Hişyarbûna erebî dê çi biguherîne?

Dawîya pergaleke herêmî
Translator

Grev û xwepêşandanên ku gelek hefteyan ajotin, çar aliyên vî welatê mezin î misilman vegirtin. Buhrana aborî, û civakî, talankirina dewletê ji aliyê malbata serok ve, û zordestiya sînornenas ev stûna siyasî ya amerîkî ya li herêmê hilweşand. Waşîngton jî dev ji hevalbendê wê yê berê berdide. Wezîra karê derve ya amerîkî ji dîktator dixwaze îstîfa bike da ku "rêya ber bi derbasbûna demokratîk were vekirin".

Em ne li Misira sibata 2011an, lê li Endonezyaya gulana 1998an in. Ya ku li ser mijarê daxuyaniyê dide jî, ne Xatûn Hillarî Clînton e, lê belê Xatûn Madleine Albright e. Suharto yê ku alîkariya Navenda Ajansa Saloxdariyê (CIA)yê di 1965an hat ser desthilatiyê, piştî qirkirina nîv mîlyon komunîst an jî yên wisa dihatin hesibandin, divê êdî ji ser dikê were xwarê. Bi hilweşîna dîwarê Berlînê (1989) û dawiya Yekîtiya Sovyetê re (1991), Endonezyayê wezîfa xwe ya xweşmêriya li eniya şerûtêkoşîna li dijî komunîzmê winda kir û li Waşîngtonê, êdî hevalbendiya tevgereke demokratîkbûnê, ya ber bi îstîqameteke ji bo berjewendiyên DYAyê were ajotin, tê tercîhkirin. Û ji niha ve serok William Clinton dixwaze îmajeke vekiritîr a Amerîkayê raxe pêşberî cîhanê. Axirî, tercîha hostane xwe dide der, û Jakarta li gel Waşîngtonê dikeve nava danûstandinên pir germ, herçendî Endonezya, weke endama Rêxisitina konfeansa îslamî OCI), xwedî helwesteke serbixwe be jî, bo nimûne, di mijara dosyaya nukleera Îranê de. Baş e, divê ji vê nimûneyê dersên çawa bên derxistin? Berî hertiştî, ti dîktatoriyeke hetahetayî çênabe, welew ew li welatê herî qelebalix ê misilman jî hikim bajo. Wekî din, guherînin navxweyî tesîrê li siyaseta derve dikin, lê belê çapa veguherînan li gorî rewşan diguhere: Misir ne Endonezya ye; Rojhilata Navîn jî ne Asyaya Başûr-Rojhilat e.

Li korîdorên wezareta karûbarê derve ya fransî û li yên gelek wezaretên din ên rojavayî, tinazkirina bi "kolana ereban" tiştekî pir ji rêzê bû. Bi rastî jî, ma pêwist bû li ber çavan were girtin ka çi difikirîn ev çend sed mîlyon kesên ku mirov ji bilî sloganên îslamî an jî dij-rojavayî tiştekî din ji wan hêvî nedikir, tevî ku lihevhatineke pir baş hebû li gel rêveberên ku dikaribûn li cem xwe nîzameke hêjayî teqdîrî saz bikin? tevî ku monark û serokên wan rêveberên me û herwiha ronakbîrên me bi mêvandariyeke şerqî pêşwazî dikirin– di navbera 1995 û 2001an de, çar sed wezîrên fransî li Fasê weke kesên taybet gelek rojên xwe derbas kirin (1)? tevî ku van zordaran fîksiyona "pêvajoyeke aştiyê" bi pêş dixistin, û li aliyekî jî mêtingeriya îsraîlî berê xwe fireh dikir?

Di nava çend heftiyan de, efsaneya li ser bêlebatiya gelên ereb û sistbûna wan a beramberî demokrasiyê, teqiya û derket holê ku ew efsane ji derewan pêk tê. Serhildanên tunisî û misirî, tevgerên ku ji Cezaîrê heta Bahreynê, ji Yemenê heta Libyayê, hemû herêmê dihejînin, û tesîra xwe didin ser Îrana ne ereb jî, ne tenê têkildarî tercîhên civakê û pêşveçûnê, lê herwiha têkildarî siyaseta tevahiya herêmê ne jî. Cara pêşî, ji salên 1970yî ve, bêî liberçavgirtina, qetnebe beşek jê, daxwazên gel û welatên ku careke din bûn sazkarên çarenûsa xwe, wê kes nikaribe analîzeke jeopolîtîk bike.

Pêşî ev tişt dikarin ji bo rewşa Misirê bên gotin. Eger hê zû be jî ji bo xêzkirina çarçoveya siyaseta wê ya derve ya ji niha û şûn ve, dîsa jî hemû çavdêr dipejirînin ku Qesra Spî hevalbendekî dilsoz, dostekî sadik winda kir. Waşîngtonê, li gel Îsraîlê, stratejiya xwe ya herêmê ji sî salan ve ye ku bi xêra Misirê birêve dibir.– Misir bi taybetî tevlî şerê li dijî Iraqê bû (1990-1991). Di van salên dawî de, Husnî Mûbarek li dijî "gefa Îranê" bû serkêşê sefera xaçperestan; di berbelavkirina îlûzyona "pêvajoyeke aştiyê" de, karî zexta li ser Otorîteya Filistînê zêde bike da ku ew muzakereyan bidomîne. Li Şarm El Şêx ew bi awayekî rêkûpêk dibû malovanê rêveberên îsraîlî yên ku bi her awayî diyar dibû ku ti daxwazeke wan a ji bo îmzekirina peymana aştiyê tine; ew herwiha bûbû beşdarê nava bloka li dijî Gazeyê û çi ji destê wê hat kir ji bo ku hemû hewldanên lihevhatinê ya navbera Hamas û El Fetîhê bi ser nekevin û hetta wisa kir ku hewldana ji bo lihevanîna her du aliyan a bi navbeynkariya welatekî din ê "nerm" ê weke Arabistana Suûdî jî biser nekeve (peymana Mekeyê, gulan 2007). Di dema serhildana vê zivistanê de, çend xwepêşandêran pankarteke bi îbranî vekiribûn weke ku bal dikişandin yekane zimanê ku Mubarek jê fêm dikir: zimanê rêveberên îsraîlî.
Konseya bilind a hêzên artêşa misirî, ya ku rewşa niha ya deshilatiya Qahîreyê kontrol bike, xwest temînatê bide Waşîngton û Tel-Avîvê ku Misir wê girêdayî hemû peymanên xwe yên navneteweyî bimîne – ev îmayek bû ji bo peymanên Camp David (1978) û peymana aştiya ya Îsraîl-Misir a di 1979an de hatibû îmzekirin. Lê belê herçendî îhtîmaleke pir qels be ku gelê misirî daxwaza vegera rewşa şer bike jî, ew van tekstan dîsa jî weke faktoreke aştî û aramiya herêmê nabîne – berevajî. Weke ku kesekî ji Konseya Têkiliyên Derve, (New York) Steven A. Cook jî dinivîse: "di çavê hejmarek misiriyan de, van peymanan her du lingên Qahîreyê dixistin solekê, û derfet didan Îsraîl û Dewletên Yekbûyî berjewendiyên xwe yên herêmê bê zehmetî biparêzin. Bêî rîska şerekî bi Misirê re, Îsraîl karî koloniyên xwe yên Şerîa Rojava û Xazeyê bi sed hezaran îsraîliyî tije bike, û du caran Libnanê dagir bike. [di 1982 û 2006an de], Qudusê weke paytexta Dewletê îlan bike û bombeyan bibarîne ser (Îraq û Sûriyê) (2)".

Her cara ku derfet bi dest xist, gelê misirî piştgiriya xwe ya bi Filistîn û Libnanê re anî ziman. Di havîna 2006an de, dema ku rejîmê maceraperestiya rêxistina Hizbulahê şermezar dikir, portreyê lîderê rêxistinê Hasan Nasrallah, camekanên dikanên Qahîreyê dixemilandin. Xwepêşandêrên ku ji bo ferzkirina pirdengî û demokrasiyê têdikoşiyan, heyraniyeke wan tine ji bo Îranê, ku welatekî şiî û ne ereb e û bi awayekî dîrokî raqîbek e. Beramberî vê yekê, xwepêşandêr nirxê didin helwesta wê ya redkirina serîtewandina li ber zordariya Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê.

Sibê, hikûmeteke zêdetir temsîlkar li Qahîreyê hem têkildarî muameleya beramberî şerîda Xazeyê hem jî girêdayî danûstandinên xwe yên li gel Îsraîlê, wê nêrîna Îranê li ber çavan bigire û bibe xwedî siyaseteke bitedbîrtir beramberî hewldanên amerîkî yên ji bo avakirina eniyeke hevpar (ne îlankirî) ya welatên ereb û Îsraîlê li dijî Tehranê.

Derfeta manevrayê ya Qahîre herwiha wê bimîne li ser rewşa wê ya aborî, ya jihevketî ji ber salên "lîberalîzasyonê".

Misir ji ber rewşa xwe ya hesas a borî, xwe spartiye ser xercên alîkariya eskerî û xurekî ya Dewletên Yekbîyî û fonên Yekîtiya Ewrûpayê. Hin kes bibîr dixin ku îhtîmal heye ku Misir bide dû siyaseteke derve ya serbixwe eynî mîna ya Tirkiyeyê; lê belê derfeta manevraya Enqerê pala xwe dide ser aboriya wê, hilberîna wê ya neteweyî ku sê qat zêdetirî ya Misirê ye (tevî ku nifûsê wan hema hema xwedî heman mezinahiyê ye).

Serûbinbûnên li Qahîreyê herwiha di serî de Arabistana Suûdî, welatên din ên ereb ên ku weke "nerme" tên zanîn, xistin nava fikaran. Qral Abdullah ji bo Mubarek bi serokê amerîkî re ket nava danûstandinan. Tirsek xwe ber dide nava van rêveberan: tirsa têkçûna amerîkî li herêmê. Kapasîteya Dewletên Yekbûyî a zeximkirina eniyeke fireh li dijî bernameya nukleer a Îranê û ferzkirina ambargoyê ne karî têkçûnên wan a li Iraqê ji ber çavan dûr bixin– eskerên wan divê beriya dawiya salê ji wir vekişin û Iraq ketiye bin tesîra pêla xwepêşandanên protestoyî ya ku hemû herêmê vedigire. –, ne xetimîna wan a li Afganistanê çareser bikin, ne jî bêqabîlitiya wan a bi destxistina ji Îsraîlê temînata rawestandina wargehên cihûyan, veşêrin.

Îstîfaya hikûmeta libnanî ya Saad Harîrî, di çileyê 2011an de, û jitextxistina Mûbarek tirsên erebên "lîberal" zêdekirin. Bi berfirehbûna tevgera ji bo demokratîbûnê, ku ji Yemenê heta Urdunê pêlan dide, ev erebên lîberal şaşûgêj bûne. Ciwanên Kendavê bi xwe jî dûr neman ji bin tesîra tiştên ku li Tunis û Misirê qewimîn. Rojnameya suûdî Al-Watan (16 sibat) wiha bang dikir ji bo liberçavgirtina daxwazên van ciwanên ku "eleqeyeke mezin nîşan didin ji bo planên pêşketinê, û pêkhatina wan, leza wan a pêkhatinê, tesîrên wan û bihayê wan pevguhertina agahiyan li ser dedorên ku ji van planan kar dikin û zirar dikin" – bi awayekî bal dikişînin ser gendeliya ku gelek projeyên di nava qraliyetê de dirizînin. Lê belê, hê beriya bûyeran jî, Arabistana suûdî hewl dida li herêmê rêyeke xwesertir bibîne û ji bo vê yekê xwe nêzî Sûriyê dikir. Wê bi awayekî erênî di çileyaê 2011an de bersiv da pêşîvekirinên wezîrê karûbarên derve yê nû yê Îranê, Alî Ekber Salehî.

Her çi rêveberiya filistînî ye, ew bi ketina Mûbarek re, bêpar dimîne ji dostekî dilsoz ê li dijî lihevhatina li gel Hamas a ku xwe dûr digirt ji siyaseta wî ya muzakereyên li gel Îsraîlê. Di nîvê meha sibatê de, di dema guftugoya li ser biryarnameyeke ku spartibû Desteya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), têkildarî şermezarkirina çêkirina wargehên cihûyan, Obama bang li Mahmûd Abbas kir ji bo jê bixwaze ku teksê paş ve bikşîne. Tevî zextên mezin ên serokê amerîkî, Abbas daxwaza wî red kir û beramberî birayê mezin amerîkayê, bû xwedî stratejiyeke dijwar. Ev xetimîn gelo wê ciwanên Şerîaya Rojava jî – weke yên Xazeyê – han bidin ji bo daxwazên xwe yên ji bo zêdetir azadî û rûmetê bînin ziman? ji bo têkoşîna xwe di warê mafên mirovan û wekheviyê de jî bimeşînin? ji bo bi helwesteke dûrî dijwarî û şîdetê berê xwe bidin kolanan û hem li dijî rêveberên xwe hem jî li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin? Artêşa Îsraîlê, weke ku Jerusalem Post (3) balê dikşîne ser, li hemberî vê îhtîmalê, bi sazkirina hêzeke bertekiya lezgîn, bi tirs xwe amade dike.

Ji hevalbendên ereb ên Waşîngtonê jî zêdetir serêşiyayî bi vê rewşê, hikûmeta Benyamîn Netenyahû dereng nema ji bo desteka xwe ya ya tam nîşanî Mubarak bide. Li gorî endamê bitesîr ê think tank a New America Foundation (Weqfa Nû ya Amerkî), Daniel Lévy, ev helwest ronahiyê dide ser referansa berdewam ya Tel-Avîvê a weke Îsraîl wê weke "yekane demokasiya Rojhilata-Nêz" bimaya : ev hevok nayê wateya tirsa mayîna bi tenê, dorpêçkirî bi dîktatoriyan, lê belê, berevajî, tê wateya xweziya mayîna "yekane" (4). Li Tel-Avîvê, hikûmetên li peyhev tên pir baş xwe li gorî rejîmên otorîter ên alîgirî rojava eyar dikin.

Vê gavê, ew ji ber van guherînên berdewam, bi nexweşiya tirsê ketine, bi zanebûn rola îslamîstan a di serhildanan de pir bi mubalexe dest nîşan dikin, wan dişibînin şoreşa îslamî ya 1979an a li Tehranê, çîrokên xwe yên ucûbe yên têkildarî " gefa îranê" zêdetir dibêjin, an jî bang li eskeran dikin, mesele wezîrê parastinê Ehûd Barak di serdana eniya bakûr de got, dibe ku esker ji bo ji nû ve Libnanê dagir bikin, werin vexwendin. (5).

Hedefa pêşî ya xwepêşanderan Muberek bû, lê wan Filistîn ji bîr nekir

Eger "Rojava winda kir", Şam-Tehran û hevalbendên wan Hamas û Hezbollah, jî gelo bi ser ketin? Bêşikûguman ; lê belê qelsiyên wan li ber çavan in. Hamasê xwe li Xazeyê girtiye, tewanbariya muhtemel a rêveberên Hizbullahê ji aliyê Dadgeha taybet a Libnanê, rêxistina Nasrallah Nasrallah(6) qels dike. Herçendî rêveberiya Îranê şoreşa misirî silav kir, li aliyê xwe, wê dest bi pêleke mezin a şîdetê kir û bi bêwijdanî êriş birin ser xwepêşandêrên ku daxwazên wan pir dişibin yên xwepêşandêrên misirî.

Herçi serok Başar El Asad e, di destê wî de du koz hene : yek jê tirsa gelê sûrî ya ji buhraneke ku dikare bibe sedemê bêaramî û şerûpevçûnên olî mîna yên li Iraqê ; û helwesta wî ya biryardar beramberî Îsraîlê, ku di nava gel de pir binavûdeng e. Li gel vê yekê jî, ev welatê girêdayî bi bernameyên lîberalîzasyona aborî, nifûsa wî pir zû zêde dibe û dibe ku duçarî zehmetiyên cidî yên aborî û civakî were, û jixwe ne pêwist e em balê bikşînin hebûna daxwazên ciwanên sûrî jî yên ji bo azadiyê ku ji yên din ên ereb hinek cudatir in.

Me behsa Endonezyayê kiribû û bal kişandibû terza Waşîngotonê ya li gorî hilweşîna Dîkatoriyê eyar kiribû. Ferqa sereke li gel Rojhilata-Nêz a îro têkildarî rewşa Filistînê ye, ku gelek çavdêr, bi awayekî ne mafdar, bawer dikin ku ew ji bo xwepêşandêran bûye mijareke talî. Li Qahîreyê, organîzator bi xwe bûn yên ku hemû sloganên dij-amerîkî û dij-îsraîlî qedexe kirin, ji ber ku wan biryar dabû ku li dijî yek dijminî, li dijî rejîmê konsanstre bibin ; ev daxwaz ji aliyê herkesî ve tê famkirin. Lê belê piştî daxistina Mûbarek, di pîrozbahiya pir mezin a serkeftinê a li Qahîreyê 18ê sibatê de, xwepêşandêran bi awayekî girseyî der barê rizgariya Qudusê de, dest bi qêrîna sloganan kirin.

Pêvajoya bi dehan salan, Dewletên Yekbûyî, karîn hema hema bêşertûmerc destekê bidin Îsraîlê, bêî ku berdêla wê bidin, – helbet eger windakirina popularîteya xwe ya li cem "kolana ereban" a dibû mijara tinazên wan, ne berdêlek be –, rêveberên ereb dîsa jî hevalbendiya xwe ya dilsoz pê re dewam kirin. Ew pêvajo dawî lê tê. Me hê di adara 2010an de bihîstibû ku general David Petraeus, ku hingê serokê Fermandariya navendî ya hêzên amerîkî yên li Rojhilata-Nêz bû (Centcom), wiha digot: "Hêrsa ereban der barê pirsgirêka filistînî de karîn û kûrahiya têkiliyên me yên li gel hikûmet û gelên vê herêmê bisînor dike û rewatiya rejîmên lîberal ên li cîhana ereb jî qels dike. (7)"

Konteksta nû ya jeopolîtîk wê zorê bide ser rêveberiyê ji bo tercîhên krîtîk bike. Lê belê ewê tiştekî wisa bixwaze gelo? Ewê karibe gelo? Ji Yekîtiya ewrûpî jî pirsên wisa dikarin bên pirsîn, ango Yekîtiya Ewrûpî ku hevkariyeke wê ya bextiyar hebû li gel Bîn Alî û Mubarek û nedixwest ti masefe bixe navbera xwe û dîktatoran, bi zêdekirina peymanên li gel hikûmeta îsraîlî ya dijmina her cure aştiyê, bi pêşengiya siyaseteke neolîberal a ku bû sedema xizanî, û gendeliya girseyî ya welatên Başûrê Derya Spî, gelo wê biwêre dawiya dawî "kolana ereban" jî li ber çavan bigire? Kolana ereban a ku, her çawa be, têde rihdirêjên paşverû û jinên bi bûrka tinin. An jî dibe ku wê pêwist e, weke ku ronakbîrê libnanî Georges Corm dawetî wê derê dike, ku civaka sîvîl a Bakûr bi mînakgirtina " kolana ereban ", "ew jî bikeve nava hewldana bilindkirina asta reqabeta bêwijdan a olîgarşiya neolîberal a ku aboriyên ewrûpî bipaş dixe, têde bi qasî pêwist derfetên kar naafirîne û her sal hinekî din zêdetir kesên ewrûpî yên ji her neteweyî, xizantir dike. Ev veguherîna neyînî jî ji bo xatirê berjewendiên komikeke piçûk a tebeqeya "manageran" e û ev derdor bi meaşên xwe yên salane yên sînornenas her sal hinekî din zêdetir dewlemendiya neteweyî desteser dikin (8)".

Di nava çend salan de, cîhan bû pirnavendî. Her welatê mezin, ji Brezilyayê bigirin heta bigihe Çînê, ji Hindistanê bigirin heta bigihe Afrîkaya Başûr, li cihê xwe digere, ne ji bo dijîtiya Rojava, ne ji bo xizmetkirina jê re, lê belê li tenişt wê, dixwaze berjewendiyên xwe biparêze. Bi vî awayî, Tirkiye, endamê Rêxistina peymana Atlantîka Bakûr (NATO), hevalbenda Dewletên Yekbûyî, roleke herêmî yê mezintir dilîze û li ser dosyaya nukleer a Îranê an jî li ser meseleya Filistînê dibe xwedî helwesteke serbixwe. (9). Maxrîb û Rojhilata Nêz jî hewl didin xwe bigihînin vê tevgera cîhanî. Endamê berê yê CIAyê û nivîskarê pirtûka The Futur of political islam Graham Fuller analîzeke wiha dike: "tiştê ku gelên herêmê dixwazin, bi destxistina hêza kontrolkirina jiyana xwe û çarenûsa xwe ye. (…) Di kurtedemê de, ji bo vê yekê tedawiyeke baş pêwist e : divê Waşington lêde here û van civakan rihet bihêle, dawî bîne li vê siyaseta dirêj a ku pê muameleye zarokan li gelên Rojhilata Navîn dike. (…) divê em êdî biqedînin van hewldanên xwe yên bênavber û obsesîf ên destwerdana jiyana siyasî ya welatên biyanî ya ku pala xwe dide awirekî miyop ê "berjewendiyên amerîk. (10)"

"Ne Rojhilat, ne jî Rojava", bi vî awayî diqîriyan xwepêşandêrên îranî di 1979an de, û daxwaza xwe ya bêminetkirina hem Dewletên Yekbûyî hem jî Yekîtiya Sovyetê aşkere dikirin. "Ne bi Rojavayê re, ne li dijî wê", dikaribû bibûya slogana xwepêşandêrên îro li seranserî cîhana ereb daxwaza xwe ya ji bo serxwebûnê, û serweriyê li cîhaneke ku ew weke pirserî nas dikin, tînin ziman. Ewê Rojava li gorî hewldana wî ya parastina prensîbên dad û mafê navneteweyî û pêkanîna wan a her derê cîhanê, bi taybetî li Filistînê binirxînin. Lê belê ewê êdî qebûl nekin ku hikûmeta wan têkoşînê li dijî Rojava ji bo zeximkirina dîktatoriyê bikar bînin.

Çavkanî

  1. Binêrin, Pierre Vermeren, "Bihara ereban: çima Fransayê xwe kor kir", Libération, 17 sibat 2011
  2. Steven A. Cook, "The U.S.-Egyptian Breakup", malpera Foreign Affairs, 2 sibat 2011, www.foreignaffairs.com
  3. Yaakov Katz, "IDF prepares over fears of Egypt-style W. Bank demos", The Jerusalem Post, 18 sibat 2011
  4. Daniel Levy, " Israel’s option after Mubarak" 13 sibat, http://english.aljazeera.net
  5. Haaretz, Tel-Aviv, 15 sibat 2011
  6. Lire "Beyrouth dans les rets du Tribunal spécial", Le Monde diplomatique, sibat 2011
  7. Şahidiya li pêşberî Senatoya amerîkî, 16 adar 2010
  8. Georges Corm, "Gava" kolana ereban "dibe modela Bakûr", 11 sibat 2011, www.lemonde.fr
  9. Lire Wendy Kristianasen, "Ne Şerq ne Xerb, tercîhên wêrek ên Enqerê", Le Monde diplomatique, sibat 2010
  10. Graham Fuller, "Revolution in Egypt", Christian Science Monitor, Boston, 4 février 2011

Wergera ji fransî: Baran Nebar