Kurdistan’ê, kanalên ragehandinê di bin desthilata partiyên siyasî û piraniya siyasetvanan de ye û rasterast di bin rikêfa wan de ne yan xwediyên wan in, lê di deman demê de xuya û eşkere ye ku li Kurdistan’ê hikûmetê ne stratejiyeke navendî derbarê medya de heye û ne buroyeke taybet bi ragehandin ê jî heye. Hebûna buroyeke taybet bi medyaya hikûmetê girîngiyeke zêde ji bo rêveberiyeke demokratîk a nûjen heye; gelek ji hikûmetên cîhanê ew corê ofîsan hene. Avakirina beşa ragehandin a hikûmetê li Kurdistan’ê gelek bi feyde ye. Herwiha buroyeke bi vî awayî ji bo rojnamevan jî bi fêde dibe û dikarin wek navendeke peywendîkirin û peydeçûn û lêkolîn û geriyan li pey mijar û herwiha ji bo pirs û destkevta bersivên rast û rewan bikar bînin. Ji bo hikûmetê jî fêdeya dezgeheke navendî ya taybet bi ragehandin ê di vê çendê de ye ku nûçe û çîrokan rasterast û bi lezgînî bigihe rojnamevanan. Bêguman vêya jî zelalî û ruha berpirsyarbûnê pêş dixe û xurt dike. Dikare liv û tevgereke profesyonel û zanayane derbarê nûçe û bûyeran çêbe û pêvajo were pêşdebirin. Herwiha bi sedema pilandanîn û tevlibûn bi sîstemeke tomarkirin ya baş, hikûmet dikare bi bidestxistina zanyariyan ji rojnamevana fêdeyê bistîne, ew zanyariyên ku divê ji bo pêşdebirina kar û rêvebirina hikûmetê bên bikaranîn û herwiha wek pireke peywendiyê jî bo nêzîkirina hikûmetê û xelkê were bikaranîn.
Rewşa rojnamegeriya dijwar û nebaş dibe sedema wêya ku ‘atmusfereke giştî’ ya kemilî û aktîv – li gor Jurgen Habermas – çênebe. Ango di rewşeke wiha de derfet û qada ‘axavtinekê’ ku dibe sedema veguherîna nerîn û fikran û xwiyakirina dîtin û nerîna xelkê, pêk nayê. Li vir, her wek Michael Roberto ku şagirdê Maks Weber bûye, dibêje, hejarî û xizaniya xelkê di warê ragehandin û bidestnexistina zanyarî û zanînê de, dibe sedema bêfermanîkirina xelkê ji bo desthilata Orlgakî ango desthilata kêmaniya dewlemend bi ser piranî de. Nabe ji vê rewşê re wek yasayeke reha ya dîrokî were temaşekirin; dibe gelek asteng li pêşberî beşdarîkirina xelkê di ragehandin a siyasî û prosa demokrasiyê de hebin, bo mînak veqetiyan û dabeşbûnea zêde û aloz a civakên modern û pêşketî; lê her wek di karên ‘John B. Thompson’, bîrdoznasê hemdem yê warê medyayê de hatiye pêşniyarkirin, rojnamegeriyê roleke sereke di çêkirina formeke demokrasiya welatîbûnê de heye . Di rastî de rojnamegerî sedemek e ji bo çêkirin û berdewamiya gotûbêjên cidî û çêkirina raporên hûr û berfireh û cîbicîkirina xwestekên nîştimanî û demokratîk; her wêya jî dibe sedema damezrandina ‘Komara fazîlet/bîrdoza dewleta baş li gor Eflatûn’

Wergera ji soranî:
Azad kurdî

Ev nivîs ji bo Le Monde dîplomatîk kurdî hatiye nivîsandin.

Çavkanî

Dr. John Hogan & Prof. John Trumpour*
*Dr. John Hogan li Beşa Yasayê ya Zanîngeha Harvard a Amerîka vekolerê Verthaymê ye. Dr. Trumpour, li Zanîngeha Harvard a Amerîka profesorê beşa yasayê ye.

  1. Thomas Carlyle, 1840, derbarê qehreman û qehremanperestiyê û pehlewançîtiyê di dîrokê de.
  2. Anderson, B. (1991) Imagined Communities: Reflections on the origin and Spread of Nationalism, London: Verso. 1991.
  3. Rojname ya Rûdaw, jimare 1, 07.07.2009, çapa Ewrûpa.
  4. In Burke s time the three other states of the political realm were church, nobility and commoners, or in the language of today: clergy, military/political/ economic elite, and masses.
  5. Schattschneider, E. E. (1960), The Semisovereign People . New York: Holt, Rinehart & Winston
  6. Bachrach P. and Baratz m. S.(1970), Power and Poverty: 6 Theory and Practice, New York, oxford University Press, 1970.
  7. Lukes S., (2005) Power: A Radical View, Basingstoke, Palgrave macmillan 2005.
  8. . Smith, A.D. (1991), National Identity, Penguin.
  9. Foucault, m. (1977). Language, Counter-memory, Practice. Ithaca, New York: Cornell University Press
  10. . 10 Lasch,C. (1995), The Revolt of the Elite and the Betrayal of Democracy, New York: W.W. Norton.
  11. Daniel, m. (2009), Scandal and Civility: Journalism in the Birth of American Democracy, oxford University Press.
  12. Van Bruinessen, m. (1992), Agha, Shaikh and State: The social and political structures of Kurdistan, Zed Books
  13. See: http://www.ekurd.net/mismas/ articles/misc2009/8/independentstate3065. htm
  14. michels, R. (1915, reprinted 1962), Political Parties, Free Press, New York.
  15. Thompson, J.B. (1995), The media and modernity, Polity Press, Cambridge.