Hindistan xwe ji Amerîka’yê diparêze

Translator

Wisa diyar bû ku li Hindistan’ê tu berbend nebûn li ber xistina nav bazarê ya bacanêreşên ku genetîka wan hatibû guhertin (genetîk-guhertî); ev yek dê bibûya premiyereke cîhanî. 16ê cotmeha 2009’an, Lijne ya Destûrê bo Endazyariya Genetîk (GEAC) ya Hindistan’ê, ku saziyeke pir fermî ye, çiraya kesk jê re pêxistibû. Lê belê, li ser zêdebûna fişaran, wezîrê jîngehê Jairam Ramesh, di reşemeya 2010’an de, dijatiya xwe ya li hember bazarkirina wê berhemê aşkera kir û proseya bazarkirina berhema navborî bi moratoryûmekê paşve xist. Gelo wate ew e ku Hindistan, anku yek ji mezintirîn hilberînerên cîhanî yên pembûyê genetîk-guhertî, dê dest ji OGG’yên (Organîzmayên Genetîk-Guhertî) xurekî bikêşe? Nexêr, hêj gelek dûrî wê yekê ye.
Lê belê, di her halûkarekê de ew paşvedan û hilawistin tê wê me’nayê ku komelgeya medenî ya Hindistan’ê serkeftinek bi dest xwe ve anî. Kampanya û çalakvaniya li dijî bacanêreşa OGG, ku Mohandas Karamchad Gandhi li dor hizra swadeshi (têraxwebûna neteweyî) pêşengî ji wê çalakvaniyê re dikir, gelek dişibî hewl û çalakvaniya xelkî ya li dijî Împaratoriya Brîtanya’yê. Derxistina vê sewziyê bo nav bazarê, li ber çavên wan, mîna êrîşeke biyaniyan bû li dijî kelepûra genetîk a serweriya xurekî ya welatî. Wê boçûn û têgihiştinê kir ku deh wîlayetên rejîma federal a Hindistan’ê, çandiniya bi wî rengî qedexe bikin li ser axa xwe. Li ber vê bergîriyê, Jairam Rameshî xwast prosesa xistina nav bazarê ya wan berheman bi bêhnfirehî û hêdî hêdî pêk bê.
Ev rûdan, herçend têkçûneke tewaw û yekcar nebe ji bo layengirên OGG’yê, şikesteke mezin e hem ji bo şirketa Mahyco’yê –ku ev bacanereş durist kir ji bo şirîkê xwe yê amerîkayî, anku şirketa pirneteweyî Monsanto’yê– û herwiha ji bo hukûmeta Dewletên Yekgirtî. DYA’yê, ji mêj ve ye, danqebûlkirina OGG’yan, ku Monsanto difiroşe, di dil û navenda siyaseta xwe ya aboriya derekî de bi cih kiriye. Bi ya Washington a ku peywendîdar e digel şirketên biyoteknolojiya genetîk, bi tenê OGG dikare berxwe bide li hember xelaya avê û zêdebûna germiyê û bi vî awayî xureka xelkê cîhanê teqez bike. Lê belê, Hindistan yek ji wan welatan e ku rîska zêdebûna giştî ya xelkê bedxurek-zede lê heye. Piştî mûsona xerab a 2009’an, biryar ew e ku Hindistan, di 2010’an de, 3 milyon tonên birincê, ku piştî Çîn’ê herî zêde ew serf dike, û çar milyon tonên sewziyên hişk îthal bike.
Rastketina pir îronîk, eynî wê roja ku Rameshî biryara xwe ya derheqê meseleya bacanêreşa nû-çêkirî de aşkera kir, pirsa garisê MON 810, ku wê jî dîsa Mosanto çêdike, hate ber Komîsyona Ewrûpa’yê; em dizanin ku serokê Komîsyona Ewrûpa’yê Manuel Barosso qanih bûye ku divê li welatên Yekitiyê her çi zûtir dest bi çandina wê bê kirin.
Ku Hindistan’ê bazarkirina xurekên OGG hêdî kiribe, ev yek nayê wê me’nayê ku Hindistan berê xwe dide rêyeke din: bi pêçevane, her tişt hazir e ku ew bibe navenda cîhanî ne tenê ji bo serfa giyayên OGG lê belê herwiha ji bo dahênan, duristkirin û bazarkirina wan. Bacanêreşa bi navê “Bt” (ji ber ku tê de bakteriya Bacillus thuringiensi heye), yekem sewziya OGG ku ji bo serfa mirovan hatiye duristkirin, bêguman nabe ya dawî.
Piştî serkeftina pembûyê Bt, ku niha çandina wê bi xêra kampanyayeke reklamê ya gelek xîretkêş û serhişk li sertaserê welatî berbelav e, Mahyco xwe amade dike ji bo derxistina hejmareke mezin a berhemên ziraî yên genetîk-guhertî, û piştgiriya hukûmeta amerîkayî ku bi rêya United States Agency for International Development (USAID) jê re tê, gelek hander e di pêşxistina wan projeyan de. Ew saziya navhatî, piştgiriyê dide belavbûna wan berheman li welatên di rêya geşedanê de, û erka vê yekê jî dispêre –qet ne cihê heyirînê ye– gewre-şirketên agroalîmenterê (Agroalîmenter: Kar û bazara berhemên kiştûkalê) ên amerîkayî û hevkarên wan. Bi rêya projeya xwe ya piştgiriya li biyoteknolojiya ziraî (Agricultural Biotechnology Support Project, ABSP) bû ku beşdarî kir di duristkirina bacanêreşa Bt(i) de; û mûz, piste, papaw (fêkiyeke tropîkal) bacanesor û birinc jî dê bidin dû.
Stratejiya USAID’ê qet naguhere: li dû “modêla xwe ya îdeal”, her hewl dide ku lêkolînên li zanîngehan bigihîne ticarîkirin û bazarkirineke bilez –bi vî rengî, şirîkatiya sektora giştî û ya taybet pêk tîne. Bo nimûne, ji bo bacanêreşa Bt, Mahyco’yê li Hindistan’ê xwe sparte Tamil Nadu Agricultural University, yek ji beşdarên projeya ABSP’yê, herwiha hevkarî digel Cornell University’yê (ii) kir ku hevkarê bingehî yê Monsanto’yê ye li Dewletên Yekgirtî. Li ser lîsta beşdarên ABSP’yê, bi qasî zanîngehên amerîkayî, yên biyanî jî têne pêş çavan, herwiha şirketên endazyariya genetîk ên wekî Monsanto û Mahyco, Nunhems Seeds (Bayer) û Sathguruya şirketa rawêjkariyê di warê sektora berhemên ziraî de –ku ew şirketa navhatî li ser malpera xwe behsa “ şirîkên ticarî ” yên ecêb dike: wezareta kiştûkalê ya Amerîka’yê (USDA), USAID, Cornell University û ABSP (iii). Di têkeliyeke wiha de gelek zehmet e mirov bikare xeta nîşankirinê ya di navbera berjewendiyên taybet û samanên giştî de destnîşan bike.
Ev xumamî qet ne ji xwe ve ye. Di demekê de ku bal û dêna herkesî li ser lihevhatina derheqê meseleya nûkleerê de bû, ku ji 2005’an ve Washington û New Delhi’yê gotûbêj li ser dikirin, wan her du dewletan peymaneke din girê da ku potasiyela netîceyên wê yên cîhanî qet nebe bi qasî meseleya nûkleerê girîng e: “Rêkeftina Hindistan û Dewletên-Yekgirtî li ser perwerde, lêkolîn û peywendiyên bazirganiya ziraî” (India - United-States Agricultural Knowledge Initiative – AKI). AKI ya ku Serokwezîrê Hindistan’ê Manmohan Singh û Serok George W. Bush di 18’ê Hezîrana 2005’an de mor kir, diyar dike ku, “zanîngehên amerîkayî dê beşdariyeke çalak bikin di avakirina bingehên sîstemeke perwerde û lêkolînên di warê kiştûkalê de li Hindistan’ê” û pêşniyar dike ku “şirîkatiyeke nû bê avakirin(iv)” di navbera welatên navhatî de. Di Lijne ya rêveberiyê de, ku bi wê helkeftê hatiye avakirin, du dêwe-şirketên bazirganiya berhemên ziraî, anku Monsanto û Archer Daniels Midland, û Wal-Marta(v) şampiyona zemînên fireh, beşê “taybet” ê aliyê Amerîka’yê temsîl dikin.
AKI armancên New Delhi’yê bi zêdeyî têr dike, lewre New Delhi hem dixwaze xureka nufûsa xwe ya her-qerebalixtir teqez bike û hem jî welatî veguherîne “civaka zanyariyê” da ku şirket û aboriya Hindistan’ê di rêza yekem a cîhanê de cihê xwe bigire. Heman modêla pêşwaziya “cihguhêziya” (delokalîzasyon) xizmetên şirketan (hesabdarî, xizmetên piştî-firotinê her digel navendên agahdariyê, enformatîk…) ku bû motora mezinbûna aboriya Hindistan’ê, vê carê li sektora kiştûkalê disepîne. Bêguman, bi ya prensîbên dîplomasiya wê ya “bi geometriyeke guherbar”, New Delhi hêj jî razî nebûye li bal Rêxistina Cîhanî ya Bazirganiyê (RCB) û di çarçoveya xeleka Doha’yê de, sektora kiştûkalê bi temamî lîberalîze bike. Lê belê, nakokî bi tenê di zahirê de ye. Lewre di her du rewşan de jî, rayedar li dû ne ku berjewendiyên grûbên xwe yên mezin biparêzin.
Pirsa kiştûkalê cihekî tekane digire li Hindistan’ê: Di berbanga serxwebûna wê de, kêmasiyên xurekî ew xiste halê şermnak ê parsekan li ber Dewletên-Yekgirtî ya ku heta gewriyê bi zad û dexlî ve tijî bû(vi). Hubert H. Humphre yê senatorê hingî yê Minnesota’yê, bi armanca avakirina bendekê li ber komûnîzmê li welatên nû ji kolonyalîzmê rizgar bûyî, pîlana wê yekê darişt ku kiştûkala amerîkayî veguherîne “çekeke dîplomatîk” û xurekên edetî yên her welatekî biguhorin û li şûna wan xurekeke li ser esasê berhemeke ticarî ya Dewletên-Yekgirtî binecih bikin. Humphrey dibêje ku mesele, duristkirina zewq û çêja zarokên biyanî bû, bi taybetî di kantînên xwendingehan de: Japonên hûrik dê li nanî bibanin, hevtemenên wan ên yugoslav dê xwe fêrî vexwarina şîrê toz ê amerîkayî bikin li şûna şîrê taze yê deverê. Li Hindistan’ê, “zarokek dê tiliya xwe dayne ser kereyê heliyayî û biçêje û bi dengekî hijmekar û evîndarane bêje: “Amerîka”(vii)”
Hingî dest pê kir “şoreşa kesk”, bi alîkariya amerîkayî ku bi navbeynkariya weqfên Ford û Rockefellerê dihate veguhastin. Welat bi vî rengî ji xelayê xelas bû, lê belê bêyî ku bazara xwe ya berhemên ziraî bi temamî azad bike; û serxwebûna bazarê ne piştî vebûna welatî bo sermiyanê biyanî di 1991’an de, ne jî piştî nêzîkbûna stratejîk a digel Washington’ê li jêr serokatiya Bush pêk nehat.
“Şoreşa kesk” bêguman kir ku hilberîna zad û dexlî bi rêjeyeke girîng zêde bibe (ji heftê milyon tonên 1954’an bo dused û du milyon tonan îro), lê belê, Hindistan’ê bihayê wê pir bi giranî da: ziwabûn û çikbûna avên kanalan û bîrên binerdî, qirêjîbûna erd û zeviyan, deyndarketina cotyaran (ji wan zêdetir ji sed hezar kesî di nav dehsalekê de xwe kuştin), rêjeya qansera ku li nav gundî û cotyaran bi çargavî zêde dikir. Tesîrên wê yên li ser siyaset û civakê jî têra xwe girîng bûn. Bi vî rengî, gelek kes wisa difikire ku netîceyên şoreşa kesk bûne fakterên bingehî ji bo derhatina raperrîna serxwebûnxwaz a li Pencab’ê ya salên 1980’an –di heyama wê hereketê de serokwezîr Indira Gandhi, di 1984’an de, ji aliyê muhafizên xwe yên Sîxî (dînekî yek-xwedayî ku hêmanên Îslam û Hîndûîzmê digihîne hev) ve hate kuştin.
Îro, birs dîsa li ser serê welatî çerxan dixwe – % 40’ê zarokên mexdûrên bed-xurekiyê li cîhanê li Hindistan’ê dijîn. Kiştûkala wê di bin gefa tesîrên guherîna klîmatîk ên li ser mûsonê ye, herwiha kêmasiya cidî ya avê (viii) û berfirehbûna bajaran û warên endûstriyel ku erdên çandinbar kêmtir dike, xeterên mezin in li ber sektora kiştûkalê. Heke Hindistan bi şiklekê ku netîceyên girîng bi dest bikevin mezinbûna sektora kiştûkalê pêk neîne –ku niha sektora navhatî li dor % 2 ye di demekê de ku mezinbûna global, îsal, serera qeyrana aborî ya cîhanî, dê bigihe % 7’ê– nikare bi têra nufûsa xwe xurekê teqez bike û nagihe hedefên xwe yên mezinbûna aborî (% 8 hetta % 9). Çaverê ye ku AKI jê re veberhênanên dêwane bîne û herwiha bike ku veguhastina teknolojî û binesaziyên endûstriya ziraî pêk bê. Xelatên pir erzan in, lewre beramberî van qenciyan, bi tenê mafê çêkirina berhemên ticarî ji zanyariyên vê sine’etê li ba şirketên pir-neteweyî dimîne û hew.
Wiha tê ber çavan duyemîn “şoreşa kesk” ku Washington teqdîm dike. “Dewletên-Yekgirtî dixwaze bazirganiya xwe ya ziraî digel Hindistan’ê zêdetir bike. Ev yek di berjewendiya her du aliyan de ye; lê belê, ev yek dimîne ser veguherandina sektora kiştûkalê ya Hindistan’ê.(ix)” Ev gorankarî pêşî dê li zanîngehên Hindistan û DYA’yê pêk bên û lêkolînerên Hindistanî dê bêne vexwendin bo zanîngehên DYA’yê. Piştre lêkolîner, herwekî ku ev bi dehsalan e li Dewletên-Yekgirtî gelek caran çêdibe, dê ji zanîngehan derkevin û di gewre-şirketên agroalîmenter de cihê xwe bigirin: piştî ku di sektora taybet de bi xêra mûçeyên pir zêde qazanceke mezin bi dest xistin, bo nimûne dê bibin rayedarên payebilind di wezareta kiştûkalê de û wezîfeya wan dê ew be ku tesîr û netîceyên wan berhemên endazyariya genetîk kontrol bikin ku ji aliyê karderên wan ên berê ve bi rêjeyên pir zêde têne duristkirin.
Serhatiya Michael Taylor vê diyardeya ku jê re dibêjin “dergehê zivirok” (revolving door) gelek baş dinimîne: piştî ku di nav kadra Monsanto’yê de xebitî, derbasî USDA’yê bû ku wê çaxê wê wezaretê destûr dabû xistina nav bazarê ya hormona mezinbûna gayan rBgh ku şirketa pirneteweyî durist dikir. Ji wir re derbas bû Zanîngeha George Washington û li wê derê, şagirtên Hindistanî jî tê de, kadrên ciwan perwerde kirin da ku ew şagirt paşê vegerine welatên xwe. Herçend nûçeya bicihkirina hevdeke biyolojîk di nîveka çîmenên Qesra Spî de, ku vê heyamê hate ragihandin, tesîreke sembolîk û girîng kiribe jî, USDA û endûstriya agroalîmenter hêj jî pir ji nêzîk ve peywendîdar in; Michael Taylor di nav rawêjkarên rêveberiya nû de cih digire(x).
Stratejiya Dewletên-Yekgirtî di wî warî de ew e ku li Hindistan’ê rola sektora giştî kêmtir bike. Lewre Hindistan warê awantajên tekane ye: cotyarên feqîr ku ne di rewşeke wisa de ne ku beramber tovên ku ji wan re têne firotin pirs û kêşeyan saz bikin; erd û zeviyên çandinbar ên gelek berfireh; bazareke bi potansiyeleke dêwane; rayedarên payebilind ku di rexekî re gelek dilxwaz in ji bo her çi cûre çareseriyên teknolojîk û di rexê din re hindî ku bêjî bizdiyayî ne beramber tirsa ji birs û xela û pabendiya derekî. Lê belê, şirketên pir-neteweyî yên amerîkayî ne bi tenê ne ji bo dariştina pîlan û projeyên derbarê îmkanên ku xwemalîkirina kiştûkalê pêşkêş dike. Şirketên ewrûpayî Syngenta, Bayer CropScience, Carrefour, Tesco, herwiha grûbên hindistanî Tata, Bharti, Reliance û Mahindra, digel gelekên din, di rêzê de ne.
Bi taybetî Tata’yê, bi şirîkatiya Cornell University’ê, li ser modêla amerîkayî, Tata Educational Development Trust ava kir –ku Ratan Tata yê rêveberê grûbê xwendina xwe li wê zanîngeha navhatî biribû serî. Di 2008’an de, wî 50 milyon dolar dan saziya navhatî –ku nîvê wî pereyî çû ser hesaba Tata-Cornell Initiative in Agriculture and Nutrition, saziya ku li ser Hindistan’ê xebatên xwe bi rê ve dibe; nîvê din jî wekî bûrs li şagirt û lêkolînerên ciwan ên li Cornellê qeydkirî tê belavkirin. Her di wê çarçoveyê de, şirketa Rallis, lîderê kîmyaya ziraî ya Hindistan’ê û jêrşaxeke grûba Tata’yê, “biryar da ku bi awayekî cidî dest bavêje bazirganiya tovên” melez û pempûyê genetîk-guhertî(xi).
Hesab û helsengandinên amerîkayî tesdîq dikin ku Hindistan “dikare bi têra xwe hilberîne di warê berhemhênana xurekî de bi rêya sepandina biyoteknolojiyê di warê çandiniya xurekî de(xii)”. Ev qas hêsan e gelo? Bi ya raportekê –“Helsengandina navneteweyî ya zanist û teknolojiyên kiştûkalê ji bo geşedanê” (IAASTD)– ku Unesco”yê (Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bo Perwerde, Zanist û Çandê) di nîsana 2008’an de belav kiriye, bi kêmî çarsed zanyar û bispor jê biguman in.
IAASTD alarmê lêdixe ji bo rewşa xerab a sîstema hilberîna berhemên çandiniya endsûrtiyel: “Bi salan, agronomî (zansita kiştûkalê-kiştûkalnasî) li ser esasê berbelavkirina teknolojiyan hatibû danîn ji bo bilindkirina hilberîneriyê di warê çandin û birêvebirina zevî û erdan de; herwiha zanista navhatî bala xwe dida ser bazar û mekanîzmên sazûmaniyê, ku tê de modêla giştî li ser esasê nûkirina daîmî bû, û ser daxistina bihayê kirrîna ji hilberîneran.(xiii)” Beramberî netîceyên pozîtîf ên di warê hilberînê de zerereke mezin gihiştibû yeksaniya civakî, şiyana kollektîfên deverî bo çêtirkirina sine’eta xwe û çandiniya xwe, û jîngehê ku êdî gihiştibû hed û hidûdên xwe yên berhemdan û wergirtinê. Raporta Unesco’yê fikarên cidî pêş dixe sebaret bi çareseriyên bes teknolojîk û bikêriya hilberîna OGG’yan dixe jêr pirsyaran û balê dikêşe ser xeterên wan ên potansiyel. Qet ne cihê heyirînê ye ku Dewletên-Yekgirtî bi taybetî hevbîrnebûna xwe sebaret bi van netîceyên raportê aşkera kiribe.
Wisa diyar bû ku qeyrana cîhanî ya heyî dê dergehê sîstema New Delhi’yê bêtir bigirta li dijî argumanên amerîkayî. Lê belê, wekî ku civîna herêmî ya Forûma Davos’ê, ku di mijdara 2009’an de li Hindistan’ê bi rê ve çû, nîşan da, rayedarên Hindistan’ê ji hemû gavên berê zêdetir ketine ber tesîra şirîkatiyên sektorên giştî û taybet; herwiha veberhênerên biyanî vexwendine welatî da ku têkevine nav bazarê û ji bo wê jî her zêdetir aboriya xwe lîberalîze kirine.
Bi heman awayî, çaverê bû ku soza xweşik a Barack Obama ya sebaret bi gorankariyeke rasteqîn di siyaseta derekî ya Dewletên-Yekgirtî de, heta dereceyekê di baskê kiştûkalê de jî xwe nîşan bide. Lê belê bi pêçevane, wezîra karûbarên derekî Hillary Clintonê rê û rêbazên berê xurttir kirin, û niha, bi pîşandina Rajiv Shah bo serokatiya USAID’ê –ku Rajiv Shahî berê çi li USDAyê û çi li Fondation Gates’ê bi pêşxistina OGG’yan alî û helwêsta xwe aşkera kiribû– girîngiyeke zêdetir dê bikeve para endazyariya genetîk di “geşepêdana” welatên feqîr de.
Lê belê, di serî de Monsanto, gewre-şirketên agroalîmenterê, qet hesab nekiribûn ku bizav û çalakvaniyeke wiha dê pêk bê li dijî bacanêreşa OGG. Berî girtina biryara xwe ya paşxistin û hilawistina sepandina projeya bacanêreşa OGG, Jairam Rameshî civînên giştî çend beramber zêdetir kirin. Wî guhê xwe da hemû argumanan, hetta yên hûrde-hilberîneran jî, –ku ji hemûyan bêtir di bin gefê de ne– û ev gengeşî gelek bi berfirehî di medyayê de hatine belavkirin. Di beyana xwe ya çapemeniyê de, di 9’ê Reşeme ya 2010’an de, behsa şefafiyê, hizirînê û bi taybetî behsa girîngiya hişyarî û îhtiyatê dike berî wergirtina biryarê. “Gava ku hevbîriyeke zelal nebe di civata zanistî bi xwe de, ku muxalefeteke xurt hebe di nav hukûmetên dewletên cihê de, ku rayedarên komelgeya medenî her zêdetir pirsên girîng bikin bêyî ku bersivên tetmînker wergirin, ku raya giştî ne layengirê bacanêreşa Bt be (…) û ku hîç eceleya xistina wê ya nav bazarê nebe, berpirsiya min e ku guh bidime prensîba îhtiyatê û biryara moratoryûmê bigirim(xiv).”

Werger ji fransî
Ergin Opengîn

Mira Kamdar *
*Lêkolîner di World Policy Institute ya li New York’ê, nivîskara Planet India: L’ascension turbulente d’un géant démocratique, Actes Sud, Arles, 2008.

Çavkanî

(i) www.absp2.cornell.edu
(ii) B. V. Mahalakshmi, “ Cornell researchers get nod for Bt brinjal trials ”, Financial Express, 25 Îlon 2007.
(iii) www.sathguru.com/management_consulting.php
(iv) Li ser malpera wezareta kiştûkalê ya Hindistan’ê: http://dare.nic.in/usa.htm; li rexê Dewletên-Yekgirtî: www.fas.usda.gov/ICD/india_knowl_init/factsheet.asp
(v) www.fas.usda.gov/icd/india_knowl_init/board.asp
(vi) Di 1960’an de, % 92’yê alîkariya aborî ku Dewletên-Yekgirtî li Hindistan’ê kir di rêza alîkariya xurekî de bû.
(vii) Hubert H. Humphrey “ Food and Fiber as a Force for Freedom ”, Raporta bo Senatoyê (Public Law 480, 83D Cong.), Washington, 21 Nîsan 1958; http://bulk.resource.org/gao.gov/83-480/000042EC.pdf
(viii) Bixwînin Bénédicte Manier, “ L’eau en Inde, un enjeu social et géopolitique “, Planète Asie, 1 Reşeme 2010.
(ix) David C. Mulford, “ Indo-US Economic Cooperation: Developing a Strategy for Closer Partnership”, New Delhi, 6 Adar 2007
(x) Jeffrey Smith, “ Obama’s Team Includes Dangerous Biotech “Yes Men” ”, Huffington Post, 30 Mijdar 2008
(xi) Yassir A. Pitawala, “ Rallis plans foray into seeds business ”, Financial Chronicle, Bombay, 16 Adar 2009.
(xii) Sourav Mishra û Abishek Shankar, “ GM crops can meet India’s food, biofuel needs ”, Reuters India, 25 Reşeme 2008.
(xiii) Raporta IAASTD’yê: http://www.agassessment.org/
(xiv) Jairam Ramesh, Ministry of Environment and Forests, Decision on Bt-Brinjal, 9 Reşeme 2010. http://moef.nic.in/downloads/public-information/minister_