Hilbijartinên giştî û yekîtîya neteweyî ya kurdan

Translator

Hilbijartinên li Tirkiyeyê dîsa di bin sîya gengeşîyên her sê partîyên mezin de pêk tên, ku yek ji van partîyan jî di warê çareserîya pirsgirêkên welêt de xwedî bernameyeke aşkere û fambar nîne. Heta niha li ser pirsgirêkên kurd û ermenî, dawîlêanîna şidetê, ku her ku diçe civakê dorpêç dike, berfirehtirkirina maf û azadîyên bingehîn, Qanûna li dij Terorê (TMK), ku herî zêde serê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd dixe belayê, pêvajoya muzakereyên digel Yekîtîya Ewropayê, ku gelek hêdî dimeşe û herweha sebaret bi destûreke nû ji partîyên siyasî gotineke cidî nehat. Weha xuya dike ku ji niha û pê ve jî nayê.

Ji ber ku tu partîyeke siyasî siyaseta xwe ji ser rojeva rastîn a Tirkiyeyê re nameşîne. Di şûna wê de her sê partîyên mezin (AKP, CHP û MHP) siyasetên weha dimeşînin, ku mebesta wan hişyarkirina hest û refleksên neteweperest ên welêt in. CHPyê, ku ergenekonî, ku neo-îttîhadîyên Tirkiyeyê ne, xist nav lîsteyên berendamên parlamentoyê, parêzerîya Ergenekonê, ku ji alîyê Baykal ve hatibû ragihandin, kir rastî û peyamake girîng da vê damara sereke ya neteweperestîyê.

Ji alîyê din de jî MHPyê li Erdoğan û AKPyê, ku wekî reqîbên xwe yên herî mezin dibîne, bi "bozkurtan" ("Gurên boz" li Tirkiyeyê ji mîlîtanên MHPyê re tê gotin) gef xwar, yan jî ew tirsand. Serokê MHPyê Bahçeli, di hilbijartinên 2007ê de werîsê îdamê, ku di bêrîka wî de bû, li meydanan bi xwe re digerand. Dema ku wî ji neteweperestên tirk deng dixwest, sond dixwar ku dê Öcalan bi dar ve bike. Bahçeli di van hilbijartinan de wê ristê dilîze, ku hertim amade ye ku "bozkurtên" xwe bera meydanan bide. Di lîsteya wî ya pêşîn de Engin Alan heye û leşkerek e, ku di şerê li dij kurdan de wezîfên girîng stendine. Alan demekê fermandarîya Hêzên Taybet kiribû û herweha serokê wê komê bû, ku Öcalan girt û anî Tirkiyeyê. Kesê ku li Îmralîyê îfadeya Ocalan girtibû jî ji wî pêvetir kes nebû. General Engin Alan jî wekî gelek leşkerên din ên bersûcên JITEM-ERGENEKONÊ, ku di şerê li dij kurdan de por weşandine, dibêje ew ‘fermandarekî welatparêz ê neteweperest e, ku hatiye têk birin’ û ew wê yekê wekî îxaneta li dij neteweyê dibîne, ku dema ku cudaxwaz di meclisê bûn, ew jî digel hevalên xwe li ber dadgehan dihatin darizandin, ku li Silivriyê hatibûn damezirandin. Heger were hilbijartin ew dê bikeve meclisê û dê tekoşîna xwe, ku li ser çîyan nîvco hiştibû, di çarçoveya fikir û ramanên xwe de li vê derê berdewam bike. Ji ber vê yekê di warê pirsgirêka kurd de ji bilî xurîna neteweperestîyê tu kes li benda polîtîkayeke din a MHPyê nîne.

AKP û MHP: Reqîbên herî dijwar

Di van hilbijartinan de reqîba herî dijwar a MHPyê dê AKP be, ku hewlê bide ku wê li jêrî benda ji sedî dehê bihêle. Stratejîya esasî ya AKPyê ew e ku MHPyê li jêr bendê bihêle û piranîya li meclisê bi dest bixe. Anket niha MHPyê hinekî li ser % 10ê nîşan didin. Anku MHP li ser sînor e. Heger ev partî li jêr benda ji sedî deh bimîne, AKP dê bibe xwedî zêdeyî 400 wekîlan.

Sedema ku kir AKP li dû dengên neteweperest here, encamên referan-dûmê bûn, ku tê de guhertinên girîng ên destûra 12ê îlonê hebûn. Dihat hesab kirin ku girseya AKPyê dora % 40- 45 e, lê belê di referandûma destûrê de % 58ê dengên erê derketin. Herçend MHPyê gotibû ‘na’ jî nemaze li hin herêmên Anatolyaya Navîn û Deryaya Reş rêjeya dengên ‘erê’ gihîştin % 75ê. Lê ev der, ew herêm bûn ku şerê li dij kurdan herî zêde lê bandor kiribû û gelek cenazeyên leşkeran diçûn wê herêmê. Ji ber ku MHPyê li dij guhertina destûra 12ê îlonê gotibû ‘na’ ev yek ji bo wan "ulkucuyan" ( "îdeal, nimûneya bîqisûr" ji endam, alîgir û mîlîtanên MHPyê re tê gotin), ku bixwe ji 12ê îlonê zirar dîtibûn, wekî hêjayî bawerîyê nehat dîtin û hinan ji vê girseyê di referandûmê de gotin erê.

Wateya vê yekê ji wateya gotina erê ya di referandûmê de bêhtir bû. Ji ber ku weha xuya dikir ku propagandaya MHPyê, ku digot pêvajoya pêşîlêvekirinê (mebest jê "siyaseta vebûnê" ya AKPyê ye) dê welêt parçe bike û AKP digel Öcalan di nav dîyalogê de ye û digel wî hevkarîyê dike, encam nedabû. Ji ber ku li wan herêman, ku dengên neteweperest lê zêde ne, dengê erê gelek pir derketin, ev yek weha hat şirove kirin ku êdî ev dengdarên neteweperest, ku ji bêçareserîya pirsgirêka kurd zirara herî mezin dîtibûn, li çareserîyekê digerin.

MHPya ku li derveyî meclisê bimîne, dikare here ser xeteke mîlîter û ergenekonî

Serokwezîr Erdoğan, ku girîngîya encamên referandûmê dîtibû, niha berê xwe dide girseya MHPyê û ji bo partîya xwe deng dixwaze. Herweha tê meraq kirin ka ev girseya neteweperest dê bersiveke çawa bide vê lîstoka siyasetê ya Erdoğan. Ev alîyekî rûyê madalyonê ye, lê belê alîyekî din ê madalyonê jî heye. Encam çi dibe bila bibe, dibe ku berdêla hewldana AKPyê, ku MHPyê li jêr bendê bihêle, berdêleke giran be. MHPya ku li derveyî meclisê bimîne, dikare xwe bikişîne ser xetekî mîlîter û ergenekonî û hetta dikare dawî li siyaseta Bahçeli were, ku bi enyad rê nade ku Ergenekon bikeve partîyê. Lê belê jê girantir ew be ku AKP, ku îddîa dike ku di xeteke muhafazakar-demokrat de dimeşe, nêzî neteweperestîyê bibe û xwe di nav siyaseteke neteweperest de bibîne. Nîşaneyên vê yekê jî ne ku tunene.

Serokwezîr dibêje êdî pirsgirêka kurd nemaye û ji ber ku bi zimanekî, ku kêfa neteweperestên tirk jê re tê, bang li ewropîyan dike, anku ‘bi zimanekî ku ew (ewropî) pê fêm dikin’, pesnê xwe dide û weha xuya dike ku pêşengên siyasetmedar ên partîyê her ku diçe girîngîyê didin referansên neteweperest. Şiroveyên girîng jî hene ku Erdoğan dixwaze 4 salên din welêt bi rê ve bibe û paşê jî derkeve Çankayayê. Di her du hilbijartinên meclisê de, ku Erdoğan tê de beşdar bibû, bi serkeftî derket.

Xuya ye grafîka serkeftinê ya AKPê dê berdewam bike

Grafîka serkeftinê ku AKPyê ji hilbijartinên 2002ê ve bi dest xistiye, weha xuya dike ku di van hilbijartinan de jî dê berdewam bike. Hilbijartinên 2002yê weha ketin dîrokê ku tê de siyaseta li Tirkiyeyê ji nû ve hat dîzayn kirin û têkilîya siyasî ya çep û rastên navendî, ku digel civaka kurd danîbûn, hatibû wê merheleyê ku dawî lê were.

AKP ew partî ye ku ji jihevketina siyasî maye, ku piştî anîna Öcalan a Tirkiyeyê dest pê kiribû. Partîyên din ji ber ku tu alternatîfên çareserîyê pêşniyar nekirin û di navbera xwe û kemalîzmê de tu mesafe dananîn, tabelayên xwe yên li wan deveran, ku lê dengdarên kurd zêde ne, yek bi yek daxistin. AKPyê jî nemaze di 2007ê de konsepta derbarê daxwazên ji bo guhertinê baş nirxand. AKPyê dengên xwe ne tenê li Kurdistanê, lê herweha li bajarên Mersin û Stenbolê, ku kurd lê gelek zêde ne, bilind kirin. Lê belê ev tablo di hilbijartinên 2009ê de bi leha BDP guherî.

Di van çar salan de AKPyê têkîlîya wekîlên xwe yên kurd ên digel dengdarên wan pirsîyar nekir. Yan jî raya giştî pirsîyarkirineke aşkere nedît.

AKPyê, him li ser navê reqabetê, him jî bi şêwazekî qure bi 75 wekîlên xwe yên ‘bi eslê xwe kurd’ pesnê xwe da. Lê belê ebdekî Xwedê derneket, nepirsî ka madem ku ev wekîl kurdan temsîl dikin, ji bilî çend kesan, çima derbarê pirsgirêka kurd de, ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ye, ewqas bêdeng in. Niha jî demeke kurt berîya hilbijartinan derxistina van wekîlan ji enîya hilbijartinê çiqas rast e gelo? Ji bilî wezîr Mehdi Eker tu kesê ku li vîtrînan bûn, nedikaribûn bikevin lîsteyan.

Sala 2023 û rewşa kurdan

Em di sala 2011ê de ne, ji 2023ê re hîna 12 sal hene. Serokwezîr, ku ji bo hilbijartinên du mehên din daxuyanîyek weşand, sala 2023ê, an ku sedemîn salvegera damezirandina komarê wekî armanc nîşan da. Wî got ‘em populîzmê nakin, bi tenê soza wan tiştan didin ku em dikarin encam bidin.’ Di 2023ê de komar dikeve sed salîya xwe. Serokwezîr ev tarîx nîşan da û ev yek herweha derfetê dide ku bi encamên komarê re bikevin nav hesabkirinê û rû bi rû hatinê. Piştî sedsaleke dûr û dirêj kurd û tirk dê bi hev re komareke demokratîk pîroz bikin yan jî em dê şahidîya pêvajoyekê bikin ku di dawîya wê de jêcudabûneke herî mezin a sedsalê pêk were.

Nûçeyên ku ‘psîkolojîyên neteweyî’ bera hev du didin, têrê dikin ku mirov fêm bike ka em di arefeyeke çawa de ne. Ka werin em bi hev re li nûçeyên rojane yên malpereke kurdî binêrin:

"Bombeyên TSKê jîyana Baran tarî kir"
"Bombeya rondikrêj a polîsan Elîfa du salî bi giranî birîndar kir"
"Li Dêrsîmê di navbera HPG û TSKê de pevçûn"
"Li Nisebînê bombeya dengî avêtin qeymeqamtîyê, li Stenbolê jî avahîya AKPyê"
"Leşkerkêşîya ser xeta sînor"
"Li Hekarîyê tîmên taybet gundîyek birîndar kir"
"Ruhê Omer Muxtar li Kurdistanê digere"
"Artêşa tirk herêmên sivîlan ji xwe re kir qada talîma çekan"
"Bi deh hezaran gerîlayê HPGyê Mazlûm bi rê kir" (Di nûçeyê de tê diyar kirin ku Mazlûm Arcagök, ku ji bo protestokirina komploya 15ê sibatê li bakurê Îraqê agir berdabû bedena xwe, li Dîyarbekirê li kêleka gora Vedat Aydın hatiye veşartin.)
"Di hefteya pîroz a ji dayîkbûna Pêxember de ji bo endamê PKKê Rauf Akbay, ku di 1985ê de hatibû kuştin, mewlîd hat dayîn"
"Yek ji wan sê zarokan, ku di teqînê de birîndar bûbûn, milê xwe wenda kir"
"Gülten Kışanak got yekîtîya neteweyî mebesta me ya hevbeş e"
"Dayîkên Şemîyê: Bêyî ku rû bi rû hatin nebe aştî pêk nayê"
"Dayîka Aştîyê, ku sê kurên wê gerîla ne, li Qendîlê bi merasîmeke leşkerî hat defin kirin"
"111 gerîla, ku perwerdehîyên xwe yên li cem Fermandarîya Akademîyên Apollon a Hêzên Parastina Gel (HPG) qedandin, bi merasîmeke leşkerî bawernameyên xwe stendin"
.......

Dibe ku bi ya we ne rast be ku ev nûçe weha hatine dayîn, lê belê mirov ne dikare rastîya ku ev nûçe radixin ber çavan tune bihesibîne, ne jî li hember daxwazên wan hevwelatîyan, ku li qismekê welatê we dijîn û psîkolojîya neteweyî ya ji ber van nûçeyan peyda dibin di hinavên xwe de dijîn, xwe ker û kor bikin û pîrozbahîya sedsalîyê bikin. Li pêşîya Tirkiyeyê de salek heye, ku dê bi du psîkolojîya neteweyî û siyasetê derbas bibin. Li cem xelk jihevcudabûneke ciddî tên jiyîn.
Di nav 12 salan de, ev cudabûna ku em îro dijîn, yan dê biqede û komar dê wekî komareke demokratîk bikeve sed salîya xwe, yan jî ev komar dê bêyî kurdan riya xwe berdewam bike. Di vê merheleyê de helbet girîng e ku BDP û PKK daku pêbawerîyê pêk bînin, hin gavan biavêjin, lê belê li alîyê din ew yek wezîfeya partîyên sîyasî ye, ku li seranserî welêt xwedî hêz in; ji bo avakirina pêvajoyeke weha hewlê bidin, ku tê de civaka tirk bikaribe mafên kurdan nîqaş bike û rêzê li van mafan bigire.

Di vî warî de AKPyê hin kar encam dan, û nabe ku werin piçûk dîtin. AKPyê hişt ku nasnameya kurdî li cem civaka tirk were rojevê, were nîqaş kirin. Ji bilî qismeke nîjadperest êdî îro li cem tirkan him nasnameya kurdî him jî nirxên bi ser vê nasnameyê tên nîqaş kirin. Ev nîqaş weha tê bi rê ve birin ka ev nirx di çarçoveyeke qanûnî de dê çawa werin diyar kirin, bi kurtasî statuya siyasî û ya çandî ya kurdan di şert û mercên Tirkiyeyê de dê avabûneke çawa derxe pêş.

AKP nikare bi pêngava ‘neteweyî’ ya BDPyê re bikeve pêşbirkê

Têkilîyên digel kurdên bakurê Îraqê, piştgirîya dengdarên kurd a ji bo wan, pêşketinên aborî yên li herêmê, pêngavên ku di qada çandî de tên avêtin, zêdebûna hecma bazirganîyê, ku ser Xabûrê re dewam dike, zîndebûna ku GAPê li hêrêma pêk anî, bi kurtasî têkilîyên nû yên AKPyê, ku ji hilbijartinên 2002ê ve digel civaka kurdî tê ava kirin, di çend salên dawî de ket serdema fetretê.

Dema ku ev hemû bên bi bîr anîn, bawer dikim siyaseta ku AKP dişopîne, nikare bi tenê li ser lîsteyên namzetan re were fêm kirin. AKP ne di wê rewşê de ye ku digel pêngava ‘neteweyî’ ya BDPyê re bikeve pêşbirkê, ku aşkere ye ku dê BDPyê hêzdartir bike. Jixwe sûda ketina pêşbazîyeke weha jî ji AKPyê re nîne.

Ji vê hêlê ve, ez bawer dikim ku di warê têkilîyên AKPyê û kurdan de meseleyên din hene ku girîngtir in ji cih girtin yan negirtina navên wekî Haşim Haşimi, Abdurrahman Kurt, Mir Dengir Fırat, ên di lîsteyan de, ku ev kes bi nasnameyên xwe yên kurdî derdikevin pêş. Ji bilî van navan bawer nakim ku AKP navine din, ku di asta BDPyê ne, li Kurdistanê bikaribe derxe pêş. Siyasetmedarên ku bikaribin bi ‘sembolên neteweyî’ yên wekî Hatip Dicle û Leyla Zana bikevin nav pêşbirkê nîne û jixwe feydeya pêşbirkeke weha an jî legerînekê ji AKPyê re nîne.

Hevdem di rastîya gelekî weha de, ku xwe nêzî serkeftinê dibîne û heger serkeftinê bi dest nexe, xwedî hêz e ku dîsa dest pê bike, heger yek li qada cûn de, di navbera qadên reş û spî de mabe, û nasnameya wî ya kurdîtîyê li pêş be, siyaseta li cem raqîba tenê AKPyê ne hêsan e, herçend di rewşeke weha de, ku tê de daxwazên neteweyî berz bûne.

Bi ya min AKP ji delva wê yekê ku digel tevgera neteweyî ya kurd bikeve nav pêşbirkekê û ji bo wê jî siyasetmedarên munasîb bibîne (ku heger lê bigerin jî bawer nakim peyda bikin) dixwaze bawerîya xwe bi têkilîyên siyasî û civakî bîne, ku wê digel civaka kurd danîye, û beramberîya vê bawerîyê bibîne.

Namzedên kurd yên AKPyê

Helbet nikare were gotin ku ev yek li hemû bajaran pêk hatîye û lîste ji têkilîyên kevneşop hatiye paqij kirin, lê belê aşkere ye ku gavên girîng hatine avêtin. Ne ku hin ecêbî jî nînin. Li Mêrdînê Süleyman Çelebî nîne, ku ji malbatekê ye, ku nûnertîya cerdevanîyê û alîgirîya dewletê dike, lê belê Muammer Güler heye, ku nûnertîya sektora ewlekarîya dewletê dike. Li Şirnexê, yê ku di pêş-hilbijartinan de herî zêde deng wergirtibûn, malbata hêzdar cerdevanan mala Tataran bûn. Lê belê Dr. Emin Dindar, ku dengên herî hindik girtibûn, di rêza yekem de cih girt. Emin Dîndar, kekê Selim Dindar ê merhûm e. Selim Dindar li girtîgeha Diyarbekirê girtî bû û par jî di êrişeke bêbext de jîyana xwe ji dest da. Li Ruhayê nûnerên Îzolan û eşîrên din neketin lîsteyan. Vê yekê jî li Ruhayê hejmara serbixweyan ji nişka ve bilind kir. Ji alîyê din de jî, Doç. Dr. Zeynep Karahan ket lîsteyê; ji malbatekê tê ku li Ruhayê jê tê hez kirin.

Li vê derê divê em serpêhatîya wan kesan, ku di warê pirsgirêka kurdî de ne xwedî tu fikran bûn û yên ku bi nasnameyên xwe yên kurdî dihatin nas kirin, piştî ku di 2007ê de ji AKPyê hatin hilbijartin ka çawa bû. Li van kesayetîyan rexne hat girtin ku di pêvajoya pêşîlêvekirinê de bêdeng man. AKPyê jî him li hember dijminan û him jî li cem dostan her tim bi hejmaran wan kesan pêsnê xwe da, lê ji alîyê din de jî ji wan xwest ku bêdeng bimînin. Ji bilî du sê kesan hemûyan jî bi ya partîyê kir û bêdeng man.

Gelo hevdîtinên digel Öcalan rehetîyê dide AKPyê?

Bi rastî wan kesan fêm nakim ku dibêjin ‘Niha ji ber ku ev wekîl di lîsteyan de ne vê yekê hêz da AKPyê.’ Partîyek ku jêrkî komar hat damezirandin di warê pirgirêka kurdî de devê bendavan vekiriye, ku li jêr desthilatdarîya artêşê de bûn; û kêm zêde rehetîyek daye xelk, çawa dibe hewlê didin ku bikişînin nav sînorên neteweperestîyê, divê em li ser wê nîqaşê bikin. Gelo hevdîtinên digel Öcalan rehetîyê dide wê partîyê? Gelo hesabekî weha dike û dibêje ez nûnerê wan kurdan im, ku piştgirîya BDPyê nakin, û ji min û pêve şanşekî wan nîne? An jî ji ber ku çav berdaye dengên MHPyê yên li Anatolyaya Navîn û yên CHPyê yên beravên Deryayên Reş û Spî û ji ber vê yekê fren kir? Ev pirs hemû mumkin e ku bên bîra me. Lê belê raqîbên sîyasî yên AKPyê jî vala nasekinin. Nemaze xuya dike ku di warê hevdîtinên digel Öcalan handikapên cidî derdikevin holê. Ev du hefte ne ku Öcalan nikare digel parêzerên xwe hevdîtinê pêk bîne. Selahattin Demirtaş hikûmet tewanbar kir; hewlê dide ku dîyaloga Öcalan a digel dewletê bigihîje asta muzakereyê. Lê belê herkes pê dizane ku heger îro hevdîtin digel Öcalan pêk tên ev yek encama îradeyeke sîyasî ye, ku hikûmetê nîşan daye û hewce nedîtîye ku veşêre. Hevdem, weha xuya dike ku AKP li du wî tiştî nîne ku 5-10 wekîlên ji Kurdistanê ku wenda bike û bide BDPyê. AKP hewlê dide li Deryaya Reş û Spî de pêşîya CHPyê bigire û li Anatolyaya Navîn jî dilê neteweperestan xweş bike. CHP bi bernameyeke safî li têkoşîna li dij xizanî û bêkarîyê derdikeve pêşîya me û hewlê dide ku xwe ji pirsgirêkên giştî yên demokrasîyê û mijarên azadîyê yên pirsgirêka kurdî dûr bixe. Di vê wateyê de statukoya xwe muhafaza dike û AKP jî, ku di nav partîyên siyasî de peyvdarîya yekane ya van azadîyan dike, wekî ku xwe jê dûr dixe û nêzî CHPyê dike.

Kuçe li hev diketin, xwîn dirijîya û serokwezîr digot êdî pirsgirêka kurd nemaye

Piştî biryara vetokirina BDPyîyan a YSKyê dema ku kuçe li hev diketin, xwîn dirijîya serokwezîr digot êdî pirsgirêka kurd nemaye. Hevdem, siyaseta CHPyê ji bo hêzdarkirina bandora Ergenekonê ya li ser partîyê, dibe sedem ku CHP di warê pirgirêkên giştî yên demokrasîyê û bi giranî jî di warê pirsgirêka kurd de li hember AKPyê hîna jî qels bimîne. Herçend CHP dengên xwe hinekî zêde bike jî, heger îhtîmala Ergenekonê ya ji bo bûna partîyeke girseyî were fikirîn, vekirî tê dîtin ku CHP dê li jêr daxwazên BDPyê de, ku piştî hilbijartinan hê jî bilind bike, biperçiqe.

Heger BDP ji hilbijartinan bi hêztir derkeve, ev yek tê wê wateyê ku di warê siyasî nebûna PKKyê, girtîgeheke malxaneyî ji bo Öcalan, Xweserîya Demokratîk, perwerdehîya bi zimanê dayîkê, destûreke bê nasnameyên etnîkî de, daxwazên BDPyê hîn jî berztir bibin. Anku projeyên ku birçîtîyê li nav civaka kurdî ji holê rake na, lê belê hestên neteweyî bilind bike, dê piştî hilbijartinan rojeva siyasî dîyar bike. Lê belê pirsgirêk ev e. Gelo CHP, ku parêzarîya Ergenekonê bernade û ergenokîyan dixe lîsteyên xwe, dê bikaribe bigihîje asta van daxwazan? Niha li cem CHPyê bersiva vê pirsê nîne. ‘Kurdperwer’, ‘oldar’, ‘kemalîst’, ‘parêzerên mafên mirovan’, ‘ergenekonî’ ji lîsteyên vê partîyê dê bikevin meclisê. Sezgin Tanrıkulu digel Mehmet Haberal, ku ji ber Ergenekonê tê darizandin di heman partîyê de ye. Sezgin Tanrıkulu ji ber li tu bajarên kurdan, Diyarbekir jî tê de, nikaribû têra xwe deng bistendana, li Stenbolê bû namzet. Dema ku wî xwest vê rewşê îzah bike, ket nav nakokîyan. Wî got ji ber ku Stenbol mezintirîn bajarê kurdan e lewma li vê derê bûye namzet, lê belê ji ber ku parêzerê mafên mirovan e lewma jî her tim di riyan de ye. Tenya pêngava nû ya CHPyê di warê pirsgirêka kurdde ew bû ku Sezgin Tanrıkulu xist partîya xwe. Lê belê wî xwest ne li bajarê navendî yê Kurdistanê, li Diyarbekirê, lê belê li Stenbolê bibe namzed. Tê gotin ku ji ber vê meseleya Tanrıkulu CHP ji niha de dest bi ponijînê kiriye.

Pêşnîyara namzetîyê ji hevkarîyeke hilbijartinê zêdetir, jesteke sembolîk e

Heger em werin ser mijara BDPyê, BDP wekî hilbijartinên berê, îsal jî bi namzedên serbixwe dikeve hilbijartinan. Siyaseta BDPyê digel bloka çepgir di vê hilbijartinê de jî nehat guhertin. Siyaseta kevneşop a hevgirtina digel partî û komên çepgir hat sepandin. Lê belê ji hêla din de jî ji raya giştî ya kurdan re jî peyama yekîtîya neteweyî hat dayîn. Ev hevgirtina çepgir a ku BDP ava dike, xuya dike ku di warê armanca tirkîyeyîbûnê de û herweha di warê hêzdartirkirina rûyê partîyê bo raya giştî ya tirk de îhtîmaleke gelek qels e ku bi kêr were. Mirov dikare bibêje ku pêşekîdana BDPyê ji armanceke weha zêdetir nêzîkbûna îdeolojîk e. Tercîhên ji bo Stenbol û Mêrsînê vê yekê piştrast dike. Heger mebesta wan ew bûya ku bikaribin bi berfirehî xîtabî Tirkan bikin li Stenbolê ji delêva Süreyya Önder û Ertuğrul Kürkçü dê Baskın Oran û Gencay Gürsoyê serokê Yekîtîya Bijîşkan TTB bibûna tercîhên baştir. Diyar e ku namzetên çepgir ên BDPyê ne xwedî temsîliyetê ne û şik û guman jê dikim ku bikaribin tiştekî bidin dengên kurdan.

Di van hilbijartinan de tiştekî nû jî qewimî û BDPyê teklîf bir du partîyn din ên kurdan HAK-PAR û KADEPê daku ji her yekê namzedekî/ê nîşan bide, lê belê bi tenê KADEPê got erê. Mirov dikare bibêje ku ev teklîfa namzetîyê ji hevkarîyeke hilbijartinê zêdetir, jesteke sembolîk e. Lê belê belkî KADEP û HAK-PAR li benda tiştekî bûn ku ji vê jestê mezintir bû. Weha xuya dike ku nemaze HAK-PAR dixwest ku vê teklîfa ji BDPyê wekî hevkarîya hilbijartinê ya navbera alîyên yeksan û heta wekî riya ber bi yekîtîya neteweyî bibîne û ji ber ku ev yek pêk nehat, red kiriye.

Neteweperwerên kurd îro herî zêde ji ber nebûna siyaseteke wan a neteweyî rexne li PKKyê digirin

Ji Ehmedê Xanî û vir ve ev bi sedan sal in ku derdê yekîtîya neteweyî her tim li cem kurdan hebû. Îro jî heger siyasetmedarên kurd werin cem hev û pênc deqîqeyan li ser siyasetê biaxivin, sê deqîqeyên vê axaftinê dê li ser vê meseleya kevnar a yekîtîya neteweyî be, ku tu caran nehatiye ava kirin. Neteweperestên kurd îro herî zêde ji ber nebûna siyaseteke wan a neteweyî rexne li PKKyê digirin. Nîqaşên li ser ‘Yekîtîya Demokratîk a Neteweyî’ her tim wekî nîqaşên pûç tên rojevê û meraqeke dîrokî tîne hişê mirovan. Di şert û mercên îroyîn de yekîtîya neteweyî tê çi wateyê, û divê li dij kê û çawa were damezirandin? Di vê serdema gerdûnî de gelo burjuvazîyeke kurd heye, ku şerê bazara neteweyî dike û dixwaze netewe-dewletekê ava bike? An jî daxwazên neteweyî yên kurdan kêm zêde ji alîyê BDP-PKKyê ve tê parastin û heger ev partî nebin yek, têkoşîneke neteweyî, ya wekî li Filistînê, heye ku dê têk biçe? Di nîqaşên rewşenbîrên kurdan ên sebaret bi yekîtîya neteweyî de, ku li ser farzkirinan tê meşandin, bersivên van pirsan nayên dîtin. Lê belê bi ya min, jixwe him di wateya dîrokî û him jî ya civakî de gelê kurd ne di wê astê de ye, ku em van pirsan bikin û bersivên wan peyda bikin.

Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke kurd heye, tevegereke sîyasî ya kurd jî heye, ku dixwaze ev pirsgirêk were çareser kirin û rastîya BDP-PKKyê heye, ku dînamîkên bingehîn ên sîyasî yên vê tevgerê di destê wan de ne. Enîya PKK-BDPyê wekî çînî û neteweyî xwedî hêza temsîliyetekê ye. Mirov dikare vê enîyê rexne bike -ne ku nayên rexne kirin- û dibe ku hin fikrên we yên cuda yên derbarê rabihurîyê, îro û siberojê hebin, ku kêfa vê enîyê ji wan re nayê û dikare serê we bixe belayê. Lê belê heger BDP, herçend gelek dereng be jî, teklîfa wekîlîyê dibe navên wekî Şerefattin Elçi, wê demê ew yek nabe ku wekî helwêsteke mafdar were dîtin ku vê teklîfê wekî îxaneta li dij berjewendîyên neteweyî yên kurdan bibînin û wekî nakokîya siyasî binirxînin. Mirov dikare him birêz Elçî û kesên ku jê re teklîf biriye rexne bike ku wekî ku di rabihurîyê de tiştekî neqewimî be, tevdigerin. Dê baş bibûya ku di vî warî de ji raya giştî ya kurd re daxuyanîyek hatibaya dayîn.

Bi ya min birêz Elçi ji xwe pêvetir tiştekî din temsîl nake

Jixwe, bi ya min birêz Elçi ji xwe pêvetir tiştekî din temsîl nake. Ne mumkin e ku ji ser Şerefattin Elçi re xwe bigihînin burjuvayên kurd, muhafazakarên kurd yan jî neteweperestên kurd. Bawer nakim ku ev kes di nav bêbiryardarîyekê de bin, yan jî li benda BDPyê ne, ku here wan bi rêk xe.

Birêz Elçi helbet di têkoşîna nasnameyî ya kurdan de xwedî rabihurîyekê ye, ku divê were bi bîr anîn û divê mirov jê şik û gumanê neke ku ev rabihurî li cem civaka kurd nirxeke sembolîk-moral derdibire. Her çend birêz Şerafettin ev bîst sal in ku hewl dida; partî ava dikirin û ji teklîfan re vekirî bû jî, BDP niha nîşan dide ku ew xwedî li van nirxên sembolîk-moral derdikeve. Divê mirov pê kêfxweş be. Ez jî vê pêşveçûnê girîng dibînim. Hevdem, ez ne di wê bawerîyê de me ku ne iyaseta kurd heger xwedî helwesteke weha ye ku piranîyê qebûl dike û rêz li yên cuda digre, divê ‘pêşîlêvekirina kurd’ ya BDPyê wekî destpêkekê were dîtin û mirov xwe ji nirxandinên bi mubalexe bi dûr bixe.

Çavkanî

Orhan Miroglu: Rojnamevan û Nivîskar

    Wergera ji tirkî: Celîl Kaya