Hilbijartinên li Tirkiyeyê û piştî wan

Parlamentoya "nû", destûra "nû", krîza "nû"
Translator

Di 12ê hezîranê de li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Di hilbijartinan de, ku tê de 24 partîyên siyasî û namzetên serbixwe beşdar bûbûn, bi tenê 3 partîyên siyasî, anku AKP, CHP û MHP karîn bi ser benda hilbijartinê ya %10 deng bistînin û bikevin parlamentoyê. AKPya ku nêzîkî 50 derseda dengan wergirt 326 endam, CHPya ku 26 dersed wergirt 135 endam û MHPya ku 13 dersed wergirt 53 endam derxistin. BDPya ku ji ber benda bilind a hilbijartinan nedikarî wekî partî bikeve hilbijartinan, mîna hilbijartinên sala 2007ê, dîsa bi namzetên serbixwe ket hilbijartinan. BDPyê digel KADEP, HAKPAR û hin partîyên çepgir ên tirkan ‘Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê’ ava kir û piranîya wan ji Kurdistanê 36 namzetên ku wan piştgirî dida hatin hilbijartin. Lê belê endametîya Hatip Dicle, ku ji Dîyarbekirê bi rêjeyeke bilind hatibû hilbijartin, piştî hilbijartinan ji alîyê Lijneya Bala ya Hilbijartinan (YSK) ve hat betal kirin û di şûna wî de namzeda AKPyê, ku nehatibû hilbijartin, bû endama parlamentoyê.

Dema ku li encamên hilbijartinan were nihêrtin tê dîtin ku AKPyê, ku di hilbijartinên 2002 û 2007ê de bi ferqeke aşkere bi ser ketibû, dengên xwe bi rêjeya 3,5 dersed zêde kirin û gihîşt encamekê, ku dikare wekî rekor were bi nav kirin. Lê belê AKPyê vê carê 15 endam (piştî ku endametîya Hatip Dicle hat betal kirin û di şûna wî de namzeda AKPyê hat hilbijartin 14) hindiktir derxistin. Bi vî awayî, AKPyê, ku piranîya hewce ji xwe re kiribû armanc da ku bikaribe destûrê, wekî ku soz dabû, bi tena serê xwe biguherîne, nekarî piranîya herî kêm a 330 jî derxe da ku bikaribe guhertina destûrê bibe referandûmê.

Herçend BDPya ku li jêr navê ‘Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê’ ketibû hilbijartinan dengên xwe li gor hilbijartinên 2007ê bi tenê puanek bilind kir, li gor a berê 14 kursî zêdetir bi dest xistin û pozîsyona xwe xurttir kir. Di vê zêdebûnê de, him bilindbûna dengên li Kurdistanê û him jî diyarkirina namzeda û xebatên serkeftî yên hilbijartinê bandorker bûn. Bi vî awayî, li 15 bajarên sereke yên li Kurdistanê rêjeya dengên BDPyê li gor hilbijartinên berê bi qasî 10 puanan zêde bû û gihîşt %44ê. BDPya ku di hilbijartinên 2007ê de li Kurdistanê 20 wekîl derxistibûn, di 12ê hezîranê de ev hejmar gihand 31ê. Lê belê, AKPya ku di 2007ê de li heman bajaran %48ê dengan wergirtibû û 47 wekîl derxistibûn, herçend li seranserî Tirkiyeyê dengên xwe bi rêja 3,5 dersed bilind kirin jî, rêjeya wê ya li herêmê 5 puan ketin û bû %43. Hejmara wekîlên AKPyê jî daket 38ê (ku 10 ji wan ji Ruhayê hatin hilbijartin.) Bi vî awayî AKP ji bilî bajarên Qers, Mûş, Ruha û Dêrsimê li 11 bajarên din paş de çû û di nav wan de li 9 bajaran hejmara wekîlên wî daket. AKPyê her weha li 4 bajaran, ku lê dengên xwe zêde kirin, bi tenê li Ruhayê wekîlekî zêde derxist. Lê belê BDPya ku li wan 11 bajaran, ku lê dengên xwe zêde kirin, bi tenê li 8 bajaran hejmara wekîlên xwe zêde kirin. Rêjeya dengên DTPyê li Ixdir, Mûş, Dêrsim û Mûşê daket û wekîlekî, ku berê ji Dêrsimê derxistibû, ji dest da. Di encamê de BDPya ku berê bi tenê li 5 bajarên Kurdistanê ji AKPyê zêdetir deng bi dest xistibûn, di 2011ê de li 9 bajaran ket pêşîya AKPyê. Dengên BDPyê li 6 bajaran nêzîkî yan jî bi ser %50yê bûn. (1) Vê encamê, berîya her tiştî gotinên AKPyê yên ‘Partîya yekemîn li herêmên kurdan û bi vî awayî nûnera kurdan’, ku ji 2002ê û vir ve dihat dubare kirin, têk bir.

Di zêdebûna dengên namzedên serbixwe de, ku ji alîyê BDPyê ve dihatin piştgirî kirin, mirov dikare ji bandora sînordar a hevgirtina KADEP û HAKPARê jî behs bike. Herçend di destpêkê de ji ber hevkarîyê di nav HAKPARê hin nakokî rû dabûn jî HAKPARê, li hember rêxneyên Kemal Burkay ê Sekreterê Giştî yê kevin ê PSKyê, dîsa vegeriya nav hevgirtinê. Di heman demê de, ne mimkûn e mirov bibêje ku hevgirtina digel hin çepgirên tirk bandor kir ku ji hilbijêrên tirk deng werin stendin. Sê namzetên tirk, ku di nav Hevgirtinê de cih digirt, li Stenbol û Mêrsînê di esasê de bi dengên hilbijêrên kurd ketin parlamentoyê. Hetta, li Dêrsîmê, ku çepa tirk lê xwedî girseyê ye û yek ji partîyên endama Hevgirtinê di nav bajarên kurdan de bi tenê li Dêrsimê xwedî hêz e, piranîyeke berbiçav a kurdên elewî piştgirî da CHPyê.

Dema ku li rêjeyên BDPyê ya 12 hezîranê were nihêrtin, tê dîtin ku herçend li gor hilbijartinên 2007ê dengên xwe bilind kiribin jî, li gor hilbijartinên 2002ê, ku tê de wekî partî anku Partîya Demokrat a Gel (DEHAP) beşdar bûbû, dengên BDP pir hindik bi ser 6,2 dersî ya DEHAPê ketine. Li vê derê dema ku dengên partîyekê û dengên namzetên serbixwe werin dan ber hev, wendabûna dengan, a ji ber wan hilbijêran, ku bi tirkî nizanin, jî divê bê hesab kirin. Jixwe berîya hilbijartinên 2007ê di qanûnên hilbijartinê de hin guhertin pêk hatibûn û namzedên serbixwe êdî nikarin pusulayên xwe bi kar bînin û navên wan digel partî û namzedên din ên serbixwe di pusulayên hilbijartinê de tê hilbijartin. Bi vî awayî mebest ew bû ku hilbijêr di pusulayên dirêj ên hilbijartinan de xwe şaş bikin û nikaribin namzedên xwe ji yên din cihê bikin.

Ji alîyê din de jî, nemaze li metropolên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê, ku gelek kurd lê dijîn, tabloyeke weha derdikeve holê. Di hilbijartinên 2007ê de bi tenê li Stenbolê 2 wekîl derketibûn, lê belê di 12ê hezîranê li Edene û Mêrsînê yek li Stenbolê jî 3 namzedên serbixwe hatin hilbijartin. Li van bajaran hejmara dengên namzedên serbixwe li gor hilbijartinên 2007ê zêde bûn jî dîsa di asta rêjeya DEHAPê de ma, ku di hilbijartinên 2002ê wergirtibûn.

Wekî encam, digel van hemûyan hilbijêrên ku di 2007ê de ji BDPyê bi dûr ketibûn dîsa deng dan wê, lê dîsa jî dikare bê gotin ku li hin bajarên Kurdistanê, ku lê eşîr, tarîqat û cema’etên elewî xwedî bandor in, serkeftinek nehat bi dest xistin. Dîsa heger li encamên hilbijartinan, ku 2002 û vir hatine li dar xistin, were nihêrtin, tê dîtin ku bi rewşa xwe ya niha dengên BDPyê di navbera 5.5 û 6.5 dersedê de diçe û tê û heger ne bi namazedên serbixwe, lê belê wekî partî biketaya hilbijartinan, ev rêje dê herî zêde bigihîşta % 7ê.

Soza Sereke: "Destûra Nû"

Sedema ku hilbijartinên 12ê hezîranê girîng dikir ew bû; hatibû ragihandin meclîsa ku dê bihata hilbijartin wê destûreke nû çêbike. AKPya ku car caran mijara ‘Destûra Nû’ dianî rojevê, piştî referandûma guhertina destûrê, ku par hatibû encam dan, soz dabû ku ji bo destûreke nû dest bi xebatan bike. Herçend hema hema di her serdemê de sozên ji bo guhertina destûra 82yê, ku digel çendîn guhertinan hîna jî meşrûîyeta wê tê nîqaş kirin, di vî warî de pêngava berbiçav di sala 2007ê de ji alîyê AKPyê ve hat avêtin. Di dema ‘krîza hilbijartina serokkomarîyê’ de AKPyê bi komîsyoneke akademîsyenan, ku Prof. Ergun Özbudun serokatîya wê dikir, ‘pêşniyareke destûra nû’ da nivîsandin. Di payîza heman salê de pêşniyar ji raya giştî re hat aşkere kirin, lê belê ji ber nerazîbûnên tund ên neteweperestan, pêşniyar rakirin ser refan.

AKPya ku di 2010ê de çêkirina destûreke nû dîsa anî rojevê, lê berevajîya hewldana xwe ya 2007ê ji raya giştî re tu pêşniyara destûrê aşkere nekir. Ji bilî gotinên razber ên wekî ‘destûra nû dê demokratîk, azadî û beşdarîxwaz be û dê Tirkiyeyê ji wesayetê, ji mudaxeleyan rizgar bike’ pê ve tu gotinên şênber derneketin holê. Bi tenê qala hin pêşniyarên destûrê hat kirin, ku di rabihurîyê de ji alîyê hin rêxistinên sîvîl ve hatibûn amade kirin. (2)Tenê gotin, ku dikare wekî berbiçav were nirxandin, fikra pergala serokatîyê ya wekî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bû, ku di hin hevpeyvînan de serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdoğan anî zimên.

Herçend AKPyê bi soza destûreke nû ji dengdaran deng xwest jî, ji raya giştî re ne tu pêşniyar aşkere kirin ne jî agahîyên şênber dan. Sedema vê yekê dikare ew fikar be ku destûra nû ku AKP amade dike di şûna wê de ku dengên wê zêde bike, dikaribû dengên wê kêmtir bike. Jixwe, li gor wê fikrê ku ji alîyê gelek derdoran ve dihat gotin AKPyê dixwest piranîya hewce bi dest bixe, da ku bikaribe bi tena serê xwe destûrê biguherîne û lewma jî stratejîya xwe li ser wê esasê ava kir ku MHP nikaribe bi ser benda 10 dersedî bikeve. Hin bûyerên wekî ku AKPyê berîya hilbijartinan şêwazeke neteweperest a nêzî MHPyê bi kar anî, polîtîkayên xwe yên ji bo vekirina kurdî da rawestandin û hin wekîlên kurd, ku di raya giştî de tên nasîn, li derveyî lîsteyan hiştin, weha hatin nîşan dan ku vê bawerîyê piştrast dikin. Piştî ku di referandûma 2010ê de parçeyekî gelek girîng a girseya MHP got erê û bi giştî 58 dersed dengên erê derketin, mimkun e AKP fikirîbe ku dengên MHPyê bi alîyê xwe ve bikşîne û MHP nikaribe bi ser benda 10 dersedê bike û bi vî awayî AKP bikaribe bêhtir wekîlan derxe. Lê belê divê were binxêz kirin ev yek ne tenê hesabeke ji bo hilbijartinan bû, lê belê di serî de Erdoğan gelek kesên nav AKPyê van gotinên neteweperest xistine serê xwe.

Ji alîyê din de jî CHP û MHP, ku ne bi tena serê xwe ne jî bi koalîsyonê re dikarin hikûmetekê ava bikin û bi tundî li dij guhertinên destûrî yên 2010ê derketibûn, jê kêm neman û wan jî soza destûreke nû da. Lê belê dikare bê gotin ku ev partî, ku wan jî wekî AKPyê gotinên razber û gelemperî bi kar anîn, da ku AKP piranîya hewce bi dest nexe ku bikaribe bi tena serê xwe destûrê biguherîne û bi qasî ku bikaribin rihê destûra heyî bê parastin. Wan bi vî awayî xwest ku di destê wan de hêza bazarkirinê hebe.

Di warê destûra nû de pêşniyarên herî berbiçav û berfireh ji alîyê BDPyê û Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê ve hat kirin. Hevgirtinê di daxuyanîya xwe ya hilbijartinan de di warê meseleya kurdî de cih da mijarên wekî xweserîya demokratîk û mafê perwerdehîya bi zimanê dayîkê, ku berê ji alîyê BDPyê ve hatibûn ragihandin. Wekî din hat binxêz kirin ku divê destûra nû xwe nespêre tu îdeolojîyan, yan jî grupeke etnîk. Di modêla Xweserîya Demokratîk de hat pêşniyar kirin ku seranserî Tirkiye dora 20- 25 herêmên xweser werin ava kirin, karên derve, darayî û berevanîyê li jêr desthilata hikûmeta navendî be, xizmetên wekî dadwerî û ewlekarîyê digel hikûmeta navendî bi awayekî hevbeş bên meşandin û xizmetên din di destê birêvebirîya xweser de bin, herçend tirkî wekî zimanê fermî bimîne jî herêmên xweser dikarin zimanekî yan jî du zimanên din ên fermî jî hilbijêrin. (3) Stratejîya sereke ya hilbijartinê ya BDPyê, ku di çavdêrîya dewletê de rasterast AKP ji xwe re hedef girtibû, bi kurtasî ew bû ku li bajarên sereke yên Kurdistanê ji AKPyê bêhtir deng bistîne, bi qasî ku ji destê wan tê gelek wekîlan derxe û di parlamentoyê de komeke hêzdar damezirîne û di bazara ji bo destûra nû de bibe xwedîya rista kilîd.

Ji hilbijartinan ber bi krîzê ve

Di encama hilbijartinan de MHP li jêr bendê nema, AKPyê herçend dengên xwe zêde kirin jî negihîşt piranîya lazim û planên wê yên guhertina destûrê ya bi tena serê xwe serûbino bûn. BDPyê bi komeke hêzdar maf bi dest xist ku bikeve parlamentoyê. Ji ber ku YSKyê berîya hilbijartinan bi hinceta aktuelîzekirina daneyên serjimarî û dengdaran hejmara wekîlên bajaran guherandin. AKPyê, herçend dengên xwe zêde kirin jî, kêmtir wekîl derxistin. Piştî guhertinên destûrî yên 2010ê YSK wekî yek ji kelehên nav burokrasîya dadwerîya statukoyê ma û vê kiryara YSKyê bandora xwe herî zêde li ser AKPyê kir. Heman YSKyê bi redkirina namzedîya hin namzetên serbixwe yên BDPyê rê li kirîzeke cidî vekir, lê belê piştî xwepêşandan û nerazîbûnan biryara xwe bi dengê piranîyê guherand.

Îcar hema piştî hilbijartinan YSKyê wekîlîya Hatip Dicle, ku li Dîyarbekirê bi rêjeyeke bilind a dengan hatibû hilbijartin, ji ber cezayê ku lê hatibû birîn, betal kir û di şûna wî de namzeda AKPyê kir wekîl. Vê yekê jî rê li ber krîzeke nû vekir. BDPyê ku ji ber vê rewşê AKP berpirsîyar girt û biryar da ‘heta ku parlamento û hikûmet vê neheqîyê ji holê raneke, pêşîya siyaseta demokratîk veneke û ji bo çareserîyê pêngavên berbiçav neavêje’ neçe parlamentoyê.

Ji alîyê din de jî di van hilbijartinan de ji bilî Hatip Dicle 5 girtîyên doza KCKyê jî hatin hilbijartin. Wekî din 2 namzedên CHPyê û namzedekî MHPyê, ku bersûcên doza Ergenekonê ne, hatin hilbijartin. Lê belê dadgehan daxwazên berdana van kesan qebûl nekir. Paşê, CHP jî, di demeke weha de ku biryara YSKyê û rewşa Hatip Dicle pir dihat nîqaş kirin, biryar stend ‘heta ku rê li sondxwarina wekîlên girtî neyê vekirin’ ew dê li parlamentoyê sond nexwin. Vê kirina CHPyê, aktuelbûna gotûbêjên li ser biryara YSK û rewşa Hatip Dicle û boykotkirina BDPyê kêmtir kir.

Krîza sondxwarinê yan bazara ji bo destûra nû?

Van hemû rûdanan rê lê vekir ku parlamentoya nû, ku di serî de ji bo meseleya destûra nû wezîfeya çareserîyê jê re dayîn, bêyî ku dest bi xebatên xwe bike, bi krîzekê re rû bi rû bimîne.

Divê ev krîz ji îadekirina wekîlîya Hatip Dicle an jî serbestberdana wekîlên girtî wêdetir di çarçoveya destûra nû û têkoşîn û bazara domdar a navbera dewlet û hikûmeta tirk were nirxandin.

Wekî ku tê zanîn, cirkî AKP di 2002ê de hat ser hikum, di hevkêşî û struktura sereke ya îqtîdarê ya dewleta tirk de hin hejîn pêk hatin. Rewşa burokrasîya sivîl û leşkerî, ku di nav realîteyên dema piştî şerê sar de girîngî û piştgirîya xwe ya navneteweyî wenda kirin, digel hemû hewldanên restorayonê li nav welêt de jî qels bû. Di esasê xwe de, AKP ku bi piştgirîya xizanên muhafazakar, ku ji alîyê elîtên kemalîst ve dihatin li derve hiştin û kêm dîtin, û bi piştgirîya hin derdorên nû yên sermîyanê, ku pêşî li wan dihat girtin, hat ser hikum, demeke dirêj hewl da ku ji alîyê burokrasîya leşkerî ve bê qebûl kirin û bi riya lihevkirinê îqtîdarê digel wê par ve bike. Di serî de di meseleya kurdî de, di gelek meseleyên sereke de AKPyê hewl da ku di nav çarçoveya siyaseta serfermandarîya artêşa tirk de bimîne. Lê belê burokrasîya mîlîtarîst, ku wesayet û îmtîyazên xwe li ser notirvanîya sekulerîzm û feraseta dewleta unîter a li ser esasa neteweperestîya tirk a Kemalîzmê ava kiriye, teqsîr nekir ku ji ser meseleya sekulerîzmê re AKPyê tasfîye bike. Di encamê, di nav ‘planên darbeyê’, ‘muxtira’, ‘pêşîlêgirtina serokkomarîya Abdullah Gül’, ‘doza girtinê’ û hwd. de, dema ku mesele veguherî man û nemanê, AKP ket nav liv û tevgeran. AKPyê bi dij-hemleyên wekî ‘dozên Ergenekonê’, ‘guhertinên destûrî’ gav avêtinn ku îmtîyazên burokrasîya sîvîl û leşkerî sînordar bike, qada xwe ya desthilatdarîyê fireh bike.

Parêzvanên nîzama berê ya muesses da ku ji girseyên berfirehtir piştgirîyê bistînin, xwest ku CHP û MHPyê ji nû dîzayn bikin û heza wan zêde bikin. Hewldanên ji bo avakirina enîya li dij AKPyê hat xurttir kirin. Jixwe, bi weşandina dîmenên Baykal, birêvebirîya berê ya CHPyê, ku di çavê raya giştî de rizîyabû, hat tasfîye kirin. Vîtrîneke tevlihev hat ava kirin ku tê de ji siyasetmedarên navdar ên kurd ên wekî ji serokê berê yê Baroya Amedê Sezgin Tanrıkulu heta bersûcên doza Ergenekonê jî hebûn. Her çend di bernameya partîyê de guhertinek pêk nehat jî, li gor serdema Baykal di warê mijarên wekî meseleya kurd, demokratîkbûn û Yekîtîya Ewropî de zimanekî din û nermtir hat bi kar anîn. Di xebatên hilbijartinê û di mîtîngên Kurdistanê de CHP hewl da ku peyaman bide gel û BDPyê ku CHP xwe nû kiriye, guhertiye.
Skandaleke din a kasetê, demeke kin berîya hilbijartinan li cem MHPyê derket. 10 birêvebirên payebilind ên MHPyê, yan bi weşandin yan jî bi gefxwarina weşandina kasetên wan neçar man ku dest ji kar bikişînin. Bûyera kasetê bû sedem ku dengên MHPyê, ku ji ber benda deh dersedî tengezar bû, bilind bibin.

Serkeftina projeya CHP-MHP ya li hember AKPyê tu car wekî pêkan nehat dîtin. Lê belê, mebest ew bû ku AKP piranîya hewce bi dest nexe û hewceyî piştgirîya ji muxalefetê be û bi vî awayî ji bo parastina feraseta bingehîn a destûrê bazarek bê kirin. Jixwe, him CHP û him jî MHP di her derfetê de ‘neguherbarîya’ her sê madeyên destûra heyî binxêz kir.

Ji ber CHP û MHP ne xwedî wê hêzê ne ku guhertinên destûrî bloke bikin, lewma rewşa BDPyê girîngtir bû, hêza wê ya bazarê xurt bû. BDP vê carê derfeteke weha bi dest xist ku zorê bide AKPyê, ku heta niha guh nedida BDPyê, ku li gor daxwazên xwe bazarê bike û daxwazên xwe di destûra nû de, di asta herî bilind de bide qebûl kirin.

Dîsa di nav arîtmetîka heyî ya parla-mentoyê de AKP dikare digel partîyekê li hev bike ku ev yek jî dê naverok û pergala destûra nû diyar bike. Di lihevkirineke digel MHP û CHPyê de xuya ye ku her sê madeyên pêşîn ên destûrê dê nayên guhertin. Îdeolojîya fermî dê gotinên xwe yên bingehîn dubare bike û destûra nû di serî de ji bo meseleya kurd, ji meseleyên bingehîn re tu tiştekî nû neyne. Lê belê di lihevkirineke digel BDPyê de mimkun e ku hin guhertinên destûrî pêk bên ku daxwazên kurdan ên ji bo mafên wan ên bingehîn, herçend sînordar be jî, dê bên nas kirin.

Mumkin e ku mebesta boykota sond-xwarinê ya CHPyê ne tenê ew e ku zorê bide AKPyê da ku digel wê li hev bê, lê belê pêkanîna wesayeta xwe ya li BDPyê ye, ku parlamentoyê boykot dike, û wê ji AKPyê dûr bigire. MHPyê ku wekî CHPyê nekir û çû parlamentoyê, xuya ye ku hewlê dide ku ji hundir de dora AKPyê bigire.

Hêz û rewşa wê ya li nav hevkêşîyên îqtîdarê û ka ew çiqas girîngîyê dide vîzyona ku bi xwe ragihandibû, wê diyar bikin ka AKP dê kîjan alternatîfê hilbijêre. Di rewşa heyî de AKP hewlê dide ku li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî, wekî hamîya welatên misilman tev bigere, qada bandora xwe ya siyasî û aborî firehtir bike. Li nav welêt jî AKP hewlê dide burokrasîya sivîl-leşkerî qels bike û qada desthilatdarîya xwe bihêz bike, xwe bixe navendê û bibe partîya dewletê. Pergala serokatîyê, ku berîya hilbijartina hatibû rojevê, her di çarçoveya van mebestan de ye. Bêguman, çaresernebûna meseleyên kronîk, ku di serî de meseleya kurdî tê, dê bibin handîkapên mezin ên vê vîzyonê.

Di vê çarçoveyê de, her çend ji ber dama xwe ya neteweperestîyê dilê wê pir naxwaze jî, vîzyona ku danîye ber xwe û şert û mercên ku ew tê de ye, zorê dide AKPyê ku di warê meseleya kurdî de hin gavan biavêje. Ji ber ku di pratîka xwe ya heta îro de AKPyê guhertinên erênî ne ji paceya demokrasî û azadîyan, lê belê ji bo parastin û bihêztir kirina desthilatdarîya xwe, pêk anî. Anku bi qasî ku bi kêrî wê dihat, pêk anîn. Di meseleya kurd de jî mumkin e ku AKP ne ji ber ku rêzê li mafên kurdan digire hin gavan diavêje, lê belê ji ber ku meseleya kurd li pêş pêşketina xwe de wekî astengekê dibîne û dîsa mumkin e ku hewlê bide ku maf di asta herî jêr de bimînin. Di encamê de dikare bê gotin ku destûra nû dê ji bo meseleya kurdî jî hin rêkûpêkîyan bihewîne. Jixwe, berîya referandûma destûrî ya 2010ê cara pêşîn vekirina kurd û hevdîtinên digel Abdullah Öcalan di çapemenîyê de cih girt. Herçend, hikûmetê piştrast nekir jî, di çapemenîyê de hevdîtinên digel Qendîl û rayedarên PKK yên li Ewropayê jî derketin. Dosyaya vekirinê paşê hat hilanîn jî, hevdîtinên Öcalan bi awayekî berdewam kirin. Di van hevdîtinan de, ku ji alîyê dewletê ve nehatin înkar kirin, lê belê sebaret bi naveroka wan tu agahî nehat dayîn, çavkanîya tenê ya agahîyan nîşeyên hevdîtina Öcalan a digel parêzerên wî bûn. Peyamên ku ji van hevdîtinan derdiketin herçend derbarê atmosfera wan de fikir dida jî, pir caran agahîyên şênber nedidan. Lê belê di notên hevdîtina dawîyê de Öcalan ragihand ku ‘di encama hevdîtinên digel rayedaran de ew gihaştine lihevkirinekê ku Konseya Aştîyê bê ava kirin.’

Ji alîyê din de jî, balkêş e ku hevdîtinên eslî ne digel BDP, ji ber hilbijartinan xwedî hêza nûnerîyê ye, lê belê rasterast digel Abdullah Öcalan û birêvebirîya PKKyê re tên encam dan. Birêvebirên BDPyê, herçend partîyeke vekirî ya siyasî ne jî, di her derfetê Îmrali yan jî Qendîlê wekî navnîşana çareserîyê nîşan didin. Ev yek tê wê wateyê ku Öcalan û PKK naxwazin însîyatîfê bidin BDPyê û dixwazin pêvajoyê rasterast û bixwe kontrol bikin. Her bi vî awayî, dema ku him li daxuyanîyên Öcalan û him jî modêla birêvebirîyên herêmî ya Kongreya Civaka Demokratîk, ku di mehên çûyî de hatibû aşkere kirin, were nihêrtin tê dîtin ku mebest ew e ku di rewşeke pêkan a xweserîyê de orxanên sîyasî û îdarî jî bixin bin kontrola xwe.

Herçend naveroka muzakereyên digel PKK yan jî naveroka şênber a pakêta ‘Vekirina Kurdî’ ya hikûmetê nayên zanîn jî di çapemenîyê mijarên wekî ‘çekdanîna PKKyê û dahatîya hêzên çekdar’, ‘efûyeke giştî’, ‘mafên zimanî û çandî’, ‘birêvebirîyên herêmî’ tên nivîsandin. Li cem BDP û PKKyê daxwazên berbiçav ên wekî ‘perwerdehîya bi zimanê dayîkê’, ‘baştirkirina rewşa zindanîbûna Öcalan’ derdikevin pêş jî karbidestên hikûmeta AKPyê, ku di navenda dewletê de bi cih bûne, heta vê gavê jî bi awayekî neyînî li van daxwazan dinihêrin. Hikûmet, bi gelemperî ‘ummetbûnê’ anku biratîya olî binxêz dike û di dora dirûşmeya ‘yek netewe, yek al, yek welat’ têgiheke şolî ya ‘hevwelatîya destûrî’ bi lêv dike lê belê jê pêvtir dîyar nake ku ka kîjan mafan/daxwazan dê nas bike yan jî dê kîjan red bike. Hevdem AKP, BDPyê wekî muxattab nas nake û carna jî tengezarîyê bilindtir dike û bi vî awayî ji destpêkê ve li ser alîyê kurd pêkutîyê pêk tîne.

Wekî encam, çêkirin, dem, naverok û berfirehîya destûra nû dê bi encamên hevdîtinan û avantajên deshilatdarîya AKPyê re girêdayî be. Hevdîtin herweha dîyar bikin ka mesafeya daxwazên asgarî, ku PKK û BDP tînin ziman, û helwêsta AKP û bi giştî ya dewleta tirk jî dê çawa were ji holê rakirin.Her bi vî awayî, nêzîkbûna partîyên din ên parlamentoyê ji bo destûrê û asta erêkirina van muzakerayan a ji alîyê dewletê ve jî rasterast têkildar in.

Heger ji hevdîtinên digel PKKyê encamek neyê bi dest xistin, mumkin e ku AKP digel CHP û MHPyê re dest bi xebata destûrekê bike ku tê de feraseta heyî kêm zêde were parastin û meseleya kurdî jî li derve were hiştin. Lê belê bi her awayî, destûreke nû, ku tê de avabûneke xweser ji bo Kurdistanê û mafê perwerdehîya zimanê dayîkê cih negirin, dê ji gavên pêwîst ên ji bo çareserîyeke adilane û demokratîk a meseleya kurd gelekî dûr bimîne.

Çavkanî

  1. Şahin Artan, "Dengên tevgera kurd du beraber zêde bûn", Bianet, 15 hezîran 2011. Herçend di nivîsê de hin daneyên xelet hebin jî berhevdayîneke berfireh tê kirin.://bianet.org/ bianet/siyaset/130751-kurt-politik-hareketinin-oyu-iki- katina-cikti
  2. Daxuyanîya hilbijartinê ya AKPyê ku di 16 nîsan 2011 de hat aşkere kirin. http://www.akparti.org.tr/basbakan-erdoganin- 2011-genel-secimleri-secim-beyannamesi-a_8075.html
  3. Daxuyanîya hilbijartinê ya Hevgirtina Ked, Demokrasî û Azadîyê, http://www.bdp.org.tr/duyurular/secim2011/blk- secim-bildirgesi/blk-secim-bildirgesi.pdf

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya